lördag 28 maj 2011

”Evîna Reben” û Bilindbûna helbestê



Berî ku ez dest bi danasîna xebata Derwêş M. Ferho bikim, dixwazim hinek dîtinên xwe, wek rojnamevan û nîvîskarekî  li ser hêza helbestê bînime zimên. Xebatên min li ser edebiyatê hene. Lê ez ne helbestvan im. Ez, ji helbestan hez dikim. Bi wan re dijîm. Ez xwendevanek baş im. Hayê min ji xebatên nivîskî yên bi kurdî hene. Di çarçewê de dê qala bilinbûna helbestê bikim:
                                                                         

"Ji min re Helbest e dostê herî nêz. Di dema valahiya rûhî de. Ku ji asmên ve tême xwar. Di nava ewrên reş û tarî. Winda dibim,. Li hevalekê digerînim çavên xwe. Ji dîtina steyrikekê jî mahkûm im. Bi ser dev ve dikevim erdê. Ecêp gerandî dibim....

Kût-kûta li ser dilêmin xurttir dibe. Azayên laşê min li hevûdu nakin. Dil û mêjî ne yek ziman in.
Dil dibe deh dil. Di her dilekî de bi hezaran pirsê bêbersiv. Ji her bersivekî deh rêyên koregirtî. Girêkên kor in ku mêjiyê min dixiliqînin. Gêj dibim, ji mêjî difûrim, dixan di guhên min de, û hilma dojehê di firnikên min de dihavêje...

Ez tenê me. Li cîhanê bi tenê. Tayê bi tenê. Wek kûlîlkek e kêmnijad. Ku li ser bedenek e nazik û zirav şîn hatî.
Li benda destê wê. Destên parastinê, yê hezkirinê. Ku bi min dakevin. Min av bidin. Da ku şax vedim. Zêde bibim. Lê ez mahkûm im. Dîliyê tenêbûnê. Ne dê, ne bav, ne xwedî, car û cînar. Di gel dostên nêz ve pişta xwe dane min. Hêstirên ji bêhêvîbûnê ji ser hinarkan diherikin xwarê. Bi bedena westiyayî, di şevên reş û tarî de destê xwe ber bi jor ve vedikim. Xocayê minî Xizir in helbest. Dibê dostên herî nêz. Di tengahiyê de dighêjin min. Dibin çirûskên ronahiyê. Şeva min, cîhana minî tarî ronî dikin...

Helbest dibe şeraba min. Bi kafiye. An jî serbest. Xweşiya meyê zêdetir dikin. Her peyvek dibe qurtek. Her rêzek, peşkek hênik. Ku agirê cerg û dilê min dicemidîne. Her malikek qehweya tal. Ku hişê min lê vedigerîne. Ez naxwazim bêm e ser hişê xwe. Bela mirina min ji meyê be. Bila di nav qurtan de ez winda bibim. Herim ser heqiyê. Bibim cîranê ``Bavê Felekê``.

Bi rêzên kin û kur de bi heyecan dibim. Heyecana nêrîna pêşî. Dinasim evîndariyê. Çav li hemberî çav. Hîsên tevlûhev. Peyv têr nakin ku hîsên min bînin zimên. Pênûs naxwaze bibe tercûman.
Tenê çav in didin awirên bi wate. Ew in ku dibin tîr, dil birîndar dikin. Bila ez birîndarê awiran bim, lê ne jiyana bê te.

Bes e ey helbest ewqas bilind nebe. Bilindahî ji Yezdan re baş e, serî raneke.
Di dema evînê de rêka şer veneke. Min neke şervan çeka li milên min ke. Min neke destan di nava xelkê belav neke.

Te ez kirim çîrok, derxistim ser nîgargehê. Di her perdeyekê de dixûm şimaqa felekê. Di nav xeyalan de diçim di dîmenên ewil. Dibim şahidê hovîtiyê û gundên kavil. Dîmena dûwê de xwedî xeyal im. Dibistan û pêşerojek ronî dixwazim. Li min hatin hev ji her çar alî. Ne dibistan ma ne jî dildarî. Di perda dawî de rêwî me. Lê welatê xerîbiyê bê hêvî me.

Tu mishefê bi min şêrîn dikî. Geh dike cihû, geh dike mesîhî. Lê dizanim rengên xwe ji Zerdeşt distînî. Berê min li Laliş e, rihê min Êzîdî. Dibim melekê evîndariyê li cîhan. Belavdikim biratiyê bi baqê çîçekan.

Tu bilind kirin di dema grekê. Carna li Rom, geh li Stenbol û li Kurdistanê. Tu bûyî gûl, bêhn daye cîhanê."
                                                              


Piştî dîtina xwe ya li ser helbestê, dixwazim dest bi danasîna Helbestvanê hêja Derwêş M. Ferho bikim. Paşê jî li ser xebatên wî kur bibim.


Derwêş M. Ferho kî ye

Ji Tora Evdînê ye. Torê dikeve jêra Botanê. ``Tor Evdîn`` tê wateya ``Çiyayên Evdên Xwedê``. An ku cîh û warên ku hez ji Yezdan dikin. Li wir, berê keşeyên rûhanî li dêran, yê seydayên hêja jî li mizgaftan e û duayên xêrê dikin. Xwedayê bêşirîk jî, rehm û bereketa xwe li Torê barandî ye. Çiyayên Evdên Xwedê, bi darên fêkî û şinayiyên cewaz; bi çem, bîr û kaniyên avhênik û şêrîn; bi heywanên kedî û berrî û pirceleb; bi dewlemendbûna sererd û binerd; bi reng, çand, tore û zimanên cewaz xemilandiye. Ji dilê xwe re bi xetên hûr û rengîn neqişandiye û diyarî gelê li wir kiriye.

Derwêş M. Ferho li cihek e wisan, li Torê, li gundê Mizîzexê hatiye dinyê. Gund ji awira çand û olên cewaz dewlend e. Mesîhî, bi qasî kurdan rêzê dibînin. Di dema fermanê de Mesîhiyên Mizîzexê hatine parastin, û ji gund bar nekirine. Lewmaye ku Mizîzexî di dîrokê de xwedî pelekî spî ne, hêja ne. Derwêş di sala 1977 de derketiye derveyî welêt. Niha li Belçîkayê dijî. Gelek nivîs û wergerên wî belav bûne. Berhemên wî yê nasdar ``Dengê Roja Dîl`` û ``Ferhengoka kurdî-hollandî-hollandî-kurdî `` ye. Di birêvebiriya Enstîtuya Kurdî ya Brûkselê de cî digire.

Evîna Reben
Dema min helbestên Ferho yên di dengê Roja Dîl û Evîna reben da ber hevûdu carna kêfxweş dibûm. Carna jî bêkêf.

Erênî: Helbest, ji wêneyan pêk tên. Wêneyên zelal. Bi hosteyî hatine kêşandin. Bi sebrê cîhê dîmenan hatine peydekirin. Peyv hatine bicîhkirin. Rêzên sade û têra xwe bi wate. Bi hunerek e hur û kur hatine neqişandin. Mirov didin e hizirkirin. Dibin e cîhaneke din.

Neyênî: Helbestên Dengê Roja Dîl xurttir xuyanî dikin. Hilma sebrê ji wan bêhtir difûre. Hurtir û kurtir hatine neqişandin.

Çend gotin: Ez bawer im ku helbest bi sebrê û îlhamên bilind têne holê. Pêwîstiya wan bi wergêrê tune. Mîna çîçekan li holê ne. Li ser koka xwe şîn bûne. Koka wan, hêzên xwe pêdaketinê distînin. Yên çiyan, daristanan û malan. Bêhn û rengên wan ne yek in. Lê tev jî çîçek in. Şêrîn in.

Evîna Reben pir reng e. Hejmarek helbestên bilind hemêz dike. Helbesta Gul şîn dibin, Ez û bilbil, Tor, û Evîna me, vê bilindiyê bi watetir dikin. Bilbilo bi serê xwe stiranek klasîk e, hilma Meyrem Xanê, Arifê Cizîrî jê tê. Berhemek sînemayî ye ku her rêzekî wê wêneyek e:

``Min berê xwe da xerîbiyê
bi çiyan ketim mîna ferat
li çol û newelan geriyam
bi çûk û teyran re şêwirîm
bi pezkoviyan re gazin û gilî kir
min xwe berda nav gund û bajaran
li welatê biyanî bûm hejar û parsek
ji bo bejn û bala gula delal
lê çavbelek, gerdengaz hunda ye
nabînim, ev çi bela ye, çi derd e
bi min ketiye ev kula evînê
xelkîno, hewara min bi we ye
bibînin çarekê ji min rebenê xwedê re...``

Helbesta Gul şîn dibin şiroveke zêde naxwaze. Rêzên helbestê, xwe şirove dike:

``Gul şîn dibin
li ser lûleyên mahûzeran
bi xwîn, ji axa rebeniyê
di nav pelên sor de
eşq, evînî û kîn
tev dikelin, difûrin
sitranan dibêjin...``
Tebîniye: Gelek caran mirov dixwaze here Midyadê û li wir bigere. Cihên dîrokî bibîne. Gerek wisan di nava bîranînê xwe bi cî bike. Ku mecalên we tunebin ji bo çûnê. Qet xema nexwin. Bi Evîna Reben re derkevin rê. Bi Strina Midyadê herin nava bajêr. Bibin mêvanê mitirban. Ya mala Sivûk, anjî dengê hêja Miradko. Li kemança wan guhdarbikin. Paşê li dêra bigerin. Bibînin avakirina wan, ji wan kevirên şehkirî. Ber êvarkî vexwûn çayek betlanê, li çayxana sê rê. Bibin mêvanê Hiseynê Ferho, ew e aqilmendê Torê.

