Beşek ji
edebiyata devkî, serpêhatiyên olî hemêz dike. Têra xwe kevn in. Lehengê serpêhatiyan,
pêxember, damêzrêner, îdeolog û şervanên baweriyan in. Ew, bi jiyan, xebat û
hevalbendên xwe, kitêb û ayetên pîroz, dibin beşên esasî, ji bo efsaneyên bi vî
rengî.
Bê guman,
hinek ji wan lehengan, mîna Selahadînê Eyûbî, kurd in. Beşek jî li Kurdistanê
hatine cîhanê. An demek ji jiyana xwe, mîna Hz. Berhîm, li welatê kurda derbas
kiri ne. Hejmarek jî, gelek caran, ji bilî bawerî û spekulasyonan, ji hêla
cografya û nijadê ve, girêdana wan bi kurd û welatê me re, zêde ne xurt e (weke
mîsal, Îmamê Elî).
Efsaneyên
wiha, bi kurdiyek pir xurt hatine avakirin. Ji qonaxên cewaz ve derbas bûne, bi
bandora pirçandî, pirzimanî û pirbaweriya li Kurdistanê xurtir bûne. Çand, tore û xweza Kurdistanê reng daye wan û
hatine heta roja me. Li herêmên jiya ne, hejmarek ji serpêhatiyên wan, di
kitêbên pîroz de peyde nabin, tenê li nav kurda têne gotin.
Dengbêj û çîrokbêjan, formule û rengên cewaz dane
serpêhatiyan. Bi riya wan, armancên xwe anîne pê. Lehengên wan, ji xwe re
kirine navgîn û bi riya wan peyamên giring guhestine. Mesaj, di dem û dewranan
re derbas bûne, li moxil û bêjingan ketine, bi tevayê xweşî, şopên rengîn û
bilindbûna zimên, di nav xelkê de belav bûne, xwe gihinadine îro.
Li welatê me,
efsaneyên bi vî rengî pir in; şerê nav Hz. Berhîm û Nemrûd, Hz. Eyûbê
kûrmexwarî û sebr û tehemûla wî li hember nexweşiyan û hwd. Bê guman, efsaneya,
xanima Hz. Silêman, Belkis Xanimê û şerê çûkê Beytik li hemberî wê, jî têra xwe
balkêş e. Bi taybetî li hêla Tora Evdînê, çend versiyonên guhertî hebin jî,
çîrok bi giştî, berxwedana çûka, bi taybetî lehengiya çûkê Beytik, derdixîne
pêş.
Romana nivîskar
Medenî Ferho, ”Berxwedan Jiyan e”, efsaneya Çûkê Beytik li dijî fermana Hz.
Silêman, hemêz dike. Çûkek biçûk, bi hêza sînorkirî, çawa tevayên çûk û
teyrikan organîze dike, hêz û berxwedanek mezin li dijî pêxemberê Xweda, sûltanê,
ajel, însan û cinan, Hz. Silêman dihêne pê, dike mijar. Di çîrokê de, çûkê Beytik,
serê xwe dixe belê, canê wî dikeve ber xetera îşkence û kûştinê, lê nirxê
azadiyê, di ser mirinê re digre. Gelek tiştan feda bike jî, bi berxwedana xwe, neheqiya
fermana Hz. Silêman eşkere dike û serkevtinê bidest dixîne.
Xweda, mecal
û ferece, bi wê re, hakimtiya Cîhanê, erd û avê, mirov û cinan, teyrik û
tûrikan dabû Hz. Silêman. Gotina wî destûr, galgalên wî ferman bû. Jina wî Belkis
xatûn, keça mîrê cina bû. Hikim li ser hefrîtan dikir. Rojekê, Key Belkis, ji
Hz. Silêman, bi heceta ketina ser pêpelûka malê, bi ser tihêla xwe û şikestina
du-sê parsuwan, daxwaziyekê dike. Doşekek rehet û qalin, mezin, nerm û ji
pirtikê çûkan be ku karîbe rihet bike, nehêşe û bibe derman ji bo siheta wê.
Piştî îknakirinê, Siltan Silêman, fermanekê dide û li gorî wê, divê tevayê
çûkan bên, xwe basko bikin û pirtikên xwe bidin da ku doşeka Key Belkisê bi
dilê wê be.
Azadiya çûkan
fir e. Bê bask û pirtik, ji çûkanî derdikevin. Serma û seqem, tîrêjên rojê wê
wan bişewitîne. Nema karîbin bifirin û deynin ser daran. Bilbil wê nikaribe
mîna berê gulê re bixwîne. Xweza bê tam bibe.
Çûk û teyrik
tev vê rastiyê ji hev re dibêjin. Lê dijderketina fermana Hz. Silêman, pêxemberê
Xweda û keça mîrê cinan Key Belkisê ku bi efrîtên xwe hemû şêweyê şîdetê dikare
bike, ne hêsan e. Lê Çûkê Beytik biryara berxwedanê daye. Organîzekirina qewmê
xwe, paşê tevayê çûkan şiyar dike û girtina piştgiriyê ji Şaha duwem, sultana
bê tac, lê bi qasî Silêman û Belkisê xwedî gotin û hêz, Şahmaranê û aqilmendê
teyrikan Kund, giring dibîne.
