"Mala Eliyê Ûnis" an "Qewmê Çiyê", bêhtir bi
serhiladana 1925 an, li herêma Xerzan hatine nasîn. Xerzan, bi rûbar, deşt û rêze
çiyayên bilind û erdên bereket, balkêş e. Eşîra mezin, bi girêdan û domandina
jiyana azad li ser xaka bav û kalan tê nasîn. ”Mala Şeref” ku rêvebiriya herêmê
dikin, koka xwe dirêjî mîr û maqûlên mintîqê dibin. Ew gelek caran bi Qewmê
Çiyê an Mala Eliyê Ûnis tên binavkirin, ne tenê bi berxwedana xwe, lê belê bi mêranî,
zanabûn û merdiya xwe jî nasdar in.
Rêvebirên gelê kurd, di dawiya Şerê Mezin de, ji bo azadiyê, giringî
dane tifaqa navxweyî û têkiliyên derve. Dîplomasiya Mîr Ebdurezaq Bedirxan,
têkiliyên bi Rûsya re, xebata li ser tixûbên welêt û hewildana diyalogê bi
rêvebirên kurda re, îro jî li benda lêgerîn û lêkolînên piralî ye. Her wiha, pêşketina
hereketa ”Azadî” û planên Xalid Begê Cibrî ji bo rizgariyê hêviyên mezin dida
kurda. Lê girtina Xalid beg û rêvebirên din, bandorek neyênî li armanca wan
dikir. Berî plan û têkiliyên ji bo yekîtiyê bighêje armanca xwe, serhildana Şêx
Seîdê Pîran dest pê dike. Qewmê Çiyê jî li herêma xwe berxwe didin. Şer mezin
dibe.
Derbarê serhildana Şêx Seîd hatiye nivîsîn. Lê kar û xebata Mîr
Ebdurezaq Bedirxan, Xalid Begê Cibrî û berxwedana Mala Eliyê Ûnis çend salên
dawiyê bala lêkolînêrên kurda dikşîne, ji wan re dibin mijar.
Romana helbestvan û lêkolîner Kamran Simo Hedilî a ”Qerîneke bêdeng - RINDÊXAN”,
serhildana Mala Eliyê Ûnis ji xwe re dike mijar. Bi alîkariya karakterên
bingehîn, serokê mala Şeref, Mihemed axayê kurê Eliyê Unis, Xanima wî Rindîxan,
keça wî Rindêxanê û Fermandarê dewletê Tahirê Tuj, pêşî salên piştî Şerê
Cîhanê, rewşa kurda, armanca Mîr Ebdurezaq, Xalid Begê Cibrî, rêxistina Azadî û
planên turka ronî dike û paşê jî li ser mijara xwe î bingehîn kur dibe.
Mihemed Axa mirovekî dilovan, têra xwe şareza û zana ye. Şiyar e, dîrok
û çanda xwe dinase. Serhildana Şêx Seîd ji nêz ve dişopîne û hayê xwe jê heye.
Fermandarê dewletê Tahirê Tuj, ji bo têkbirina kurda, li herêma Xerzan,
wezîfedar e. Bi hovîtî û hişkiyek kesî nedîtî, êrîşê dibe ser gundan, jin û
zarok tên kûştin. Nûçeya nexweş didin Mihemed axa. Ew jî gazî bira û
şêwirmendên xwe dike, pirsê ji nû ve dinirxînin. Biryara berxwedanê û şer
didin. Di heman demê de, li tifaqa eşîr û hêzên cînar digerin, dan û standina
navxweyî xurt dikin.
Rindêxana keça Mihemed Axa, ku destgirtiya Sebrî ye, eşqa wan li herêmê
nasdar e, bi hev re perwerda olî qedandine, li ber zewacê ne. Lê şerê giran rê
li ber dawetê digre, biryara dawetê li paş dixe. Sebrî ne tenê bi ciwaniya xwe,
lê belê bi mêranî û şervaniya xwe deng daye. Rindêxanê jî wiha. Li malekî mezin
bûye ku, li wir ferqiya jin û mêran zêde tune ye. Jin, xwende û zana ne.
Perwerdê dibînin. Dixwînin û mîna şervanan mezin dibin. Taybetiyên Rindêxanê
têr dike ku, mîna Sebrî here êniya şer. Dema xebera reş, şehadeta Sebrî tê, êdî
zewac û kêfa dinyê li xwe heram dike. Rola wê di eniya şer de mezintir dibe.