Helbestên ku di Evîna Reben de hatine belavkirin, li ser evînê, êşa li zindanan, Helepçe, Komara Mehebadê, têkçûna 75ê, şehîdên welêt, hezkirina xwezayê ne. Devoka Torê derdikeve pêş. Hebûna ferhengokek biçûk dikarûbû dewlemendbûna devoka vê herêmê derxista berepêş. Xebata Ferho, ji 80 rûpelî pêk tê. Di sala 1996 de li Stockholmê ji aliyê Weşanxaneya Nûdemê ve hatiye çapkirin. Ji aliyê teknîkî têra xwe bi rêk û pêk e. Xebatek hêja ye. 16/01-2007

Sê helbetsvanê kurd dinirxîne: Helbestvanî û cîhana Ahmed Arif



Helbestvanê bi nav û deng Ahmed Arif, di vê hefteyê de, 2 ê hezîrana 1991 î de ji nav barkiribû. Ahmed Arif jî mîna Yılmaz Güney û Yaşar Kemal ji awira berhemên xwe ve dê pir bê nirxandin. Pirsên cewaz dê bibe cihê lêkolîn û pirsê: Ziman û çanda kurdî çiqas tesîra xwe li wî kiriye? Di berhemên wî de çiqas şopên kurdewarî hene? Di dîroka edebiyata kurdî de cihê wî çiye? ûhwd...
Bi mûnasebeta salvegera mirina Ahmed Arif de, bi sê helbestvanê kurd Mahsum Özer, Kamram Simo û Serkan Brûsk re em peyivîn. Em li ser helbesta Ehmed Arif û cîhana wî kûr bûn.

Ahmed Arif
Di nîsana 1927 an de li Amedê hatibû dinyê. Navê xwe yê berê Ahmed Önal bû. Bavê wî Arif Hikmet li aliyê Haranê mûdirtiya nahiye û qeymaqamî dikir. Bavê wî tirk e. Dayika wî Sarê, kurd e. Bavê wê, Îmam Yahya Ebdulqadir di dema xwe de kesek navdar bû.
``Ahmed Arif diaxife`` pirtûka Refik Durbaş e. Di berhema Durbaş de Ahmed Arif, wisan qala zaroktiya xwe dike: ``Zaroktiya min li Sîweregê derbas bû. Li wir ez fêrî kurdî bûm, li aliyê Haranê jî ez fêrî erebî bûm. Bavê min ji aliyê Rumeliyê ye. Dayika min kurdek e esîl e.``

Arif, di dibistana navîn de dest bi nivîsîna helbestan dike.
Wan rojan wisan bibîr tîne: ``Sal, 1943 e. Ez 16-17 salî me. Min bê westan helbest dinîvisand. Rojê 8-10 rûpel. Hinek jê li cem qîzan û hinek jî li cem polîsan man. Paşê nedane min.``
Ahmed Arif, di sala 1946 an de xwendina lîseyê bi dawî tîne. Piştî bûyera``33 gule`` bi sê salan parlementerê Amedê Mustafa Ekinci pirsê tîne meclîsê. Beşek ji rastiya bûyerê derdikeve holê. Bûyera qetilkirina 33 kesên kurd wî dihejîne. Di wan rojan de helbesta ``33 kurşun`` anku 33 gule dinîvisîne. Wê demê 33 gule li çi deveran nehatibû çapkirin, lê ew di nav xelkê de belav dibe. Arif, di dawiya sala 1950 î de tê girtin û îşkencekirin. Wê demê xwendevanê Zanîngêha Enqerê bû. Piştî salên 50 î helbestên wî piralî tên weşandin. 1968 an de pirtûka wî ya navdar ``Hasretinden prangalar eskitim`` ji çapê derdikeve. Pirtûk, bi dehan car, bi hejmarên pir mezin tê çapkirin û belavkirin.

Dîtinên Arif li ser damara wî ya kurdîtiyê, li ser helbestê û hunerê pir dewlemend in. Ji bo damara xwe ya kurdî qala serpêhatiya xwe dike:
``Ez xwendevanê lîseya Afyonê bûm. Tirkek ji aliyê Bulgarîstanê jî bi ole dixwend. Rojekê ji min re got, kurdê ker! Min nema xwe girt û rahişte sêlika sobê û li serê wî xist. Lawik di nava xwînê de ma. Wî rakirin nexweşxanê. Paşê mûdirê dibistanê gazî min kir. Min jê re got, ez bi malbat û welatê xwe serbilind im. Mafê wî tune ye ku min biçûk bixîne…`` 

Li ser şêweyê nivîsîna xwe wisan dibêje:
``Ez helbestê di serê xwe de, di dilê xwe dinîvisînim. Ew li wir rengê xwe yên dawî digirin. Paşê, rojekê ez rûdinim û wan dirêjim ser rûpelan. Guhertinên pir bi biçûk di wan de dikim…
Helbest bê naverok nabe. Lê helbest hîsên xweşikbûnê ye. Pêwîst e ew xweşikbûn bê peydekirin, derkevin ole…
Mirov bi rêya perwerdê dikare dewlemend bibe, bibe mîljonêr. Dikare bibe xerat, bibe hesinkar. Di hemû şeweyên kar de biserbikeve. Lê nikare bibe helbestvan. Dibistana helbestê tune ye. Dibistanek wisan hebe jî helbestên li wir bê nivîsîn zêde nirxên xwe tune ne…
Helbest bi zimanekî tê nivîsîn. Wergêra wê ji bo zimanê din nabe…
Diyarbekir kalesinden notlar ve Adiloş bebenin ninnisi, helbesta şexsê min e, ya çend kesên ji malbatê ye, ya bajar û welatê min ê şêrîn Amedê ye…
Bi destpêka xwe, suprîzên jiyanê û dawiya wê, jiyana min tev di nava peyvên vê helbestê de veşartî ye:
´´Ku ez bêm kûştin, bêm e windakirin, ez dibêjim,
Rût û tazî, di şerekî de,
Bila bi mêranî be, ez dixwazim,
Dostanî jî û neyartî jî,
Lê yek ji wan jî nabe di rastiyê de,
Ber tê ajotin berbi lûlêya çekê
Destpêdike dewriya evarê ya cendermeyan…``

Ahmed Arif li ser pirtûka xwe ya duwê jî dixebitî. Hejmarek mezin ji helbestên wî yên nû amade bibûn. Lê wî ew xebat û gelek xebatên din di cî de hişt û di 2 ê hazîrana 1991 de ji nav me barkir…

Sê helbestvanê kurd Ahmed Arif dinirxîne

Mahsum Özer kî ye
Mahsum Özer, anku Merwan Nisêbînî bi eslê xwe ji aliyê Omeriyan, gundê Çalê ye. Di sala 1964 an de hatiye dinyê. Piştî xwendina navîn derbasî başûrê welêt dibe. Li gelek deverên Kurdistanê digere. Li wir, di gel xebatên ramyarî de, berhemên wêjeyî yê devkî berhev dike û helbestan dinîvisîne. Ew di sala 1988 an de ji aliyê dewleta Tirkiyê tê zîndanî kirin. 4 salan di hepsê de dimîne. Piştre mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî. Pirtûkek wî ya helbestan bi navê ``Jan jariya jînê`` heye.

Kamran Simo Hedilî kî ye
Di 1955 an de, Li Hezexê gundê Hedilê hate dinyê. Hate vêga 4 pirtûkên min hatine çapkirin. ``LORÎNA PÊNÛSÊ``,  helbest e. ``JI ENFALÊ ŞEVEKE BÊSIBE``, dastan e. ``CIVATA GIYANAN``, kurte çirokên e. ``MIN DENG KUŞTIN``, helbest e. Simo li Swêdê dijî.

Serkan Brûsk kî ye
Heta niha sê pirtûkên helbest, romanek e bi navê ``Sê Terîş``, sê pirtûk ji zimanê swêdî wergerandinê kurmancî û niha berhemeke helbest-pexşanî ya bi navê ``Ji Mextela Kurmanciyê`` ji bo çapê amade dike. 1969 an de li gundê Serêkaniya Omeriya hatiye dinyayê. Zanîngeha peyzajê nêvcî bi cî hişt û derket Ewropayê. Niha li Swêdê dijî.

