fredag 29 maj 2015

Romanek nû: Evîna Bêcirekî


Merdan, bi tirs û şik e. Lê nema kare jiyanek wiha bi şewat û eşqa yekalî bidomîne. Dilê xwe jê re vedike û hîsên xwe ji Periyê re dirêje. Lê xwezî a dilê wî tê de bima. Bila ew dil, bi hêvî, kul û brîndarê evînê ba, lê ne xwediyê cendekî ji ber peyvên yara zalim a bêbext û bêîman, bi derd û axîn bû ya. 

Hemû tişt ji barkirina ji gund bo bajarê ser xetê dest pê kiribû. Bavê Merdan qeçaxî dikir. Mal dibir binya xetê û dihanî serxetê. Merdan lîse dixwend. Wê demê, Cunta 12 îlonê dest danîbû ser hikum û kesên siyasî ser xetê re direvîn binya xetê. Pir dom nake, bandora hukmê cuntayê, mîna bi hezaran malbatên kurd, li wan jî dike. Qeçaxiya ser xetê, gelek caran, bi şêwir û bertilkirina leşkerên ser hidut dibû. Cara dawî, bertîl xêr nake, di nav leşker û koma keçaxvanan de şer derdikeve. Du leşker birîndar dibin. Bavê Merdan, ji ber şûpheya derbaskirina kesên siyasî tê girtin. Paşê xalê wî Celal jî dikeve ber pêla girtinê. Bav û xalê wî, li zindana Amedê, kawişa siyasiyan de hev dibînin. 

Rewşa malbatê ji aliyê aborî ve xirab e. Siheta birayê wî Rêzan ji aliyê rûhî ve nebaş e. Ji neçarî biya xalê xwe Temir dikin û bardikin Istanbulê. Piştî demekê, dibin cîranê Xalê xwe Celal. Li qata jor xalê zarokan û jêr ew dijîn. Xalê xwe du keç, Perî û Sozdar û lawek wî, Serdar hebû. Merdan bi dîtina pêşî, ne bi dilekî bi heft dilan dil dikeve keçxala xwe Periyê. Periyê ji hîsên wî haydar e.

Têkiliyê Merdan bi xelkên "Cimetê", oldarên siyasî, neteweperestên turk re pêş dikeve. Bavê wî ji hepsê derdikeve. Li ser pirsên siyasî weke hev hizir nakin. Nakokî dest pê dike. Lê bi têkiliya kurdekî ji aliyê Amedê bi navê Seyfula rastiya li welêt heye baştir fêm dike. 
Roja ku qedera evîna wan diyar dibe tê. Bi Periyê re diçin sînemê. "Li kêleka hev rûdinin. Carna li rûwê wê û carna jî li memikên wê yên gilover li ber ronahiya perdeya sînemayê nêrîbû ku bi nefesa wê re bilind bûbûn û daketibûn, dinêre. Di sehneyekê evînê de destê xwe datîne ser destê wê. Wê destê xwe nerevandibû. Wî destê xwe ber bi çîmê wê de biribû." Periyê radibe ser xwe û berê xwe dide malê. Di rê de niqaşek hişk dibe. Peyv, dibin xencer. Perî wî bi destavêtina namûsa xwê sucdar dike. 

Merdan tê mal, lê ne rehet e. Li benda teqînekê ye. Jinxala wî ji malbata wî zêde hez nake. Periyê, derew li ser bûyerê zêde kiriye û gihandiye malê. Di nav jinan de pitepit dest pê dike. Bav, dê û birayê wî a xwe dikin yek û malê lê dikin dojeh. Êdî sekna li mal bê fêde ye. 

Bi derketina ji mal dostaniya Riza û Merdên dest pê dike. Evîna Riza û Ebruyê dibe çîroka duwê a romanê. Evîna du alî lê bê mirad. Hevdîtina Periyê û Merdan, derewên periyê û poşmaniya wê, kul û derdên peyde bûne derman nake. Bûyera dawî ku Merdan pê dihise wî dike, zindiyê mirî. Ew ji destê birayê xwe û bi zanatî dibe qûrban…

***
Piştî xwendina romanê, ez li yê bêcir geriyam. Ne hêsan bû peydekirina wî. Car caran li bejna Merdan dihat. Hinek deman diket paya Riza. Lê min biryara xwe dabû. Kesê bêcir ne Riza û ne jî Merdan bû. Bêciriya tê binavkirin, bi xwendevanan re tê paykirin. Bi kêşara romanê, mirov dibe lehengên nedîtî, şahidên eşqa yekalî, bi eks û israra bêdawî a Merdan û Riza tê girêdan. Xwendevan di dilê xwe de, pevçûnek mezin bi Periyê re dike. Ji pevçûnê malbata Riza jî paya xwe distîne. Carna dikevin kolanên Istanbulê, bêcir dibin, li belê digerin.

