onsdag 3 augusti 2011

Pirtûkek li ser serpêhatiyên Êzidiya: Keleşê Reş





Xatûna jinebî û Keleşê sêwî li welatê ku roj bi roj ji dîrok û çanda xwe ve dûr diket. Li şûnwar û keleporiya şaristaniyan, bi çanda leşkerî û zorê, ya ji bo wan nû, ku ji aliyê beyaniyan ve li war û welatê şaristaniyan dihat e misogerkirin. Ew çanda ji bo wan beyanî û xerîb, ya bi xwe re, nakokî û dijwarî di jiyanê de diafirandin. Ew pergela ku bi guhertina olî re, bira bi destê bira dihate kûştin. Her wiha mirovên ji dê û bavekî bûn jî, bi qelibandina olî re, ji hev re dibûn neyar. Di heman demê de, dibûn qesasê hev. Lewre bêbawerî û sîtemkarî serdest û desthilatdar bû. Lê dîsa jî Xatûn û lawê wê Keleşê Reş di jiyanekî de, ji xwe re li civakî ewle digeriyan. Lê bi mîrat û şûnvemayînên ji bav û kalan, debara xwe di tenêtiya jiyanê de, weke dayik û kur li hev par ve dikirin”, dest pê dike çîroka Keleşê Reş.

Dem dema Osmaniyan, Kurdistan bi rêya mîrên Kurdan û desthilatdariya xelîfê îslamê padîşahê osmanî dihate îdare kirin. Mîrîtî di mîrgehên xwe de, bi sîstemekî nîv dewletî, li hemberî dewletê berpisiyar, lê bi avakirina hêzên leşkerî, perwerdeya wan, xwarin, vexwarin, razan, peydekirina çekên wan, xurtkirina aboriyê û parvekirina bi dewletê re, xwedî gotin û maf bûn. Xortên jêhatî û leheng diketin xizmeta mîrgehê û perwerde dibûn.

Perwerdeya leşkerî û olî, pirçandîbûn û pirolîbûna welêt gelek caran li ber çavan nedigirt. Baweriya fermî ya Osman ku heta dema me, bi îdeolojiyên guhertî li welatê Kurdan didin domandin, ewlehiyê bi ol, çand, reng û hizirên ne li gorî xwe nedihanîn. Xwediyên eslî yên welêt, ku rengê Zerdeştê kal, adet, ol û zimanê bav û kalan parastî, Êzîdî, para xwe ji bo parastin, pêşxistina çandî nedigirt û gelek caran diketin ber êrîşên birayên xwe, Kurdên misilman. Her wisa çand û olên din li herêmê, mîna”Xaçperestên Mesîhî” jî diketin ber pêla hişkayiya dewletê û mîran.

Di demek wisa de, Xatûnê û lawê wê Keleş, bi mecalên aborî yê bisînor jiyana xwe didane domandin. Xatûna Êzidî hay ji toreya bav û kalan hebû. Zilmên li ser navê xelîfeyê îslamê, bi navê îslamê dihate kirin, dîdît. Dibû şahidê şelandina Êzidiyan bi  îcazeya olî. Sucên însanî û dizî bi helalbûnê dihate pak kirin. Di rewşek wisa de Xatûnê, lawê xwe Keleş, bi mêjîyekî azad mezin dikir.

Di dema lîstika bi zarokan re, neheqiya Keleş li zarokan pir eşkere dibû. Lê Xatûnê mîna mertalekî li pişta lawê xwe bû. Rê nedida gazinê cîranan, rexneyên wan weke zikreşiyê û nezîrekbûna zarokên cîranan dinirxand. Keleş, dest bi dizîyê dike. Diziya hêkan ji malên cîranan. Lê dizî, dibû cihê spasiyê û ji aliyê Xatûnê ve weke serkevtin û zîrekbûna Keleş dihate dîtin.

Keleş, bi piştgiriya diya xwe serbilind dibû û li gorî xwe, ji bo serkevtin û bidestxistinên nû gav dihavêt. Li bajêr, kesên bi pere raçav dikir û ew dişelandin. Pêşî kesekî kor, paşê jî gelek kes û cihên din. Cara dawî jî kehwefiroşê bajêr dibe hedefa wî. Girêdana dest û nigan, diziya pere, qûtiya çixarê û hwd bala dewlemendên bajêr dikşîne û tirsê dixe dilê wan. Ewlekariya li bajêr qels dibe û vê gazinê dibin ber destê paşê.

