tisdag 13 december 2011

Teyrê Xerîp: Rojnamevan Nivîskar Mahmut Baksî


Bîranîn: Gabar Çiyan

Min û wî cara pêşî bi rêya telefonê qise kiribû. Di xeta telefonê de bixêrhatina min kiribû, û deriyê mala xwe ji min re vekiribû.
Roja hevdîtinê, heyecanek bi wate cendek û rûhê min rapêçabû. Dîtina nivîskarê nasdar Mahmut Baksî ji xwe cihê kêfxweşiyê bû. Lê heyecana hevpeyvîna bi rojnamevanekî profesyonel re, rengê xwe guhertî ye.

Rojnamevaniya min li welêt bi salan domandibû. Li derveyî welêt jî bi xurtî didome. Baksî jî weke rojnamevan bi gelek kesên nasdar li cîhanê hevpeyvîn pêk anîbû, qise kiribû. Lê vê carê rol hatibûn guhertin. Ez mêvanî wî bûm û wî dê bersiva pirsên min bida.

Dema wê hatibû ku, mutewazîbûn, rêzgirtin, hilbijartina peyv û pirsan û bersivên bijarte û hizirkirina kur, rol lîstin û hunera rojnamevaniyê xwe bide der...

Min ji taxa "Odenplan"a Stockholmê, ji kolana "Dala"yê xwe berda ber bi "Svea"yê. Berê min li kolana "Surbrun"ê bû. Rê, bi meşê, 20 deqîqe dikşîne. Ji erd û ezmanan berf dibariya. Bayê hênik, bi gulokên berfê re, mîna ku di ber kilamek klasîk de, bi nazî dîlanê bikşînin, bi rîtmek nerm li ezmên dizîvirin, beşek dibin ramûsan û li ser hinarkan datanîn û yên din jî dibûn kulîlkên spî û şaxên daran şînspî dikirin. Kolanên Stockholmê bi xelîçeyên spî dihatin raxistin, rengek guhertî didane xwezayê. 
Li Surbrunê nêzî bînahiyekî çend tebeqe dibûm û bi derencan ve hildikişim. Kûmê xwe ji serê xwe dikim, hewa sermayê ser xwe dihavêjim û derketina min ber bi jor ve xurtir dibe. Ez nêzîkî mala wî dibim. Ji hundir bi dengek xweş kilamek Kurdî bilind dibe:

"Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê..."

Baksî derî vedike. Bixêrahatina germ, raxistina mutfeq û eywanê û bêhna xwarinên Kurdî mirov bi xwe re dibe Kurdistanê. Em derbasî eywanê dibin. Ew, berê xwe dide mutfaqê û qehwe datîne ser êgir, di ber re distirîne. Deng/bêjiya Baksî têra xwe bala min dikşîne.
Min zanîbû ku ew nexweş e. Ji nêz ve bala xwe didimê, çavên wî çûne xwarê. Kîloyên wî kêm bûne. Derket holê ku, nexweşiyên giran jî rê li ber evîndariya rojnamevaniyê negirtiye. Wî nivîsên min ji nêz ve dişopand, û hayê wî ji Medîa Kurdî û nivîsên belav dibin têra xwe hebû.
Me biryar da ku, bi bêhna fireh hevpeyvînê bikin. Bersivên wî, bi ken û helwêsta wî ya germ dest pê kir. Nêzîkbûna wî, cemeda heye ji holê rakir û eywan germ kir û resmiyet li derve ma. Hevpevîna me cihê xwe dida sohbetên dostane...
Qehwe ji me re hat. Xanim Elin, anku hevala wî bi xêr hatina min kir. Ew jî rûdine û sohbeta germ berdewam dike.
Elin Clason nivîskar û rojnamevanek nasdar e. Wê hejmarek pirtûk li ser Kurdan nivîsî ye. Wisa dibêje Elin:

" Min Mahmut Baksî nas nekiriba, Doza Kurdan dê çi caran nebûna mijar ji xebatên min re. Enerjiya Baksî, hezkirin û girêdana wî bi welatê wî ve, min zindîtir dike. Mahmut bû sedem ku, em bi hev re xebatên fîlm û mûzîkê bikin. Herin serdana Kurdistanê, bibin mêvanê şervanên Kurdan, serokên Kurdan Talebanî û Qasemlo bibînin, xebatên xwe bighêjînin hetanî Qamişlo. Belê, 23 salên min yê rojnamevaniyê bi giştî doza Kurd hemêz dike..."

Sohbet û hevpeyvîn têkilav bûbû. Min carna kaseta teybê didate rawestandin. Mijara sohbetê bûbû dengbêjên Kurdan. Kûrbûna wî li ser çanda Kurdî, evîna wî li hemberî kilamên klasîk û dengbêjên Kurdistanê xwe dida der. Ji her kilamekî rêzek dihanî zimên. Dengbêj Baksî bala çi kesan nekişandibû. Qet qala aliyê wî yê dengbêjiyê nehatibû kirin...

Berê hevpeyvînê dikeve ser pirsgirêkên mediayê. Exlaq û pîvanên etîkî. Û pirsgirêkên Rojnamevaniya Kurdî. Gazinên wî li ser mijara "sansûra rêvebirên organên mediayê li hemberî xebatkarên xwe û li ser navê rexnegiriyê nêzîkbûnên bi neyartî", bi rêz dibûn. Agir ji awirên wî dibariyan û wisa digot: "Pêwîst e em berê rexneyê bidin rojnamevaniya xwe û paşê pênûsên xwe bikin tiving û bixine sînga mirovan!"

Paşê "dostên roja teng" bû mijara sohbeta me. Gazin ji xwe kir. Ji dost û nasên nêz kir. Dirêj bû gazinên wî. Tev bi keser, hêvî û carna jî bi nifirên ne eşkere barkirî bûn. Diyar bû ku, hêviyên wî ji wan pir hebû. Di dema şerê wî li hemberî nexweşiyên xwe de hejmarek kesên bi sînor li nik xwe didît...
Hevpeyvîna dirêj, bûbû sê beş. Beşek jê belav bû yên din di arşîva taybetî de ma...

¤¤¤

Me gelek caran hev dît. Hevpeyvînên rojnamevaniyê cihê xwe dabû, serdan û sohbetên kesên nêz. Cara dawî, hevdîtina me li mala wî ya nû li Gotgatanê pêk hat. Wî qala suprîzekê ji min re kiribû. Dema ez çûm mala wî, bi Ehmed Kaya re bixêrhatina min kir. Li mala nû Elin xuyanî nedikir. Lê dengê heman kilamê ya li kolana Surbrunê, ji mutfaqê belav dibû. Min baş fêhm kir ku Baksî, pir hez ji vê kilamê dike:
"Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran e
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne

Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê...
Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê..."

