Kalle narkoman e û
serokê xirabên bajêr e. Riya wî bi parkê dikeve û Evayê dibîne. Eva doktora
Kalle ye. Cara dawî ji ber hebikên narkotîkê jê re nenîvîsî, Kalle aciz kiribû.
Niqaşa herduwan li parkê, bi kûştina Evayê bi dawî dibe. Kalle ji ber çavan
winda dibe. Dema Robîn tê parkê cendekê wê li erdê dibîne. Polîs heman demê tên
cihê buyerê û şikê jê dikin. Ji ber kûştina Evayê tê girtin. Lê paşê, ji bê
delîlî tê berdan.
Tomas xirabek ji
yê bajêr e. Mala wî di ser parka bajêr re ye. Ji balkona xwe, dibe şahidê
bûyera kûştina Evayê. Lê ji polîsan re eşkere nake. Dixwaze kûştina wê ji bo
berjewendî û planên xwe bikar bihêne.
Polêsên bajêr Kent
û Tom jêhatî ne. Lê dema şikên li ser Robîn û Tomas pûç derdikevin, destgirêdayî
dimînin. Teşkîlata polîsan dikeve tengasiyê, zexta xelkê û çapemeniyê li ser wan
zêdetir dibe. Stig û Anders li ser mijarên wisa xwedî tecrube ne, ji bo
alîkariyê, tevlî xebata lêgerîn û lêkolînê dibin. Çile ye. Şopên hene hêdî hêdî
winda dibin. Qatil, merivekî din jî dikûje. Wext teng e û divê tiştek bê kirin.
Lê çawa û ji çi deverê dest pê bikin nizanin.
Kesê qatil hinekî
diyar e. Lê qanûnên komên krîmînel yên xwezayî hene, pêlkirina qanûnan û eşkere
kirina kûjêr ne hêsan e. Hesabên reş di cîhana narkomanan de û şerê serokatiya
xirabên bajêr dest pê dike. Êdî hêviyên ji polîs, cihê xwe dide kesên krîmînel
û hewildana Robîn...”
Romanên krîmînel û nivîsîna wan ne hêsan e. Mijar ji
bo romana kurdî nû ye. Tecrubeyên piralî, zimanê meslekî û zîrekbûnê dixwaze.
Lewma afirandina berhemê gavek bi wêrek e û di romana kurdî de ceribandin û
hilmek nû ye.
Zîrekbûna nivîskar Silêman Demir di nivîsîna romanên
evînî de nasdar e. Girêdana xelekan de hesas e. Di afirandinê de zimanek bilind
bikar dihêne. Avakirina kêşara romanê û hunandina diyalogan de hoste ye.
Nivîskar Demir bi ceribandin û mijarek nû derdikeve pêşberî xwendevanan.Nivîskar ne tenê beşek ji jiyana kesên krîmel ronî dike. Ew ferhengokek ji peyvên taybetî di çarçoveya krîmînolojiyê pêşkêşî xendevanan dike. Peyvên jibîrbûyî dihêne rojevê û çendên nû pêşkêşî pejirandina raya giştî dike.
Hostebûna Demir li ser nivîsîna evîna Eva û Robîn zêde
bi tam e. Dîmenên erotîk bayek ekzotîk dide berhemê. Danasîna Swêdê, demsalên
li welêt, adet û toreyên swêdiyan nirxê berhemê zêdetir dike. Alaqatên narkoman
û xirabên bajêr balkêş e. Dema mirov dest bi xwendinê dike, ji kêşara wê rizgar
nabe, dikeve nav buyerê û heta dawiyê pê re dijî.
Li parka bajêr bi kurdî hatiye nivîsîn û ji 188
rûpelan pêk tê. Berhem di nav weşanên DO de belav bû.