Di bin tehdît
û taqîbata efrîtan de, berê xwe dide Tora Evdînê. Çiyayê pîroz. Şahmaranê
dibîne, bi kund re diaxife. Kund, nêzî Silêman e. Aqilmendê wî tê hesêp. Çûkê
Beytik, qet bi nexweşiya Belkisê ne bawer e. Doktor hene, pirtikandina çûkan,
neyartiya wan e. Bê wate ye. Divê kund, silavên Şahmaranê ji Silêman re bibe û
rastiyê eşkere bihêne zimên.
Çûkê Beytik,
yekîtiya çûk û teyrikan xurt dike. Biryara berxwedanê tê dayîn. Şerek mezin di
nav efrît û teyrikan de dest pê dike. Çûkê Beytik, tê girtin, îşkence kirin û
davêjin zîndanê. Ji wir, bi nigên girêdayî direve. Kund ji Silêman re rastiyê
dihêne zimên. Çil, ji pirtikên xwe dibe. Lê çûkên din tev, rizgar dibin û
daxwaziya Belkisê bi cîh nayê. Çûkê Beytik, weke suc û gunehê serhildanê, heta
li dinyê bijî dide. Nigên wan girêdayî dimîne, herdu nigên xwe bi cot davêje ji
bo bi rê ve here.
Efsane, li
herêma Torê nasdar e. Dema mirov dixwîne, ji cîh û devera Silêman jiya ye,
bêhtir, herêma Torê, xweza, devok û versiyona wê deverê derdikeve pêş. Bandora
herêmên cînar nêzî Torê û bi giştî Kurdistanê li efsanê, xuyanî dike.
Nivîskar, bi
vê romanê, ferhengekê ji navê çûk û teyrikan pêşkêşî xwendevanan dike: Kevok,
qiloqişk, botbotk, qijik, qitik, çil, başoke, legleg, quling, hecîreşk, tilurî,
baraşe, tivîlk, pepuk, kew. Her wiha hejmarek peyvên li ber jibîrbûnê lê bi
nirx dihêne bîra mirov: Delêlî, xûrûxalî, hêrivtî, xerbende, hefrît, hingişk,
derbehişk, elemoyî. Beşek ji peyvên qalib û pirwate ji herêma Torê pêşkeş dike:
Hinavê wî tişe xwîn kirin, jiyana bêxîret ne jiyan e, korîma wan kirî, çavên
miç û bel…
Roman ji hêla
ziman, giradana beşan bi hev û kêşara xwe ve, lê hêja ye û divê bê xwendin.
Afirandina efsaneya klasîk, bi zimanek bilind û kêşer, nirxê romanê zêdetir
dike. Romana Berxwedan Jiyan e, di 1994 an di nav weşanên Abece, li Belçîkayê
derketibû. Me bi nivîskar Medenî Ferho re li ser romana wî û edebiyatê sohbetek
xweş kir.
Ji kerema xwe re dîtina xwe li ser efsaneyan, nivîsîna wan û berhemên xwe,
taybetî „Berxwedan Jiyan e“ ku derbarê Hz. Silêman de ye, bihêne zimên…
Medenî Ferho: Kevir her dem sar e, lê gotin germ e. Efsane jî hunandina
wê germahiyê ne. Her pirtûk dîrokek e, ez jî ha ha dergehên dîrokê vedikim, bi
gotinan jî, kevirên sar disincirînim.
Efsane, berhemên bi sedan sal û dehan nifşan in. Di
demjiyana milenyum û teknolojiya pêşketî de, zor e ku efsane xwe li ser lingan
bigirin. Nexasim, di demjiyana ku ne tenê balafir bi hewa dikevin û ji erdê dûr
dikevin. Mirov jî bi riya teknolojî ji erdê bilind dibin û di nava cîhanek bi
amur û alavên teknolojîk hunayî de ji rastiya cîhanê dûr dikevin. Belkî hinek
kes bêjin, teknolojî jî rastiya vê cîhanê ye. Rast e, lê teknolojiya pêşketî
lingê xwe li hewa ne û desturê nade ku mirov têhnika axê, germahiya ezman, hewa
ta ba û bagerên xwezahî bêhn bike. Mînak, têkiliya mirovan bi nameyan re
nemaye. Name girêdanek gotin, dil û mêjî ye… Hinekî atalet e, dive em bibin
Sarter û wek Camus weba dikine nava Kurdan eşkere bikin. Her dagirkerî, her
xiyanet webayek cûda ye. Lê “kevir her
dem sar e, lê gotin her dem germ e”, efsane jî bi hunandina wê germiyê têne
afirandin. Name jî berhemê gotinên
kultura maddî û manewî ligel hev diragirtin. Aliyek neynika hasten mirov e,
aliyek nexçeya atlasê mêjiyê mirov e û keda mirovan di qaxez û boyaxê de, di
pênûsê de dihune… Eger lehengên romanê, pirranî ji têkiliya nivîskar û mirovan,
ji têkiliya nivîskar û dora wî, bi tecrubeyek bijarte û li gorî têgihiştin û
nêrîna li jiyanê, li gorî “halet-î ruhiye” derbikevin holê, hingî protîpên
bijarte wê derbikevin. Lehengên Berxwedan
Jiyan e, hêvî û xeyalên gelê Kurd in. Di cîhanek dîlgirtî de, di civakek
guvaştî de, ku tenê derfetên mişûr, upanîşad û niyazên xwe di bazbend û
himayilan de, di ezber de veşêre, tenê riya vegotinên efsaneyî dimînin. Di
navbera atalet-zexelî-tiralî û berxwedanê de parçe bû. Atalet, kujer e. Dimîne
hêza germ. Dema dibêjin dîrok roman nivîs e, enerjiya civakî vedibêjin. Efsane
berhemên enerjiya civakî ne. Gelê Kurd jî bi efsaneyên xwe ev karê pîroz
(enerjiya civakî û dîrok) gihandiye roja me. Her amurên di efsaneyan de, ji bo
dîrokê protîpekî romanê ye. Bi vê mebestê gelê Kurd dîrok wek waqanivîs qebûl
nekiriye. Di tevahiya
sedsalan de bi çavekî bê alî di efsaneyan de huna ye. Wek nivîskarên ku bîranîn
û serpêhatiyên xwe nivîsî ne û îddîa kirine ku cîhanşûmûl in, lê tenê xwe
nivîsî ne, ev bexilî ye. Dîroka total, gelerî ye, kûmûlatîf e.
