lördag 11 juli 2015

”Ji Hz. Berhîm hetanî niha dîroka berxwedana mirovahiyê”


Ji destpêka mirovahiyê, bi zarokên Hz. Adem û Hawa, helwêsta însanî û neînsanî dest pê dike. Helwêst û kirina wan, bi başî û nebaşî, rastî û şaşî, xêr û guneh binav kirin. Paşê, xwestin û hewcedariya normên însanî, li gorî dem û şertan bi rengên cewaz hatine zimên. Bi wext re, ne tenê ji bo kes, kom, bawerî, hejar an serdestan, lê ji bo tevahiya mirovan, rêzgirtina mafên mirovan, jinan û zarokan, hatine pê. Daxwaziyên însanî di qonaxên dîrokî de, bi tekoşîn, ked û berxwedanê, tekûztir, zelaltir, xurtir bûne. Di dema me de, mafê mirovan, bi peymanên navnetewî garantî bûne. Lê şerê ronahiyê ê li dijî reşahiyê didome, berxwedan didome. Neheqî bi dawî nebûne. Mafê mirovan binpê dibe û wiha xuyanî dike ku, berxwedana mirovahiyê dê demek dirêj bidome.

Şerên li dijî zilmê ne hêsan bû. Gelek kes hatine girtin, avêtine hepsê, îşkence dîtin û bi şêweyên cewaz ji holê rakirine. Berxwedana ronahiyê li dijî reşahiyê wext girtiye û guherînên erênî di rojekê de nehatine pê. Gelek şer çêbûne û pir xwîn rijiya ye. Dîrokê qala lehengên mezin kiriye û dawiyê, heqiyê pişta zilmê şikandiye. Lê heta textê zilmê têk çûye û hilweşiya ye, gelek nirxên mezin feda bûne. Mal û milk talan bûne, bajar û gund şewitî ne, zarok, pîr û mêr can dane, bi taybetî jin û keç, mîna hercar, tadeyên herî mezin dîtine.

Heman tişt ji bo herêma me jî derbas dibe. Dengbêjên me û kilamên wan şahidiya bi sedan bûyerên wiha dikin. Gelek ji wan, qala şer û berxwedana li dijî zilmê dikin. Lê di kilaman de, aliyê herî balkêş, ji şerê du aliyan bêhtir, berxwedana kesên li dijî zilmê ne. Egîdiya wan e, plan û encamên bûyeran e.

Li gorî lêkolînêran, Hz. Berhîmê Xelîl BZ 2000 salan jiya ye. Ji nijada Nebî Nûh e. Kitêbên pîroz, Tewrat wî bi ”Abraham” binav dike. Asurî ”Aburamu”, bavê pîroz dibêjinê. Li gorî Quranê, ew, ne Cihû ne jî Ereb e. Îhsan Nûrî peyva cenabê pêxember Hz. Mihemed bibîr dihêne û wiha didomîne; ”Ereb ne ji min in û ez jî ne ji Ereba me. Eger ne di nav wan de ne be, li herêma Ecema bigerin.”

Kitêb û axaftinên ji dûhî hatine roja me, li ser jidayikbûna Hz. Berhîm wiha dibêjin: Rojekê sultanê Sumeran Nemrûd di xewna xwe stêyrikekî dibîne. Steyrik her ku diçe mezin dibe û bandorê li heyv û rojê dike. Nemrûd gazî remildar, cin, falnas, sêhirdar û efsûngêrên xwe dike. Tev xewna Nemrûdî şirove dikin. Şirove, saloxdana çêbûna kesekî dide. Ew kes dê wiha binav û mezin bibe ku, sultanetiya Nemrûd jî dixe ber xeterê. Nemrûd fêrmanê dide. Zarokên nêr wê salê tên dinyê tevan dikûjin. Jinên hemîle zarokan ji ber xwe dibin.

Azer, peykerçêkirê sultan e. Li gorî çavkaniyan, ji bilî karê peykeran, wezîr e, an wezîfedarek nêzî Nemrûd e. Jina Azêr, Tila xanim hemîle ye. Tila xatun biryarê dide û li şikefta Xelîlê Rehman dimîne hetanî roja Berhîm pêxember çêdibe. Hz. Berhîm zaroktiya xwe, bi dizî, di şikeftê de derbas dike.
Berxwedana Berhîmê Xelîl, li malê li dijî bavê wî dest pê dike. Piştî dibe pêxember, dixwaze, xwarziyê wî Lut pêxember, bav û dayika wî baweriyê pê bihênin. Bavê wî, li dij derdikeve, dayika wî şîreta lê dike û tenê Lut nêzî xwe dibîne. Lê berxwedana wî li dijî Nemrûd, peykerên bê wate, didome. Di nava xelkê de, fikrên xwe belav dike. Xelk, pê bawer in, lê tirsa Nemrûd rê digre ku hejmara wan zêde bibe.