Birakûjî û îxaneta navxweyî pişta kurda herdem şikandiye. Tahirê Tuj, bi
alîkariya nexêrxwazên kurda û hêza di emrê xwe de, bi top û çekên nûjen, êrîşên
xwe zêdetir dike. Çiya bi leşkeran dadigre, xeleka çardora kurda roj bi roj
tengtir dike.
Kurdên çiyayî berxwe didin. Bi êrîşan, hêzên wan belav dikin. Lê çekên kurda ne modern in. Yekîtiya wan qels e. Alîkariya wan kêmtir,
peydekirina çek û beran, xwarin û vexwarinê dijwartir dibe.
Di eniyekê de, Mihyedînê lawê Rindîxanê brîndar dibe. Wî di şikeftekî de
ji bo dermankirina brînê, diveşêrin. Rindîxan, bi çend jinan re ji bo
dermankirina brînê û rizgarkirina wî diçin şikeftê. Lê çardorê wan ji teref
hêza turka ve tê pêçan. Rindîxanê, soza ji Mihemed axa re daye bi cîh tîne,
teslîm nabe, xwe ji çiyayên bilind davêjê xwarê.
Rindêxanê, di eniya şer de, bi koma xwe
berxwe dide. Hêzên turka, dora komê digrin, riya çûn û hatinê qût dikin. Şerê
wan bi rojan didome. Hejmara şervanan, alavên şer, xwarin û vexwarin kêmtir
dibe. Rindêxanê brîndar dibe û hêsîr dikeve. Bi hinceta zewaca bi serleşkerekî
tirk re li hev dikin. Plana zewacê li Farqînê cihê xwe dide bûyerek balkêş. Artêş
berê xwe dide Farqînê. Dema tên ser Pira Mala Badê, Rindêxanê, dixwaze cara
dawî li pirê binêre. Îcaze digre û bi carekê re xwe ji ser pirê berdide jêrê.
Mihemed axa, rêvebirê hereketê, teslîmbûna
napejirîne, biryara koçberiyê ber bi hêla Binya Xetê dide .
Romana Rindexanê, lehengî, zanatî û
fedekariya Jina Kurd, di şexsiyeta dê û keçê de, dihêne rojevê. Girêdana bi
evînê û dildariya jinê, dike cihê niqaşê. Li ser mijara azadiya jinê di nav eşîretên
kurda de, me ronî dike. Û şervaniya jina kurd û mezinbûna dayikên kurda radixe
ber çavan. Du lehengên winda, du şêrejinên kurd, Rindîxan û Rindêxanê bi me
dide nasîn. Cihên di dîrokê de heq kirine, dide wan û bi zimanek bilind û edebî
bê mirin dike.
Nivîskar bi vê romana dîrokî, me, debarê eşîra mezin, Qewmê Çiya, rola
wan a dîrokî û serhildanê ronî dike. Herêmê bi me dide nasîn. Li çiya û newalan
digerîne. Têkiliyên eşîrê, bi serok û eşîrên cînar re dihêne bîra xwendevan.
Serhildanê, bi xurtbûn û qelsiya xwe, radixe ber çavan.
Roman, bi zimanek bilind hatiye nivîsîn. Nivîskar, peyvên li ber
windabûnê û hatine jibîrkirin dihêne bîra xwendevanan: Gef lê xwarin, serî
çemînin, kozik û çeper, pozberanî, kezî kurkirin, pixêrî.
Roman berî niha Li Amedê di nav weşanên Aram de derket û belav bû.
Kamran Hedilî bi eslê xwe ji Hezexê ye, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, PEN a Kurd e û di rêvebiriya Enstîtuya Kurdî a Stockholmê cî digre. 1982 an ve dinîvisîne. Hinek ji kitêbên wî ev in: Lorîna Pênûsê (helbest), Helbest Çiye (lêkolîn), Pêxemberê jibîrçûyî Manî (roman), Ji Enfalê şevek e bê sibe (destan). Me xwe gehand nivîskar Kamran Hedilî û pê re hevpeyvînek pêk anî. Em bi we re parvedikin.
Kamran Hedilî bi eslê xwe ji Hezexê ye, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, PEN a Kurd e û di rêvebiriya Enstîtuya Kurdî a Stockholmê cî digre. 1982 an ve dinîvisîne. Hinek ji kitêbên wî ev in: Lorîna Pênûsê (helbest), Helbest Çiye (lêkolîn), Pêxemberê jibîrçûyî Manî (roman), Ji Enfalê şevek e bê sibe (destan). Me xwe gehand nivîskar Kamran Hedilî û pê re hevpeyvînek pêk anî. Em bi we re parvedikin.
