fredag 15 februari 2013

Pirtûka "Salên hovîtiyên Turka "





Nivîsîn û eşkerekirina îşkence û zilma li ser siyasetvanên û ronakbîrên Kurda, ji qonaxa girtin, îfadegirtin, xweparastin, cezekirin û zîndanîkirina wan karekî cidî û pir bi nirx e. Ji awira dîrokî û dokumentasyonê ve xebatên giranbûha ne.

Pirs gelek caran di pirtûkan de bûye beşek ji mijarê. Lê weke mijarek serbixwe û esasî, bêhtir piştî salên 50 î derdikeve pêş. Bi girtina ronakbîrên kurdan ku bi daweya 49 an tê nasîn, gavek nû tê avêtin. Li ser daweya 49 an, Musa Anter, Yaşar Kaya û Naci Kutlay qala serpêhatiyê bi dirêjî dikin.

Paşê daweya DDKO û parastina wan tê rojevê.

1980 î de cunta leşkerî li Turkiyê dest datîne ser îktidarê û bi sedan siyasetvan û ronakbîrên Kurda têne girtin û îşkecekirin. Gelek kesên bi salan girtî dimînin, îşkenceyên herî xirap, bi taybetî di zindana Amedê û yên din de li wan tên kirin. Piştî têne berdan, bi berhemên taybetî li ser mijarê, qala îşkence, berxwedana di hepsê de û bîranînên xwe dikin. Ji 80 î pê de gelek pirtûk hatin nivîsîn.

Di salên 74-80 î de bi hezaran ciwanên Kurda, di organîzasyonên demokratîk de xebat dikirin. Xewn û xeyalên wan hebûn. Lê cuntayê, zindana Amedê ji ciwanên Kurda re kir dojeh. Kir goristanek çarçovekirî ku mirov mirina xwe bixwaze bi dest mirovî nekeve. îşkence û hovîtiyên nedîtî û nebîhîstî bikaranîn ku mirov ji însanetiyê fedî bike. Tirs bi rêya terora dewletê di dilê ciwanên Kurda, dêûbav û xizmên wan de hate çandin. Da ku carekî din xewn û xeyalên wisa nebînin, nekin raman û di nava xelkê de neçînin.

Buyerên li zindana Amedê, di berheman da ji awirên guhertî têne analîzkirin. Ji ber gelek caran girtiyên kurd di beş û hucreyan de dihatin îzolekirin, her girtiyek dibû şahidê buyer û serpêhatiyên cewaz. Lewma di her pirtûkekî de, nêrînên cuda û dîmenên balkêş yên nû eşkere dibin. Bi her berhemekî nû re, çend rûpel ji dîroka terora dewletê di zindana Amedê de bi belge dibin.

Di van rojan de, min pirtûkek dokumenterî, ya nivîskar Laleş Qaso, li ser zindana Amedê xwend. Lalêş di ciwaniya xwe de dest xebata polîtîk kiriye. Di 81 î de tê girtin. Wî, di pirtûka xwe de, bi giranî buyerên 81-84 an di zindanê de ji xwe re mijar girtibe jî, kronolojî û belgeyên di berhemê de mirov dirêjî sala 90 î dike. Qaso, bûyerên li zindana Amedê pêk hatine dike dokument û bi zimanek bilind û kêşer, rêya şahid û wêneyan tekûz û piştrast dike û pêşkêşî raya giştî dike. Berhem bi swêdî ye û rê vedike ku êşa li zindana Amedê bibe beşek ji êşa mirovahiyê û di nav raya giştî ya navnetewî de bibe cihê niqaş û agehdariyê.

Wisa dest pê dike Qaso di
pirtûka "De grymma turkiska åren" de: "Min di salên lîseyê de dest bi xebata polîtîk kir. Piştî lîseyê, polîs li min digeriyan. Di 1976 an de têkiliyên min bi PKK re dest pê kir. 1979 an de xebata min di nav wan de bi dawî hat. Bi hatina cunta 80 î re, ez jî mîna gelek kes û hêzên siyasî derbasî Suriyê bûm. Min heft mehan xwe li başûrê Kurdistanê veşart, piştre vegeriyam aliyê herêma Omeriyan".
Nivîskar Qaso, 1981 an de tê girtin. Du mehan di tugaya arteşê li Mêrdînê de girtî dimîne. Îfadeya wî di bin îşkenceyên giran de tê girtin. Paşê wî dajon Zindana Amedê. Piştî deh salan tê berdan.

Sucê mirovahiyê

Girtina mirovan û îzelokirina wan ji jin, dêûbav, xwîşkûbira, xizm, dost û hevalan di nav çar dîwarên girtî de qonaxek têra xwe bi êş e. Anku, dema kes têne girtin, di dema îfadeyan de sucên wan têne ispatkirin û dadgeh jî biryara hepiskirinê bide, girtina wan demek dirêj di hepsê de, cezeyê herî giran e.
Îşkence û helwestên ne însanî yên extrem li hemberî girtiyan, rewşê dide guhertin û dewlet bi xwe dibe sucdar.

