torsdag 10 oktober 2013

Ez erikan dixwazim / Çîrok: Yılmaz Güney

ÊŞÊN BIÇÛK BINGEHÊ JI NEXWEŞIYÊN MEZIN RE DATÎNE
 

Lawikê biçûk:
"Ez naxwazim herim doktor."
Bavê wî pirsî:
"Tu çima naxwaze?"
"Ez ji derziyan ditirsim", bersiv da lawik.
Bersiva wî ne bi dilê dayika wî bû:
"Dema tu ji deziyan bitirse, tu ji nexweşiyan jî rizgar nabe!"
"Na, ez naçim doktor", dubare kir lawik.

Bawê nêzî lawê xwe bû bi nermî pê re axifî:
"Lawê min. Şêrînê ber dilê bavê xwe. Li min guhdarî bike. Tu nexweş e. Ji bo siheta te baş bibe pêwîst e doktor li te binêre, kontrol bike. Divê zanîbe nexweşiya te çiye. Da ku rê pêş me bike û dermana ji te re binîvisîne. "
"Ez dermana naxwim", got lawik. " Tama wan ne xweş e û tal in"
Dayika wî bi hêrs lê vegerand:
"Nexwe, bimre û here!"
Bavê wî axaftina xwe domand:
"Hinek kes hene, bi temenê xwe ji te mezintir in. Zilam in. Lê mîna te newêrin herin doktor. Zanin ku nexweş in, lê ditirsin, naxwazin rastiya xwe bibhîzin. Jiyana bi êş û nexweşî wan natirsîne. Lê ji navê nexweşî û eşkerekirina rastiya xwe ditirsin. Divê em ji doktor, ji derzî, ji talbûn û tama derman û navê nexweşiyan netirsin. Pêwîst e em ji nexweşiyan bitirsin. Dema em li ser nexweşiyên xwe neyên ronîkirin, nexweşî dê me bixwin û tune bikin. Lê dema em bi zanatî tevbigerin, em ê wan bixwin, ji holê rakin. "
"Ez naxwazim nexweşiyan bixwim û ji holê rakim", got lawik.
Bavê wî nema xwe girt û keniya. Paşê şaşîtiya xwe serast kir:
"Mebesta min, nîşandana giringiya dermankirin û tunekirina nexweşiyan bû."
"Ez dermanan naxwim" bersiv da lawê wî. "Kêfa min ji derziyan re nayê û ez naxwazim zora nexweşiyan jî bibim."

Bavê wî destê xwe danî ser eniya lawê xwe.
"Laşê te dikele û agirê te pir bilind bûye."
"Ez ne şirûban vedixwim û ne jî hebikên dermên dixwim", dubare kir lawik.
"Kerafîyê bixwe!", lê vegerand dayika wî.

Lê bavê wî, bi israr û nermî axaftina xwe domand:
"Lawê min yê dilovan. Li bavê xwe guhdarî bike. Eksiya neke. Serhişkî ne baş e. Dema em neçin cem doktor dê nexweşî li te giran bibe. Em dê nikarîbin rê li ber bigrin û tu dikarî ji ber bimre. Niha nexweşiya te biçûk xuyanî dike. Lê hemû tiştên mezin dibin di despêkê de biçûk in. Roj bi roj mezin dibin. Weke mîsal, çemên xurt bi saya cok û kanalên biçûk mezin dibin. Deryayên mezin jî bi saya ava çeman bêserûbinî dibin. Zarokên biçûk mezin dibin û dibin zilam. Derewên biçûk zemînê ji derevên mezin re amade dikin. Dubarekirina xeletiyên biçûk dibin bingeha şaşitiyên mezin. Êşên biçûk jî giran dibin û nexweşiyên mezin pêk dihênin."
"Ez naçim doktor. Ez erikan dixwazim", got lawikê biçûk.
"Niha çile ye. Em dê erika ji te re çawa peyde bikin?", jê pirsî dayika wî. Paşê li rêya îknakirina wî geriya. "Dema tu bi me re bê cem doktor, ez ê erikan jî ji te re bikirim."
Lawikê biçûk:
"Ez ne erikan dixwazim û ne jî diçim cem doktor."