- Derbarê
serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dersimê kêm zêde hatiye nivîsîn. Lê derbarê
serhiladana Mala Eliyê Ûnis kêm hatiye nivîsîn. Sedemên wê çi ne?
Kamran Simo
Hedilî: Memoste,
berî her tiştî divê ku werê zanîn jixwe ronakbîrên me yên wê serdemê pir kêm
bûn. Bi ser wê kêm bûnê de jî, neyar bi hemû hêza xwe êrîşî wan kir. Hin hatine
kuştin û yên ku ji ber şûşên neyaran filitîn jî derbider bûn. Kesên ku karibin
wan buyaran binivîsin nemabûn. Ji bona wê ku mirov bêje li ser berxwedanên
hezar û nehsed bîst û pênca heta sî û heştan hin tişt hatine nivîsandin dê
baştir be.
Ez di wê baweriyê de me ku di derbarê ti buyarên me de
weke pêwîst ne hatiye nivîsandin. Ne di derbarê tevgêra şêx Seîd de û ne jî di
derbarê berxwedana Dêrsimê de. Dibe ku hin tişt hatibin nivîsandin. Ew jî pir
kêm hatine nivîsandin û gelekî kêm mane.
Heta mirov dikare bêje ji aliyê çandî ve nehatine
nivîsandin. Gelo li ser wan çend roman, çend çîrok, çend filmên sînamayê, çend
şano hatine nivîsandin? Çend tebloyên hûnerî yên ku wan buyeran tênin ziman
hene? Bersiv mixabineke mezin e.
Li ser berxwedana Agirî û geliyê Zîlan mirovên me an jî
ronekbîrên me çi dikarin bêjin? Ji sedî yekê dibe ku bêjin. Ji ber ku gelekî
kêm hatiye nivîsandin. Em çiqasî Biroyê Heskê Têlî û derdora wî nas dikin? Li
wê berxwedanê em çend fermandar û lehengê wê nas dikin?
Li wê berxwedanê ewqasî mirovên hêja û wêrek hene, navên
wan jî nayê zanîn. Tenê dixwazim yek buyerê bêjim. Piştî berxwedana Çiyayê
Agirî têkdiçe çil şervanên êla Mamediya digirin û ji wan dipirsin, ”we gelek
eskerên me kuştin, hûn vêga ne poşmanin?” Bersiveke wisa didin, ”xwezî guleyên
me neqediyan û me pirtir kuştibana. Ji bona ku we gund û malên me
şewitandin, ne me yên we şewitandin.” Li ser vê bersivê hemiyan li wir li Girê Sor gulebar
dikin.
Li her berxwedanê bi sedan mînekên wisa hene ku nehatine nivîsandin. Ji ber ku nivîskar û ronekbîrên me nehiştibû di derbarên yek berxwedanê de weke pêwîst ne hatiye nivîsandin. Li herêma Torê, Hezex û Nisêbînê berxwedanên lehengane bûn, lê dîsa mixabin nehatine nivîsandin. Gelek tişt hene ku divê werine nivîsandin û li benda nivîsandinê ne. Ez dikarim vê bêjim li ser hemû berxwedanan pir û pir kêm hatiye nivîsandin.
- Serhiladana
Mala Eliyê Ûnis bi firehî di romana te de cî digre. Gelek agehdariyên nû jî
hene. Ji kerema xwe re ji me re qala çavkaniyên xwe bike.
Kamran Simo
Hedilî: Ez
demeke dirêj li wê herêmê jiyam û min li gelek kalamêr û pîrejinên ku li wê
berxwedanê jiyayî guhdar kir. Min li gelek stranên dengbêjan yên li ser buyarê,
guhdar kir. Min ji kesên malbeta mala Elîyê Ûnis û nasên wan sûd wergirt. Lê
her zêde min ji nivîsên apê Osman Sebrî sûd wergirt.
- Dijwariyên
derketin pêşberî te çibûn û te çawa çareser kir?
Kamran Simi
Hedilî: Min
herî zêde ji navê rastî û navên ku li navbera rastî û ne rastiyê bûn zehmetî
kişand. Mînek navê jina Mihemed axa, Rîndîxan e û dema kurê wê Miheyedin li ber
çavên wê ser jê dikin, Rindîxan xwe ji lateke bilind tavêje çemê Şîpêr û dimire.