Êşa sirgonê giran e. Hesreta welat û dûrmayîna ji evînê, dost û xizman, weke agir e, di dilê mirovî de ye, dişewitîne, agir û bêhna şewatê ji dev, çav û mêjiyê mirovî difûrîne. Mirov di binê bîrek kûr û nîvçikîyayî de ye. Bi bîrê re diçike. Her car bi hêviyên mezin bi dîwêr ve hildikişe. Di nîvê rê de, dest diweste, mêjî naxebite û tempoya dil qels dibe. Mirov ji ezmana bi ser dev dikeve erdê. Cendek perçe perçe dibe. Êşa bêhêvîtiyê mirovî kor dike...

Mahmut Baksî û Ehmed Kaya du teyrên xerîb û evîndarê welatê xwe bûn. Evîna welatperweriyê jiyana li sirgonê dabû wan. Jiyana sirgonê bi nexweşiyan barkirî ye, û weke ku Mehmed Uzun dibêje: "mirin herdem dikare bibe mêvanê mirovî"...
Min li Baksî û Kaya nerî. Bi dilek şikestî, nifirên min birêz dibûn:

"Çend demin ez nifiran dikim xêr nake û dua dikim nagihêje cî. Cihê nifir lê dihatin pejirandin, çima ji me re bêdeng e?! Çima dengê me nabe xwe?! Çima em, zarokên Zerdeşt û Brehîm pêxember, herdem dibine qûrban?! Çima hêstirên me nayêne dîtin, qêrîniyên bav û dayikên Kurdan re guh tê girtin!?."

Em bi hev re derbasî odeya xebatê dibin. Makîneya kevnare ya nivîsînê li ser masê ye. Li wir, li ser dîwan û ber pacê tev nivîs, jêretebînî, rojname, pirtûk û dokument in. Nivîs û dokumentên li odê şahidbûna gelek bûyerên li Kurdistanê dikin...

Baksî ji me re qala eşqa xwe ya pêşî dike. Evîndariya wî didomiya. Yara şêrîn ji bîra wî nediçû. Pora dirêj, çavên xezal, bejina zirav, lêva sêvesor ji hiş û xeyala wî dernediket. Ji me re qala yara şêrîn dikir:

Ne bi dilekî lê bi heft dilan dil ketibû keçek xwîn şêrîn. Awirên wê, wî serxweş dikir. Baksî biryara xwe dabû ku pê re bizewice. Wî zeriya di xeyala xwe de peyde kiribû. Yadîgarî diçûn û dihatin. Nîvsozek hatibû birrîn.
Hêrsbûna wê rojê, biryara şaş û çend peyv bûbûn sedema têkçûyîna wê zewacê. Çû û nebû yar jê re. Çend sal di ser buyerê re derbas bûbûn. Keçik bi kesekî din re zewicî bû. Zarokên wê çêbûbûn. Lê dilê Baksî hê jî bi ser wê ve bû. Agirê dilê wî gurr dibû, û şewata wê didomiya...

¤¤¤

Dema Baksî derketibû Ewropayê, nivîskarên Kurdan li Ewropayê zêde tune bûn. Wî ji bo parastina çand û zimanê Kurdî gelek berhem afirandin. Bi rêya pirtûkên wî, çîrokên Kurdî li dinyayê belav bûn.

Rojnamevan bû, derd û xwestinên gelê Kurd anî zimên. Carna jî bi rola dîplomasiyê radibû, derdê welatê me dihanî zimên. Îro jî aliyê wî yê film û muzîkê li benda lêkolînê ye, zêde nehatiye qalkirin.

Ew, rojnamevanek durbîn, zûbîn û kurbîn bû. Buyerên rojane ku ji xelkê re normal dihate ditîn, li bêjingê dixist û jê re dibû mijara nivîsînê. Rengek pir profesyonel dida nivîsan. Bi peyvên hilbijartî û Kurdewariyê nivîsên xwe ava dikir û bi rengek balkêş pêşkêşî mirovan dikir. Têkiliyên wî xurt û piralî bûn. Diwestiya, lê enerjiya rojnamevniyê jê re dibû hêzek nû...

¤¤¤

Evîndarê ziman û çanda Kurdî Mahmut Baksî nexweşiya xwe giran bûbû. Paşê xebera nexweş belav bû. Mahmut Baksî çûbû rehmetê...

Ji bo cara dawî,
Xatir jê dihate xwestin,
Kurdên li sirgonê yek bi yek,
Mîrhem Yigit, Mehmed Uzun û yên din,
Paşê hevala wî Elîn,
Silav didanê de.

"Min li Amedê bi cî bikin", gotibû Baksî,
Û ew,
Li devera ku Şêx Seîd û bi sedan şervanên Kurdan serî dabûn,
Cihê ku ji Kurdan re bûbû K`abe,
Bi beşdarbûna bi hezaran kesan,
Li Amedê dihate bi cî kirin.
Ew niha ji navenda Kurdewariyê li me temaşe dike,
Êdî ne êşa sirgonê dikşîne û ne jî ya nexweşiyê,
Bi tevayê şehîdên welat re ye,
Bi wan re silavê dide me,
Û dengê kilama li ber dilê wî şêrîn pêl bi pêl tê,
Ji bedena Amedê bilind dibe û dighêje dost û kesên nêz:

"...
Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê...
Dilê min şewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, ax ketinê...


Ji pirtûka Gabar ÇIYAN ya li hevpeyvînên bi Mahmut Baksî re amade dibe hatiye girtin...