Bi
vê pêwanê, efsaneya Çûkê Beytik û Siltan Silêman, li hemberî “hêzên garanî” yên
dagirker, yan jî li hemberî hêzên dewşirme û dagirkeriya wan, ku di exlak û
ademiyetê de tixuban nasnakin, daxwaz û hêviya yekîtiyê kirine. Li hemberî
bahoz û rageşiyên siyasî, hewildana gihiştina enerjiya civakî û têkoşîna giştî
ye.
Van
hêviyan jî, bi riya efsaneyên tejî mînak û ders, bandor li Ehmedê Xanî kiriye
ku di helbesta xwe de dibêje, “me hebûya” –yekîtiyek- tirk, ecem û ereb wî xulamtiya me bikin.
Hewngîrî,
yekê vedişêre, ya din berdide. Lewra di navbera zarokatî û ciwantiya me de,
tablo û nexşeyên ku em qet jibîr nakin hene. Dem deman di tablo û nexşeya
mêjiyê me de valahî çêdibin, lê ew ronahiya ku wek şirildaqa bûyeran, li
hewngîriya me dide, cihana jibîrkirî tine ber çavên mirov. Ev teva bi
mijulahiyek kûr ya mêjî ve girêdayî ye.
Pênc
tiştan bandorek gelekî mezin li min kirine: Di van pênc tiştan de dîroka
veşartî û ya nû heye. Heta weke îro jî tablo û nexşeya hewn û hişê min bi wan
dagirtî ye. Ez çi bixwînim, çi notan bigirim, di lêgerîn, tevger û hunandina
romanê de, teqeze ew pênc tişt derdikevine pêşberî min. Ji ber ku ew pênc tişt,
dîroka total ya herêma Torê û hunandina civaka Kurd vedibêjin. Movik bi movik,
parsu bi parsu, qulpik bi qulpik ji hev vedike û rengên cûda de, bi demjiyanên
kur û dûr ve girêdide, datîne ber min:
Yek: Şahnameya
ku di mehên Remezanê de, li civatê dihate xwendin bû.
Du: Di sala 1923-26an de topên ku avaniyên Qesrê, yên malbatê xerab kirin û
piştî salên 45-50 î car din, beşek ji malbatê ji Binxetê vegeriyan. Kavilên
Qesrê, bi dîroka nû û kevin bi çîrok û serpêhatiyan, bi efsaneyan dagirtî bû.
Hem hêvî bû em êşa trajîk bû. Wek
nasnameyek ku dijmin çi bike nikarê binyatê, ra û qoratên wê tune bike. Geyayê
serteşîk û firîzê ye, her û her dipişkive.
Sê: Mambêjê wek çîrokbêj dihate naskirin, Ezîzê Xirbihî…
Çar: Sofîkê Kewa, ku stranên hezar şev û rojekê, yan jî hezar stran û carekê
digotin.
Pênc: Neqşên di bedena qumaşê hevrîşmî û hîzar de dihatin hunandin, tevnên
hevrîşîm û hunandina kargehên herêmê, qafurên ji gûrîzê dihatin çêkirin, eyarên
di ceftê de dihatin pûyîn û cûmika jina Suryanî Şûşê.
Vêce, ji
cumikê bigirin heta bi libûdî, zazîk û fayans û hesinkeriya ji Kawa digiha dema
me. Bêguman di neqşên hevrîşmî de, ne tenê ta û derzî, ne tenê ronahiya çavên
keç û jinan, lorandin û vegotina civakî ya gotinên germ û enerjiyek total jî
hebû.
Ji
ber ku ev gotinên germ dirêjî kultura destar, yanî destpêka şaristaniya li Mezopotamya,
Zagrosê û heta bi Erdîşêrî Destdirêj ku, Cihu ji koletiya Nebûqednadsar rizgar
kirin, car din, Quts ava kir dirêj dibin. Gelek caran, ji 12 ciwaniyên ku
Kurdan xelat ji Siltan Silêman re şandine û di Newroznameyên kevin de hatine
nivîsandin. Yan jî digiha Begê Beglayê û hespê wî Kerkidan. Dema ciwanî
digihine ber destê Siltan Silêman, dibêje, „êdî em dikarin bifirin û ti kes
nikare xwe li ber himbêza me bigire.“
Ev,
vegotina pêşerojan bû û “mihraq-î erd” bû û divê di îro de bê gotin, ji bo sibe
werê vegotin.
Vêce
efsaneya Siltan Silêman û jina wî Belkîs, di gelek çîrok û efsaneyên din de jî
tê vegotin. Kurdan, pirranî mambêjan, dîroka herêmê di efsane, çîrok û
efsaneyan de paşerojên azad û bextewar girtine destên xwe.