Paşa û dîwana xwe biryarê didin ku, her kesên hejar bên dîwana paşê û ji xwe re zêrekî bistînin. Xelkê pê dihisînin. Li ser rêya wan, zêr têne reşandin. Kesê rahêje zêran, dizê wan e û bi vê şêweyê dê dizê xwe bidin girtin.
Keleş zîrek e û têra xwe bi aqil e. Eşkerekirin û girtina wî ne hêsan e. Difikire ka çawa dikare zêrê reşandî bidize. Binê şekala xwe dike bi qîr û şima û diçe mala paşê. Ji xwe re zêrekî distîne û dibe xwediyê zêrên bi binê şikalê ve girtî ne.

Zêrên reşandî têne jimartin û tê dîtin ku dizî ji paşê hatiye kirin. Nema zanin bê wê çi rêyê peyde bikin ji bo eşkerekirina dizê bajêr. Biryar tê dayîn ku, dema kesê diz xwe eşkere bike ew ê neyê cezekirin û daxwaziyên wî bê bicîanîn.

Biryara paşê, bala Xatunê û Keleş dikşîne. Garantiya necezekirinê û bicîhanîna daxwaziyan dikare fersendekî baş ji wan re peyde bike. Qala xwestina keça paşê ”Perîxanê” jî tê kirin û gelek xeyalên din. Bi van xeyalan biryarê didin ku herin mala paşê û rastiyê bihênin zimên.

Keleşê Reş diçe qesra Paşê û diziya kirî ye, li gorî Keleş ji bo kêfxweşiya dayika wî, li gorî paşê suc e, anî zimên. Paşe lê guhdarî kir, mikûrhatina wî kir belge û bi tevayê şêwirmendê xwe re civînek pêk anî ji bo biryara li ser qeder û pêşeroja Keleş.

Xatûnê jî tê dîwana paşê. Di navbêra paşê û Xatûnê de diyalogên hişk derbas dibe. Ji ber ku Xatûnê ji sucê dizî û perwerdeya şaş sûcdar tê dîtin. Lê Xatûnê mîna ku li benda roja dadgehkirinê be, sucê wisa biçûk li hemberî yê mezin, ku di bin navê olê ji aliyê împaratoriyê û rêvebirê herêmî ve tê kirin, qet nepejirand. Ne paşe û ne jî Xatûnê hev îkna nekirin. Lê desthilatdar sûc diyar dikirin û sucê Xatûnê diyar bû, cezeyê wê ricimkirin bû. Paşe bi dîwana xwe şêwirî. Lê qonaxa îfadegirtin û sucdarîkirina Xatûnê, ji ber berxwedana Xatûnê ya ku ”qet neaxife û bersivê nede” xitimî.

Keleş, bêyî ku hay ji dayika xwe û cezayê jê re hatiye birîn hebe, cara duwê derdikeve dîwana paşê, daxwaziyên xwe, ku bibe leşker û keça wî perîxanê dixwaze, anî zimên. Leşkerbûna wî hate qebûlkirin, lê ya Perîxanê hiştin ji biryara wê re.

Keleş ne li malê êdî li mîrgehê, ji aliyê olî, şerê leşkerî, fêrbûna siwarbûn û şerê li ser pişta hespan dihate perwerdekirin. Bi raçavkirina hevalê wî Hemîd û bi alîkariya mamosteyan, roj bi roj pêş diket, li ser pişta hespê xwe Basor û mehîna Bazin dibû şervanek xurt yê pêşerojê.

Cara pêşî Perîxanê di roja dîwana dengbêjan de dibîne. Dengbêj ji tevayê Kurdistanê dicivin û bi saetan stiranan dibêjin. Li wir, xelkê li bajêr, ji mala mîr û leşkeran hemû kes dicive û li wan guhdarî dikin. Sê keç bi hev re rûniştî ne û guhdarî dikin. Ya nêvî Perî ye. Keleş bala xwe dide Periyê û wesfê wê wisa dide:

Ling û çîpên wê yên weke çîpên xezalan û bi xirxalan û neynûkê bêçiyên sorîn, wek nikulê kewê. Kirasê li bejna wê ya zirav û li hev hatî weke şitleke dara selwiyê û weke bi kulîlkên hinarê xemilandî bû. Hemu bedewî û nazikiya wê, di her liw û hereketê wê de, xwe nîşan dida. Kembera li pişta wê ne karê her zêrker û pîşekarî bû.

Sîng û memikên wê jî, di nav kiras û taqiyê melesî de, weke du fîncanên neqişandî, serê wan di nav ber pesîrkan de xwe hildabûn. Xuya dikirin ku weke libên tiriyê şîrê û mewîjan bûn. Qirika wê weke ya qûmriya Gola Simoqiyan û Gola Wanê zirav û dirêj, spî û boz weke berfa Çiyayê Sîpanê Xelatê, spî û pak bû.

