"Roja Helbestên Zaravayên Kurdî" a heştem li
Stockholmê, 19 îlonê li dar dikeve. Înstîtuya Kurdî li Stockholmê çalakiyê
organîze dike. 2007 an de a yekem bibû. Rengê "şeva helbestan" dabûnê
de. Lê Komîteya Karger, weke çalakiyek nû ji ên înstîtuyê dane nasandin û ji wê
rojê de, ji salê carekê "Roja Helbestên Zaravayên Kurdî" dibe.
Cîgirê Serokê Înstîtuya Kurdî, Kamran Simo Hedilî armanca
vê çalakiyê wiha dinirxîne: "Hevnasîna helbestvanan, xurtkirina diyaloga
nav wan, nêzîkbûna zaravayan li hev, hevdîtina helbestvan û xwendevan..."
Wê rojê helbest bi zaravayên kurmancî, soranî, kelhorî,
feylî, hewramanî, lorî û dimilî têne xwendin. Her helbestvan, piştî danasîna
kurt, derdikevin ser dikê û bi qasî 10-15 deqîqe helbestên xwe dixwînin.
"Di çalakiyan de, 12-16 helbestvan beşdar
dibin", dibêje Kamran Hedilî. Helbestvanên nasdar jî tên. Lê mecalê
didin kesên nû jî. Her wisa helbestvanên hinekî xwedî tecrube jî derdikevin ser
dikê û helbestên xwe dixwînin.
Wê rojê, tenê peyv heye û helbest ji lêva
dirêjin, guhdaran bi xwe re dibin xweza, cî û cîhanên guhertî. Hîsên cewaz û
rengîn bi guhdaran didin jiyandin. Carna eşq e mijar. Carna derdê xerîbiyê.
Gelek caran bi kul û kesera kurdan re, li Dêrsim, Helebcê û Kobaniyê, hêstir
dibarin.
Hedilî ji bo a îsal wiha dibêje, "lîsteya
helbestvanên beşdar baş zelal nebûye. Lê hetanî niha navên erê kirine ev in,
Runak Şiwanisî (soranî), Îman Botanî (soranî & kurmancî), Mohamad
Banîxêlanî (soranî), Nîşan Bamarnî (kurmancî), Aynûr Araz (kurmancî), Xizan
Şîlan (kurmancî), Ednan Dogan (kurmancî), Viyan Muzurî (soranî & kurmancî),
Pişko Necmedîn (soranî), Kamran Simo (kurmancî), Turec Asperî (kelhorî) û Alan
Rûbar (soranî)."
Înstîtuya Kurdî li Stockholmê, weke hercar, vê
çalakiyê bi hevkariya saziya ABF ê li dar dixe. Di 19 îlonê, roja şemiyê, saet
13.00 an de dest pê dike û hetanî saet 18.00 an didome. Cîh, "ABF Huset,
Vårbygård Centrum (T)" a Stockhomê ye.
Înstîtuya Kurdî bêhtir bi çalakiyên xwe ên li ser
edebiyata kurdî tê nasîn. Kamran Simo Hedilî jî vê yekê dipejirîne. ”Rast e,
şev û semînerên li ser edebiyatê dibin. Lê ne tenê edebiyat, weke mîsal îsal,
li ser dîrok, ziman, adet, tore û baweriyên kevnare nêzî 24 çalakî hatine
plankirin. 12 ji wan bûne.
Xanim Gulê Şadkem, ji Xorasanê hatibû vexwendin û
semînerek li ser rewşa kurdên Xorasanê da. Derbarê adet û tore, govend û
stranên xwe, beşdarên semînerê ronî kir. Prof Dr. Gulmuradî Muradî, li ser Ola
Yarî semînerek da. Dr. Hiseyn Xaliqî, di semînera xwe de, Îslam û Demokrasî kir
mijara esasî û bersiva gelek pirsên mêvanan da. Bi beşdarbûna hejmarek civaknas
û siyasetvan, mijara Hilbijartin û Demokrasî hate niqaşkirin. Weke tê dîtin,
înstîtu gelek çalakiyên cewaz dike. Lê giraniya xebatên me, dikare li ser ziman
û edebiyatê xuyanî bike.”
Rola înstîtu, komeleyên çandî û edebî, yekîtiya nivîskaran
û saziyên din ên kurda li Swêdê hetanî salên 90 î mezintir bû. Kesên ji ber
pirsgirêkên siyasî, bûne koçber û derketin derveyî welêt, siyasetvan, mijûlê
edebiyat û zimên bûn. Li Swêdê li ser çand, ziman û edebiyata kurdî gelek
xebatên hêja kirin. Semîner, panel û konferansên giring li dar ketin. Berhemên
giranbûha dan. Kovar, kitêb û rojname derketin. Radyo û tv de, bernameyên kurdî
amade dibûn.
”Piştî salên 90 î”, dibêje Hedilî û didomîne, ”êdî li
welat derfetên xebatê hatin pê. Çalakiyên pir alî li wir bûn. Hejmara kovar û
rojnameyan dihatin weşandin, zêdetir bûn. Kanalên radyo vebûn û ên tv yî dest
bi weşanê kirin. Saziyên li ser ziman û edebiyatê vebûn û xebatên hêja bûn.
Vegera welat hat rojevê û gelek kes zîvirîn. Nivîskarên berê û ên nû ji gelek
hêla ve berhemên hêja afirandin. Ji hemû aliyan ve kalîte, başî û xurtiya berheman
hat niqaşkirin.
Rola komele, înstîtu û saziyên din li Swêdê bi vê
pêvajorê re guherîn. Çalakî kêmtir bûn. Lê jiyana kurdên karker û penabertiyê
didomiya. Lewra ne mîna berê be jî, dîsa li karên xwe berdewam in. Semîner
dibin, kitêb tên nîvîsîn û rojên wiha tên lidarxistin.”
Kesên dixwazin rojekê bi helbest û helbestvanan re bijîn,
ji kaniya hunera wan avê vexwin, bi xeyal û fanstasiyên helbestvanan re
derkevin gerê, bixêr werin Stockholmê, Roja Helbestên Zaravayê Kurdî...
Z. Gabar Çiyan