Cîhana Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan


Analîz: Gabar Çiyan

Wêjeya kurdî ya devkî herdem bala min kişandiye. Berhemên wêjeyî bi saya serê dengbêjan hatiye hetanî roja me. Di wan berheman de dîrok û çanda kurdan, hêza zimanê kurdî derdikeve pêş mirovan. Divê xebatên nivîskî jî neyên jibîrkirin. Mirov bi saya wan, bi kurdî difikire, li ser dîroka xwe bi helwestek e kurdî xwe nêzî pirsan dike, çanda kurdî bi şêweyek e xurttir derbasî neslên nû dibe û ziman ji qalibê xwe yê teng derdikeve, di gel parastina nirxên xwe ve, bi pêş dikeve.
Ehmedê Xanî bi nivîsîna Mem û Zînê bû bavê toreya hemdemî, bala me kişand ser nirxên nivîsîna bi kurdî, berhevkirina berhemên bi kurdî û vejandina wan, hizirkirina bi kurdî û jiyanek e azad di bin ala Kurdî de. An ku bi nivîsîna Mem û Zînê, ne tenê kalsîkek kurdî vejand, bi hunera xwe hejmarek reng anku fikir di berhema xwe de bi cî kir û bi mesajên xwe ên piralî xwe gihande roja me. Piştî Ehmedê Xanî hewildanên bi kurdî piralî bûne. Lê têr nekirine ku xwe bighêjînîn wî. Mirov dikare bêje ku, bi derketina kovara Hawarê toreya Xanî piralî ji nû ve hatiye vejandin. Destpêka weşana kovarê bi xwe re guhertinên nû dihêne. Wir dibe cihê nivîskar û rewşenbîrên cewaz. Di wir de zimanê kurdî forma xwe ya bi tîpên latînî distîne. Mîr Celadet, di gel hejmarek kesan ve dikeve nav xebatek bêwestan. Nivîsîna helbestan, çîrokan, berhevkirina berhemên klasîk, wergera berhemên cewaz dibe beşek ji xebata wan. Bê gumen Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan jî karên giranbuha dike. Û hejmarek kesên nasdar mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Rewşen Bedirxan, Ehmed Namî, Nûredîn Usif ûhwd. bi Hawarê re mezin dibin, pê re dibin yek. Hawar ne tenê rola kovarekê, lê bi hejmarek rolên din jî radibe. Nirxdayina zimanê Kurdî, piştî Xanî bi Hawarê digihêje cihekî bilind. Hawar dibe çavkaniyek mezin ku têde klasîkên Kurdî û hejmarek ceribandinên wêjeyî kom dibin. Nivîsîna dîrokê bi mentalek Kurdî formek xurtir distîne. Bandora erebî bi saya tefsîra Quranê û hedîsên pêxember tê kêmkirin û Hawar dibe medereseyek modern ku tê de karên olî bi kurdî tê pêşkêşkirin. Zimanê kurdî bi nivîsînên bilind pêş dikeve û digihêje radeka bilind. Bi kinahî, Hawar rola Mem û Zînê digire ser milê xwe, bi gavên modern hizirkirina bi kurdî û kurdewariyê berepêş dixe, vedijîne. Mîr Celadet û Kamîran di wê demê de kovara Ronahî û Roja nû jî derdixînin, lê giraniyê didin Hawarê. Hawar dibe dengê wan, hişê wan, awazên wan û digihêje roja me, û neslên di rê de.

Ev nivîs bi munasebeta salvegera mirina Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan hatiye amadekirin. Di vê nivîsê de bêhtir em ê li ser rola Mîra Kamîran Bedirxan di Hawarê de hur bibin, xwe nêzî cîhana wî bikin û hewil bidin ku mesajên wî bistînin.


Mîr Kamîran Bedirxan

Bapîrê wî, Mîrê Cizîra Botanê bû. Mîr Bedirxan, bi serhildana li hember împaratoriya osmanliyan tê nasîn. Piştî têkçûna serîhildanê, dest danîn ser mal û milkên wan, û ew bi malbatî ajotin Girîtê. Paşê jî Sûriyê. Piştî ku Abdulhamid tê ser textê Sultanetiyê, mecalên vegerê bidestdixînin. Ne li Kurdistanê lê li Stenbolê bi cî dikin. Mîr Kamîran di wan sala de, di 1895 de li Stenbolê hatibû dinyê. Ew, kurê Mîr Emîn Elî Bedirxan e.

Mîr Kamîran, xwendina serî li Stenbolê bi dawî tîne. Di şerê cîhanê yê pêşî de, xort  e. Bi dilê xwe tevlî şer dibe. Di demek kin de dibe şahidê lîstikên hêza Îttîhad û Terakî. Neteweperestiya wan di bin navê îslamê de bala wî dikişîne. Ji wan bi dûr dikeve. Piştî ku osmanî têk diçin, peyman tê îmzekirin û bajarên imparatoriya Osmanliyan ji aliyê hêzên serkevtî ve têne dagirkirin. Di dawiya şer de prensîbên Wîlson ji aliyê hemû welatên têkel ve tê pejirandin. Li gorî peymanê, netewe dibûn xwedî mecal ku qedera xwe bi destên xwe, pêşeroja xwe li gorî xwestina xwe diyar bikin. Li ser vê yekê ereban, ermenî û welatên balkanan gavên bilez ji bo azadiyê avêtin. Beşek ji xebatên Kurda jî bêhtir li Stenbolê li dor û dora komela ”Kürt Teali Cemiyeti” dihat meşandin. Mîr Kamîran bi nivîs û xebatên xwe alîkariya wan dike. Piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike.

Di sala 1919 de di gel Mîr Celadet û Ekrem Cemîl Paşa ji bo kar û xebatên polîtîk têne Kurdistanê. Lê wê demê Mistefa Kemal li Sêwasê ye û rê li ber xebatên wan digire. Artêşê dişîne ser wan. Piştî serketina M. Kemal li Tirkiyê, fermana bidarvekirina Mîr Emîn Alî Bedirxan û hersê lawên wî, Sureyya, Kamîran û Celadet derêxist. Mîr Emîr û Sureyya derbasî Misirê dibin. Mîr Kamîran û Celadet jî ji bo xwendina xwe ya bilind tên Almanyayê. Di heman demê de M. Kemal berê hişkiya xwe dide Kurdan, bi siyasetek e nû çand, ziman û dîroka wan, hebûna kurdan înkar dike.

Mîr Kamîran xwendina bilind bi dawî tîne. Ji nû ve dikeve nav xebatên polîtîk. Di avabûna hêza Hoybûnê de cî digire ku alîkariya serhildana Agiriyê bike. Lê mecalên tevlîbûnê naçe serî. Şer têk diçe. Mîr Kamîran, careke din li Elmanyayê ji bo bidestxistina doktoriya hiqûkê dest bi xwendinê dike. Piştre tê Kurdistanê. Li Beyrûdê awûqatiyê dike. Ji aliyê din bi zimanek e bilind nivîsan dinîvisîne. Hetanî salên 40 î gelek nivîsên wî di kovara Hawarê de tê weşandin. 1943 de kovara Roja Nû, bi zimanê fransî û kurdî li Beyrûdê derdixîne. Bi birayê xwe Mîr Celadet re giraniya xwe didin elfabeya kurdî û xebatên din. Bi hejmarek kesên nasdar yê mîna Cegerxwîn, Ehmedê Namî, Osman Sebrî re xebatên xwe yên çandî û edebî bilindtir dikin.

1947 de darbasî Fransayê dibe. Piştre li zanîngahe Sorbonê dibe doktorê zimanê Kurdî. 1954 de dizewice. Di dema salên 60 î û pêve, danûstandiyên wî bi rehmetiyê Barzaniyê mezin, Mistefa Barzanî re xurttir dibe. Li Ewropa nûneriya tevgerê dike. Di salên 70 î de diçe başûrê welêt. Gera li welêt bandorek mezin lê kir. Mîr Kamîran Bedirxan di 1978 de li Parîsê çû rehmetê. Berhemên gelek bi nirx di du xwe hişt:

Gramera kurdî-tirkî, langue kurde, la queztion kurde, xwendina kurdî, çarînên xeyam, xwendina kurdî, ji tefsîra quranê, fêrbûna xwendina kurdî, zimanê kurdî, çar încîl û gelekên din...


