Berî demekê, ”Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê” bixêrhatina
şanogerê nasdar, nivîskar û dramaturgê kurd, Çetoyê Zêdo kir. Zêdo kitêba xwe
”Dîroka Şanoya Kurdî” îmze kir û semînerek li ser heman mijarê da. Gelek kes beşdar
bûn û pirsên cewaz jê kirin.
Rêvebirê kitêbxaneya kurdî, Newzad Hirorî, bixêrhatina
mêvanan kir. Li ser cî û nirxê karê şanoyî û hunerî qise kir. Giringiya wê ji
bo me kurda anî zimên. Helbestvan Serkan Brûsk jî, Çetoyê Zêdo bi mêvana da
nasîn. Ji hêla huner û nivîskariya wî, nirxandinek kir. Paşê mafê axavtinê da
Zêdo.
Pirtûka ”Dîroka Şanoya Kurdî” bi keda du kesan, Çetoyê Zêdo
û hevalê wî Yavuz Akkuzu hatiye holê. Kitêb li Istanbulê, sala derbasbûyî
derket û belav bû. Zêdo dibêje, di afirandina kitêbê de, ne tenê keda wî û
Akkuzu heye. Nivîsên gelek nivîskar û şanonasên mîna Ferhad Pîrbal, Mahroo
Raşidîrostamî, Shwan Jaffar, Lucina Japharova, Birayîm Ferşî, Cafer Sarikaya,
Erebê Şemo, Mirazê Ûzo û Kemal Mezher Ehmed di kitêbê de cî girtine û bi vê
keda hevbeş, dîrokek yekgirtî hatiye pê.
Dîroka Şanoya Kurdî a nûjen, bi şanonameya Evdirehîm Rehmî
Hekarî, ”Memê Alan” ku di hejmara kovara Jîn a 1919 an belav kiribû, dest pê
dike.
Wê demê, bilindbûna rizgariya netewî û avabûna dewletên
netewî li welatên cînar, ên bin destê Osmaniyan, bandorek mezin li ronakbîr,
rêvebir û maqûlên kurda jî dike. Mîna gelek netewan, komeleyên kurda jî li Istanbulê
û cihên din ava dibin, kovar derdikevin. Li xwedî derketina li nasname û çanda
xwe sor dibin û xebatên siyasî li Kurdistanê bilind dibe.
Piştî avabûna komara Turkiyê, ji ber sedema neteweperestî û siyaseta
hişk li dijî kurda, mecalên kar û xebatê li Anadolê namîne. Dewlet, çalakiyên ronakbîrî
û siyasî li bakurê Kurdistanê, bi şikandina serhildanan re, qedexe dike, pê re
kar û xebatên çandî û hunerî jî radiweste.
Hejmarek ronakbîrên ji başûrê welêt ku li Istanbulê bi karên
wiha mijûl dibûn, piştî hilweşandina imparatoriyê, avakirin û şîdeta komara nû,
derbasî başûrê welêt dibin. Bi taybetî li herêma Silêmaniyê, kowara diweşînin,
komên hunerî ava dikin û giraniyê didin karê rêxistînî. Tecrubeyên xwe bi xelkê
xwe re parvedikin. Bi taybetî keda kesên mîna Hacî Tofîq Pîremêrd, Ismaîl Heqî
Baban, Refîq Hilmî, Emîn Zekî Beg û gelek kesên din nikare bê jibîrkirin. ”Komela
Zanistî Kurdan” yek ji wan organîzasyona ye ku, wê demê ji bo perwerdê bi
xebatek bilind û nirx rabûye.
Di 1915-1938 an de gelek bûyerên nexweş rû didin. Pirkûjî
dibin û gelên herêmê bi hişkiyek kesî nedîtî û êşên mezin tên beramberî hev. Bi
deh hezaran mirov, gund û bajar, malên xwe bi cî dihêlin û felata xwe di
penaberiyê de dibînin. Beşek ji kurda jî derbasî aliyê Rûsyayê dibin û li
komarên Sovieta berê belav dibin. Bi piştgiriya şoreşê û çalakiyên xwe tên
meqamên cewaz. Beşek ji wan jî dikevin ber xezeb û hişkiya rejîmê. Bi wext re, kurdên
li komara belavbûyî, ji bo pêşxistina ziman, çand û hunera kurdî xebatên lê
hêja dikin û berhemên girabûha diafirînin. Şanogerî pêş dikeve û şanoname tên
nivîsîn, derdixînin ser dikê.
Bi taybetî piştî cunta 12 îlona 1980 î gelek ronakbîr û
hunermendên kurda derdikevin derveyî welêt, li welatên Europayê bi cî dibin. Li
vir ji hêla şanoyê ve xwe pêş dixînin. Perwerdê dibînin, koman ava dikin,
şanonameyan dinîvisînin û dilîzin. Li Europayê jî xebatên hêja tên kirin.
Şanoya Kurdî, bi azadiya kurda û demokrasiya li perçeyên welêt
re, dem hatiye rawestiya ye, li gorî rewşê pêş ketiye, rengê netewî girtiye. Li
Rusya û Europayê jî karên giranbuha hatiye kirin.
Di dema me de, şanogerên xurt û çalak li her çar aliyê welêt,
li Rûsya û Europayê zêde bûne. Şanonameyên hêja tên afirandin. Di rêvebiriya dramaturg
û lîstikvanên profesyonel kar dibe. Şano û şanokariya kurdî pêş dikeve û ji bo
ku cihê wê bilind bibe, pêwîstiya xwe piştgiriyê heye…