Li herêma Tora Evdînê,
bi taybetî efsaneya Hz. Silêman, xanima wî Belkîs û çûkê Beytik, her wiha
efsaneya Şahmaranê pir tê nasîn. Di romana te "Berxwedan Jiyane" de,
her çiqasî lehengên çîrokê Hz. Silêman û Çûkê Beytik be jî, te cîh daye herdu
efsaneyan. Çima
du efsane di heman romanê de cîh girtî ye? Niyeta te û nivîsîna Şahmaranê jî
heye?
Medenî Ferho: Berî ku dest bi bersiva xwe û efsaneya Şahmaran, Siltan
Silêman û Belkîs bikim dixwazim çend gotinan li ser efsaneyan bêjim. Ji ber ku
efsane di hişmendî û perwerdeya civaka Kurd de xwedî giraniyek mezin in.
Destpêka dîroka efsaneyan nayê
zanîn, tenê demjiyana destanan heye û ev jî demeke dirêj e. Ya giring, kengî bi
nivîskî hatine komkirin û belav kirin e. Kurd, weke her tiştî, di vê mijarê de
jî dereng mane. Efsane, li hundir, pira navbera nifşan e, li derve, pira
navbera gelan in. Pirek diyalogê ye û zanista can-giyan, civak, kultur, ziman û
edabiyatê ye. Lewra dibe amurek perwerdeyê. Vegotinên gerdunî ne, û bandore li
hemû paşerojan dikin. Ji ber ku di efsaneyan de nirxên ku mirovan bi hezar
salan afirandine heye, bi saya wan efsaneyan jî digihine nifşên paşerojan.
Dema Şahmaran ji xort re dibêje: “Mikur mewe, ava Dijle carek din bi xwîn meke”,
bale dikişîne xiyanetê, ser qîr û teşqeleyên hezar salan. Vêca: Şahmaran, di
temtêla nîv mirov, niv lawir, bi xemlenigariya xweza û ronahiyek qozmîk de,
hinekî Xweda ye. Bi gotina “ez, ji dema
cîhan hatiye afirandin de heme. (…) ez dîroka mirovaniyê tevî dizanim” li vê
rastiyê mikur tê.
Siltan Silêman jî, yek kesê ku bi
zimanê çûk û cina dizanê ye. Bijartî ye!..
Di kesayeta Şahmaran de, jin û mêr
heye. Mêr û jin di destpêkê de yek kesayet in. Di neqşên keçên Kurd de, tenê
sere Şahmaran keç e, di efsaneyên gelên cîranên Kurdan de, yan jî li hinek
herêmên Kurdistanê, Şahmaran ji newqê û bi jor de jin e. Her çi dibe: Di beden
û rûdêna Şahmaran de, bêyî biguhere estetîkek xwezayî û normên qozmîk û
metafizîk hene. Ev efsane tenê li cem Kurdan heye, lê di nava demê de belav
bûye. Efsûnek, sembolîk xuya bike
jî, bi destê keçên Kurd dibe
destînî-qeder. Sembolek e, ku bi vegotinên cûda tê gotin û nirxandin e. Hinekî
rûdêna parastina jiyanê û berpirsiyariya toratê-tore ye. Torat, qanun e, di
zimanê Kurdî de bûye tore. Şahmaran sembola hêza jinê ye, civakî ye, bi efsûn û
zanabûna xwe stuna soysolojiya civakê ye. Mamostayê ku her tiştî zanibe û bi
fedekarî zanistiyên xwe bidê nifşê pey xwe, DAYIK e. Dayika Ferxan, ne Xatuna
Ferxan, Dayika Ferxan mînak e û navdar e!...
Kurd ji aliyê efsaneyan û li hev
mehrkirina sembolan navdar e. Mirov dikare mînaka Keybanûya Plamyra Zanoba jî
bide. Ne ku di kesayeta Zanoba de Şahmaran derketiye, na, lê efsaneya keça Mîrê
Cina Belkîs û Zanoba Keybanûyên çolîstanê ne û berê Kurdan jî her dem li aliyê
çolîstanê ye. Eger em bala xwe bidin efsaneyên weke Memê Alan jî, hespê
deryayî, ji welatekî biyanî ve tê. Efsane aliyekî xwe bi kozmoz ve girêdayî ne.
Kozmoz, nediyarî ye, dûrî ye, negihiştin û winda ye. Dîse jî zanistiyên civakî
teva di nava xwe de diragire.
Ji bilî wê, olên herêmê ji
Kurdistanê, ji Îrana kevin derketine; çi Zerdeşt be, çi Manî be, heta bi Roma,
heta bi Hindistanê, heta bi çolîstanê, Quts jî di nav de kirine bin bandora
xwe. Berhîm bûye bavê olên semawî! Li Kurdistanê di ti deman de baweriyek kor û
pûç çênebûye. Efsaneyên ku îro di devê gelê Kurd de têne vegotin jî, çavkaniyên
wê baweriya bi hêz in. Her çiqasî Firdewsî efsaneya Mala Zalê nivîsî be jî,
mikur hatiye ku Zal û Rustem Kurd in. Ji bilî vegotinên Şahnamê, wersiyonên
cûda yên Mala Zalê, di nava gelê Kurd de dihatin gotin, Mambêjên ku efsaneyên
Mala Zalê digotin pirr hebûn û wek teatro jî dihate lîstin. Ez bûme şahidê vê ratsiyê…
Ya
rastî, Şahmaran, di gelek romanên min de cih digire. Ji ber ku Şahmaran ne tenê
çîrokek e. Gelek wersiyonên wê hene. Di hinek wersiyonên Şahmaran de helbest jî
hene. Wek: “Ab neynika min e / Hevalên min kevir, geya û dar in / Qutê min ax û
axyan in / Behma min miska bi hewa ye…” Ev elementên ku tevahiya canlidaran
bi wan dijîn e. Bi vê vegotina zanistî re, tê gotin ku Şahmaran bûye mamostayê Lokman
Hekîm. Ev jî dide xuya kirin ku Şahmaran tenê xortekî li hevhatî ne dîtiye.