- Ji kerema xwe re dîtinên xwe li ser helbestvaniya Ahmed Arîf bînin zimên.
Mahsum Özer: Belê di nerîna min de, danasîna Ahmed Arîf tiştekî hesan î nîne. Min pirtûka wî carekê diduwan xwendiye lê dîsan wek tê xwestin têra danasînê nake. Biborînin, tiştê ku min ji hunerê wî famkiriye bi kurtîbe jî ez ê bînim ziman.
Dema ku ez li helbestvaniya Ahmed Arîf dinerim; bi rihetî dikarim bibêjim ku li hinber despotdarî û paşverûtiya dewletê  ku hetanî nihajî didûmîne cephakî cengaweriyê ye. Berpirsiyarîke rêberiya gelî di giyana wî de tê dîtin. Hunerhêziya xwe ji realîta jiyanê girtiye. Di helbestên wî yê jîn afêr de jî, ramanekî ronîdêr, hestekî mirovhes û kesayetîke nîrxbihinbêz di nav hev de bi rengekî modern hûnayî tê dîtin. Helbestên wî ji edebiyateka serbixwe barkirîne.

Kamran Simo:
Bi rastî, li ser helbestvaniya yekî weke Ahmed Arif, bi cend kurte bersivan nêrîn diyar kirin ne rihete. Gelek sedem hene ku vê yeke zehmet dikin. Ahmed Arif helbestvanê, hêvî, nazikî û bêtirsiya ciwaniyê ye. (Bi teybetî divê werê zanîn ku ev xisusiyet ne xisusiyetên ku paşî bi dest xistine. Ev xisusiyetên ku bi Ahmed re derdiketin ji xisusiyetên gelê ku Ahmed bê vîna xwe bûbû endam wî ye ji xisusiyetên gelê kurd dihatin.) di helbesta wî de helbesta rûmet, nefsbiçûkî û kuriya hunerê heye. Di helbesta Ahmad de aqil û hest bûye yek. Li êş û kovanên jînê,  hêvî û ezmûna jiyanê hatiye pêçan. Helbesta Ahmed, helbesteke ku xwe disipêrê rastiya jiyanê ye. Di xwendina yek hevokê de xwendevan zehmetiyê nakişêne û li ser zimanê xwedevanan ji ber xwe diherike. Ahmed Arif helbestê ji çiyayên ku bindestiyê nasnakin re, çiyayên welatê wan li nav dewletên degîrker hatî parçekirin û gelê wan bênivîs hiştî, çiyayên ku bûne hêlîna azadiyê re dibêje. Helbesta wî, straneke ji kulîlkên ku di guldankan de şîn nabin. Loriyeke di nav gur û hirçan de hatiye gotine. Ev lorî mîna ku dê bibe sirûda serkeftinê, tîrejên roniyê, hêvî û daxwazî xwe di nav peyvên hevokan de  vedişêrin. Helbestên Ahmed li ser qevda (qebza) xencerê û li dîwarên bendîxanên berxwedanê hatiye neqişandin. Ahmed Arif di helbestê de bi ramaneke derûnî û felsefî nêzîkî mijarê dibe, bi bêje û hevokên watedar reng û rûye mijara xwe dipesinîne.

Serkan Brûsk:
Ehmed Arîf hawara dayikan, jan û êşên veşartî yên bavan, dînemêriya xortan û şermokiya keçên kurdan, her cure zordestî û çewisandina civakî di nava risteyên xwe de bi awayekî wisa sade û rewan gotiye ku deriyên dil û mejiyê hemû mirovan li ber xwe heta bidawî vekiriye, vedike û dê her veke jî. Ew zimanê hestên tîr û kûr ên zindana ye. Bi kurtahî A. Arîf bi awayekî hunerî qêrîn û hawara kurdan nerm lê bihêz gotiye. Ji lewre jî, helbestvaniya wî jî, helbestek e. Kêm gotiye lê baş gotiye. Bi hevokên kin, bi peyvên bargiran pirtûka dilê çiyan ji zaliman re xwendiye. Derdê kurdan, kurt û kurmancî bihuner lê mixabin bi tirkî gotiye.

- Arîf di dima xwendina navîn de dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Pir ciwane. Rojê neh deh helbest dinivîsîne. Çi girêdana helbestê û emir bi hevdûre heye?
Mahsum Özer: Li ser girêdana temen û nivîsîna helbeste, ez dibem ku ji rastiya emir bêtir, kûrahiya hest û ramanên ku di jiyaneka zortengav de difûrin, dihêle ku helbest bizê. Ev qutreta jî mîna tîrêjên ku biharê xwe bavêjin ser serê çiyan û jînjendî dibin, wisa pir ciwanrengîn di xortaya Ahmed Arîf de li jiyanê vedidin.

Kamran Simo:
Mîna gelek helbestvanên hêja, Ahmed Arif jî, di temenekî ciwan de helbest nivîsandiye. Lê mixabin di temenê ku diviyabû bi ezmûneke hêja, helbestê binivîsê dev ji helbestê berda. An jî, pêdana devjêberdan û ji tirsa helbest nenivîsand. Ez nizanim di rojê de çend rûpel dinivîsî lê ez dizanim ku bi tenê 20 helbestên wî hatine çapkirin. Pir nivîsandin ne gelekî girînge, baş nivîsandi li gel min girînge.
Di dîtina min de ji bo nivîsandina helbestê temen ne xwedî roleke mezine. Hin helbestvan di temenekî pir ciwan de helbestên nemir afirandine û hine jî, di temenê mezin de helbestên nemir afirandin. Di helbestên temenê ciwan de têne nivîsandin de coşî, evîn, serhildan, netirsîn heye. Û di helbestên temenê mezin de tên nivîsandin ezmûna jiyanê, hostatiya helbestvanî û zanîna hunandina ziman heye.

Serkan Brûsk:
Mirovên ciwan li bûyer, guhertin, evîn, têkilî û bûyerên civakî bi awayekî xweser û di çarçoveyeke çalek de bilezgînî dinêrin. Helbestvanên ciwan jî, xwedî haman taybetmendiyan in. Ew dixwazin hestên xwe di zûtirîn demê de bibêjin. Di şûna xwe de ranawestin. Ji bo wan tenê gotin girîng e. Ew zêde guh nadin hişyariyên aqil. Li ber devê hestên xwe nanêrin û xwe li ber lehiya hestan berdidin nava jiyanê. Zû germosaro dibin. Pirên poşmaniyê ji binî ve hildiweşînin. Lê piştî demekê ew li xwe vedigerin. Pirên hilweşandî bi destê xwe ava dikin, da careke din, ji nû de, di ser re bi hevkariya aqil û dil, dest bi rêwîtiyeke pir dijwar bikin.
Em dizanin ji bo afirandina her cure berheman kedeke piralî, ceribandin, zanebûneke zanistî û jiyanî pêwist e. Îca ji bo helbestê jî, zimanekî pir berfireh, zanebûneke kûr a folklorîk û her cure zargotinî, xwendineke piralî û dewlemend a wêjeyî bingeh e. Di destpêka temenî de pir zehmet e, mirov xwedî van xisletan be.  Helbesta hêja di encama temenekî biked û bixwêdan de tê afirandin. Îro ne helbestên A. Arîf ên destpêkê lê yên herî dawî dijîn.

- Arif qal dike ku ew di xewna xwe de jî helbestan diafirîne. Dîtîna we wek helbestvan li ser vê yekê çiye?
Mahsum Özer: Bê guman dema hestên helbest zê bi mirov re bi pêşdikeve, hiş, hizir û hest bi giyanêre konsantreyî ser tevgêrkirina helbeste nivîsê dibin. Bawerdikim ku vê konsantreya wî ya spehîkirina helbestê, hiştiye ku helbestvanê hêja di xewnên xwe de jî, helbest binivîsîne.

Kamran Simo:
Helbestvanê ku bi helbestê re bijîn, dikarin di xewnên xwe de helbestê binivîsin. Yên ku bi helbestê re ne jîn nikarin di xewnê de helbestê binivîsin û nikarin helbestên nemir jî, bi afirînin. Helbestvanê ku berî razê û li hevokên helbesta xwe nefikirê çawa dê karibe helbestên nemir biafirînin? Bi tenê dikarin helbestê çêkin û helbestên çêkirî jî, temenê wan gelekî kurtin.