Dîtinên wî li ser ziman û edebiyatê

Mîr Kamîran di hejmarên destpêkê de bala xwendevanan dikşîne ser pirsa ziman û edebiyatê. Di nivîsa xwe a ”Hevxistina zimanan” de balê dikşîne ser bikarnîna ziman û xeterên li pêşiya zimanên qels. Di ”Edebiyata welatî” de tecrûbeyên xwe tîne zimên. Wisan dibêje Mîrê hêja Dr. Kamîran Bedirxan:

Edebiyata welatî

Edebiyata welatî, ew edebiyat e ko ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên wî, ji stran û laje yên wî hiltêt. Kanîya wî, dilê milet, hiş û heyata wî ye. Tinê ev edebiyat e, ko germ, rengîn, bibihn û xwedan ruhnayî ye. Ji vê edebiyatê, dengê blûr û dîlanê, stranên çiyê, zîzîya hêvîn û hejkirinê bi teptepa dilan ve tên bihîstin.
Piranîya miletan pirîcar vê rastîyê seh ne dikirin, ber ne diketin. Li Ewropayê, miletin hebûn ko hêj zimanên xwe ne dikirin. Zimanên xwe kiçik, teng, nespehî û nehêja didîtin. Ev hal di welatên Rohelatî de jî dihat dîtin. Her wekî di nav kurdan de, heçî mirovên zana radibûn kitêbên xwe ne bi zimanê kurdî lê bi zimanê biyanîyan dinivîsandin. Piştî xebata sedan salan, di welatên Ewropa û Rohelat de hate seh kirin ko ev rê dernakeve û awa naçe serî. Çiko milet ji wan kitêban re guh ne dida û xebata wan mirovan berxudar ne dibûn. Ber vê yekê ev mirovên ha vegeriyan ser zimanên xwe. Vêca xebata wan zûka berên xwe dan û milet pey edebiyata wan çû. Bi vî awayî di nav wan miletan de edebiyateke geş û zendî çar bû. Êdin her kes zana, nezana, bajarî, gundî ko xwendinê zanî be, zimanê wan seh dikirin û kitêbê wan dixwendin. Ji ber ko ji nivîsandin û belavkirina kitêban qesd ew e ko hiş û fikrên qenc bikevin nav xelkî, di dil û serên wan de cih bigirin.
Ji meseleya zimanî pêve meseleke din jî heye. Herwekî nas e, fikir û his di dora zimanî de digehînin hev, û her ziman fikir û hisên xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigre û ew pê rediguhêzin, û pey zimanên xwe dikevin. Bi vî awayî di gel zimanî fikir û hisên biyanîyan jî tên dikevin nav me, di dil û hişê me de cih digirin, û rû û gonê me ên manewî diguhêrînin, diheşifînin.
Paşî vê gotinê, qesda me, awayê edebiyata me ji xw têt seh kirin, û ew rêya ko tê re dixwazin herin bi xwe vedibe û dikeve pêşiya me. Vêca divêt ko em bi zimanê dê û bavên xwe, bi zimanê şîrîn û delal, bi zimanê kurdî, bi kurdîya xwerû binivîsînin, û fikir û hisên xwe ji çîrok û stiranên kurdî bigirin. Ji xwe Ehemedê Xanî berî sêsed salî vê rêyê ji me re vekiri bû. Lê heyf paşîyên wî pê ve ne çûn. Xanî xurtîya zimanê xwe hêj wê gavê hesiya bû, û ji wan re ko pê ne dinivîsandin bi beyta jêrîn dixwest bide zanîn.
”Saqî şemirand vexwar durdî
Mawendi/ derî lisani/ kurdî”
Êdî çax e, ko em bidin pey Xan î (Hawar, hejmar 1).


Wêjeya kurdî û erotîzm û bandora ola îslamê

Di wêjeya kurdî ya devkî de gelek caran qala xweşikbûna dîlberan tê kirin. Ew, têra xwe vekirî ne. Lê çi girêdana xwe bi berhemên erotîzma pornokarî tune ne. Berhemên erotîzma pornokar, jinê dike navgînek cinsî û wê bikar tîne. Lê etîka di wêjeya Kurdî ya di devkî de heye, erotîzmê bi çarçove dike û bûhayê xweşikbûna zeriyan bilindtir dike. Di van salên dawî de hejmarek berhemên edebî bi kurdî ji çapê derketin. Lê di wan de, erotîzm anku ev vekirîbûn zêde tûne ye. Erozyonek bi ser wan de hatiye. Hatine şûştin û paşê jî li seradê ketine. Bejn û balên zirav, hinarkên mîna sêva, lêvên mîna şekir, bi saya serê berhemên nivîskî bi çarşevên erebî tên ser girtin û derdikevin bazarê.

Bi vê bêhtir qala bandora îslamê li ser wêjeya kurdî tê kirin. Bikaranîna zimanê erebî jî sedema duwê tê xuyanîkirin.

Wêjeya kurdî bi wêjeyên cînaran re daye û  standiye. Lîberal e. Hejmarek ol li Kurdistanê bi xweşî anjî bi zorê bi cî bûne. Ola kurdan bi zorê dane guhertin. Lê kurdan bi şêweyek konservatîv wêjeya xwe ya devkî parastiye. Ola xwe ya nû bi rêngê kurdewarî û baweriyên kevnare re pejirandiye. Etîk û bilindbûna wêjeya xwe ya devkî gihandiye redeyekî berztir. Çand û ola xwe ya kevn, di gel ya nû de hunandiye û versiyonek li gora xwe derxistiye holê. Ji vê awirê helwest û berhemên Dr. Kamîran Bedirxan têra xwe balkêş in. Weke tê zanîn Îslam hêza xwe ji du kaniyan distîne. Quran û hedîs. Dema mirov li Hawarê dinêre, tefsîrkirina Quranê ji aliyê Mîr Kamîranî ve hatiye kirin. Her wisan hedîsên cenabê pêxember Hz. Mihemed jî wergerandine kurdî. Li nik hedîs û weregar Quranê jî çîrok an jî ceribandinên Mîr Kamîranî hene ku beşek ji wan bi dîmenên erotîk hatine neqişandin. Lê di wan de etîka wêjeya kurdî bi xetên zirav hatine kişandin.

Helwesta Mîr Kamîran pişta xwe dide zaniyariyê. Ew ji Xwedê û Pêxember bawer dike. Lê baweriya rûhî nikare tesîrê li wî, û helwesta wî bike ku wêjeya kurdî têxe bin çarşefên reş. Bi erebî hizir bike. Mîr Kamîran berdewambûna tradisyona Xanî ye. Ez bawerim ku ceribandina wî ”Koçera mîran” bi xwe re mesajên hêja dighêjîne me:
Koçera Mîran!..