Bavê wî careke din pê re qise kir:
"Êşa derziyan û talbûna dermanan tê û diçe. Dema em êş û talbûnên biçûk nepejirînin, nedin ber çavê xwe, em dê nikaribin xwe ji êş û nexweşiyên mezin rizgar bikin. Divê em wêrek bin. Tirsa ji derziyan, nexweşiyan bihêz dike. Fedekariya lixwexistina derziyan tirsê dişkîne. Dema mirov tirsê bişkîne zora nexweşiyan jî dibe. De ka bêje lawê min, tu jiyanek bi sihet dixwaze, an bi nexweşî?"
Lawik got:
"Ez erikan dixwazim."
Dayika lawik berê xwe da mêrê xwe û bi hêrs:
"Tu zêde rû dide Lawê xwe. Ew jî xeletiyan dike. Tev sûcê te ye! Axaftina zêde pêwîst nake. Wî hilgire û bibe doktor. Giriyê wî ji xwe re neke kul. Bila bigrî heta biweste."
Lawik dest bi girî kir û axifî:
"Ez naçim doktor."
Bavê wî:
"Negrî û li min guhdarî bike. Tu biçûk e. Ez û dayika te mezin in. Dema em bixwazin, dikarin bi milên te bigrin û bibin doktor. Berxwedana te jî alîkariyê nake. Mirov karekî ji bo başiya te, bi zorê bide kirin, ne baş e. Wisa ye, an na? Daxwazî û hêviya min ew e ku, baweriya te bi me û bi sûdên serdana doktorî were û tu bi dilê xwe, ne ku bi zorê bê cem doktor."
Lawik dubare kir:
"Ez naxwazim herim nik doktorî."
Bavê wî nema xwe girt û keniya.

Lawik sedema kenê bavê xwe meraq kir û jê pirsî:
"Tu çima dikene?"
Bavê wî besiv da:
"Hinek mirov hene, mîna te ku ji doktoran ditirsin, ji şoreşê jî ditirsin. Di bin hejartî, tadeyî û zilmê de dinalin, lê dîsa jî ji şoreşa ku wan rizgar bike, xwe dur digrin û ditirsin. Kenê min bi vê yekê tê."
"Şoreş çi ye?"
Bawê wî hinikekî fikirî û bersiv dayê:
"Dema ez baweriya te bi netirsîna ji doktor bihênim û bi aweyekî serkevftî te bibim cem wî, ew ji bo te pêkanîna şoreşekê ye."
Lawikê biçûk bi dengekî bilind dest bi girî kir û domand:
"Ez şoreş-moreşan naxwazim. Ez erikan dixwazim."

Wergêr: Zarathustra Gabar ÇIYAN - Cîhana Weşana

Tebînî: Ev çîroka Guney, ji pirtûka wî "Oğluma hikayeler" hatiye girtin. Berî bi demekê, ji bo kovara GUNEY hatibû wergerandin.


torsdag 3 oktober 2013

Bîranînek dokumenterî: Pirtûka "DU PISMAM"



Min, pirtûkek wisa bi dilê xwe, bi zimanek kêşar, mijarek balkêş, ji awira dîrokî ve bi nirx û bi agehdariyên berfireh barkirî, demek e nexwendibû. "DU PISMAM" bi hewara min ve hat. Xwendina pirtûka 298 rûpelî sê rojan dom kir. Her beş ji ya din bi heyecantir û rengîntir bû. Ev yek hetanî pela dawiyê domiya.

Mamosteyê zimanê Kurdî, nivîskar û helbestvan Felemez Akad di vê berhema xwe de, bîranînên xwe dinîvisîne. Beşek baş ji pirtûkê, xatiratên wî û pismamê wî yê "dilpak û dilsoz" Ali Akdogan jî hemêz dike.

Pêşketinên îro û nirxên bidestketî di rojekî de pêk nehatine. Di qonaxên dîrokî de xebat hatine kirin. Gelek kesan ked dane. Ketine zindanê, îşkence dîtine. Canê xwe feda kirine û ava şehadetê vexwarine. Xebatên li ser ziman, çand, dîrokê ji xwe re kirine karên esasî û berhemên giranbuha hiştine. Beşek ji serkevtin û bidestxistinên îro, bi saya mîrasa duhî ye. Divê, xwêdan û keda wan neyê jibîrkirin.


