onsdag 8 oktober 2014

Dengbêjî û berhemek li ser hunera "Karapetê Xaço"

Tê gotin ku dengbêjî, bi hebûna kurda re peyde bûye. Dengbêj bûne ziman û tercûmanên me. Derd û kulên me anîne zimên û bi rêya kilamên xwe, çand û dîroka devkî afirandine. Bûne kaniya kêf û eşqê. Roja xweşiyê de em tenê nehiştine.

Kilamên wan, şahidên rûpelên winda yên dîroka me ne. Li ser cografya, anku cî û deverên xelkê lê jiyana xwe domandine, agehdariyê didin. Kilam, gelek caran bi lehengiya kesan bingeha xwe distînin. Bi sedem û encamên buyaran dikemilin. Û bi kêşara xwe, zimanek bilind û nazik, çîrokên tekûz û pêbawer ku bi hezkirinê, bêbextî, dilsozî, şerê man û nemanê barkirî ne, bi xwîn û goşt dibin, şiklê xwe yê dawî distînin û di nava xelkê de belav dibin.

Her kilamek, çîroka xwe heye. Carna, heman çîrok bi awayên cewaz tên ser zimên. Lê buyer yek e. Anku dendika eslî nayê guhertin. Hurmeta ji rastiya buyerê re, esas e. Gelek caran bê enstruman têne gotin.


Behtir "deng"ê dengbêj bala mirovan dikşîne. Çîrokek balkêş têr nake ku xelk li dengbêj guhdarî bikin. "Dengê serî" yê herî bi nirx e. Anku bêjiya bi dengekî çiyayî balkêş e. Hunera "bêjî" û şirovekirina çîrokê dibe mifteya guhdarkirin, bilinkirin û xwedîderketina li dengbêjan.
Bilindbûn, kurbûn û xweşiya zimanê kurdî bi kilaman, xwe baştir dide der. Nazikî û nazdariya zimanê me, bi saya çîrokên wan şêrîntir dibe. Rola dengbêj û kilaman di pêşxistina zimên de mezin e.

Bi kurtî, dengbêj, rûpelên dîroka me ji windabûnê rizgar dikin. Kilam, li ser dem û cihên buyer lê dibin agehdariyên giring didin. Jiyana wê demê, mêranî, pîvanê exlaqî, evînî, şer û çareseriya nakokiyan ronî dikin. Bi awayekî aktîf zimên bikar dihênin. Pêş de dibin. Kaniyên giring yê çanda me ne. 
Karapetê Xaço, dengbêjek nijadermenî ye. Ji gundê Bileydera deşta Xerzanê ku bi ser Reşkotanê ve ye. Dêûbavê xwe di sala "Şur" anko "Seyfo" de winda kirî ye. Bi destê Romê hatine kûştin. Lê piştî xwedîderketina li wan, bi xwîşk û birayê re xwe re ji mirinê rizgar dibin. Hejartî û tunebûn di wan salên şer de pirsgirêkek mezin bû. Wan jî para xwe jê girtibû. Xaço, di zaroktiya xwe de berpirsiyartiya malê hildigre ser milên xwe. Li dengbêj û stranbêjên herêmê guhdarî dike û kilaman, stiranên eşq û dîlanê jiber dike. Piştî demek kin, bi dengê xweyî xweş tê nasîn. Dikeve civata nasdar û dewlemendên kurda. Di şahî û civatan de kilam û stranan dibêje.

Karapet, piştî serhiladan Şêx Seîd, derbasî aliyê Suriyê dibe. Li Qamişlokê bi cî dibe. Demekê di nav leşkerên Fransa de dixebite. Paşê derbasî aliyê Ermenîstanê dibe. Di radyoya Dengê Erîvanê beşa kurdî de kilamên wî têne belavkirin.
"Lawkê Metînî" kilama wî ya herî nasdar e. Çi kes nikare mîna wî bêje. Mîna gelek kurda, demek dirêj, min li vê kilamê guhdarî dikir, lê nizanî bû dengbêj kî ye. Piştre pê hisiyam ku Karapetê Xaço ye. Lê agehdariyên derbarê jiyana wî de kêm bû. 

Rojnamevan-nivîskar Salihê Kevirbirî, bi xebata xwe ya lêkolînerî li ser çanda kurdî tê nasîn. Bi xwe nehêne zimên jî, dengbêjiya wî heye. Dengê wî xweş e. Kevirbirî li ser jiyan û hunera Karapet xebitî. Çû hetanî Ermenîstanê û pê re axifî. Bîranînên wî nîvîsî. Ji gundê lê mezin bûye agehdarî berhev kir. Hejmarek wêne peyde kir. Bi agehdariyên giring li ser deng û dengbêjiyê, berhemek giranbuha, pirtûkek bi navê "Sedsala qerînekê, Kerapetê Xaço" pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kir.
Berhema wî lê hêja ye. Divê bê xwendin. 143 rûpel e û di 2009 de li Istanbulê di nava weşanên Do de belav bûye. Pirtûk li Turkiyê û Kurdistanê bi rêya pirtûkxaneyan têne belavkirin/ firotin.