Ho koçera min! Min bi maça devê xwe, maç bike. Hevîna te ji şerabê spehîtir e. Bîhna te, bîhneke şîrîn e.
Dengê navê te wek ronîya rojê belav bûye, ji lewre her kes hej te, hej sura bayê te dike.
Ho keça koçerê mîran! Tu esmer î, lê spehî yî. Tavê li ruyê te neyiriye, ji lewre tu esmer î. “Zêrê zer î, xirab nabî, tu koçer î deştî nabî.”
Di nav kulîlkên sor û zer de, kulîlka spehîtir tu î. Di nav jinên zirav û şîrîn û bi bejn û bal de a çelengtir tu î.
Di spehîtiyê de serdara serdaran û sertaca delalan tu î.
Sîngê te ezmanê min e, mirarî li ser sîngê te wek stêrkan diçirisin. Çavên te, ne çavên xezal û askan in.
Di çavên te de agir hildibe û kortalên kûr û tarî tê hene.
Zêndana dilê min çavên te ên reş in. Hêlîna heyîna min di siha mijangên te de ye.
Koçera min, ji xewê rabe koçera min.
Buhara pêşîn e; mêrg û solîn bi bihn û reng in, ba serxweş e, kanî sar û bi kêf û guşguş in; hezar strana hevînê dixwîne.
Libadeyê te zîv e, bedena te servehatî ye.
Di zendên te de bazinên zêr û gewherkirî, di baskên te de bazbazingên sor û zîvkirî bêlîteya rewşê distirin.
Bisk û guliyên te ên çînçînkirî, bihna misk û enberê belav dikin û ser dilê xortan vedidin.
Hewa bi bihna te bihndar, çîçek bi rengê te rengdar dibin.
Wek tawûsê lûleper û nazdar î, meşa te wek meşa qumrî û kevokan nerm û sivik e.
Ho koçera min! Serê te nêvserk û kumribkirî, tiliyên te gustîlkirî, gustîlkên te sefkirî, eniya te toqkirî, nermikên te guharkirî, gerdena te morîkirî, zendên te bazinkirî, lingên te xilxalkirî, bedena te bişkojkirî, şara serê te gulîvk û serçaxkirî, keziyên te şerabkirî, ristika te serdilkirî ne, ho koçera min! Çavên xwe veke ez dixwazim stêra qedera xwe bibînim.
Lêvên te sor in û wek agirî germ in. Gul bi kenîna te dibişkive û bi girîna te diwerihe.
Koçera min, rabe û min bi maça xwe, maç bike.
Dilê min, serxweşiya maça te û mestiya bihna te dixwaze. Berde, bila zenda min bibe kemberbestiya nêvtenga te. Dev û lêvên te, kaniya ramûsanê ye; bihêle bila bêriya dilê min, bi ava wê kaniyê dîn û bêhiş bikeve!
Ho koçera min!.. (Hawar, Hejmar: 26)  


Qalkirina Kurd û Kurdistan û navdarên kurda

Mîr Kamîran di Hawarê de helwêsta xwe li hemberî lehengên kurdan vekirî diyar dike. Bi firehî li ser Zerdeşt disekine. Paşê Ekrem Cemîl Paşa. Di ”Eyloyê pîr” de qala Mîrê Botan dike. Di hejmarek helbestên xwe de bi navê ”Ala kurdan”, ”Bi yekbin”, ”Welatê kurdan”, ”Stirana dilan”, ”Dil koçerê” û hwd. hesreta welat, spehiya wê ya xwezayî, girêdana bi welêt û xwestina azadiyê tîne zimên. Qala Xanî dike. Hezkirina xwe vekirî tîne ziman. Rêşopandina li pey Xanî ji xwe re dike bingeh. Ne bi tenê di nivîsê xwe de, her wisan di helbestekî xwe de jî Xanî bilind dike:

Xanî

Ew nûr e, herê li erdê şihr ê
Şihra me ye, şihra bendewarî

Seydayê me ye, melayê yekta
Ava kiriye bi şor, qesran

Parîsê gulî bi şorê kurdî
Ava te dikir melayê xanî

Bê zêr û kevir, ji pêta te arî
Ava te dikir serayê şihrê

Gewher ew e, ew û can e bistam
Destpêkire ew, û da ew encam

Ruhnayî te da, li erdê kurdan
Ruhnayîya te, delala yezdan

Hêvîn tu î, tu çavê seyda
Ferzane î tu û lawê mewla

B`sazê, te dikir, te da wê cûşiş
Ey hişvekiro! te da wê xwahiş

Şeştarê te ye, ko da me zanîn
Firdews li kû ye, bihar û havîn

Gul, bilbil û ney meqam û jale
Tev de dikirin fixan û nale

Zêrker tu î tu ne pîlewer tu
Seyda yî herê, û ser hiner tu

Meywa te xweş e û avdar e
Wek Xanî kî ye? tu kes nikare

Bercîs tu î tu, tu rêberê me
Textê tedi dil û serê me

Tirba te ne ax e, canê Xanî
Tirba te dil e û cawîdanî

Rehmet bi te ye û pesna yezdan
Heyrana te ne, xulam û xaqan (Hawar, hejmar 2).


Mîr Kamîran Bedirxan dide pey şopa Ehmedê Xanî û berê xwe dide Mem û Zînê. Ji nû ve ji du awiran li wan dinêre. Hilmek nû dide Mem û Zînê. Bi awayek helbestî, bi zimanek bilind xwe nêzî vê destana hêja dike:

Xatirxwaziya Memî

Mem got, dê kerem ke ezbenî tu
Dêka min î tu, na bay î wek dû,

Qedrê te erê gelek giran e,
Mem qedrê dêyan gelek dizane.
Ser pêsîr û sîng û paşila te
Germî kê dida? tînê dilê te

Dadê tu yî tu, tu dadika min,
Destê te hejand mehdika min.

Alos î erê, erê tu dê yî;
Fêkê te me, ez tu dar û ra yî

Dadê megirî xwedê piyar e,
Lawê te ye Mem ji dê re yar e

Mak î erê tu, tu yî dilovan
Lingê te de Mem peşîb e, qurban

Iznê bide min ko dilbirîn im
Dadê ji te re keça te bînim (Hawar, Hejmar 1).


Şîn û pesna Zînê

Bilbil û gul, parîzê Botan û rengê çav û meng
Bin siha şîn û keser wek hêstir e, hawar û deng.

Pilpilî, kokîyê zer, nêrgiz benefş û lalezar;
Wek nivîna Zîna Zêdan, nalenal û giryezar.

Ev stêrên zêr û zîvîn ruhnîya erd û dinê
Bin pêyê bawişkê Şînê bîr kirin hej û kenê,

Dengê kund û bûm, eylo ser dilê çaxa bûhar
Ser newal û fêd û kanî hêstirek bû aşîkar

Destê reş, qey hilçinandî, ruyê tavê ser zevî;
Yek kevanjen, hat û avêt ser dinê tîrê şevê.

Ney dinale, solîn û mêrg, parîzan guhdane wê
Şahîya dil, deng û govend nav keser çû û revî.

Nûbuhar, havîn û paîz û zivistan jî ne ma
Dora wan çaxa ketin, lêlan û berf û ah û ba.

Nikil û teyr û dadika dunîkilan,
Dîstrên, paxendê wan, Zîn ket li çalan û kelan.