Serkan Brûsk:
Helbestvan bi rêya ziman xewn û xeyalên herî tevlihev yên ku di qûl û qewêrên aqil û giyanê de veşartîne aşkere dike û wan bi zimanekî xweşî taybet pêşkêş dike. Helbestvan di bîst û çar saetên rojê de xwe li ber wan hestan diqelizîne. Îca ew helbestvanê ku karibe di dema ku aqil xirêniyê ji xewê tîne de hestên xwe şiyar bihêle û pê sitranên jiyanê bide gotin; binexweşiya giran a helbestvaniyê ketiye.
 - Ahmed Arîf dibêje ku helbest hîsê xweşikbûnê ye. Awira xwe ji bo vê pirsê bînin zimên?
Mahsum Özer: Ev tiştekî pir raste. Di cîhana hîsê helbeste de, bes bi tenê xweşikbûn heye.
Kamran Simo: Helbest, netenê hestan xweşik dike, helbest; çanda ku zimanan xweşik dike ye.
Ziman, bi zimanê Helbestvanan xweşiktir dibin. Helbestvan bêjeyan zelal û peyvan sipahîtir dikin. Helbestvan dengan dikine stran û ramûsan. Dengên ku helbestvan didine helbestê dengên sêhrî ne, di hest û ruhê mirov de dibine mîna gul û stiriyên gulan.
Helbest; ne komkirina qelabaxa peyvan e,
yeko, yeko bi wijdan û bi şêwekî dadwarî bi cihkirina cihê ku mafê wana ye.
Her tîp, her peyv û her hevok di cihê wan de bicihkirin e. Bi peyvan, ronahiya pêşveçûnê pêxistin e.
Helbest; rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiqê û di nav ziman de afirandina ziman e. Qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyvan, ol û felsefa zanîna ziman e.
Helbest; peyva hejayî gotinê, hunerê peyva ji dil û nazikî jê tê xwestin e. Nivîsa bingehê nirxandina xeyalê bi ramanê ye.
Helbest; wekî leyîstika peyvê ye lê ne leyîstike, pêşxistina peyvê ye. Avahiya bi kêmhevokan ava dibê û ne xemila bi hebûnê re dimeşê ye, lê rêzana meşa hebûnê ye. Nivîsa ku hest û xeyalên mirov li ser mijarekê kilît dikê ye. Hunerê ji peyvan re dilvekirinê, şadiya xeyalan a di kurahiya hevokan de ye.
Zanîna nepandî ya ku kêmasiyan vediguherê sipehîtiyê û ramana nazik û bi muzîkê re keliya ye.
Helbest; ji aqil bûrîn û dûrbîna xeyalê ye.
Xazîna hemû şaxên ziman di xwe de vedişêrê,
peyva bi bask û bêpasport digerê ye.
Helbest;  Wênê  ku dipeyîvê ye...

Serkan Brûsk:
Bi dîtina min helbest her cure hestan di nava xwe de hildigire lê wan xweş dibêje. Ger em tenê helbestê bi hesta xweşikbûnê bi sînor bikin, ew ê helbest ne ew cendî berfireh tesîrhişt û mayinde bûya. Ha mirov dikare bibêje; helbest her cure hestan (acizî, xemgînî, hêrz, bêhnfirehî, dilmanî, şikestinî, evînî û hwd) bi awayekî pir xweş û xweşik dibêje. (… anna avrat kufur eder gibi… wek ji dê û jinê re xeberan (dijûnan) bide… )

- Ev dibêje, dibistana helbestvaniyê çênabe, tuneye? Dibistanekî wisa hebe jî helbestên ku ji wir derkevin bê nirxin. Hûn çi dibêjin?
Mahsum Özer: Di nerîna min de dibistanekî wisa, ancex mirov dikare di hindirê wata helbestên helbestvan de bibîne. Dervî vê mîna ku Ahmed Arîf gotiye, bi perwerdekirina hîs û teybetmendiyên helbestvanî, pir zore ku mivor dikaribe bi yekîre çêke.

Kamran Simo: 
Raste, Kes nikarê hunera helbestê û helbestê bi helbestvan bide zanîn. Ne dibistana helbestê heye û ne mamosteyên helbestnivîsandinê hene.
Roman çawa tê nivîsandin, kompoziyona wê çawa ye, çîrok çawa tê nivîsandin piçek be jî mirov dikarê bide zanîn û şêweya nivîsandinê bide fêhmkirin. Lê ya helbestê mirov nikare bide zanîn. Yanî zanînên teorîk û pratîkên helbestê mirov nikare bide. Lê hunera helbestnivîsandinê, bi pirxwendin û bihîstinê ye û helbestvan vê ji nav jiyanê derdixe û bi dest dixe. Dîsa mirov dikare wisa bêje; helbest rûbara hest û xeyalê yê ku di navbera xwendevan û helbestvan de ye.

Serkan Brûsk:
Dibistana helbestê heye; dema mirov ji dayika xwe dibe û heta çavên xwe ji bo cara dawî digire jî, mirov şagirtê helbestê ye. Her helbestvanek hem dibistan, hem şagirt û hem jî mamosteyê xwe ye. Bêguman mirov dikare bialîkariya dersên wêjeyî fêrî teknîka nivisandina helbestê bibe, helbestê baştir nas bike, helbestan jî binivîse û heta dikare serkeftî jî be. Kesek nexwenda yan kêmxwenda jî dikare helbestên pir hêja bibêje û binivîse. Gelek mînakê herdu kategoriyan jî hene. Mijûlahiyeke berdewam a helbestê pêwist e.
- Helbest bi zimanekî tê nivîsîn. Wergera wê nabe, dibêje Arîf. Hizira we çi reng e ?
Mahsum Özer: Belê ez jî wisa dibêjim; fêkîkî ku bi têhna rojê û hêza xweza ê bigihêje tama wî çawaye û yekî ku bi hêza kîmya yê bigihêje tama wî çawaye? Bêgûman fêkiyê ku bi kîmya yê bigihêje tama wî nagihê tama yê ku bi hêza xweza ê digihê. (Pirtûka Arîf ji tirkî wergera wêyî kurdî gelekî bê tam bûye.) Wergera helbestê jî wisaye. Helbest qet neyê wergerandin jî, dîsan rast nabe. Di nerîna min de pêwîste ku helbest ji hêla hustên erbabên wê ve, werê wergerandin.

Kamran Simo:
Gelekî rast gotiye, dibe ku zanîbû an jî, hîs kiribe ku helbestên wî dê bi destên wergêrên ku nizanin wergerê bikin, werine wergerandin. Pirtûka wî, Zeynel Abidin wergerandiya zimanê kurdî, ez bawer dikim xwedevanên ku vê wergera kurmacî bixwînin dê ji helbestên Ahmed Arif tiştekî fêhm nekin û Ahmed Arif dê li ber çavên wan weke helbestvan neyê dîtin.Wergêr bi tirkî fikiriye û ji tirkî wergerandiya kurdî, peyv bi peyv wergerandiye, çêja orjînalê winda kiriye û werger jî, bê çêj hiştiye.
Ji bo wê ye ku Paul Valery dibêje, ’’helbest tiştekî wisaye ku neyê wergerandinî tu zimanên din…’’
Lê wî bi xwe, helbestên Vergilius wergerandina zimanê Fransî. Mirov dikare bêje, ku xwendevanên bi Fransî dixwînin bi saya wergerandina wî Vergilius naskirin.
Disa Baudelaire, bi xurtê ku helbestên wî wergerandina Îngilizî, xwe pir tora dike. Ew jî mîna Paul valery helbestên Edgar Allan Poe werdigerêne Fransî. Dibêjin helbest nayê wergerandin. An xwe bi yên ku dixwazin helbestên wan wergerênin de tore dikin lê ew bi xwe helbestê werdigerênin.
Em bi xweşbîniyê li van gotin û kiryarên helbestvanan yên ku hev nagirin meyzekin. Gotina ku dibêjin, helbest nayê wergerandin jî raste û helbest wergerandina wan jî rast e.
Ji ber ku hin kes di wergerandinê de, naverokê didinê, şêwe û rêstinê winda dikin. An şêwe û rêstinê didinê û naverokê winda dikin. Bi wergerandina xwe re helbestê zîk êşî dikin. Heta hin kes helbestê kor û kulek dikin, hevok an sembolên ku naçin xweşa wan wernagerênin.
Bi van kiryarên xwe, xwendevan ji xwendina helbestê sar dikin.
Ev mamosteyên helbestê dibêjin bila hostayên helbestê, helbestê wergerînin û wê bi xwendevanan bidine hez kirin. Ew jî baş dizanin ku helbest nehatibana wergerandin, me ne ew nasdikirin û ne jî, me yê helbestên Ludingira Sumerî, yê ji berî zayîna Îsa bi çend hezar salan dilovaniya dayîka xwe di helbesta xwe de dibêje û diyarî roja dayîkan dike xwedibana û zanîbana. Werger nebana, me ne Homeros û ne yên berî wî û paşî wî hatin nas dikirin. Me ne helbestvanên li welatên cuda nas dikirin û ne jî ew dixwandin.
Me yê ji kû zanîbana ku hozana Mîdîllî SAFO (Sappho) li xizmeta Afrodît, xwedawenda hez kirin û evînê dest bi nivîsandina helbestê kir. Dengê hez kirin û axînkêşiya jinê ji hezarên salan ve, ev evîn û axînên jinên serdema xwe, di evîn û axîna xwe de gotin bi riya wergerê heta roja me hat û me SAFO wisa nas kir. Ji helbestvanan re bû kaniya helbesta hez kirin û trajedî ye.
Weke hemû beşên hunerê din, pêwîst e helbest jî were wergerandin. Da awaz û ahengên cîhanê nêzîkî hev bibin ji ezmûn û derbirînên hev sud wergirin. Bi riya wergerê dan û sitandin di nav netawan de pêktê. Mirovan hê pirtir nêzîkî hev dike. Di cihên hevpar de wana digihênê hev û xizmetê ji aştiyeke hemdem re dike. Li aliyên din wergerandina helbestê zimanê ku pê tê wergerandin jî, bi pêşve dibe. Ji bo ku helbest bi zimanê bilind tê nivîsandin. Ji wergerandinê re jî, zimanê bilind pêwîst e.