Kar û xebata Hz. Berhîm dibe tehdîtek mezin. Nemrûd, bi şêwirmendên xwe dişêwirê, biryara girtin û îşkencekirinê didin. Lê girtina Berhîm û îşkencekirina pê, xêr nake. Dawiyê, fermana şewitandina wî li meydana Ur ê didin. Tevayê êzingên bajêr li meydana bajêr kom dikin. Agir dadidin. Agir heta ber bi zikê keleha Ur ê bilind dibe. Hz. Berhîm bi mencenîqê davêjin nav êgir. Lê Yezdanê dilovan, ji êgir re dibêje, ”hênik bibe”. Agir hênik dibe, di nîvê êgir de bexçeyek gula şîn dibe û Berhîm bi melekan re sohbetê dike.

Nemrûd dixwaze bi Xwedayê Berhîm re şer bike. Tevayê şervanên xwe amade dike. Yezdanê dilovan arteşek ji mêşa dişîne ser Nemrûd. Gelek kes dimrin, mêşek seqet diçe ser mêjiyê Nemrûd. Mirina wî paşê, ji ber wê mêşê dibe. Berxwedana Hz. Berhîm têra xwe balkêş e. Jiyan, biryar, helwêst û kirinên wî tev ji bo xweşî û ronahiya însanan e, ji bo Yezdanê dilovan e.

Beşek ji nivîsa jorîn ji kitêba rojnamevan nivîskar Cemil Aydogan ”Ji Hz. Berhîm hetanî niha dîroka berxwedana mirovahiyê” hatiye girtin. Berhema Aydogan, bi giranî jiyan û berxwedana Hz. Berhîm hemêz dike. Pişta xwe dide, kitêbên pîroz û çavkaniyên cewaz. Gelek agehdariyên balkêş bi xwendevanên xwe re par vedike. Agehdariyên zêde şirove nake, weke xwendiye û bihîstiye, dinîvîsîne û biryarê ji xwendevanan re dihêle.

Şopên Berhîmê Xelîl li çand û baweriyên herêmê kiriye dinirxîne. Weke mîsal, çîroka masiyên pîroz di golê de îro jî balkêş e. Piştî ku agir Berhîmê Xelîl  naşewitîne, êgir dikeve ber xezeba Nemrûd. Nemrûd, deh rojan vexistina êgir li hêla Harranê qedexe dike. Deh rojan, xwarina germ li tu malan çênabe. Peydekirina xwarina ”Çîx Kofte” wê demê bûye.

Kitêb 232 rûpel e, bi turkî ye. Di nav weşanê Fanos, 2013 de li Stenbolê ji çapê derketiye. Nivîskar Aydogan bersiva pirsên me dan, em pervedikin:

- Çima te giringî daye dîroka berxwedana mirovahiyê û taybetî Hz. Berhîmê Xelîl hilbijartî ye?
Cemil Aydogan: Dema mirov bala xwe dide dîrokê, pêrgî gelek şera, aliyê heq  û neheqiyê dibe. Tekoşîna însanî li dijî nemirovahiyê heta roja me dom kiriye. Şerê dagirkeriya klasîk cihê xwe daye dagirkerî û militarizma nûjen. Min, bi berhema xwe, li dijî sîstemên ku şer û hişkiyê diparêzin, pîvanên mirovahiyê nîşan daye û pêşkeşî gelên aştîxwaz li Rojhilata Navîn û li Cîhanê kiriye. Bi dîroka berxwedana mirovahiyê, ji neslên nû re, giringiya mafê mirovan, demokrasî û tekoşîna demokrasiyê aniye zimên.

Ji ber ku Hz. Berhîm rêvebirê her çar olên semawî ye û ji pêxemberên xwedî kitêb re bavitiyê dike, min dîroka vî şexsiyeta giring nîvîsî. Dema mirov li dîroka mirovahiyê temaşe dike, hinek alî, ji bo berjewendiyên xwe, xwestine dîtinên şoreşger û pêşketî ên pêxemberan bidin guhertin, Wan, tenê, bi riya cîhanîna îbadetê, ber bi teslîmiyetê ve birine.