Gewre ye ev şîna Zînê, Zîna Zêdan giryedar,
Bêheval in gul û bilbil, bêheval e lalezar.

Ruhnîya Ewrex û Dêrgul, ruhnîya Burcabelek
Ruhnîya erdê Cizîrê, ruhnîya Qesra Felk

Ruhnîya efser û tac û ruhnîya rexta nivîn
Ruhnîya carî xulam û ruhnîya Adar û şîn

Ruhnîya Tacîn, Çeko û ruhnîya mîrê Ezîn
Ruhnîya parîzê jînê, ruhnîya jar û hezîn

Ruhnîya xizan û sêwî ruhnîya ezman û çeng
Ruhniya polad û Ristem ruhnîya çavan û reng

Ruhnîya kanî û hûrî ruhnîya bihna buhar
Ruhnîya bîcade, gewher, ruhnîya zîvînîtar

Ruhnîya erdê welat û ruhnîya ar û bihuşt
Ruhnîya av û çîman û ruhnîya dar û bihuşt

Ruhnîya zimridê xusrew, ruhnîya bistamê Key
Ruhnîya ney û blûr û ruhnîya paxendê mey

Ruhnîya seyda, hewarî, ruhnîya firdewsê bext
Ruhnîya hêlîna jaran, ruhnîya ekwan û text

Ruhnîya nermî, delalî ruhnîya rêl û çiyan
Ruhnîya şêr û piling û ruhnîya mêrg û giyan

Ruhnîya hêvîn û pêtan ruhnîya Efrasiyab
Bendeyê Zîn e firişte, bende ye Tehmasiyab

Ruhnîya sor û sipî û ruhnîya Zer û heşîn
Ruhnîya pîr û ciwan û ruhnîya hawar û şîn

Merhema hêstir û jarî merhema çaxa xirab
Merhema ah û birîn û merhema kalan û bab

Zîna Zêdan, Zîna ezman, zîna nêreng û delal
Zîna xortan û firişte, Zîna çav û bab û kal

Dilketî ye Zîna Zêdan, dilketî xortan û Pîr
Ser dilan hêvîn şah e, efser e, ser şah û mîr (Hawar, hejmar 5).


Mîr Kamîran Bedirxan pir zêde hez Şêx Seîdê Pîran dikir. Di du çîrokan de wî û hevalên wî bi bîr tîne. Bi zimanek bilind, nirxê wan buhatir dike. Herdu çîrok nîşanên vekirî ne ku ew bilindbûn û xurtbûna zimanê kurdî derdixinin pêş. Afirandina berhemên edebî û çêja nivîsandina bi kurdî pêş mirov dikin:

Li Ber Tirba Şêx Seîd

Sura êvarê, lêva xwe hêdî hêdî digihîne tirba te.
Di bêdengiya wê demê de, bi tenê dengê te tê bihîstin.
Eniya min giran û tarî, ruyê min sar û dilê min hişk e; hatim li ber tirba te rawestiyame.
Kêla te nabînim, axa te hêj nerm e. Tirba te, ne binavkirî ye û bêrewş e.
Navê te, bi herfên xwîndar û ruhn, li ser rêya Pîran, Xarpêt û Diyarbekirê nivîsandiye.
Navê te, li ser pola û hesin, li ser ferş û li ser dilê camêran diçirise û dibirûse.
Ev çend sal in ku çêbûye, lê niha jî ji navê te dijmin dilerize.
Rêç û şopa piyên te, di deşt û çiyayên Kurdistanê de tên dîtin. Tu di dîroka me de veşartî, di dilê me de xuya yî.
Dirêjahiya tirba te, sê gaz in. Zarokek bi piyên xwe yên kiçik di bihnekê de dikare wê bipîve.
Ji tirba te, îro tu deng nayê, dijmin pê li tirba te dikin.
Ezmanê me reş û bi ewr bû, tu wek birûskekê jê derket û jê daketî.
Min tu li ser kokekî bilind dîtî, di ber lingên te de geh ava Dîcleyê ya bi kef û geh ava Feratê ya bi xwîn diherikîn.
Niha jî, ez te bi çavên dilê xwe dibînim. Rû û eniya te zer in, çavên te girêdayî ne, sîngê te birîndar e, te xwe dirêj kiriye lê tu nalivî!
Tîrêjên rojê nagihên te. Lê gora te ne tarî ye. Jê ruhniyeke ecêb derdikeve, ruhniyeke lûleper; ew ruhnî, dilên kurdan ji evîna welêt tijî dike.
Xaçerêyên hişên me dibin rê û şehrê.
Barana çiloyî li ser tirba te dibare; dar û kulîlk ji bo te digirîn.
Li ser ala te bawerî; camêrî, rastî û bext nivîsandîbûn.
Dengê te, dengê azadiyê bû. Tu ji kenê welêt şa dibûyî û ji kenîna şûr û xencerên pola!
Wekê roj ji pişt çiyayên Pîranê derdiket û tava wê li çekên peyayên te dida; ruyê te geş, dilê te şa dibû.
Tu bêken mezin bûyî. Şîna welatê te, di dilê te de bû. Tu bê ax û girî çûyî.
Te tola xwe ji çêliyên Kurdistanê re hişt (Hawar, Hejmar: 17).


Dildizîya Gulekê

Li ber derîyê Diyarbekrê parîzekî mezin heye. Ev parîz bi sosin û rêhanan, bi lale û benefşan xemilandî ye.
Her êvar bayekî xweş û honik bi wan gulêlîkan re dileyize. Bihnûnî di hêlanoka bayî de xwe dihejînin.
Avên zelal ji sîngên quleteynan divizikin. Ji ezmanî, stêrik, bêdeng li wan fedikirin.
Di bin wê erdê de, di bînaniya hîmên wî parîzî de kortalek heye. Kortal, kortaleke tarî.
Di wê kortalê de Şêx Seîd bi hevalên xwe ve vaşartî ye. Ji wê kortalê deng nayit. Kortal ker û di guhdarîyê de ye.
Di wî parîzî de her şev gulek vedibit. Rengê wê ji lêvên bûkan sortir, pelên wê bel û geş in.
Gava destekî biyanî drêjî wê dibe, pelên gulê tên yêk.
Ew gul, guleke bi nav û deng e. Kurdên ku di şerê welatî de hazir bûn, dildizîya wê gulê dizanin. Dizanin ko spehîtî û geşînîya gulê nîşanek ji imîda Kurdistanê ye.
Dizanîn jî ku di nav her pelê wê gulê de hezar axên birîndaran, hezar evdên şehîdan, bi hezaran hêsirên sêwî û jinûbiyan, bi hezaran şînên welatîyan di xew de ne.
Şevkê, zabitekî dijmin, bi delala xwe ve hat û ket nav wî parîzî. Bi gavinên hişk û kanc pê li çîman û bihnûniyan kir.
Hêşînahiyên zrav şkestin, pelên kulîlkan ji hev ketin.
Di nav bayê êvarê de nalîneke zîz û zelûl hebû.
Zabit, çengê wî di bin çengê delala wî de, xwe da ber gulê û dest avêt gulê. Gul dil kir xwe bigre. Lê ewî ew çinî.
Wekî gul ket nav destên wî, sînga xwe vekir, xwe geş kir.
Her duwan ew bihn kirin û mirin (Hawar, hejmar 5).