Di vê çarçoveyê de berhema "DU PISMAM" valabûnek mezin dadigre. Nivîskar bi xwe, ku şahidek ji yê wê demê, aktorek ji hêzekî siyasî û welatperwerekî Kurd lê mahkûmê dewlêtê ye, bi rêya bîranînên xwe rewşa bakurê welêt di salên 60-80 ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve jî ronî dike. Çend rûpelên giring ji dîroka gelê Kurd, bi taybetî ya herêma Mêrdînê bi teknîka dokumenterî pêşkêşî xwendevanan dike. Mirov, bi saya berhemê, hêz, çalakvan û têkoşerên qonaxekî nas dike. Daxwazî, program, demokrasiya nav hêzan, nêzîkbûna xelkê û dewletê li wan, bi îro re muqayese dike.

Berhemên wisa mecalê dide lêkolînêran ku ji gelek awiran li ser civata xwe kur û hur bibin, baştir nas bikin û perspektîvên nû pêşkêş bikin.



Bê guman e ku, nivîskar ne bê alî ye. Çalakvan û endamê navendî yê hêzek netewî ye. Lê di rexnekirin û gazinên xwe de, formek erênî bikar tîne. Li gorî pîvana exlaq û normên rexnegiriya polîtîk, xwe ji spekulasyonan dûr digire, rexneyên wî li hêz û kesên siyasî dostanî ye. Neyarên gelê Kurd, dewletên dagîrkêr weke sucdarên herî mezin nîşan dide.

Mirov dikare xatiratên nivîskarî di bin şeş niqteyan de analîz bike:

Jiyana li gund

Weke ku tê zanîn herêma Omeriya ji aliyê şiyarbûn û piştgiriya têkoşîna netewî rolekî erênî lîstiye û dilîze. Lewma naskirina devera Omeriya û dîroka rêvebiriya wê pir giring e. Di xebata mamoste Akad de, agehdariyên pêwîst li ser herêmê û eşîra rêvebir heye: Serokên eşîrê, şêweyê rêvebiriyê, polîtîka dewletê li dijî dever û eşîra Omeriyan. Dubendiya di nav eşîretan de û rola dewletê. Rewşa aborî li gundan, têkiliyên aborî di nav wan de. Nakokî û rêyên çareseriyê. Û jiyana çandî.

Barkirina nivîskarî ji gund û bicîhbûna li Nisêbînê

Nisêbîn li ser sînorê bakur, rojava û başûrê welêt e. Kaniya welatperweran e. Di gelek qonaxên cewaz de û demên xeter dihate bi ser Kurdên polîtîk de, xelkê deriyê xwe ji welatperweran re vekirî ne. Nanê xwe bi wan re parvekirine. Derdê hev kişandine. Gelek kes, derbasî binya xetê kirine.
Bajar, xwedî dîrokek kevnare ye. Ji aliyê netewî ve şiyar e. Ji aliyê polîtîk û aborî ve rola xwe mezin e.

Berhema nivîskar, balê dide ser dîroka bajêr û qonaxekî pir giring şirove dike. Bi taybetî cî û giringiya bajêr ji awira dîrokî û siyasî. Nisêbîna kevin. Rewşa wê ya civakî û aborî. Eşîr, bavik û şexsiyetên li bajêr. Nakokiya di nav bajarî û gundiyan de. Berxwedana bajariyên nû (gundiyên li bajêr bi cî dibûn) li dijî bajariyên eslî (kevin), hemêz dike. Her wisa, şiyarbûna ciwanên Kurd û xebata siyasî, nakokiyên nav eşîr û hêzên siyasî û sedemên wê jî dibe mijara vî beşî.

Xebata siyasî

Destpêkirina nivîskarî bi siyasetê. Dijwariyên li pêşiya siyasetvanên ciwan. Xebat û berxwedana bi israr bala mirovî dikşîne. Nivîskar, di nava beşên pirtûkê de agehdariyên giring li ser mijarê dide:


Di salên 60-80 rewşa siyasî li bakur, başûr û rojavayê welêt. Mecalên kar û xebatê. Têkiliyê wan bi hev re. Weke partiyek ji yê pêşî, xebata PDKT ê li bakurê welêt û bi taybetî herêma Mêrdînê. Agehdarî li ser rêvebirên wê, şiklê rêvebirinê, program, kongre û biryarên PDKT ê. Nakokiya berî 12 îlona 1980 di nava hêzên Kurda de û sedemên wê. Têkiliya nivîskarî bi şexsiyetên civakî û siyasî.