Li ser stran jî hene.
Li hin deran tê nivîsandin û tê gotin ku navê keça
Mihemed axa Rindêxan e û şervan e. Rindêxan di şer de birîndar dibe û dikevê
destê leşkerên tirk. Ji bona ku xwe ji destdirêjiyê rizgar bikin, xwe di pira
Malabadê de tavêjê çemê Batmanê û dimire.
Zehmetiya min kişandî yên din di dema ku min dest
binivîsandina romanê kir, min nikarîbû herim welêt. Navên gundan, çiyan û
sinorên wan li cihên wan binivîsim. Min çendî ewder dîtibûn û li wan jiyabûm
jî, demeke dirêj di ser dîtina min re derbas bibû. Ji ber wê min navê hin gelî,
newal, gund, çiya û kanîyan ji bîr kiribû. Her wisa min navên hin êlên ku li
nav berxwedanê cih girtin ji bîr kiribû.
Ez li vir bi riya vê hevpeyvînê dixwazim spasî hêja
Behcet Çiftçî û Nazim Îrkîn bikim. Hêja Behcet navên gelek gund û çiyan ji min
re nivîsand. Min çi ji birêz Behcet xwest ji min re şand. Heta ji bona ez baş
wan cihan binivîsim, wêneyên wan ji min re şandin.
Hêja Nazim jî nivîsên li gel wî ji min re şandin û min
gelek sûd ji wan nivîsan girt. Ji bona ku kekê Nazim yek ji kesê malbetê ye,
gelek agehiyên hêja li gel hebûn û ew nivîs dana min. Ji bilî van herdu
rêzdaran, spasî hemû kesên ku ji min re bûn alîkar dikim.
- Armanca te bi
nivîsîna vê romana dîrokî çi bû û çiqasî nêzî vê armancê bûyî?
Kamran Simo
Hedilî: Memoste,
armanca hemû nivîskaran ew e ku buyareke balkêş ji xwe re bikin mijare û wê
mijara balkêş binivîsin.
Lê gelek sedemên min hebûn ku vê buyarê ji xwe re bikim
mijar. Li wê serdemê keçeke kurd bi bav, bira û pismamên re xwe tivingê
hildigirê û li dijî neyaran şer dike. Min pêwîstî dît ku xwediya wî giyanê
pîroz binivîsim. Giyanê wê keça leheng ya ku li îro roja me derbasî bi deh
hezaran keçên leheng bibû û min gelek ji wan xwedewendên hemdem nas kiribû. Min
pir dixwest mijarek ku lehengiya jina kurd ji dîrokê werîne ziman binivîsim.
Sedemên din, berxwedana çiyayên Hezo û Sasonê nedihate
zanîn. Gelek lehengê wê berxwedan nehatibûne nivîsandin û me ew nas nedikirin.
Li wê berxwedanê lehengî, wêrekî û êşên wisa hebûn, lê hibra pênûsan ji bona
wan binî ziman li ser kexezan sar nebibû. Dawî min biryar da ku vê qêrîna
bêdeng di kesatiya keçeke leheng de binivîsim.
Mîna hemû berxewedanan li vê berxwedanê jî bi lehengiyan
re, xiyanet, tirsonekî, xwespartina neyaran û xwefiroşiyên bêhngenî hene. Mirov
ji xwe dipirse, çawa ev jî weke lehengên berxwedanê kurdin?
- Di nivîsîna
romanên wiha dîrokî de, gelek karaktêr derdikevine pêş. Ev jî kar û
berpirsiyartiya nivîskaran zêde dike. Tu pirsên wiha çawa çareser dike?
Kamran Simo
Hedilî: Rast e,
di romana wisa de gelek karaktarên cuda derdikevine pêş. Ev pir bûna kesên ku
rol dilîzin, hem karê nivîskar zehmet dike û hem jî xwendevan di têgihiştinê de
zehmetiyê dikîşinin.
Bêyî ku mafê kesên di romanê de winda bikim, heta ku ji
min hat, min xwest kesên rola yekem, duyem û derdorên wan binivîsim. Min li jor
got ku pir leheng û tirsonek hebûn. Ji bona wê min çiqasî xwest jî, dîsa di
romanê de navê pir kesan derbas dibe.
Zarathustra Gabar Çiyan