Çîrok

Mîr Kamîran hejmarek çîrok nivîsîne. ”Nivîsevan” pir balkêş e. Li ser keda nivîsînê û hezkirina nivîsevanan di nav gel de disekine. ”Bêriya welat” jî ceribandinek, hilmek nû ye. ”Du egîd” û ”Du dengbêj” çîroken lê hêja ne. Di ya ewil de qala du hêsîrên kurdan dike. Li ser hisên wan disekine. Li ser daxwazî û xeyalên wan hur dibe. Berhem ji wêneyan pêk tê. Her wêneyek bi dehan mesajan barkirî ne. Çîroka ”du dengbêj”an çîroka hunermendên Kurdan e. Helwesta wan li hember dagirkêrên welêt tîne zimên. Helwesta hunermendên Kurd e, awaza wan e ji bo azadiyê. Bi vê çîrokê baş diyar dibe ku şer tenê bi çekan nabe. Huner jî çek e ji bo kesê ku zanîbe bi kar bîne. ”Mêrê min di şerî de ye” helwesta jina Kurd li hemberî neyaran tîne zimên. Bûka şeva ewilî ku mêrê wê diçe şerê azadiyê, lê ew nikare bêyî wê bidomîne û berê xwe dide malê. Lê bersiva wê balkêş e:


Du Egîd

Du egîd çû bûn şerê welêt û dîl ketibûn. Gava ew birin nav koma dijminan, serên xwe dan ber xwe.
Seh dikirin ko Kurdistan winda bûye, eskerê kurdan şikestine, revîne û serekên wan hatine girtin.
Her du egîd li ser van xeberên tehl digiriyan û yekî ji wan digot:
- Çiqas ez têşihim, birîna min çiqas dişewite.
Ê din digot:
-Stran vemirî, govend sekiniye. Min jî divê ez bi te re bimirim, lê di pişta min de jin û zaroyên min hene, bê min dê perîşan bibin.
-Pîrek ji bo min çî ye? Zaro ji bo min çî ye? Pêteke bilintir di dilê min de rabûye. Pîrek û zaro heke birçî ne, berde bila herin bigerin, welatê min, welatê min winda bûye.
-Bra hêvîyek ya min ji te heye, heke ez niho mirim, laşê min bi xwe re bibe û min li erdê Kurdistanê veşîre.
Kolosê min dane ser sînga min, tifinga min bi destê min û xencera min bêxe ber pişta min. Ez dixwazim wisa rakevim û bibihîsim, wek nobetdarek di gorînê de, heta ko dengê topan û şehîna hespan bên.
Dema reprepa hespên egîdên kurdan di ser tirba min re biborin û dengê tifing û topan bên, ez bi çekên xwe ve ji tirba xwe, xwe hilavêjim, ji bo standina welatê xwe! Ji bo standina welatê xwe!.. (Hawar, hejmar 2)


Du Dengbêj

Di wextê kevn de qesreke bilind û xemilandî hebû. Rewşa wê diket ser kulîlk û mêrgên deştan, hetanî avên çem û robaran.
Çarnikarên qesrê bi baxçeyên têrreng û têrbihn, gul û kulîlkan girtibûn.
Ew baxçe wek taceke zîvîn û zêrîn qesr di nêv de wek ruyekî şêrîn û tirîjtav dibiriqî.
Ji şehderwan û qulteynan avên zelal û kef xwe hildavêtin û bilind dibûn bal ezmanan ve wek keskesoran reng didan û dilop dilop mîna mirariyan diketin ser lêva gula sor, ser porê sosina zer û ser çavê xenceliskî yê reş de
Di wê qesrê de mirovekî zalim rûdinişt. Wî zalimî ew qesr ne bi xurtiya xwe girtibû. Lê Kurdistanê ew wek mêvanekî ezimandibû nik xwe. Kurdistanê got:
-Ev misilman e, birayê me ye, di navbeyna me de çi ferq heye, bila qesra me ya mezintir û spehîtir jê re be û em ê bindestiya wî bikin.
Ew zalim di wê qesrê de li ser textekî bilind û zêrîn û bi ebanos û hestiyê fîl xemilandî rûniştibû, girtin û berdan di destê wî de bû. Xira û ser xwe çûbû.
Her fikra wî bêbextî, her awira wî ern, her gotina wî xirabî û her nivîsandina wî xwîn bû.
Rojekê du dengbêjên siwar diçûn bi bal qesra wî ve, yek bi ceyndik û temeriyên zer ciwan, ê din bi porên spî pîr bû. Yê pîr ji ciwan re got:
-Kurê min, stranên me ên spehî û xweş bîne bîra xwe. Zexmî û xurtiya xwe, stranên me ên bi kên û girîn û bi şahî û şîn dane serhev, dengê xwe ê zirav û melûl hêdî hêdî berde, em diçin qesra ko tê de zalimê me, xedarê miletê me rûniştiye, divê em îro dilê wî ê hişk û polayî binermijînin.
Zalim bi hevalbendên xwe re di dîwanxaneyê de civiyabûn.
Zalim li ser textî rûniştibû wek ewrekî reş, di tenişta wî de jina wî Sînemxan, jineke kurd mîna gulên reş.
Dengbêjan dane ji derî ve, dîtin dîwanxaneyeke bi xeml û rewş, ji zilaman tijî, lê bêdeng, hatin pêşberî textî sekinîn.
Çavên biern û kînên komê ketin ser ruyên dengbêjan, tenê du çavên delal wek du stêran li wan kenî.
Ê pîr dest û tiliyên xwe yên spî û zirav ser têlên sazê ve anî, ciwan bi dengekî melûl û şewitî destpê kir.
Straneke spehî û bêhevrî bû, straneke delal û şêrîn.
Ji bihar û evînê, ji dilketî û dezgîranê, ji şahî û şînê distiran; ji her tiştên ku dilî nerm, hişî bilind dike, ji her tiştên ku can pê dikeve, divesihe yan birîndar dibe û dişewite û sîng pê diqelişe.
Dengbêjê pîr bi dengekî qebe û giran li dengbêjê ciwan ê zirav û melûl vedigerand.
Wek strana paşîn dest bi strana welatê Kurdistanê kirin û dax û birînên wî yek bi yek hildan.
Stran qediya, Sînemxanê ji sîngê xwe gulek vekir û avêt bi bal dengbêjan ve. Eniya zalimî qermiçî, ruyê wî têk re çû, ji çavên wî agir dibarî, da ber qîran û ji dengbêjan re got:
-Ji jinên min, di destê min de tenê ev ma, di vî welatî de we her tişt jehr kir, niho hon dest jin û canê min jî dikin, hiş û dilê milet ket destê we, xelk ji bo navê kurdî dest ji jina xwe berdidin, xwe bi mirinê ve girêdidin!..
Zalim ji cihê xwe rabû, şûrek danî dengbêjê ciwan û şûr di kezeb û pişta wî re derket; xwîneke germ û sor bi ser sîngê wî de herikî.
Bêdeng her du dengbêj ji dîwanxaneyê derketin. Du hêsir ji çavên Sînemxanê rijiyan û wek du mirariyan ketin li ser tiliyên wê yên zirav û nerm. Dengbêjê pîr hevalê xwe yê ciwan bir û ji qesrê derketin. Di baxçeyê de rengê xortî zer bû, cendekê wî ricifî, ket erdê û mir.
Wê demê dengbêjê pîr destên xwe yên bi xwîn raberî ezmanan kir û got:
-Qesra bêbext, paşiya te şewat, hilweşandin û xirabî be! Ji rewş û xemla te, bila sih jî nemîne. Kulîlkên baxçeyên te, bila êdî nebişkivin… Bûka biharê tu car nêzîkî te nebe, ji bêriya bihn û reng, xweşî û geşiyê bimire, vemire! Bila navê te winda bibe, xirbeyê te jî nemîne.
Hîmên xirbeyê te di sîngê welatê Kurdistanê yê spehî û delal de wek birînekê her bimîne û şerm û ezabên esaretê bîne pêş çavên Kurdistanê.
Dengbêj got, Xwedê bihîst.
Ev çend sal in her roj berek ji dîwarê qesrê dikeve. Dikin nakin pêk ve nacebire (Hawar, hejmar 20).