Xwendina dibistanê

Nivîskar qala xwendina xwe ya destpêkê, navîn û bilind dike û lê mirov bi giştî li ser rewş û mecalên perwerdekirina zarokan li gunda. Dijwariyên li pêşiya xwendevanên welatparêz li bajaran. Dijîtiya dewletê û hêzên turk li hemberî xwendevanên Kurd li zanîngehên Turkiyê. Helwêst û çalakiyên xwendevanên Kurd li dijî wan. Xebata ciwanên Kurd ji bo Kurd û Kurdistanê, dibe xwedî dîtin.

Destdanîna cunta leşkerî ya 12 îlona 1980 ser hikum. Rewşa girtîgeha Nisêbîn û Mêrdînê. Zilma li zindana Amedê

Bi hatina 12 îlonê re, ji helekî ve hêzên dewletê, polîs û arteş, ji aliyê din hêzên reş ku dewletê îdare dikin, bi şêwirmedên taybetî li bajarên Kurdistanê bi cî bûn. Li hemû deveran girtin û îşkencekirina bêhiqûqî bû karê rojane. Di girtîgeh û zindanan de îşkence bi formên nû û hovane hate bikaranîn. Şexsiyeta Kurd, nasname û zimanê wî hedef hatibûn girtin. Ji bo nirxên Kurdewarî bê hilweşandin çi pêwîst be, hate kirin.

Xatiratên nivîskar li ser wê demê beşek ji vê zilmê eşkere dike.

Derketina derveyî welêt û xebata li wir

Piştî 12 îlonê zilm û taqîbata dewletê li dijî welatperweran, ne tenê li girtîgeh û zindanan, lê belê li derve jî bi şêweyê tehdît, talankirin, girtin û kûştinê didomiya. Nivîskar, mîna gelek kesên welatperwer, piştî dadgehkirina wî li Amed û berdana wî, ji taqîbat û tehdîta dewletê rizgar nabe. Mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Tê Swêd.
Li Swêdê jî xebata xwe di komelên demokratîk de didomîne. Di nava Partiya Sosyal Demokratên Swêdê de cî digire. Li belediya Uppsalayê de dibe xwedî meqam. Û ji bo parastina mafê Kurda dixebite û biryarên baş dide derxistin.

Encam

Pirtûk di 2012 de li çapxaneya APEC ê ketiye ber çapê û belav bûye. Berhem bi kurdî hatiye nivîsîn, ji 27 beşan pêk tê û ji bo kesên bi siyaset û dîrokê dadikevin çavkaniyek giranbuha ye. Bîranîn, bi zimanek bilind û forma dokumentasyonekî dîrokî hatiye amadekirin. Ne tenê ji awira polîtîk, lê belê ji aliyê çandî, civakî û aborî ve jî gelek agehdariyên giring hemêz dike. Navnîşana têkiliyê ji bo destxistina pirtûkê ev e: felemezakad@spray.se.

fredag 15 februari 2013

Pirtûka "Salên hovîtiyên Turka "





Nivîsîn û eşkerekirina îşkence û zilma li ser siyasetvanên û ronakbîrên Kurda, ji qonaxa girtin, îfadegirtin, xweparastin, cezekirin û zîndanîkirina wan karekî cidî û pir bi nirx e. Ji awira dîrokî û dokumentasyonê ve xebatên giranbûha ne.

Pirs gelek caran di pirtûkan de bûye beşek ji mijarê. Lê weke mijarek serbixwe û esasî, bêhtir piştî salên 50 î derdikeve pêş. Bi girtina ronakbîrên kurdan ku bi daweya 49 an tê nasîn, gavek nû tê avêtin. Li ser daweya 49 an, Musa Anter, Yaşar Kaya û Naci Kutlay qala serpêhatiyê bi dirêjî dikin.

Paşê daweya DDKO û parastina wan tê rojevê.

1980 î de cunta leşkerî li Turkiyê dest datîne ser îktidarê û bi sedan siyasetvan û ronakbîrên Kurda têne girtin û îşkecekirin. Gelek kesên bi salan girtî dimînin, îşkenceyên herî xirap, bi taybetî di zindana Amedê û yên din de li wan tên kirin. Piştî têne berdan, bi berhemên taybetî li ser mijarê, qala îşkence, berxwedana di hepsê de û bîranînên xwe dikin. Ji 80 î pê de gelek pirtûk hatin nivîsîn.