Dema Keleş û şer hatiye. Li aliyekî perwerdeya îslamî, li aliyê din adet û duayên dayika xwe jibîr nake, di nav ola nû û ya bavûkalan de dixindire. Ji aliyê leşkerî ve û şerê ser pişta hespê xurt bûye. Nav daye û ber bi armanca xwe ve diçe. Di hevdîtina çav û awirên bi wate de hayê wî û Perî ji hev heye. Hîsek di nav wan de peyde bûye ku ji dilekî derbasî dilê din dibe. Paşayê mezin, soza daye Keleşî ji Periyê re dibêje.

Tiştê herî xirab, ne paşa, ne jî serleşkerê mîrgehê baweriyê bi Keleş nahênin. Li gorî hizra wan, ”Keleş çêlikê Êzdiya ye. Jehr ji çêlikê mar naçe. Divê baş bê şopandin û hay jê bê kirin. Bawerî pê neye û divê çi kes pişta xwe nedin wî. Ew gelekî xam e û mirov dikare wî gelekî ji bo xizmeta mîrgehê û împaratoriya Osmanî bikar bihêne”.
Dema şer hatiye. Divê li herêma Şêxan li terş û talanê Pîr Hesenê Êzîdî xin. ”Eger bimrin dê bibin şehîdên ola îslamê. Eger biserbikevin, bidestxistiyên wan dibin xenîmet, jin, zêr mal û talan. Xwadayê mezin ji mominên weke wan re helal û behş kiriye”.

Digirin ser Êzidiyan, şer dest pê dike. Mal tê talankirin. Lê egîdê mîna Şêrgo makûlê Ezîdiyan, Siwarê Bozê û Bavê Cergo di şer de, bi destê Keleş bê kûştin jî, bandorekî pir guhertî li ruhê Keleş û derûdorê dike. Mirina bi merdî, zanatî û li dijî zilmê, şerê bi israr ji bo berdewamkirina ol û çanda kevnare ya bav û kalan naşibe qehremaniya Keleş.

Piştre jî şerê li dijî eşîrên Asurî Suryanî û Ermeniyan tê. Li wir şêrên giran pêk tên. Egîdên mîna Şemûnê Boz têne kûştin. Jin, zêr û malê wan wek xenîmet tevlî malê û mêrê mîrgehê kirin. Nav û dengê Keleşê Reş êdî li hemu deveran belav dibû. Keleş bûbû tirsa dilê eşîr û olên cewaz li herêmê.

Mîrîtî beşek ji rêvebiriya împaratoriya Osmanî li herêmê bû. Dema arteşa osmanî li welatê beyanî di şer de qels dibûn, çûna bi hawara wan, rizgarkirina artêşa osmanî ji tengasiyê û pêşkêşkirina hêza leşkerî, wezîfeya hêzên mîrgehan bû.

Îro ferman hatibû. Divê 300 siwarî xwe amade bikin, herin bi hawara artêşê ve û li dijî xaçperestan, li aliyê Şam û Helebê şer bikin. Şerê li wir jî serkevtî derbas dibe. Xenîmetên mezin bi dest dixînin. Nav, deng û lehengiya Keleş li hemû deveran belav dibe. Lê bilindbûna rûtbeya wî, ji ber ola wî ya kevnare û bêbaweriya mîrgehê pê, didine kesekî din. Hevalê wî yê herî nêzîk, Hemîd di şer de jiyanê ji dest dide. Kûştina Hemîd wî xemgîn dike.

Ji şer vegeriyabûn Kurdistanê. Ji aliyê paşe û serleşkeran ve hatin pêşwazîkirin. Lehengiya wan dihate ser zimên. Wê rojê hemû şervanên çûne Şam û Helebê vexwendin daweta Cîhangîrê kurê Cengîzxan paşayê serleşker.