Mêrê min di şerî de ye

Di welatî de şerkî xurt, serxwerabûneke mezin çêdibû. Mîr û axa, eşîr û gundî, jin û keç, hemî dixebitîn.
Ji ser çiyayên bilind, ji zozanên çeleng dengê şerî û stranên welatî dihatin.
Can û dil, lêv û dev şa dibûn. Gotin distirand.
Di pala çiyayê Herekolê de, di gundekî ava û xweşik de, xelkê gund direqisîn.
Roj, hêdî hêdî di gencîneya ronahîya xwe de vedimirî. Di ser serê çiyayê Herekolê de, roj wek efsereke zer dibiriqî.
Herekol xêw û şah e, roj tacê wê.
Ewr di nav rengên sor û heşîn, al û kesk dibezin û dikevin himêzên hev. Îşev, şeva daweta Zîn û Zend e.
Zîn û Zend îro deh sal in, bi zincîra hêvînê bi hev ve girêdayîne. Sibê Zend ê here daweta welatî, daweta mêr û camêran, egîdên kurdan.
Roj vemiriye. Pûşiyeke reş ket li ser çiyayê Herekolê û berfên gewr. Ba nîne. Rêl bêdeng e, radizê.
Hêv di navbeyna ewran de, bi ruyê xwe ê zîvîn dikene.
Di pala çiyayê Herekolê de, di gundekî ava û xweşik de du dil bextiyar in.
Sibe zû saet şeş e. Bilûr û zirne bi çil xortên kurd dimeşin. Zend di nav wan de ye.
Zend cem delala xwe, destgirtiya xwe, jina xwe bi tenê şevekê ma. Serê wî giran e, dilê wî dişewite. Dilê hêvîna delala xwe ye.
Şev e, şeveke tarî. Bayekî sar û xurt tê, berf û baran bi hev re dikevin. Di nav zinar û rêlan de, ba difîkîne. Dengê wî kûvî ye.
Zend tifinga xwe dide hevala xwe, bê Zîna xwe nikare, rêya xaniyê xwe digire.
Di paş wî re, dengê tifingan û hêdî hêdî guregurên topan  vedimirin.
Ezman bi stêran tijî ye. Berf û baran sekinîne. Ba westiyaye. Bes ji dûr ve ewrekî reş dilive.
Li deriyê Zînê didin. Zîn ji hundir dipirse. Dengê mêrê wê tê:
-Zînê… veke… ez im… Zend… mêrê… te
Bi çavekî sar û tehl jê re dibêje:
-Mêrê min, Zend… bi welatiyên xwe re di şerî de ye! û derî digire (Hawar, hejmar 7). 

Mîr Kamîran di bin navê weşanxaneya Hawarê de hejmarek pirtûk li ser ziman û wêjeya kurdî xistiye ber çapê û belav kiriye. Her wisan li ser xala rabûn û rûniştina kurdan û normên axlakî jî analîzek xurt di Hawarê de weşandiye. Di nivîsek wî de bi navê Yewnanîstan qala dagirkirina welatê grêkiyan û şerê wan yê azadiyê dike. Di çend rûpelan de şerê 400 salan bi cî dike û mesaja xwe dighêjîne gelê Kurd ku berxwe bidin û ji bo azadiyê têkoşînê bikin.

Mîr Kamiran heta roja çû rehmetê nesekinî, bi dehan pirtûk nivîsî. Xebatên li ser zimanê kurdî ji xwe re kire bingeh. Li ser wêjeya kurdî berhemên giranbuha hişt. Bi analîz û makalên xwe rêya me ronî kir. Ji xortbûna xwe hetanî roja mirinê, li bakur û başûr piştgiriya şerê azadiyê kir, pê re bû. Hejmarek nivîs wergerandin zimanê biyanî. Nav û pirsa Kurd û Kurdistanê li gorî hêza xwe li cîhanê belav kir. Di derxistina hejmarek kovar de rola sereke lîst. Lê Hawar bû cihê wî û Mîr Celadet tê eslî. Bi hejmarek rewşenbîrên kurd re hewil dan ku felsefeya Ehmedê Xanî vejînin, belavbikin.

Îro em dinêrin ku gelê Kurd li hemû aliyan yekitiya xwe xurt dike, ber bi zimanek yekgirtî ve de diçe, wêjeya Kurdî herku diçe xwe bandora çand û olên cînar rizgar dike. Di van pêşveçûnan de paya wan gelek e. Di salvegera mirina Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan de em girêdana xwe bi dîtinê wî re didin nîşandan. Hawar rêya me ronî dike. Spas ji wan re. Ew lehengên nemir in. Silav li wan. Rehmeta Xwedê li wan be.


Çavkanî:

Hawar, Roja Nû, weşanên jîna nû, Uppsala 1986, Ronahî, jîna nû, Uppsala 1985, Antolojiya Helbestvanên kurd, A. Balli, Pelê sor 1992 Istanbul, Felsefeya Ehmedê Xanî, D. Dara, Int. Kurdî Berlîn 1995, Nimûne ji gencîneya çanda qedexekirî, Z. Zinar, Yekitiya nIvîskarên Kurd Stockholm, Turkçe izahli Kurtçe gramer, ozgurluk yolu yay 1986.

Lêkolîn bi munasebeta salvegera wefata Mîr Kamîran hatibû amadekirin...