Di salên 74-80 î de bi hezaran ciwanên Kurda, di organîzasyonên demokratîk de xebat dikirin. Xewn û xeyalên wan hebûn. Lê cuntayê, zindana Amedê ji ciwanên Kurda re kir dojeh. Kir goristanek çarçovekirî ku mirov mirina xwe bixwaze bi dest mirovî nekeve. îşkence û hovîtiyên nedîtî û nebîhîstî bikaranîn ku mirov ji însanetiyê fedî bike. Tirs bi rêya terora dewletê di dilê ciwanên Kurda, dêûbav û xizmên wan de hate çandin. Da ku carekî din xewn û xeyalên wisa nebînin, nekin raman û di nava xelkê de neçînin.

Buyerên li zindana Amedê, di berheman da ji awirên guhertî têne analîzkirin. Ji ber gelek caran girtiyên kurd di beş û hucreyan de dihatin îzolekirin, her girtiyek dibû şahidê buyer û serpêhatiyên cewaz. Lewma di her pirtûkekî de, nêrînên cuda û dîmenên balkêş yên nû eşkere dibin. Bi her berhemekî nû re, çend rûpel ji dîroka terora dewletê di zindana Amedê de bi belge dibin.

Di van rojan de, min pirtûkek dokumenterî, ya nivîskar Laleş Qaso, li ser zindana Amedê xwend. Lalêş di ciwaniya xwe de dest xebata polîtîk kiriye. Di 81 î de tê girtin. Wî, di pirtûka xwe de, bi giranî buyerên 81-84 an di zindanê de ji xwe re mijar girtibe jî, kronolojî û belgeyên di berhemê de mirov dirêjî sala 90 î dike. Qaso, bûyerên li zindana Amedê pêk hatine dike dokument û bi zimanek bilind û kêşer, rêya şahid û wêneyan tekûz û piştrast dike û pêşkêşî raya giştî dike. Berhem bi swêdî ye û rê vedike ku êşa li zindana Amedê bibe beşek ji êşa mirovahiyê û di nav raya giştî ya navnetewî de bibe cihê niqaş û agehdariyê.

Wisa dest pê dike Qaso di
pirtûka "De grymma turkiska åren" de: "Min di salên lîseyê de dest bi xebata polîtîk kir. Piştî lîseyê, polîs li min digeriyan. Di 1976 an de têkiliyên min bi PKK re dest pê kir. 1979 an de xebata min di nav wan de bi dawî hat. Bi hatina cunta 80 î re, ez jî mîna gelek kes û hêzên siyasî derbasî Suriyê bûm. Min heft mehan xwe li başûrê Kurdistanê veşart, piştre vegeriyam aliyê herêma Omeriyan".
Nivîskar Qaso, 1981 an de tê girtin. Du mehan di tugaya arteşê li Mêrdînê de girtî dimîne. Îfadeya wî di bin îşkenceyên giran de tê girtin. Paşê wî dajon Zindana Amedê. Piştî deh salan tê berdan.

Sucê mirovahiyê

Girtina mirovan û îzelokirina wan ji jin, dêûbav, xwîşkûbira, xizm, dost û hevalan di nav çar dîwarên girtî de qonaxek têra xwe bi êş e. Anku, dema kes têne girtin, di dema îfadeyan de sucên wan têne ispatkirin û dadgeh jî biryara hepiskirinê bide, girtina wan demek dirêj di hepsê de, cezeyê herî giran e.
Îşkence û helwestên ne însanî yên extrem li hemberî girtiyan, rewşê dide guhertin û dewlet bi xwe dibe sucdar.

Doza Kurd, siyasî ye. Bi guftugo û hevdîtinên siyasî çareser dibe. Gelê Kurd ji bi doza xwe ya bi heq, xebatên cewaz hildibijêre. Beşek ji wan xebata dikare li gorî yaseya Turkiyê, cezeyên wê hebe. Divê pîvanek însanî di çarçoveya hiqûqa navnetewî ji bo girtî, anku êsîrên şer de hebe. Anku, Turkiyê mecbur e ku, li gorî hiqûqa hundir û yên navnetewî muamelê bi girtiyên Kurd re bike. Îşkenceyên giran, destdirêjayiya cinsî li dijî jinûmêran, hilweşandina mafê parastinê, asîmîleya bi darê zorê û pêlkirina şexsiyeta mirovan dikeve kategoriya sucê mirovahiyê.