Keleş xwe amade kir, piştî hemamê şal û şapik li xwe kir, pişta xwe û serê xwe bi şûtikê Bahdînîkî girê da. Berê xwe da cihê dawetê. Bi xêr hatina wî hate kirin. Ciwaniya wî bala hemû kesan dikişand. Paşê jî Perîxanê tê dawetê. Lê wê berê xwe da Keleş û rasterast hate cem wî silav dayê de. Pê re axifî:

Bi rastî tu xortek çalak, çak û pir ciwanî. Şervan î. Cengaweriya te deng vedaye. Kêfa min ji te re tê. Tu ji olekî cuda tê û di bin bandora wê olê de yî. Tu Êzidiyekî mêrkûj û diz î. Tu lawê Êzîdîyekî yî û êzdiyekî êzdîkûj î. Tu mirovekî leşkerî û tê dê leşker û nefer bimînî. Ka dayik û bavê te ku min ji te re bixwazin. Ez dikarim rojekê di ber talana kevim. Bibim xenîmet ji bo neyarê bavê xwe. Hûn leşker yan jî mêr dikarin, bi darê zorê bibin xwedî gelek tişt. Hûn dikarin talan û xenîmeta bistînin. Lê dilê mirov bi zorê nayê standin. Min sond xwariye, soz daye ku mêrkûj, birakûj û diza nekim. Gava ez bikim, ez ê te bikim!

Tevayê xeyalên Keleşê Reş têk çûbûn. Mirin jî bi dest nediket. Li jiyanê bê rê û rêzan û navnîşan mabû…

¤¤¤

Di welatê me de serpêhatiyên wisa pir qewimî ne. Dîroka osmaniyan ji awira ku ji olên din mirovan diqûlipînin ola îslamê, bira dike qesasê hev pir dewlemend e. Birakûjî û pirkujiya bi destê kurda, nimuneyên xwe hene. Kurd ne tenê li hemberî Kurda, anku Kurdên Êzîdî, her wisa li dijî gelên din, Asûrî/Suryanî û Ermeniyan jî hatine bikaranîn û xwîn hatiye rijandin.

Taybetiya çîroka romanê bi dayikek êzdî Xatûnê û taybetiyên wê dest pê dike. Bi awayê xwe, li dijî sîstema neheqiyê radiweste û helwestekî eşkere nîşan dide. Diziyên mezin dibîne. Lewma ji diziyê biçûk re derî vedike. Diziya lawê xwe weke kêmasî û suc napejirîne. Kêmasiyê dike ya sîstemê ku bê edalet e, xwînrij e, li gorî berjewendiyên desthilatdaran, bi rêya karanîna olê kar û xebatê dike. Biryara mîr, anku paşê nas nake, îfade nade wan. Berxwe dide û bi rêya bêdengî û îfede nedanê sîstemê protesto dike. Xatûnê di nava peyvên xwe de, sîstemê, bê edaletî û xwînrijandina wê bi muneyên piralî eşkere dike.

Berhem, jiyana Kurdewariya li mîrgehan zelal dike. Li ser çand û adetên kurdî weneyên dewlemend pêşkêş dike. Bi taybetî li ser metbexa Kurdî, anku xwarinên Kurdî meniyekî pir dewlemend dihêne ser sofreyê.

Zimanê pirtûkê xurt e. Zimanek rojane, hêsan, lê edebî û bilind ji xwe re bingeh girtiye.
Nivîskarê berhemê Newaf Mîro ji peyvên herêmî û giştî ku zêde nayên bikaranîn û li ber windabûnê ne, ferhengekî ji peyvan, di gelek deverên xebata xwe bi cî dike û pêşkêşî xwendevanan dike.

Mîna xelekan bi hev hatiye girêdan. Her beşekî wê heyecanekî nû dide mirovî. Diyalogên nav mirovan, girêdana beşan bi hev kêşar e, mirov xwe yek ji lîstikvanê çîrokê dibîne. Bi wan re ye, wan fêm dike û carna dixwaze mudaxeleyî qonaxê bike.

Nivîskar, di destpêk û dawiya berhemê de, li ser berxwedan, helwêsta Xatûnê û encama îfadekirina wê û piştî bersiva Periyê, pêşeroj û helwêsta Keleşê Reş, ji xwendevanan re du rêyên vekirî hiştiye:

1-        Xwendevan di fikarê de dihêle ku mirov bi xwe li bersivê bigere û di çarçoveya rastiya sîstemê û jiyanê de qedera Xatûnê binîvisîne.
2-       Piştî bersiva Periyê, bandore li se ser Keleş û helwêsta wî, jî bersivê ji mirovî re dihêle.

Di vê çarçoveyê de, dibe ku ev pirtûk “Keleşê Reş -1-“ be û berdewama bê.  

Pirtûk ji 156 rûpelan pêk tê. Di nava weşanên Perî, di 2009 de li istanbulê derketiye. Nivîskar, vê xebatê ji bo bîranîna komelkujî û gorên tomerî û bê kêlî nivîsî ye.  Mirov dikare ji e maila: periyayinlari@yahoo.com bixwaze.