Bi zanatî an nezanî, li dijî vê dîtina koletiyê, min, ji çavkaniyên derbarê Hz. Berhîm, Tewrat, Zebûr, Incîl û Quranê, daxwaziyên Rebê Alêmê ji bo wî berhev kir û bêalî nivîsî. Sultanê mezin ê Sumeran, Nemrûd wî da girtin û îşkenceyên giran pê kir. Lê Hz. Berhîm, di şerê xwe ê mirovahiyê de, qet teslîm nebû û serî jê re netewand. Wî bi berxwedana xwe, ala bawerî û mêraniyê teslîmî mirovahiyê, gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê kiriye. Ji ber ku ala xwe bi serbilindî û şerefê hilgirtiye, min xwest dîroka wî ji vê awirê ve binîvisînim.

Analiz: Zarathustra Gabar ÇIYAN


tisdag 7 juli 2015

”Zilamêkî tenê: Edîp Karahan”


Karên teknîkî bê lêkolîn û ceriband pêş de naçe. Bê avdan û nêrînê, dar fêkî nade. Evînî, eleqe û pêdaketinê dixwaze. Şoreş, bi xebat û kedê digihêje encamê. Bi kin û kurtî, her karek, bi dereca pêwîstî û hewcedariyê tê holê û dibe cihê lêpirsînê. Ji bo çareseriyê, gav tên avêtin. Gava pêşî detpêk e. Lê pêşketin, bi domandina kar, têgihiştina şaşîtî û pêşdebirina aliyê erênî dibe.

Heman tişt ji bo xebata netewî jî derbas dibe. Bavê fikrê netewîbûnê Ehmedê Xanî ye. Wî rewşa Kurda baş analîz kiriye û riya felatê nîşan daye. Serhiladana Mîr Bedirxan, Ubeydullahê Nehrî, Şêx Seîd, Seyid Riza û ên din encamên ne memnuniyeta ji rêvebiriya Osmaniyan, rejîma Kemal bû. Nerazîbûn, pêkanîna serhildana û pêşdebirina fikra Xanî anîbû holê. Her şaşîyek me, dibû tecrûbe. Serkevtin jî, rê ji bo gavên nûjentir û xurtir vekiri ye.

Serhildanên netewî ên dema Kemal, bi qirkirinê dawî hat. Gelek kes hatin kûştin, hepiskirin, surgunkirin û ketin ber çerxa asîmîlasyonê. Dîrokek fermî li ser esasê înkarê, sistemek ji bo asîmîlekirinê, qedexekirina ziman û çandê, raçavkirina kurda, girtin, hepiskirin, ji holê rakirin û têkbirina hemû hewildanên netewî hatibû pê.

Ji salên 60 î pê ve li dijî sîstema heye nerazîbûn dest pê dike. Beşek ji ronakbîr û siyasetvanên Kurd, li bakurê welêt, li dora ”TIP”- Partiya Karkerên Turkiyê dicivin. Wê demê hejmarek xwepêşandanên Rojhilat-”Dogu Mitingleri” dibin. Divê neyê jibîrkirin ku, sîstem heman sîstem bû. Qanûn weke xwe bûn û dîtina fermî li hemberî Kurda nehatibû guhertin.

Ronakbîr û welatperwerên dema 1960 î ji polîtîka dewletê pir tadeyî dîtin û êşiyan. Di demek wiha de, ku kurdî qedexe bû, navê Kurdistan û kurditiyê berê mirov dida hepsê, îşkencê û kûştinê, hejmara kesên xwedî li dozê derkeve ne zêde bû. Xelk, piştî qirkirina Şêx Seîd, Dêrsim û Agirî, çavtirsandî bibûn, surgun û windakirin bibû beşek ji jiyana wan, xwedîderketina doza netewî, ne hêsan bû.

Rola xwepêşandanê pêşî "Rojhilat" ji bo şiyarbûnê û şikandina tirsê giring bû. Li herêmê hêdî hêdî organîzasyonên demokratîk ên mîna DDKO, TOBDER jî derdiketin pêş. PDK hebû, lê xebata xwe ne legal bû.  