Berhema Qaso û yên din eşkere nîşan didin ku, li zindana Amedê, normên derveyî hiqûq û mirovahiyê hatine bikaranîn. Weke ku Lalêş bi nav dike, navê wê hovîtî ye.

Turkiyê bi berdewamî bi hiqûqa 12 îlonê tê îdarekirin. Pêşketina demokrasiyê ji ber qanûnên hene pir giran diçe. Bi sedan siyasetvanê Kurd, ronakbîr û parêzvanên mafê mirovan ji ber wan qanûnên 12 ê îlonê têne girtin. Eger îşkenceyên mîna 12 îlonê pêk neyên jî, ji ber qanûnên 12 îlonê, xelk di qonaxekî bi êş re derbas dibe.

Piştî wan salên reş cunta 12 îlonê, cezayên girtiyên Kurd bi dawî hatibe jî êşa wan îro jî didome, brînên di dilê dayikên Kurdan de nehatine girtin. Ji bo ku êş sivik bibin, divê bi însiyatîfa qurbaniyên 12 îlonê û xizmên wan, bi piştgirtiya hêzên siyasî, hiqûqî û mafê mirovan qonaxekî nû ya hiqûqî bête destpêkirin. Daweyên li dijî endamên cunta leşkerî ya 12 îlonê û sucên însanî ku li zindana Amedê de pêk hatine, li welêt û derveyî welêt, were rojevê.

Bi rêya dokumentên di pirtûkên mîna ya Qaso de, bi şahidbûna xelkê û vekirina rêya dadgehkirina sucdaran dikare êşa heye hinekî sivik bike.

Maltalaniya 12 îlonê

Ez hejmarek qurbaniyên 12 îlonê ji nêz ve nas dikim. Laleş Qaso jî yek ji wan şexsiyetan e ku ez bi malbatî wî û xizmên wî nas dikim. Xwedî gund û cihê xwe ne. Malbatek welatperwer, mirovhez û fedekar in. Laleş jî mîna gelek mexdurên 12 îlonê, ji ber hizirkirina xwe, fikir û ramanên xwe yên siyasî hate girtin, îşkencekirin û beşek ji jiyana xwe di zindanê de derbas kir. Mecbûr ma derkevî derveyî welêt. Ji nava hebûnê hat, li welêt pirsgirêkên xwe yên aborî tunebû. Li derveyî welêt bi mecalên sînorkirî pirtûkên xwe nivîsî û da ber çapê. Gelek qurbaniyên 12 îlonê, mîna Laleş ji aliyê aborî ve êşiyan. Polîtîka 12 îlonê, ne tenê îşkence li wan kir, her wisa ew ji aliyê aborî ve jî perîşan kir.

Maltalankirina plankirî suc e. Ez bawer im îro li Turkiyê rê vebûye ku, ji aliyê hiqûqî ve pirs bibe cihê niqaşê û hiqûqnas dikarin rê ji bo lêpirsînê vekin.

Spas Qaso...

Di çend salên dawiyê de, gelek kesên siyasetvan û ronakbîr hejmarek pirtûk li ser serpêhatiyên zindanê, siyaseta dewletê di zindanê de nivîsîn. Bîranînên wan û berxwedan û êşa girtiyên Kurda baştir hate fêmkirin. Pirtûka Yaşar Kaya, Naci Kutlay, Musa Anter, Bube Eser, Mazlum Doğan, Necmettin Buyukkaya, Mahmut Alinak, M. Selim Çurukaya, Mehdî Zana, Recep Maraşli, M. Can Yüce, Fevzi Yetkin, Mehmet Tanboğa, F. Welat ü Şerafettin Kaya û gelek kesên din ji bo me, kesên bi karê mafê mirovan dadikevin gelekî giranbuha ne. Belge û dokumentên wan barê me sivik dike. Em bi saya ked, tecrube û berhemên wan kesan, baştir dewletê û siyaseta wê nas dikin. Plan, daxwazî û çalakiyên me ji bo parastin û pêşxistina mafê mirovan li Kurdistanê xurtir dibe, encamên baştir distîne û mecalê dide ku raya giştî ya navnetewî jî pirsê baştir fêm bikin.

Spas ji we re. Keda we re. Em bi analîz û berhemên we xurtir dibin.


Gabar ÇIYAN
Serokê Enstîtuya Mezopotamya
Sektîona Mafê Mirovan