Doza Kurd, siyasî ye. Bi guftugo û hevdîtinên siyasî çareser dibe. Gelê Kurd ji bi doza xwe ya bi heq, xebatên cewaz hildibijêre. Beşek ji wan xebata dikare li gorî yaseya Turkiyê, cezeyên wê hebe. Divê pîvanek însanî di çarçoveya hiqûqa navnetewî ji bo girtî, anku êsîrên şer de hebe. Anku, Turkiyê mecbur e ku, li gorî hiqûqa hundir û yên navnetewî muamelê bi girtiyên Kurd re bike. Îşkenceyên giran, destdirêjayiya cinsî li dijî jinûmêran, hilweşandina mafê parastinê, asîmîleya bi darê zorê û pêlkirina şexsiyeta mirovan dikeve kategoriya sucê mirovahiyê.

Berhema Qaso û yên din eşkere nîşan didin ku, li zindana Amedê, normên derveyî hiqûq û mirovahiyê hatine bikaranîn. Weke ku Lalêş bi nav dike, navê wê hovîtî ye.

Turkiyê bi berdewamî bi hiqûqa 12 îlonê tê îdarekirin. Pêşketina demokrasiyê ji ber qanûnên hene pir giran diçe. Bi sedan siyasetvanê Kurd, ronakbîr û parêzvanên mafê mirovan ji ber wan qanûnên 12 ê îlonê têne girtin. Eger îşkenceyên mîna 12 îlonê pêk neyên jî, ji ber qanûnên 12 îlonê, xelk di qonaxekî bi êş re derbas dibe.

Piştî wan salên reş cunta 12 îlonê, cezayên girtiyên Kurd bi dawî hatibe jî êşa wan îro jî didome, brînên di dilê dayikên Kurdan de nehatine girtin. Ji bo ku êş sivik bibin, divê bi însiyatîfa qurbaniyên 12 îlonê û xizmên wan, bi piştgirtiya hêzên siyasî, hiqûqî û mafê mirovan qonaxekî nû ya hiqûqî bête destpêkirin. Daweyên li dijî endamên cunta leşkerî ya 12 îlonê û sucên însanî ku li zindana Amedê de pêk hatine, li welêt û derveyî welêt, were rojevê.

Bi rêya dokumentên di pirtûkên mîna ya Qaso de, bi şahidbûna xelkê û vekirina rêya dadgehkirina sucdaran dikare êşa heye hinekî sivik bike.

Maltalaniya 12 îlonê

Ez hejmarek qurbaniyên 12 îlonê ji nêz ve nas dikim. Laleş Qaso jî yek ji wan şexsiyetan e ku ez bi malbatî wî û xizmên wî nas dikim. Xwedî gund û cihê xwe ne. Malbatek welatperwer, mirovhez û fedekar in. Laleş jî mîna gelek mexdurên 12 îlonê, ji ber hizirkirina xwe, fikir û ramanên xwe yên siyasî hate girtin, îşkencekirin û beşek ji jiyana xwe di zindanê de derbas kir. Mecbûr ma derkevî derveyî welêt. Ji nava hebûnê hat, li welêt pirsgirêkên xwe yên aborî tunebû. Li derveyî welêt bi mecalên sînorkirî pirtûkên xwe nivîsî û da ber çapê. Gelek qurbaniyên 12 îlonê, mîna Laleş ji aliyê aborî ve êşiyan. Polîtîka 12 îlonê, ne tenê îşkence li wan kir, her wisa ew ji aliyê aborî ve jî perîşan kir.

Maltalankirina plankirî suc e. Ez bawer im îro li Turkiyê rê vebûye ku, ji aliyê hiqûqî ve pirs bibe cihê niqaşê û hiqûqnas dikarin rê ji bo lêpirsînê vekin.

Spas Qaso...

Di çend salên dawiyê de, gelek kesên siyasetvan û ronakbîr hejmarek pirtûk li ser serpêhatiyên zindanê, siyaseta dewletê di zindanê de nivîsîn. Bîranînên wan û berxwedan û êşa girtiyên Kurda baştir hate fêmkirin. Pirtûka Yaşar Kaya, Naci Kutlay, Musa Anter, Bube Eser, Mazlum Doğan, Necmettin Buyukkaya, Mahmut Alinak, M. Selim Çurukaya, Mehdî Zana, Recep Maraşli, M. Can Yüce, Fevzi Yetkin, Mehmet Tanboğa, F. Welat ü Şerafettin Kaya û gelek kesên din ji bo me, kesên bi karê mafê mirovan dadikevin gelekî giranbuha ne. Belge û dokumentên wan barê me sivik dike. Em bi saya ked, tecrube û berhemên wan kesan, baştir dewletê û siyaseta wê nas dikin. Plan, daxwazî û çalakiyên me ji bo parastin û pêşxistina mafê mirovan li Kurdistanê xurtir dibe, encamên baştir distîne û mecalê dide ku raya giştî ya navnetewî jî pirsê baştir fêm bikin.

Spas ji we re. Keda we re. Em bi analîz û berhemên we xurtir dibin.


Gabar ÇIYAN
Serokê Enstîtuya Mezopotamya
Sektîona Mafê Mirovan