lördag 3 januari 2015

Mehmed Arifê Cizîrî

Di vê mehê de, em bi munasebeta salvegera wefata hunermendê mezin, kanî û jêdera kilam û stranên kurdî, bilbilê Kurdistanê Mehmed Arifê Cizîrî (Cizrawî) bibîr dihênin.

Kitêbxaneyek zindî bû Arif. Di jiyana xwe de gelek berhem hiştin. Bi sedan kilam û stiran di sêlik û kasêtan de parastin. Dema mirov Mehmed Arifê Cizîrî be, dengê xelkek bindest û hejar be, bi xwe pirtûkxane be û kaniyek giring ji çanda welatê xwe be, diyar e ku bi qasî berhemên hiştine, dikare gelek pê re çûbin gorê, winda û jibîr bibin. Lewma divê Mehmed Arifê Cizîrî bibe mijar ji lêkolîner û muzîsyenan re. Berhemên wî, bi zimanê hunerê bên nivîsîn û di nav neslê nû de belav bibe. Da ku ew û berhemên wî herdem bijîn.


1912 de li Cizîra Botan hatiye dinyê. Wefata bavê wî nayê bîra wî. Dayika wî Edlê Xatûn ji binemalek eslî û dewlemd bû. Edlê Xatûn stranbêj bû.
Mehmed Arif, beşek ji xortaniya xwe, zêdeyî 4 salan di zindana Amedê de, di dema serhildana Şêx Seîd de derbas kir (1924-1929). Dewletê gelek ji kesên nas û hevalên wî bir ber sêdarê û bidarvekir. 

'Lê lê dînê
Keç
ê dînê te ez helandim te ez gerandim
te ez xapandim serê çol û beyara
bê bextê bê qewlê bê soz û bê qirarê
te ez duv xo gerandim
weke teyrê esmana nav teyrê revê
bê çeng kirim helandim û ez gerandim
lê lê dînê
li hepsa Mêrdînê bendewarê te bîm...
'


Mehmed Arifê Cizî rî mîna gelek hunermendên kurda demek dirêj şerê hejartiyê kiriye. Tunebûnê ew êşandiye. Li gelek deverên Kurdistanê, civatên axa û began de stiran gotiye.
Mehmed Arif, derbasî aliyê başûrê welêt, pêşî Zaxo paşê aliyê Duhokê dibe. Heta tê nasîn stirana dibêje.

Di salên 1933-1961 de bi gelek hunermendan re kar û xebat kir û li gelek deveran geriyan, stiran gotin û konsêr dan. Li gorî çavkaniyên guhertî, du sala bi Meryem Xanê re li Beyrûdê, Helebê, Kuweytê û rojhilatê welêt geriyan. Bi stranbêjên nasdar Îsa Berwarî û Gulbaharê re diçin Beyrûdê. Li wir bi Seîd Yusif û Şêrîn re beşdarî şahiyek mezin dibin. Nêzî salên 50 î li radyoya Dengê Kurdî li Baxdê stiranên Mehmed Arif belav dibin. Paşê di gel Hesenê Cizîrî diçin Suriyê. 1961 de dibin mêvan li aliyê Kermanşahê.


Bi kurtasî ku mirov formule bike: Mehmed Arif, li bajarê Cizîrê, navenda Botanê hatiye dinyê. Hayê xwe ji dîrok û serpêhatiyên Mîrên Botanê, Şerê Yekem yê Cîhanê û tevkûjiya Mesîhiyan heye. Bûye şahidê serhildanên kurda û girêdana wî bi a Şêx Seîd re bûye. Hatiye girtin. Bi stranên dayika xwe, hunermendên herêmê û çanda kurdî mezin bûye. Li gelek deverên xerîp û Kurdistanê geriya ye. Bi dengbêj û stranbêjên nasdar re kar kiriye. Di hunera wî de bandor û şopên van tevan xuyanî dikin.
Gelek hunermendên kurd, dengbêj û stranbêjên nasdar Mihemed Arifê Cizîrî weke mamostên xwe, dibistan û kaniya dengbêjî û stranbêjiyê dibînin. Mirov wan fêm dike. Ji ber ku di her stiran û kilama Cizîrî de rûpelek ji dîroka gelê kurd heye. Adet û toreya dengbêjî û stranbêjiyê esas hatiye girtin.

Bi mûnasebeta salvegera wefata Mehmed Arifê Cizîrî de, em wî bi hurmet û hezkirinê bibîr dihênin
(17-12-1986). Yezdan wî bi rehma xwe şa bike. Ji bo dewlemendî û mîrasa ji me re hiştiye, em spasdarê wî ne.

'Xezal xezal hayê
hawara gelî hemî gundyano, cîrana
ma hûn nizanin rûkê xezala malxirap sorbîne
ji kit matê ramûsana
huy cefayê...
'
 
Zarathustra Gabar ÇIYAN, 2015-01-03, Stockholm