Evîndarî tema esasî ye. Çîroka dirêj a bingehîn, evîna yekalî a Merdan û Periyê ye. Lehengên romanê ew in. Lê roman, pirlehengiyê dihêne bîra mirovî. Bi qasî çîroka Merdan û Periyê ya Riza û Ebruyê jî balkêş e. Çar kes, du çîrok lehengiya romanê parvedikin. Du kes, Merdan û rêzan, qûrbanên evînê, ji bajarên cewaz dighêjin hev, dostaniyê dihênin pê û şerê êşa xwe bi hev re dikin. Romanê, ji aliyên cewaz dihunînin û dikin yek. 

Di salên dawiyê de, nivîsîna romanên kurdî zêde dibe. Lê mixabin e ku, gelek ji romanan dişibin senaryoyên "Yeşilçam"a turka. Dema fîlm dest pê dike, texmînkirina encamê ne dijwar e. Ev yek ji bo gelek romanê kurdî, hunandina çîrokên wan derbas dibe. Labîrent, heyecan û meraqa di çîrokê de heye, zêde ecêp mayî nahêle. Ji dorê ne. Çend salên dawî şerê vê yekê tê kirin, qalibê heye hêdî hêdî têk diçe. Ev yek romanên kurdî de xuyanî dike.  
Çîroka Romana Evîna bêcir jî di heman kategoriyê de. Lê sê aliyên wê yên xurt, rêz û hurmetek mezin li hemberî wê pêk aniye. Çîroka wê, kategoriya toreyî û qels derizandiye. Zextek mezin daniye ser qalibên giştî û qalib heta cihekî deforme kiriye. Her sê alî ev in:

1- Evîna yekalî a Merdan û Periyê, bi poşmaniya Periyê û li xwe mûkirhatinê rûwê çîrokê dide guhertin, şikên mezin li ser nêzîkbûna Periyê û evîna lawik dihêne holê. Ê dilê Periyê eşkere nebûye. Ji xwendevanan re dihêle. Evîndariya yekalî, dibe evîndariya nebinavkirî, di nav awir û peyvan de mayî. Ceribandina nivîskar ji vê awirê têra xwe serkevtî ye. Hilmek nû dide romanê.

2- Bêbextiya mezin ku pir kurt di dawiya romanê de eşkere dibe, ji kesê herî nêz, birayê wî lê bûye û bi ihtimalek mezin ji aliyê dêûbavê wî hatiye pejirandin, xurtiya duwem a çîroka romanê ye. Pêla şokê, bi çend peyvan û di dawiya romanê de tê.

3- Ne binavkirî, lê di pratîkê de, ceribandina çar lehengan di romanê de xurtiyek din a çîrokê ye. 

Nivîskar Brûsk bi romanê re ferhengokek ji peyvê jibîrkirî pêşkêş dike: "Cêwîyên yekhêkî, nehperûçk, emirqûsifî, avahîsazî, berdîberdayî, koxemal, guhlebitandin, fêlbaz, qerpal, xeritandin…" 

Nivîsîna romanê, bi peyvên bi hêz û bilind lê jibîrkirî û pasîv mayî, nirxek mezin dide berhemê, buhayê wê girantir dike.

Roman, ji aliyê nivîskar û şaîr Serkan Brûsk ve bi kurdî û zimanek bilind hatiye nivîsîn. 108 rûpel e, berî niha di nav weşanên LÎS li Amedê kete ber çapê û belav bû. 

Me bi nivîskar Serkan Brûsk re li ser romana wî ya nû hevpeyvînek pêk anî, em bi we re parvedikin:
- Di romana te du çiroken eşqê hene ku êkudu temam dikin. Lê çîroka Riza û Ebruyê têra xwe balkeş bû? Xurtiya çîroka evîna wan kurt be jî bi balkêşî derdikeve pêş. Dîtina te çiye?
Serkan Brûsk: Roman çîroka evîna yekalî û zehmetîyên jiyana rojane ya Merdan vedibêje. Li kêleka evîna wî ya beramberî keçxala wî Perîyê ya trajîk çend çîrokên din ên evînî jî hene. Ya bav û dayika Merdan, evîna çîrokî ya ku Merdan dibêje, ya Riza û Ebrû, bi kurtî jî be ya Sîpan heye. 
Evîna bav û dayika Merdan evîneke kilasîk a kurdewarî ye. Bi carekê re diqewime û bi revandinê bi dawî dibe. Kalikê Merdan bi awayekî kurdewarî ya klasîk tevdigere û dixwaze meselê bike meseleya namûsê. Lê kurê wî yê şoreşger bi ya bavê xwe nake. Di dawî yê de kalikê Merdan ji ya xwe nayê xwar lê bi ya wî jî nabe. 