Serkan Brûsk:
Helbesta her helbestvanekî/ê giyan, hiş, bîr, serpêhatî, perwerde, xeyal û hwd ê wî/wê kesê/î ye. Wekî din jî, helbest ziman bixwe ye. Ez bawer nakim ku tu tekstên din bi qasî helbestê bi ziman bi xwe re ew qasî bûbe yek. Mînak di teksteke zanistî de ziman weke alaveke ragihandinê ye. Lê girêdana helbest û ziman mîna goşt û hestiyan e. Îca kesek dikare li gora zanista wergerê tekstekê ji zimanekî ji bo zimanekî din wergerîne. Ev ji bo tekstên zanistî û paxşanî asan e. Lê ne ji bo helbestê. Ji ber helbest bi peyvan tê avakirin. Û her peyvek di her zimanî de xwedî dîrokeke wateyî ye. Ji lew re jî wergera helbestê zehmet e lê şîroveyeke baş a helbestan dibe. Wek mînak mirov dikare piştî temenekî bibe hemwelatiyê dewleteke din û bi awayekî fermî belgeya hemwelatiyê bistîne û zimanê wî miletî jî baş fêr bibe, lê mirov nikare ji binî de giyan û çanda xwe bike ya miletekî din. Ev ne asan e, çend nifş jê re lazim e. Ji bo teksteke zanistî guhertina ziman têrê dike, lê ji bo helbestê, na.

- Arif bi kurdî baş zane. Çi tesîra zimanê kurdî li ser helbestvaniya wî heye?
Mahsum Özer:
Dibêjin ku Arîf bi kurdî fikiriye û bi tirkî nivîsiye. Raste, şeqsê wî ji kokên herdû gelan hatiye tamandin. Lê bi bandora çanda Kurdistan î mezin dibe û bêhna vê bandorê bi rengekî giştî ji helbestên wî dên. Pirtûka wî bi çi zimanî dibe bila bibe, nîrxên giranbiha ji bona mirovahiyê tê de aldar bûne.

Kamran Simo:
Zanîna kurdî, na ne zanîna kurdî ez nizanim lê tiştê ez zanim ew ku Ahmed Arif bi tirkî nivîsiye û ji helbestvanekî kurd pirtir helbestvanekî tirkiye. Mîna kurdekî çepgirekî tirkiye hest û ramanên xwe bi tirkî anîna ziman. Rast e hevîrê hest û ramanên Ahmed Arif ji kurdistanê ye û  gelek êşên gelê kurd di helbestên xwe de anîna ziman. Lê qet navê kurdistanê li derêke derbas nebe. Navê Anadol çokuruva torsan heye, lê navê kurdistan, Zagros û Germiyan nîne.
Ez bawer nakim di hunandina helbestên wî de ku zanîna zimanê kurdî bandor kirbe ji bo ku di wê demê de kurdên ku bi kurdî zanibin û karibin helbesta nû binivîsin an kurdiya wan bandorê li zimanê ku pê helbestê dinivîsin bike li bakurê kurdistanê hebin. Dibe ku kurdiya wî jî, mîna kurdiya Yaşar Kemal  devoka herêmî be û sud ji destan û stranên kurdî wergirtibe.

Serkan Brûsk:
A. Arîf ji hêza zargotin û folklora kurdî bi awayekî maksîmal sûd wergertiye. Mirov tesîreke pir vekirî ya sitran û biwêjên kurdî di hemû helbestê wî de dibîne. Ji xwe taybetmendî û xweseriya wî ya ji helbestvanên tirk di vir de xuya ye. A. Arîf bi alîkariya zimanê kurdî, ji xwe bi turkî zimanekî xurt î wêjeyî, ji bo gotina êş û janên kurdan ava kiriye . 02/06-2007


Bi nivîskar Silêman Demir re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -1-


Agehdarî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e...
Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyan î û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

Demir, serê adara 1956-an li Hebîsê, gundê Nisêbînê çê bûye. Ew li gund çê bûye, lê li Nisêbînê mezin bûye. Ew ji sala 1986-an ve li Swêdê dijî. Heta niha sê romanên wî derketine.
Wî hin werger jî kirine û wek pirtûk hatine weşandin. Demir him kar dike û him dinivîsine. Nivîskar Demir li Swêdê dijî.


Silêman Demir kî ye

- Di wêjeya devkî, di stiran, serpêhatî û çîrokên kurdî de erotîk mijarek bingehîn xuyanî dike. Dîtina we ji vê awirê li ser çand û edebiyata kurdî çi ye?
Silêman Demir: Ev rastî, ji ber hêza wê ya xwezayî ye. Ez dixwazim pêşî bibêjim ku erotîk, wek gotin, bi Yûnanî ye, ji gotina eros tê û evînê. Di hiner de wek nîşandana laşê jin û mêran û pêwendiyên seksî tê zanîn. Her wilo gotina erotîk di hiner de, bi ber, bereketê û karîna xwedayî re pêwendîdar e û mirovan destûra ku ev yek bandorê li xwestin, kar, pêwendî û psîkolojiya wan bike dane wê. Mirovan di dema antîk de bawer dikirin ku ew derfeta jiyanê ye û ew dike ku jiyan berdewam be. Ji xwe bawer dikirin ku dinya bi xwe jineke spehî ya har e û erotîk dike ew bikaribe her babet xwarinê bide mirovan, haywan û çûk çêlîkan bînin.

Hez û hêza ji bo erotîkê him ew e û him jî bûyereke biyolojîk e, hêleke xwezayî ya jiyana mirovan e, stûnek ji stûnên bingehîn ên jiyana wan e. Ew bixwazin nexwazin, ew di jiyana wan, hiş û hêviyên wan de heye. Mirov, ji bo gihiştin û bidestxistina wê, bal û wextê xwe bi kêfxweşî didinê û xwe diwestînin. Ferq nake mirov ji kîjan miletî ye, ya jî baweriya mirov a olî çi ye, ew her heye. Li gora miletan, çand û ola wan, erotîk dikare bi azadî bê jiyan û ya jî qedexeyek li ser hebe. Lê di dilê tevan de bi qasî hev heye û wê her hebe. Ev çend hezar sal in ku mirov erotîkê wek mijara hiner bi kar tînin û dijîn, lê ne jê têr bûne û ne jî gihiştine baweriya ku serrast kirine. Ew xemleke hiner a abadîn e. Ew kaniya xwestineke bê dawî ye. Bi baweriya min ev yek dike ku mirov cîhekî girîng bidin erotîkê. Heger bi nivîskî ne azad be, wek li ba me bi muzîk tê gotin û pêşkêşkirin.  

Li ba me kurdan, him ji ber ku qedexebûneke olî li ser heye û him jî hinera me ya nivîskî bi qasî ku hewcedariya mirovan pê heye, dîmenên bi erotîkê xemilandî nedaye wan û kêmasiyên hiner temam nekiriye, ew di muzîkê de xurt bûye û xweşiyê wilo dide mirovan. Carnan gelekî kûr dadikeve û tixûbên qedexebûna olî û çandî gelekî derbas dike. Lê em kurd bi kêfxweşî lê guhdar dikin û eyb nabînin. Navên hêlên bedena jinan ên ji navikê ber jor ve, hemû heşkere tên gotin, hejmartin û pesinandin. Çawa xweşî jê tê dîtin û pê tê dan, hemû tên gotin.

- Bi giştî, erotîk di romana kurdî de xwe ji tabuyê rizgar nekiriye. Dîtina te li ser pirsê çi ye?
Silêman Demir: Bi baweriya min ev yek bi bingehîn ji ber qedexebûna olî û çanda ku di bin bandora olê de maye, tê. Ji ber ku hîna hemû tabûyên di vê derbarê de nehatine hilweşandin, her yek xwe bi xwe sansur dike. Baweriya serdest ew e ku wê eyb bê dîtin, wê neyê pejirandin. Her wilo, bi baweriya min, bikaranîna erotîkê di berhemên edebî de, bêyî ku beloq û wek pîneyekî xuya bike, nê hêsan e. Her yek nikare xwe lê rakişîne.
Lê bi qasî ku ev zahmetî û qedexe li ber erotîkê heye, di edebiyata kurdan de baş hatiyê bikaranîn. Mem û Zîn cîhekî baş dide vê mijar û xwestinê. Vê dawiyê li welêt hin helbestvan û çîroknivîsar bi dilêrî radihijin vê mijarê. Ez bawer im ku wê di dema pêş de awayê bikaranînê baştir bê naskirin û xweştir bê bikaranîn.

