söndag 3 juli 2011

Helbest û pirtûkek helbestan: SÛKA MIRINÊ


Ev sê roj in dixwînim, dûbare dikim hinek ji helbestên ”Sûka Mirinê”. Hevokên kurt, kur û bi hîsan barkirî, dibin neynik û ez xwe tê de dibînim, anku beşek ji jiyana xwe: Rojên bi hêstiran barkirî, geh bi ken, carna westiyayê evînê, carna tîyê azadiyê û demên dixwazim winda bibim, li welatê xerîbiyê, di nava daristanên welatên bakur, tixûbên dawiya dinyê û bênesînor, ne şopa pezkoviyan bi dawî tê nej î giloveriya ezmên, naxwazim şop jî li pey min bimîne, hetanî kabokan di nav berfê de diçime xwarê, tehemûla cilên li ser xwe nema dikarim bikim, bêhna min diçike, pêşî qapût, paşê çakêt li du min dimîne. Bayê kur û gulokên berfê ya xwe dikin yek, serma xwe li laşê min radipêçe, rondik dibin gulokên qeşayê, azayên ji derve dicemidin û ji hundir ve kela dilê min difure…

Ez naçim cem hekîman gelek caran. Doktorê min in helbetstvan û dermanê min helbest in. Helbestvan fêmkirin ne karê min e, dermanê dilê min in helbestên wan. Êşa min kêm dikin. Ya rûhê min, jana min û şahidên têlên spî di serê min de ne ew.

Ez dixwazim hûn helbetsa ”Yadê” bixwînin. Ber êvarkî, bi tenê, hêdî hêdî, di bin şewqa çiraya agirê kêm de, li ber pacê, li gulokên berfê binêrin, îskanek ji şaraba Suryaniyan dagirin, bi serê ziman û lêvan tam bikin û ji dengê nemirê mezin Mihemed Şêxo, stirana ”derdan çi ez diljar kirim ey felek” guhdarî bikin, kur bibin, winda bibin û min fêm bikin, di cîhana vê helbestê de:

”Yadê

Bi derd û kulên xwe ve tu çûyî gorê
Axînek li şûna te ma, yadê!
Û hesreta nepen
Di dilê te de ma û tu çûyî”

Te digot; mirin çêtir e ji vî halî
Hemû kul bêderman bûn
Hêsrên te tav tav, baran bûn
Dilê te kul-kovan, Behra Wanê
Li vê dinyaya hanê yadê, liv ê dinyaya hanê
Tu bêwar bûyî!”

Bi xwe re diaxifim gelek caran. Ji dîna dîntir. Helbestên bi kurdî tenê dikare min ji tenêbûnê rizgar bikin. Derdê dilê min derman bikin. Her peyvek bi çend wateyan barkirî, her hevokek bi hejmarek wêne. Her wêne xatiratek e.

Bi çend zimanan dizanim. Helbestên wan jî dixwînim. Yezdanê Dilovan, dibêjim. Hezkirina te li cem min bilind dibe, erşên te dadigre evîndariya min. Ne jibo buhişta te, ne horî, ne peyam, ne jî jibo nûnerên te. Jibo Kurdîhezkirina te ye Yezdanê min. Ku te wê rojê îcaze da xwe. Dem û wext wateya xwe winda kir. Te zimanek afirand ji gelekî bindest re. Te yadîgarî kir ”zimanê Kurdî” jibo me Kurda.

Helbesta “Kanê” baştir dihêne zimên, ew min diparêze û dizane bê ez dixwazim çi bêjim.

“Ez kul û derd
Ez zerya.
Tu çiya yî, tu çiya!

Di çavên te de
Her çar demên bihara rengîn
Difûre û tê bêhna axê ji her demsalê.

Û tu bi çavekî betilî, bi dilekî xembar,
Serê xwe dihejînî, silavê didî.
Silavê… ji eniya çiyan.

Gelek dem derbas bûn
Qîrîn ji kevirê min
Hawar ji kefênê neqeriya.
Wexta hubir dirijiya
Û her peyv dilop bi dilop diniqûtî dilê min
Ez bi ser te de,
Şev bi ser rojê de dinaliya.”

Hilma stiranên klasîk ji wan difûre carna. Bi min xweş tê xwendina helbestên wisa, bi peyvên wan re li heman stiranê guhdarî dikim, carna di ber distirînim.

Belengaz” yek ji wan helbestan e ku, çend caran lê vegeriyam. Pêrgî şopên kur hatim tê de, yên kevnare ku daye pey klasîkên me, ji Meryem Xanê dirêjî Mihemed Arifê Cizîrî dibe.

“Kuro welle tu dîn î,
tu belengaz î
û
tu stûxwar
li ber dîwaran radizêyî!
Heya kengî tu yê bikî gazî?
belengazo
belengazo!

Taziyo!..
Birçîyo!..
Bêkeso!..
Belengazo
Belengazo!

Ne dê ye
Ne bav e
Ne ware l`ber raze,
Ne dahn e
Ne bulxur e
Di ber de bazde
Belengazo,
Belengazo!”

Evîn, derdê evînê û evîndarî, bê we jiyan dojeh e, carna hûn dibin kaniya kul û kederan. Ne bê we dibe û hevaltiya bi we re jî barek giran e. Çiqas li ser te bê nivîsîn, têr nake. Têhna êşê bi helbestê dişkê. Helbestên kur û bi wateyan barkirî.

”Evîna min” jî yek ji wan helbestan e ku dermanê dilê mirovî ye.

”Winda dibim bi rojan
Ne li nava ewran
Ne jî li nava zeryayan
Di dilê xwe de
Di damara dilê xwe de
Li min bigere evîna min!

Tu…
Di damara min a mirinê de yî
Evîna min
Min her ji dûrî ji te hez kir
Wekî kela şêran
Tofana hêsran
Qîrîna zarokan
Nalenala dayikan
Min ji te hez kir
Evîna min.”

Pirtûka ”Sûka Mirinê” berhemek giranbiha ye. Derd, xewnûxeyal, armanc û daxwaziyên me Kurda dihêne zimên. Helbestvan û nivîskar Mehmet Devîren di vê xebata xwe de 21 helbestên xwe pêşkêşî xwendevan dike. Pirtûk di nava weşanên AVA, di tîrmeha 2010 de belav bû. Navenda weşanxaneya AVA yê li Amedê ye û avayayinlari@hotmail.com navnîşana elektronîk ya weşanxanê ye.


Mehmet Devîren kî ye

Bi eslê xwe ji Şemrexa Mêrdînê ye. Piştî xwendina amadehiyê, di sala 1992 de ji ber pirsên polîtîk tê girtin. Demekî di zindanê de dimîne.

Helbestên wî di destpêkê de bi turkî di kovaran de belav dibin. Piştre bi giranî bi kurdî dinîvisîne û di helbestên wî di medya Kurdî de belav dibe. Berhemên wî ku çap bûne: Anlat (turkî, 2003), Qiniskê û Pinîskê (zargotin, Kurdî, 2009), Sûka Mirinê (Kurdî, 2010).
Devîren, yek ji wan kesan e ku ji bo avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd li Amed ê xebat kiriye, di komîteya karger de cî girtiye û di kongreyê de weke serokê komelê hatiye hilbijartin. Her wisa endamê lijneya rêvebir ya Enstîtuya Kurdî ya Amed ê ye.