Kurdan, xiyaneta xort bijartine, di kesayeta xiyaneta li hemberî xwe, wek
dersekê vegotine.
Dema
ku ez efsaneyên wek Şahmaran digirime dest, bi şêwaza lêkolînerekî, lêgerînan
dikim. Pirsan di serê xwe de kom dikim û li bersiva wan digerim.
Ji ber ku her vegotina di efsaneyan de, hêjayî nirxandinên dirêj û kûr e. Di
nava hunandina romanê de, bi aheng û nexşeya romanê re, di “komploks”iya
bûyeran de, dikime kûrê û bûyeran di wir de disemitînim. Piştî ku hesin sor bû,
avê lêdikim ku bibê pola. Ev jî destekê dide stewihandina hişmendî û hewngirîya
xwendevanan. Dîroka Kurd, rastiya Kurd, baweriya Kurd di niviştokan de, di
ezber de hatiye veşartin, divê ji vê ezber û veşartinê werê rizgar kirin û bibê
belge. Lewra min di destpêkê de bal kişande ser dîroka destpêka efsaneyan û
pêdiviya nivîsandina wan.
Mînak: Sedema ku, Pîcaso wek
Shakespeare, wek Stendhal, wek Tolstoy tê bi navkirin, wêne-resmên wî yên
vegotina bi nexşe, temtêl û neqşên civaka Espanya ne. Bi vê mebestê ez romanên
xwe bi efsane û gulbijêrkên kultura meddî û manewî ya Kurd di xemilînim. Aliyek
xwe ya govenda rengîn heye. Gelo di govenda kîjan gelî de, hêrsa çarpîne,
estetîza hurzê, lerza mil û kabokan heye? Di vê xemlê de gotinên ku ji ferhenga
Kurdî hatine tert kirin, windakirin û revandin jî hene. Ev jî dibe sedema ku
berhemên min aliyekî xwe ferhengî ne.
Pirsa, ezê romana Şahmaran
binivîsim nenivîsim jî, bi gotina Picaso, ez bi hers û kevijandinek mezin kar
dikim. Bi gotina Pûşkin, “ez li xeweke germ û şêrîn” bi hasret im. Lê dive em
zanibin, barê Şahmaran ne tenê çîrokek e, efsaneyeke ku qet li ser vekolan û
lêgerîn çênebûye. Şahmaran di hinek wersiyonan de, xwe yek ji berpirsiyarê
dengeya cîhanê dibîne. Eger cûdatiya civakê, ji lawiran, ked û huner be,
Şahmaran jî sembola vî tiştî (huner û ked) dike. Mihraq-i ard e û her du
nifşan, jin û mêr temsîl dike, ronahî û rengîniya xweza bi lawiran re
temsîl dike. Di wersiyona herî zêde tê
zanîn de, aşiqê xortekî dibe, lê di wersiyonên din de tiştên gelekî cûda hene,
wek şîret, qewêtî, pîrozî, nirx, tore, vegotin, zanist, tibba xwezayî ya Loqman
Hekîm û hwd. hene. Zivistanî li heremekê ye, Biharî li heremekê ye, Havînî li
herêmekê ye, Payizî li herêmekê ye. Ev jî pîroziya Kurdistanê û welatê bijarte
nîşan dide. Gotinên Cihuwan ku dibêjin, erda pîroz “waadkirî”, bi Berhîm re
çûye çolîstanê, bûye stuna sosyolojiya civaka Cihu.
Lewra nivîsandina romana Şahmaran
ne hêsa ye, aliyekî xwe bi Dayika Ferxan-Pîra Çil Guhanî ve, aliyekî xwe bi
metafizîk û qozmoz ve girêdayî ye. Aliyekî din û herî giring jî, di rengîniya
Şahmaran û nêrûmêkiya wê de sosyolojiya rast ya civakî heye. Di çîroka evîna bi
xortekî re, tenê beşê xiyanetê tê vegotin, lê hîna xiyaneta di nava Kurdan de,
bi dawî ne hatiye. Balkêş e, ev xiyanet jî hîna baş nehatiye nivîsandin.
Mînak; Biqasî bexîliya Belqîs, delaliya
cîhanşîmulî, cengaweriya destanî ya Keybanûya Palmyra Zenoba, di efsaneyên Kurd
e heye. Lê Kleopatra nine… Ev jî, hêjayî lêkolînekê ye.
Vêce: Siltan Silêman jî xwedî
taybetmendiyek cûda ye û ev xisletên cûda bi ti siltan û key’an re nine.
Aliyekî wî yê pîroz heye û bi zimanê çûk û cinan dizane. Kozmogonî!..