- Îdeolojî û baweriyên olî yên biyanî li Kurdistanê, ji awira tabukirina dîmenên erotîk û cîhana xeyalê bandora xwe ya neyênî çawa dikare bê şirovekirin?
Silêman Demir: Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku îslamê xisaratên mezin di vê derbarê de jî da exlaq, xwestin, hêvî û çanda me. Dîrok dide zanîn ku em kurd di vê derabarê de pir lîberaltir û firehtir in. Muzîka me jî vê yekê dide xuyakirin. Lê bi xurtbûna îslamê ya li welatê me re, ew lîberalîzma me bû paşverûbûn û firehbûna me jî cîh da qedexebûnan. Em kurd, di vê dereberê de ne jiyana xwe dijîn. Îslamê û kolonyalîzmê çanda xwe kir dewsa ya me.
Vê yekê ne tenê derfeta xweşiya dîtin û bihîstina erotîkê ji me stendiye, lê bi awayekî tarî zincîr li mejî û ramanvaniya me ya jiyana rastî jî xistiye û civat jî ji hev de xistiye. Mêr dane aliyekî û jin dane aliyê din; em kirine wek du civatan. Û her ku diçe ji hev dûrtir dikevin. Êşa birîn û tabûyên di vê derbarê de, ji bo ciwanan dibe îşkenceyeke dijwar a ku seranserê rojan mejiyê wan dagir dike.

- Car caran di romanên kurdî de dîmenên erotîk xuyanî dikin. Hinek ji wan bi hosteyî di nava berhemê de hatine hilandin, hunandin. Lê hinek jê jî, bi xetên qalind derdikevin holê.
Çarçoveya etîkî û ya hunera nivîsîna romanê ji awira bikaranîna dîmenên erotîk çi ye?
Silêman Demir:
Hinera romanê, ji peykervaniyê fêrî erotîkê bûye. Erotîk seranserê dema klasîk mijara peykervaniyê bû. Gava ku b.z. dor salên 450 kirasê Afrodihe jê hat kirin û peykerê wê tazî hat çêkirin, êdî dîwarê di vê derbarê de li ber erotîkê yê dawî jî hat hilweşandin. Her wilo xwedayên zilam jî tazî hatin çêkirin. Bi wî awayî spehîbûna jinbûnê û hêza egîtiya zilaman dihat heşkerekirin. Wênevaniyê jî erotîk wek peykervaniyê girt. Helbestvanî her wilo. Gava bi dû re roman wek hiner geş bû, wê jî hêdî hêdî erotîk ji xwe re kir mijar û firehtir kir. Li hin deveran û hi caran bû dîmenên dema seksê yên bêkêmasî. Êdî gelekî xwezayî ye ku romana kurdan jî bide ser vê rêyê. Lê rast e, dîmenên erotîkî di romana kurdî de, hin caran ne bi hostayî hatine bikaranîn û beloq dimînin, wek xwestina nivîskêr tên xuyakirin. Bêguman divê ev yek jî wek hemû mijaran xweş, di cih de û gava hewce be nerm bê bikaranîn. Nabe ku mirov li gora xwestina xwe bikeve nav û xwe lê berde. Her wilo nabe ku mirov hema jinekê ji zilaman re tazî bike û bike xweşiya dil û çavên wan. Ya jî berovajî vê. Û nabe ku hima nû gava jin û zilamek li deverekê tenê bimînin, mirov wan berde ser hev. Divê ev yek li gora herk û çûna romanê dibe. Heger ew ê xwe ji hev re tazî bikin, wî çaxî divê nivîskar destûrê bide wan û nekeve pêşiya wan. Ya jî, heger rewşa çîrokê û bûyeran rê nade tiştekî wilo, divê nivîskar tu kesan bi zorê tazî neke û dîmenên erotîkî yên ne hewce ava neke. Divê nivîskarek bikaribe têbigihije bê ma mirovên bi rastî çawa wê hêla jiyana xwe dijîn û li gora wê bike mijara romana xwe. Divê ew rûmetê bide xwendevan rolgirên romana xwe, divê ew wan ji hev re erzan û nizm neke.

- Di romanê de xetera dîmenên erotîk ku ber bi porno ve here çiqas heye? Mirov çawa dikare vê cewaziyê derxîne holê?
Silêman Demir: Erotîk evîn û xwestinên evînî ye; lê ji ber ku erotîk di gotina rojane de bûye navê dîmenên seksî, tirs û metirsek di vir de heye. Lê divê bê zanîn ku porno kar û tîcareta bi tazîkirina jinan û kirina seksê ye, lê erotîk bi xwestina mirovan ya azad e. Heger erotîk wek gotin di wateya tazîkirin û dîmenên seksî yên bêpîvan de bê bikaranîn jî, ez bawer im ku tu romannivîsarê xwedî hiş, erotîkê bibe heta porno. Herî zêde, dibe wek gava mirov di jiyana rast de dijîn, ew karekî mirovan yê mirovî ye, mafê wan yê ku mirov wan zêde nerehet neke di stûyê mirov de heye. Rastiyeke din ew e ku divê bê zanîn ku ne xwestin û karîna nivîskar bike mirov di romanê de seksê bi hev re bikin. Heger herka çîrokê û pêwendiyên jiyana mirovên di romanê de wan bibe wir, wî çaxî nivîskar bes tenê destûrê dide wan. Tiştê nivîskarek dikare bike, ev e, ne bi gotinên erotîkî avakirina dîmenên seksî û pê sorkirina mirovan e.

- Erotîk di romanê de dikare carna bi zimanek xurt, bi hunerek bilind cihê xwe bigire. Lê ew dîmen dikarin zêde ekstrêm bin.
Sînor ji bo dîmenên wisa çiqasî pêwîst e? Bi danîna sînoran, azadî û hîsên nivîskar nayên sînorkirin?
Silêman Demir:
Bi min, bersiva berî niha, bersiva vê pirsê jî dide. Lê ez dixwazim bibêjim, nivîskar mirovekî/e rewşenbîr e, ew seksê wek mafê mirovan yê xwezayî û bingehîn nas dike. Her wilo ew ji sansurê jî hez nake, ew ji mafê gotinê û jiyaneke azad hez dike. Gava mirovên çîroka wî/ê di romanê de dikin û dixwazin bên ba hev, ew nikare û naxwaze wê yekê li wan qedexe bike û wan ji hev bistîne. Her wilo heger ew hewl bide tiştekî wilo bike, wê xuya bike û ew xuyakirin wek gemareke genî bikeve romanê. Kî dixwaze romaneke wilo bixwîne! Romannivîsar, ne hisên xwe, lê ew çîrokekê dinivîse. Divê ew wê çîrokê tevî binivîse/bibêje. 30 gulan 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

Bi helbestvan Serkan Brûsk re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -2-


Agehdarî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

Serkan Birûsk kî ye
Li Serêkaniya Omerya hatiye dinyayê. Serêkaniyê mezreya Gundê Çalê ye û Çalê jî girêdayî Nisêbînê ye.
Heta niha ji swêdî sê pirtûk wergerandine zimanê kurdî û pirtûka helbestan a Per Lagerqvistê swêdî ji bo çapê amade kiriye. Sê pirtûkên wî ên helbestan hene, piştî romana “Sê Terîş”ê, pirtûka wî a bi navê Mextel ku weke ceribandina tevlihevkirina cureyên wêjeyî (helbest-novel-kurteroman) ye, di nava weşanê Apecê de 2008 an derket. Niha jî hem li Instituya Teknolojiyê beşê teknîsyeniya malûmilkê dixwîne û hem jî li Instituya kurdî ya li Stockholmê rêveberiyê dike.  

- Di wêjeya devkî, di stiran, serpêhatî û çîrokên kurdî de erotîzm mijarek bingehîn xuyanî dike. Dîtina we ji vê awirê li ser çand û edebiyata kurdî çi ye?
Serkan Birûsk: Dema em ji vê awirê de li stran û folklora kurdan binerin û hinekî li ser bikolin, em ê pêrgî gelek dîmenên erotîkî bên.
”Çi paxilek xwêdayî/ serê memikan hildayî/ min girt ramûsayî/ wey ax û eman gulê”. Mirov dikare gelek mînakên balkêş li ser gelek mijarên ku di jiyana normal de weke tabû têne qebûl kirin, di nava stranên kurdî bibîne.
” kuçikê mêrê te bimire/ kiryarê bejna te me (ev hevok zorê didin sînorê erotîzmê) … biçûkê malcîranê/ bûye çaxê razanê( ev jî normên civakî û dînî hildiweşînin; hem keçik biçûk e, hem cîran e û bêmehr e)”, ji pirtûka folklora kurd, Cegerxwîn.
Hema bêje di hemû stranên kurdan de hindik an jî zêde, dirêj an jî kurt hinek dîmenên pir balkêş ên erotîzmê hene. Ev yek jî dide nîşandan ku çanda kurdan çandeke vekiriye. Çandeke orjînal e, bêtir nêzîkî jiyana xwezayê ye. Jiyana di nava tebîeteke wisa dewlemend de bêguman dê tevgereke wisa azad bi xwe re jî bîne.