Evîna Merdan û Perî jî di bin sîha vê evînê de dimîne. Koçkirina wan a Stembolê ya ji nişkê de, Merdan dixe nava lêgerînê û di wê demê de evîna Perîyê ji bo wî dibe hêvî. Lê Perîya ku di bin tesîra çandeke arabesk de maye û bûyereke evînî-xapandinî di serê wê re derbasbûye, birîndar û li dijî malbata xwe kîndar e. Bi vê tesîrê tev digere...

Lê ya Riza û Ebrûyê cuda ye. Ew xwendevanê zanîngehê ne. Ebrû elewî û polîtîk e lê Riza sûnî û apolîtîk e. Her du jî ji bajarê Çorimê ne ku lê şerê di navbera her du mezheban de pêkhatîye...

Di encama vê evîn û zehmetîyê wê de Riza polîtîze dibe û evîna xwe ya dilşewat ji xwe re dike felsefeya jîyanê û bi vî awayî bîranîn û evîna xwe bi rêya pêkanîna xeyalên Ebrûyê zindî dihêle. 

Di romanê de hemû evîn xwedî xwendineke taybet in û hev du temam dikin lê ji ber  evîna Riza û Ebrû di beşeke romanê de têvegotin û bi awayekî trajîk zû bidawî dibe, berî ku çîroka giştî biqede bi mirov wisa tê. 

- Temayen romanên te bi giranî eşq e. Sedemên taybetî ji bo hilbijartina tema aşqê çine?
Serkan Brûsk: Di çarçoveya evîna Riza û Ebrûyê, Merdan û Perî de ez evîndar nebûme. Jixwe evîna wan evîneke hûnerî û afrênerî ye. Bi min evîn tevgera herî bi wate ye ya ku mirov dike mirov û jîyana me ya ferdî û civakî bi wate dike. Jîyaneke bê evîn mîna tu baxçeyekî ji gul û kulîlkan, ji av û kanîyan, ji minminîk û çûkan rût bikî û veguherînî çoleke ji qum û xîz û seqemê. 

Wekî din jî, evîn bi maxdûr û dilşayên xwe derîyê cîhana hestan li pêşîya me vedike. Yanî evîn bi qasî lihevhatin û şadî ye ew qasî jî dijberî, nakokî û girî ye. 

- Roman pariyekî siyasî bi min hat. Anjî bandora bûyeren dema îro pir lê bûye. Çima?
Serkan Brûsk: Ji bo naskirina hem takekes û hem jî fêmkirina civatan hinek dem, mekan û bûyer gelek girîng in. Salê heyştêyan ji bo guhertina civata kurd û têkilîyên wan bi miletên din ên cîranê wan re diyardeyên gelek taybet û balkêş pêşkêş dikin. Civata kilasîk a kurd û ya nû, destêwerdanên derveyî û hundirî, koçberî û jiyana li metropolan, êşên civakî û têkoşîna azadîyê. 

Bûyereke qaçaxê hemû jîyana Merdan diguhere. Wî di Stembolê re derdixe û davêje pêsîra evîneke mirinî û bavê wî jî dike girtîyekî sîyasî... 

Li vir baş xuya dike bê sîyaset çawa xwe di hemû cure têkilîyan kurdan re dide der û tesîrê lê dike.

- Em te ji helbestên te nas dikin. Lê niha aliyê romanivîserî derdikeve pês. Tu xwe li kuderê û çawa binav dikî? Çima?
Serkan Brûsk: Helbest ji bo min evîna destpêkî ye. Dê wisa jî bimîne. Tesîra helbestê li ser pexşana min gelek xurt e. Berhema min a bi navê Mextel (helbest-pexşan) mînaka vê ya herî berbi çav e. Zimanê Mextelê ji bo min astek e ku ez bi derfetê helbestê gihamê. 

Lê di Evîna Bêcirekî de min gelek hewlda ez zimanekî sade lê peyambar bikar bînim. 

Ku ez ji xwe re bêjim ez helbestvanekî romanivîs im? Ez xwe wilo his dikim.

Serkan Brûsk: Li Serê Kaniya Omeriya hatiye dinyê. Xwendina seretayî li Nisêbînê û li Izmîrê mîmariya peyzajê xwendiye, lê ji pirsên siyasî zanîngeh temam nekiriye. Li Swêdê dijî. Destana Peyvên Talankirî, Sê Terîş kitêbên wî ne. Kitêbên Pelle û Moa, Madiken, Ciwanên îro, Şahînşahê Potekîz ê ji swêdî wergerandine kurdî.