Dewlet di wan deman de ji aliyê ewlekariyê bihêz bû. Her demekê hatina hukmê Artêşê û xurtkirina hêza Istîxbaratê, bi hemû awayî li bajaran xwe dida der. Sîxurên wan taqîbata welatperweran dikir. Bûyerên wan deman, "49" an, "23" an û "sirguna 55 axeyan" û operasyonên cewaz tev ji bo paşxistina helwêstên azadiyê bû. Armanc, bi tehdît, girtin, hepiskirin, lêdan û çavtirsandinê, şikandina helwêstên netewî bû.

Yek ji lehengên dema 60 î, welatperwer û ronakbîrê hêja Edip Karahan bû. Karahan xwendevanê zanîngehê bû, hiqûq dixwend. Tirs nas nedikir. Li Amedê, di salên herî xirap ku dewletê reşahî bi ser gelê Kurd de anibû, di xwepêşandanan de bi kurdî axivî. Navê Kurdistanê bilind kir. Kovara "Dicle-Firat"ê weşand. Analîzên siyasî û çandî nîvisî. Li bajaran xelkê şiyar kir. Ne tenê li bakur, dema Mistefa Barzaniyê nemir de, çû başûrê welêt, li wir ji aliyê dadgeh û hiqûqê kar kir. Ji şoreşê re alîkarî kir.

Karahan, weke gelek welatperwerên wê demê, dikeve ber pêla zilm û taqîbata dewletê. Bedelên giran dide. Herdem tê taqîpkirin. Kesên têkiliyê pê re datînin, dikevin ber xezeba dewletê. Karahan tê girtin û beşek ji jiyana xwe di hepsê de derbas dike.

Edîp, ji malbatek welatperwer e. Lê ji bo ku alîkariya malbat û eşîra wî lê nebe, tirs û tehdîta dewletê dikeve dewrê, zêde piştgiriyê nagire. Kovarê çap dike, lê ji ber aboriya qels û tehdîta dewletê zêde nadome. Peydekirina xwendevanan, belavkirin û mecalên firotina weşanan, sînorkirî û ne hêsan bû.

Edîp Karahan, li Stenbolê ji ber krîza dil radikin nexweşxanê û li wir, 1976 an de wefat dike. Dema wefat kir, 46 salî bû.  

Qonaxa em tê de ne, erênî ye. Li Başurê welêt, herêmek azad heye. Li Rojava kantonên serbixwe ava dibin. Li bakur xebata heye roj bi roj xurtir dibe. Ev tev, bi ked û xebatê bi dest ketiye. Li her çar aliyê welêt, di her serkevtinê de, keda lehengên Kurda heye û divê ew neyên jibîrkirin.

Ez di 13-14 saliya xwe tevlî karê siyasî bûm. Wê demê, du-sê komelên çandî li Nisêbînê têra xwe çalak bûn. Ez bawer im dawiya 1977 an de, qala kitêba rehmetiyê Edîp, ”Şoreşgerekî Kurd” hatibû kirin. Mêranî û fedekariya Edîp Karahan bibû cihê niqaşê.


“Xebera nexweş zû belav dibe”, dibêjin. Rast e. Welatparêzên bajêr bi xebera wefata Edîp êşiyan. “Karahan dikir hiqûqê teva bike”, digotin. Û wiha dom dikirin: “Mirovekî bêtirs, ronakbîr û zana bû. Welatperwerekî lê heja bû. Demek ku karîbe ji bo netewa xwe karên mezin bikira, felekê ji nav me bir...”   

Îro, min kitêba darbarê jiyan û têkoşîna lehengê nemir Edîp Karahan, ”Bir Yalniz Adam” xwend. Dîtin û xatirên heval û nasên wî hemêz dike. Dîmenên rengîn û cewaz ji dema tekoşîna wî, weşana kovarê, girtin û hepsê, hetanî roja wefata wî dide. Nivîskar Selahattin Bulut bi berhema xwe a hêja, ne tenê li ser Karahan, her wiha hejmarek lehengên dema wî jî dide nasîn. Zilm û tadeya dewletê dihêne zimên, li ser rewş û mecalên kar û xebata polîtîk a wê demê mirov ronî dike. Kitêb di 2005 an de, di nav weşanên ”Elma” derketibû.


Destkevtinên netewî bi hêsanî nehatine pê. Pir giring e ku neslên nû dîroka xwe û lehengên welatê xwe baş nas bikin. Divê fedekar, kedkar, xebatkar û lehengên welatê me neyên jibîrkirin. Em derbarê jiyana wan bixwînin, nas bikin û bibîr bihênin. 

Analîz:Zarathustra Gabar ÇIYAN