Lawiethanî!.. Ev jî taybetmendiyekê dide wî. Qencê Xweda ye û helbestên herî
baş yê evînê jî nivîsîne. Wek Dembuzê ku evîndarê Înanna ye û di lîteretura
zimanê Kurdî de, navê meha Temmuzê lê dikin e. Xwedawendî tiştekî wiha ye û
taybet e. Siltan Silêman, ji aliyekî ve bextewariya mirovan di TORAN, tore,
QANUNên xwezayî de dibîne, (piştre şeriatê-yanî qanunên xwe amade dike): Wek
Şahmaran, ew jî xwe berpirsiyarê cîhanê û mirovaniyê dibîne. Belkî di efsanê de
ev nirx hatine dayin. Lê binbarî û berpirsiyariya Siltan Silêman wek ya Şahmaran
dengeya cîhanê ye. Hem cîhana gewrik diparêze, hem bextê cîhanê (di mînaka Mem
û Zîn, Qeretacdin û Mîr de jî ev heye) diparêze. Hiseynê Ferho digot, “Mîr
cîhan e û erk e, Mem delalî ye, Zin jiyan e, Qeretacdîn bextê cîhanê ye…” Lê
Beko Ewan jî heye. Di efsaneya Siltan Silêman û Çûkê Beytik de, Ewan Belqîz e.
Di Şahmaran de jî, Ewan wezîr e. Hevûdin temam kirinek heye.
Armanca min jî, têkiliya edebiyat û
civakê, di her du efsaneyan vebêjim. Hinekî sosyolojiya edebiyatê, hinekî
sosyolojiya civakê… Du beskên disiplînekirinê ku di yek paydeyê de hatine
komkirin e. Belkî mudaxeleyeke zêde xuya bike, lê dema ku hayê mirov ji
edebiyata devkî ya Kurd hebe, guman dikim ku ew guman wê ji holê rabe.
Nivîsîna efsaneyên wiha, di edebiyata devkî
a kurdî cî girtine û dibin malê edebiyata kurdî a nûjen, wext dixwaze,
zaniyariyê dixwaze. Dîtina te li ser pirsê çi ye?
Medenî
Ferho: Kurd civakek feylesof e. Hemberî ku piştî
medreseyan bê pirtûk, bê nivîs û bê pirtûkxane hate hiştin jî feylesofiya xwe
domand. Efsaneyên ku afirandine mînaka vê ne. Di her efsaneya Kurdan de “du
alî” hene, ne dualîzma Manî, du bask: Dema mirov ji dayika xwe dibe, du alî tê
cîhanê, aliyek normal û xwezayî ye, aliyê din jî dîrok e… Kurd bi dîrokê dest
bi jiyanê kirine û hîna jî “mihraq-i erd” in. Di aliyê sosyo-kulturî de bandora
xwe didomînin. Yek ji gelên ku herî zêde hatine tertûbelav kirin, êş û azar dîtine
Kurd in, dîse jî biqasî êş û azaran hêvî afirandine. Dagirkeran xwestiya ku wan
li derî dîrokê bihêlin, lê ji riya Parmethause, ya Nuh, ya Kawayê Hesinker
derneketine. Gotin, “em insan in, em erd û gel in û hene” ling li erdê dane.
Gotina Kurdên Êzîdî ku dibêjin, pêşî ji 72 miletan re, piştre ji me re, berhemê
vê qinyat û baweriyê ye. Gelê Kurd, enerjiya civakî, dîroka gelerî di xwe de
veşartiye û her dem kiriye hêza xwe.
Afirgerê
efsaneyan jî mirov in. Tecrûbe û kulturek kûr û berfireh, ferhengek pirr
dewlemend dixwaze. Bi vê pêwanê Kurdan Berhîm ji xwe dûr nekirine, zarokên wî
jî şopandine. Ji ber ku Berhîm ji wan e û wek nirx dîtine. Di romana min ya nû
“SELVA” (1) de, Keça Êzîdî ye û dibêje, “destîniya me û Berhîm, yan jî kurê wî
Ismaîl yek e. Berhîm kêra ser stuwê kurê xwe bi rondikên xwe sûtiye, em jî kêra
ser stuwê xwe, bi allahuekbera çeteyên reş disûtin.” Cûdatî çi ye; zalim û
zordestan Xweda kuştiye. Lêgera destîniyê, afirandina hêviyê tiştekî wiha ye… Di aliyê bazirganiyê de jî, dîrokzanê herî
navdar F. Barudel jî Kurdistanê wek navend dibîne. Dîroka Kurdistanê, bêyî riya
hevrîşîm û xanên li ser wê xetê, nayê nivîsandin. Ew xan, pira navbera civakan,
têkiliya mirovan ya gelan e. Ew xan çavdêrên dîrokê ne. Yek, hêzên ku ji aliyê rojava ve hatine teva Roma Reş in. Du, hêzên ku
ji aliyê rojhilat ve hatina hêzên Garanî ne. Li hemberî van hêzan bajarên wek
Dara, şikeftên Hessunî, şikeftên Haramiyan, Heskîfê, Keliha Mêrdînê hatine
avakirin. Çiya kirine kelihên ku nayên standin, kirine kozik û çeperên xwe. Ew
xan û dîrok, ew kelih û şikeft valahiya dîrokê didagirin. Lê di sedsala dawî de
gelek valahî ketin dîroka Kurdan.