Wek gelekî xwedî çandeke kevnar a mezopotamyayê kurdan di hemû stran û çîrokbêjiya xwe de bi awayekî berfireh û bê sansûr mijara evînê bi awayekî hûnerî neqişandine. Di vebêjî û taswîrên li ser bedewiya yarê de zimanekî pir dewlemend û xwedî nûasên gelek hêja bikar anîne. Wek mînak sîngê yarê bi giştî şibandine fêkiyên cuda yên tamşêrîn (sêv, sêvên Xelatê û Meletiyê, şemamok (ji ber reng û bêhna û giroveriya xwe), serê wan şibandine li batirî), wekî din jî, ji bo sipîtiya wan jî, ew şibandine berfa li zozanan, ya li zinaran, mîna penêrê ter û ew bi wan lêvên xwe yên di binya simbêlên xwe yên soringî de ji kêfa dilê xwe re givaştine givaştine...

Divê em stranên hunermendên ku li herêma Mêrdînê ku ji wan re Mitirb (ne yê heman) tê gotin û hûnermendên ji civaka binecîh in, ji hevdu veqetînin. Di stranên mitirba de bi piranî taswîrên erotîkeke ku nêzîkî pornoyêne hene û ev stran gelek caran normên estetîk û bedewiyê binpê dikin. Di van stranan de sing û ber gelek mezin in, mîna balîf û zenberîşan in. Yan jî sîng û ber mîna ên çêlekan in, yan jî dibêjin; wan memikan virde bêna… ketima ser singa wê da… devê min di memikê wê de destên min li ser qirikê, rojnîvro li ber tavê û hwd. Dîmen ne bi qaygiya hûnerî hatine gotin, heta hinekî qebene. Bêguman mirov dikare li hindek dîmenên gelek serketî jî ne, rast bê. Ji xwe ev cure stran bi piranî di dawetan de û bi rîtmeke pir xurt têgotin lê bê ku bala kesî bikişîne di nava xwêdana reqsvanên dawetê re diherike û diçe...
Lê di stranên hûnermendên binecîhî de taswîr bêtir xwedî pîvaneke hunerî û di carçoveyeke civatî de tê gotin. Belê di van stranan de jî gelek dînemên ertotikî bi zêdehî hene lê ev kategorî hinekî bêtir hay ji taswîrên xwe dike.

- Bi giştî, erotîzm di romana kurdî de xwe ji tabuyê rizgar nekiriye. Dîtina te li ser pirsê çi ye?
Serkan Birûsk: Rewşa netewa kurd tesîra xwe li romana kurdî dike. Tema û motîfên ku girêdana wan bi rewşa neteweyî û civakî re hene îro bi awayekî berfireh di romana kurdî de têne neqiş kirin. Hişyarî, hesasiyet û nerazîbûna beramberî statûya mefên çandî û neteweyî, di van çil salên dawî de formeke gelêrî girt. Têkoşîna çiyan û berxwedana li bajaran, dijîtiya dewletê ya baramberî vê têkoşînê jî, bi heman awayî berfireh dibe. Wek em rojane dibînin dewlet bi hemû derfetên xwe bi ser gel de diçe. Jiyana rojane ya kurdên berxwedêr û hesas bibirîn û jan e. Qirkirina kurdan li Helepce, enfal, tevkujiya li bajarê Qamişlokê, helwest û bêtehemiliya dawleta turkan beramberî xwepêşandana sivil a kurdên bakur… Dema rewşa giştî ev be, xemilandina romana kurdî bi temayên erotîkê hinekî li hewa daleqandî dimîne. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû jiyana me şer û pevçûn e. Na, em dizewicin, şahiyan li dardixin, hevdu berdidin, bazirganiyê dikin, xwe perwerde dikin, yanî em wek civat jiyaneke piralî û dewlemend jî, dijîn. Ev hemû babet, bûyer û têkilî divê zimanê xwe di romanê de bibînin. Xwesînorkirina bi tekoşîna neteweyî, ew ê wêje û hûnera me yekalî, lewaz û hişk bike.

Ji xwe romana kurdî jî hema bêje di van salên dawî de pêş ket. Dema em li hejmara romanên ku berî bi bîst-sî salan hatine weşandin dinerin, bi qasî hejmara du destan in. Di van romanan de jî temaya neteweyî dîsa sereke ye. Wek mînak romanên Ereb Şemû, Heciyê Cindî û her wekîdin bi mijarên neteweyî hatine xemilandin.

Lê di romanên ku vê dawiyê hatine nivîsandin de hinek dîmenên erotîkî hindik an zêde hatine bikaranîn; Bavê Nazê, rehmetiyê M. Uzin, Helîm Yusiv, I. Seydo Aydogan, Hesenê Metê, di pirtûka min a dawî ya bi navê Mextel de, Lokman Polat û gelek nivîskarên din ên kurdan dîmenên erotîkî di berhemên xwe de bikaranîne. Lê ev dîmen çiqas bi serketî ne, ew çiqasî bi mijara berhema xwe re lihevhatîne, di berhemê de xwedî fonksiyoneke hûnerî ne an na, ev tê niqaş kirin.

Hûner û wêje bi xwe li dijî tabûyan e. Ew û tabû mîna av û agir in. Lê hinek qaîdeyên wêjeyî hene. Pîvana bikaranîna erotîkê di romanê de divê normên hûnerî û estetîkî bin, gelo bikaranîna dîmenek erotîkî çiqas bi hostetî hatiye bikaranîn, mebestek wêjeyî, felsefeyî, dînî, perwerdeyî yan jî, civakî tê de heye, an na?
Hejmarek nivîskarên me wisa bawer dikin ku hebûna dîmenên erotîkî berhemekê dike berhemeke nûjen û tabûşkêner. Na. Heger wisa be, ew stranên kurdan ên klasîk hemû modern in. Û li gora ku kurdan jî, tu reaksiyon nîşan nedanê kurd jî hê ji dema klasîk de modern in!?

Wek me li jor rêz kir, heger mebesteke bilind û estetîkî bi intelektueliyekî hîsî di nivîsandina hestên mirov ên herî taybetî de tune be, nivîsandina wan tu nirxeke wêjeyî nûner nake.  

- Îdeolojî û baweriyên olî yên biyanî li Kurdistanê, ji awira tabukirina dîmenên erotîk û cîhana xeyalê bandora xwe ya neyênî çawa dikare bê şirove kirin?
Serkan Birûsk: Civata kurdan civateke kevnar e. Li ser nexşeyekê jiya ye ku pir gel û miletên din jî lê jiya ne. Gelê kurd li ser vê nexşeya dijwar gelek sedsal sipartine hevdu, di gelek rojên xweş û ne xweş re derbas bûye. Têkiliyên kurdan ên bi dînên cuda, bi netewe-çandên cuda çi li ser bingeha cîrantî û bazirganî û çi jî li ser bingeha neyartî û şer be, berdewam pêkhatiye. Bêguman têkiliyên miletan bi qasî ku bi rêya aborî û şer û pevçûnan pêktê, bi vê radeyê jî, birêya çand û hûnerê jî ava dibe. Stran, mesele, çîrok û serpêhatiyên neteweyan birêya têkiliyên zimanî derbasî nava jiyana çandî ya neteweyeke din dibe. Mirov berê vê têkilaya berfireh çi bibaşî û çi jî binebaşî di nava jiyana kurdan a çandî de dibîne. Lê bigiştî van çandên cîran, çand û hûnera kurdan a rojane dewlemend kirine. Mirov vekirî dikare vê tesîrê di hunera kurdî ya devkî û di folkra kurdî de bibîne.
Lê dînên ku bi darê zorê hatine kurdistanê jiyana kurdan bi sînorkirine û hê jî dikin. Bi taybetî jî, dînê îslamê ku awayê jiyana erebên li beriya rût û şût, li ser kurdên xwedî jiyaneke azad a çiyayî ne ferz dike, bi tebieta wan re li hev nake. 