Ji bo ku efsane û
dîroka talankirî, alfabeya winda, foklora parçekirî, ferhenga dagirkirî,
hişmendiya dîlgirtî werê tomar kirin, lêkolînên demdirêj lazim in. Tenê
tomarkirin jî ne bes e, zimanê hemdemî û wergera wan berheman jî giring e. Lê
edebiyata Kurdî, di rewşeke ku temtêl û nexşeya pêşketina wê ne diyar de ye.
Lingek li Ewropa ye, lingek li metropolên Tirkiyê ye, lingek li Kurdistana
dagirkirî ye. Kurdistan dagirkirî, piştî şerekî demdirêj ketiye pêvejoya “defacto”yek
ne meşrû. Lewra disiplîna nivîskariyê jî biqasî vê rewşê kambax e. Gelek
zimanzanên me hene, dinivîsin û berhemên xwe jî derdixine bazarê, lê teva li
ser “rêzimanî” radiwestin. Heta îro min, ne dîtiye ku zimanzanên me, baskên
zimanzaniyê, wek morfolojî, linguistik, historik, felsefîk, hiquqî, aborî û
hwd. rawestiya ne. Hêza zimanê Kurdê hîna xwe diyar nekiriye. Edebiyata klasîk,
dîrok û nasnameya Kurdî, ferheng û belgeyên di xeşîman de veşartî ne. Hêdî hêdî
dikevine destên akademisyenên di zanîngehên dewletê de kar dikin. Bêguman
mirovên hêja û bi namus jî di nava wan de hene, lê pirraniya wan xespkar in,
xwediye îdeolojiya felzekê ne.
Vêce; Têkiliya Harranê,
têkiliya Torê, ya Botanê, bi du aliyan de zêde heye: Yek Çolîstan e, yek jî
Derya Spî ye… Her karwanê bazirganên ji her du aliyan ve tên, pêwiste biçin
Harranê, biçin Midyad û Nisêbînê, pêwiste biçin Botanê û piştre bi aliyê
Serhedê ve hewa bikevin. Ev guzergah, biqasî têkiliyên bazirganî, di têkiliyên
kulturî û ferhengî de jî roleke mezin lîstine. Mînaka xanên li ser riya
hevrîşîm ev bû. Mînaka Heredot tê zanîn. Mînaka duyemîn Behlûlê Zana ye,
Keçelonek e, Ewc e… Gelek mînakên din jî hene, ku lehengên van çîrok û
çîvanokan, lehengên efsaneyan têkildarî van kulturên cûda bûne… Çîrokên hezar
Şev û Şevekê, yan jî Şahnameya Firdewsî… Eger çavkaniya edebiyata klasîk ya
Kurdan Alexandre Jaba be, helbet emê di rewşek wêranî de bin. Bêguman ciwamêr
belgeyên baş parastine, lê edebiyata klasîk ya Kurd tenê ne ew in. Endirekt
têkildarî belge û arşîvên dagirkeran û îdeolojiya felzekeyan e.
Li Kurdistanê bi
durustiyek zanistî kolanên arkeolojîk ne hatine kirin; lêgerîn û lêkolînên di
xeşîm û labîrentên muze û pirtûkxaneyên Rojava, Iran û Ereban de û hwd. ne
hatine kirin. Ev karê nifşan e. Bêguman kesên weke Enno Littmann wê derkevin û
bêjin Şahmaran efsaneya Cihuwan e, yan jî tirk wê bêjin, di sedsala 15. de Abdî
Musa nivîsî ye û efsaneyek Tirkan e… Abdî Musa jî Kurd e…
Em dizanin ku efsane bi
zimanekî xurt, kulturek kûr, cografya, bi diyalektîka civakî û materyalîzma
dîrokî ve girêdayî ne. Hêzên garanî û koçber nikarin efsaneyan biafirînin. Lê
gelê Kurd, Yewnanî û Fersî efsane afirandine.
- Berhema te derbarê
celebên çûk û maran de ecêp dewlemend e. Kitêba te ferhengekê pêşkêşî
xwendevanan dike. Taybetîya te û dewlemendiya zimên, nirxê berhemê zêdetir
dike. Têkiliya kurbûn, dewlemendiya zimên û romanê dihêne bîra mirov. Dîtîna te
çiye?
Medenî Ferho: Bersiva vê pirsê, di bersiva pirsên din de veşartî ye, lê dîse,
ez hinek tiştên cûda jî bêjim. Ji ber ku di nava entelektuel û nivîskarên Kurd
de, dîtinek şaş heye: “gotinên herêmî”… Ev gotinek na rast e, gotinên herêmî
nînin, diyalekt-devoka herêmî heye. Gotinên her herêmê Kurdî ne, lê di devokê
herêman de têne guhertin. Em nikarin bedena xwe bi karên restorasyonê biwestînin…
Restorasyon hinekî dîlgirtin e, ne tam nujenî û guhertin e. Restorasyoan li
Kurdistanê şopên dagirkerî û birînên dagirkeriya „webayî“ ji holê ranake.
Roman
ziman e… Mîna avakirina xaniyekî, xerc, kevir, şakûl, çakûç, kevçik, gaz,
mizzen û hosta… Zimanê van amuran teva heye… Ligel zimanê van amur û alavên
çêkirina avaniyê, can, giyanekî wan jî heye. Lewra min got roman ziman e… Ziman dijî, zindî ye û bi can e, xwedî ruhekî
ye. Lewra ziman wek nasname tê qebûl kirin. Bi gotineke din: Ziman gel e. Dema
ku nivîskar kara xwe li nivîsandina romanê kir, van amur û alavên bi can û
xwedî sosyolojiyek gerdûnî teva amade dike, çend caran dibin çavan re derbas
dike, ferhenga xwe jî di kêleka wan de bi cih dike û dest bi kar dike. Dema
nivîskar dest bi avakirin û hunandina avaniya romanê kir, êdî roman nivîs û
cîhana lehengên romanê dibine yek û dikevine pêşbaziyê. Eger roman nivîs ne
xwedî hêzek têr pîkol be, di destpêkê de plan û sazumankariya xwe nekiribe,
lehengê romanê serî jê destîne û di her holkê cîhana romanê de pîkolê dike û
diçe. Rê û rêçik li ber nivîskar winda dibin. Hostatiya li ser amurê “sekih”
divê herdem nivîskar be.
Hêza
nivîskar gotin e. Roman jî hêza gotinê û hunandina avaniyê ye. Hêza giring ya
nivîskar gotine. Gotin jibo nivîskar, kevirê QATORO ne. Kevirên Qatoro, li
Midyad û Nisêbînê hene, ew avaniyên bi kevirên Qatoro hatine çêkirin bûne
çavkaniya ekola mîmariya Baroq. Vêce; divê nivîskar cografya welatê xwe, sosyolojiya
civaka xwe, dîrok û toreyên civaka xwe, folklora gelê xwe, cil û berg, xwarin û
vexwarin, baneyî û geştê, zozan û koçeriyê, mercên demsalên Kurdistanê hwd. baş
zanibe, nas bike. Roman, tevahiya zanistan di nava xwe de diragire. Mînak:
Nivîskar toreya gelê xwe nizanibe wê gelek aliyê romana xwe pine bike. Roman
tenê ziman jî nine. Mînak II: Her rîtm û wersiyona folklora Kurdî banga evînekê
û jesteke evîndariyê ye. Divê nivîskar van taybetmendiyan zanibe. Têkiliya
mirov û civakê ye, têkiliya civak û xweza ye, dîrok û diyalektîka jiyanê ye.
Divê van teva bi hêza gotinê bihune û bi estetîzek formal bide. Ev van xisletan li ber
çavan digirim. Divê refên magazine kultur û edebiyata Kurdî werin dagirtin. Tê
zanîn, ferhenga zimanê Kurdî bi terayî ne hatiye amade kirin. Refê pirtûkxaneya
kurdî jî vala ye. Magazîna kultura Kurd vala ye. Em
mecbur in van refan dagirin. Mêrî çê wê desthilînin. Ji bo vê jî ez, xwe li
hemberî nifşê paşerojan deyndar dibînim. Ez hewil didim ku dewlemdiya xwe bi
nifşên paşerojan re parvebikim.
Nivîskarî
disîplîn e. Disîplîna nivîskariyê, li ba min biqasî pêdiviyên olî pîroz e.
Çavkaniyên
perwerdeya hişmendî û hewngîriya min civaka Kurd û nirxên cografya Kurdistanê
ne. Pênc xalên ku min li jor rêz kirin in. Jiyana min Kurdî bû û di Keliha
Qesrê de bi qîr û teşqeleyên sedsalan hate xwedî kirin. Serpêhatî û vegotinên
civakî di qulûqewêrên dîwaran de veşartî bûn, ez li wan qul û qewêran geriyam. Min
her vegotin, gotin bi gotin, wek libên tizbihê di atlasê mêjiyê xwe de darvekirin.
Ya duyemîn, lêgerînên min û her gotina dibihîzim dinivîsim. Berîkê min tejî
kaxez in. Ez evîndarê pênûsên delal û defterên notgirtinê me. Ez evîndarê
zimanê Kurdî me.
Dawî:
Ziman mirov e, di kesayeta mirov de civak e. Amurê herî bi hêz yê nivîskar e.
Nivîskar dive di Mambêj be. Mambêj jî, bi ferhanga xwe ya dewlemend û hêza
vegotinê, guhdaran li dora xwe didê hev.
Medenî Ferho: Sala 1947'an li gundê Mizîzexa bi ser
Midyadê ve hatiye dinyê. Piştî lîseyê, dibistana mamosteyiyê dixwîne. Di gel
mamostetiyê, sendîqeya mamosteyan TOS ê de jî dixebite. Dema mamostetî dikir,
gelek caran hate surgûn kirin. 1973 an, di rojnameya Cumhuriyetê dest bi karê
rojnamevaniyê dike. Bi hatina cunta 12 ê Êlûna 1980 î tê girtin. Girtina wî şeş
sal û nîvan dom dike.
Rojnamevaniya Ferho bi kurdî, di gel
nûnertiya rojnameya Welat li Belçîkayê, rojnamevaniya TV yî didome. Lê bêhtir
bi xebatên xwe ên edebî, bi roman û helbestên xwe tê nasîn. Berhemên wî ev in:
Topragin Turkusu: helbest, tirkî, Kaytan Osman: çîrok, tirkî, Mapusluk
Gerçegim: helbest, tirkî, Beranê Kozî: çîrok, Mîrza Meheme: roman, Berxwedan
Jiyan e: roman, Hey Gerîla: helbest, Hades Îş Başmda: roman, tirkî, Xaltîka
Zeyno: roman, Marê di tûr de: roman, Banga Hawarê: helbest perî...
Hevpeyvîn:Z. Gabar Çiyan