Heger mirov wêjeya devkî ya kurdan ji awira erotîzmê ve binirxîne, em dê bi awayekî vekirî bibînin ku gelek dîmanên erotîkî bi dewlendî û bê sansor hatine bikaranîn. Heger mirov van gotin û teswîrên ku di wêjeya me ya davkî de wek perçeyek ji jiyana kurdan qebûl bike, bi gotinek din em van gotinan weke kirinên bûne esas bigirin; wêdemê civata kurdan li gorî normên dîn û dîndariyê nivşek gunehkar e; wan ev norm ji binî qebûl nekirine. Lê stran û hûner tiştek e, rastî tiştek din. Li devera ku qedexe û zordarî meferê li jiyana rojane teng dikin; mirov bi riya xeyalan pêşiya jiyana xwe vedikin. Hûner û wêje jî, alavên bingehîn ên vê çalekiya protestoyê ne. Bi rêya mesele, stran û çîrokan mirovên hêvîşkestî, zorçûyî, dilmayî, xapiyayî û bindestbûyî derdê xwe gotine û dibêjin.
Ji ber vê jî stranên kurdan hinekî jî protestoyî ne.

Di strana kurdî de keç serî li hemberî bêdilzewicandina xwe yan jî, zewicandina xwe ya bi darê zorê digel kesên salmezin û pirjinî radike û dibêje: …ji dêvla ku we ez dame kalekî …, we ez bidama xortekî di çax û temenê min de ku me ji xwe re… Gelek caran jî, ew yarê xwe bişev berdidin mala bavê xwe û wan li taximê sing û berê xwe heta bi hilata stêrka serê sibehê dikin mêvan. Bi vî awayî ew yasaya binavê namûsê di jêdera wê de heram dikin. Wek mînak;

”Lawiko dîno şevkê were mala bavê min bidizîka, derî veke bihêdîka, dema bav û birayên min gotin; çi bû, çi çiriya? Ez ê bêjim kûzê bû hat mirîşkan…” Hesenê Alê, stranên gelêrî.

Wek mînak gelek stranên evînî li ser evîndarên ji din û neteweyên din di nava stranên me kurdan de hene. Bipiranî gotine ramûsanekê bide min û bila herkes li ser dîne xwe be, ramûsanên keçikên Ezidiyan (kurd xwe bi xwe) di sera serê sibê de, gelek caran jî, dawa dînguhertinê hatiye kirin û weke serencam revandina keçikan, jinên bavfileh.

Wekî din jî, çima mijara evînê bi taswîrên pir vekirî yên ku zorê didin normên civata edetî û dînî bi vê berfirehiyê di wêjeya kurdî de heye, bersiva vê dişiklê jiyana kurdan a berî misilmantiyê de heye. Bala xwe bidenê ku hemû taswîrên evînî ileh hinek protesto li dijî normên islamê hene, wek mînak; ji nimêja êvarê de ez diçûm tewafa sing û berê pîroz (çûna tewafa sing û beran ji nimêjê ferztir in), … jinên wî çar in, hemû bi dost û yar in. Evîndarê ku zimanê xwe dike pênûs û pê li ser sîngê yara xwe Elah û Ekber dinivîsê.

- Car caran di romanên kurdî de dîmenên erotîk xuyanî dikin. Hinek ji wan bi hosteyî di nava berhemê de hatine hilandin, hunandin. Lê hinek jê jî, bi xetên qalind derdikevin holê.
Çarçoveya etîkî û ya hunera nivîsîna romanê ji awira bikaranîna dîmenên erotîk çi ye?
Serkan Birûsk: Berhem berê evîneke bixwêdan e. Jiyan bê berhem radiweste. Zêde nabe. Mirov, heywan û dar û geya hemû bi saya têkiliya cinsi (nêr û mê) zêde dibin. Xweza bi zayinê zêde dibe û berdewam ji nivşekî derbasî nivşê din dibe. Çalekiya berdewamkirin û zêdekirina nivşan ne bi awayekî mekanikî tenê pêktê. Li gora pêşdeçûn û intelektueliya zindiyan ev çalakiya jiyandayinê jî formeke din digire. Mefhûmên ecibandin, dilçûyin, dilketin, lihevdukirin, estetîk, bedewî û hilbijartin roleke bingehîn digirin. Heta niha di nava zindiyê li ser rûyê dunyayê de mirov gihane radeya ku têkiliya xwe ya evînî li ser bingeha hilbijartin û ecibandinê pêk bînin. Lê mirov jî, di hêla intelektueliya zanistî û hîsî de ne grubek homojen (yekrû) e. Xwedî gelek çand, dîn û ol, çîn û tebeqeyên cuda ye ku her yek ji van tebeqeyan jî, di nava xwe de ji mirovên xwedî têgeheştinên pir cuda pêktên. Di vê girêdanê de têkiliyên evînî yên jin û mêran jî ne homojen in. Bi gelemperî di hemû formên civatan de hê pirsgirêka wekheviya cinsî çareser nebûye. Têkoşîneke dijwar di vê hêlê de berdewam e…

Îca heger em bên ser çarçoveya etîkî ji bo hûnera romanê. Ev mijareke ku nivîskar û xwendevanê wî/wê eleqedar dike. Çawa mafê nivîskar ê hilbijartina mijar û bûyerê ji bo nivîsandinê heye, heman maf ji bo xwendevan jî heye, ku wê pirtûkê di nêvî de bigire û deyne aliyekî. Dima em meselê di vê çarçoveyê de bihêlin pirsgirêk çareser dibe. Bi dîtina min di vê serdemê de ev rêya herî maqûl e. Lewre hûner etîkê li pêşiya azadiya xwe û ji bo gihandina rastî û prensîbên zanistiya hîsî weke kelem dibîne. Ez dizanim ku etîk û hûner ne lihev in. Hûner hinekî bi rêbaza estetîkî şerê etîkê (aqil, qaîde) dike.
Li vir estetîk e, ya ku em divê wek hûnermend hay jê bikin. Estetik hestên berz, naveroka têr û bilind, girêdana hûnerê ya beramberî prensîbên heziyê (evînê). Erotîzma ku li ser bingeha hezkirin û divêyiyeke dualî bilind dibe, xwe ji sivikî û qebetiyan dadiweşîne û digihe armanca xwe ya gerdûnî. Bi xwe re rûhên qerimî û hişkbûyî jî dinermijîne.


Li vir mebesta min ne ew ku ez evîneke ezmanî îdealîze bikim, evînê ji çalekiya wê ya diaulî tazî bikim û ber bi xeyalê de dehf bidim û wê ji jiyanê qut bikim. Na, bilindbûn û fonksiyonelbûna wê di têkiliyên azad ên li ser bingeha dilbijokiya dualî yên mirovan de bilaş û gewde dibe.
Pirs dîsa li nivîskariya kurdî vedigere. Ka ew berhemên ku dîmenên erotîkî tê de hene, kîjan fonskiyona hûnerî dadigirin. Çiqasî digel prensîbên berz ên hezkirinê diguncin û heta kîjan radeyî pîvanên wêjeyî pêktînin û ya giring jî ev teswîr heta bi kîjan radeyê di nava taswîra giştî de perçeyeke xwezayî ya berhemê ye û wê çiqasî temam dike.

- Di romanê de xetera dîmenên erotîk ku ber bi porno ve here çiqas heye? Mirov çawa dikare vê cewaziyê derxîne holê?
Serkan Birûsk: Esas min li jor bersiva vê pirsê daye. Lê dîsa jî min li hejmarek ferhengên swêdî nêrî. Ka çi ferq di navbera erotîk û porno de heye.
Di ferhengek swêdiyan de porno wiha hatiye şîrove kirin
Porrnografî (porr, porno): kesên ku dixwazin bi alîkariya sûret, nivîsandin û filman mirovan har bikin (hestên seksê digel mirovan çêbikin). Yanî li vir raste rast kiryara seksî mebest e. Hestên bilind, dilbijandineke evînî tune ye. Heta mirov nikare behsa hestan jî bike. Mirov tî dibe, birçî dibe, li mirov sar e û radize, çalekiya ku bi navê porrê tê kirin jî, hinekî wisa mekanîkî ye. Ne xwedî felsefeyeke estetîk û bedewiyeke bilind e. Bi mebestên bazirganiya laş tê bikar anîn.
Di heman ferhengê de peyva erotîkê tê bikaranîn.
Erotik: evîn (laşî, hestbar, hîsî)
Erotik: evîna rastî, evîna hestî, sexuall.
Û ji xwe pêwist nake ku em li vir dûr û dirêj behsa çîroka Eros û dilketiya wî ya bi navê Pyskhê bikin, a ku di mîtolojiya grekiyan de heye. Tenê em ê îşaret pê bikin û derbas bibin.
Herdu (erotik û porr) peyv di ferhengan de bi vî awayî têne şîrovekirin. Ya rastî di herdu peyvan de jî, têkiliya cinsî hevbeş e. Ji ber vê yekê jî gelek nivîskar ji ber nebûna sînorekî nediyar ê ku herduyan ji hevdu vediqetene naxwazin dîmenên têkiliyên cinsî di nava berhema xwe de bi cî bikin.
Ez ê jî, bi gotina helbestvanê navdar a li ser vê mijarê gotina xwe biqedînim.

” erotik helbesteke laşî ye û nivîsandina helbestê jî erotîkeke lêkerî (verbal) ye” Octavio Paz. 03 heziran 2008


Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.