torsdag 30 januari 2014

Pirtûka Dersên Kurdî

Têkiliya xwendevanan bi pirtûkê re gelek caran bi nêrîna bergê dest pê dike. Xwendevan, bi navê berhem û nivîskar, reng, wêneyê bergê pêşî, xweşxwedina tîp û agehdariyên kurt di bergê dawiyê de, rast anjî şaş, dibe xwedî dîtin. Ji bo xurtkirina bazara pirtûkê, rola navê nivîskar, danasîn û analîza pirtûkê di medyayê de, giring e. Lê bergê wê gelek tiştan ji xwendevanan re dibêje. Bi sînor be jî, bandora wê li xwendin û nexwendina pirtûkê heye. Lewma ne bi qasî naveroka berhemê bi nirx be jî, divê reng û bedewiya teknîkî jî cidî bê girtin.

Nivîskarê 'Pirtûka Dersên Kurdî', B. Welatevîn bi qasî naveroka pirtûkê, karê bergê wê jî pir cidî girtiye. Bi taybetî wêneyê bergê pêşî bala min pir kişand. Nivîskarên Kurd gelek caran di bergên pêşî yên pirtûkên xwe de wêneyên siyasî, hunerî anjî dîrokî bikar dihênin. Lê Welatevîn, ji bo bergê pêşî wêneyê 'Pisîka Wan'ê hilbijartiye. Nirxek netewî ku bi hemu kesan şêrîn e bibîr dihêne. Hezkirina heywanan û helwêsta parastina pisîkên Wan ê li cem me xurtir dike.

Pirtûk, di nav weşanên 'Navenda Pedagojiyê ya Kurdî (Kurdiska Pedagogiska Centrum) li Swêdê' derketiye û ji bo pêngava bilind 6, 7, 8, 9 an hatiye amadekirin.

Pirtûk li gorî programa dersdayîna pêngava bilind hatiye nivîsîn. Afirandina kitêbên dersê ji bo pêngava bilind cesaret, hevkarî, lêkolîn û ji awira wext ve sebir û fedekariyê dixwaze. Lewma, nivîsîna berhemek wisa, bi bilindbûn û bikaranîna zimên di dereca perwerdeya bilind de û li ser esasê pedagojî, hizirkirina bi Kurdî û bi Zimanê Kurdî, gavekî wêrek e. Xizmetek giranbuha ye.

Giraniya naveroka berhemê ji rêziman û Edebiyata Kurdî pêk tê. Lê taybetiyên civaka sivîl û çend rûpelên dîrokî jî cihê xwe di berhemê de girtine. Di beşê edebiyatê de, jiyana beşek ji nivîskarên berê û yên dema me weke Ehmedê Xanî û Mehmed Uzun, bi nimûneyên nivîsên wan hene. Şagirdên Kurdî bi saya vê pirtûkê dê karîbin li ser edebiyata xwe bibin xwedî dîtin. Di pirtûkê de, bi kurtasî jî be, çend rûpel ji edebiyata cîhanê, ji jiyana nivîskarên weke John Steinbeck û August Strindberg hatine bicîkirin. Agehdariya li ser taybetiyên civaka sivîl de, cî, rol û awayê xebata Netewên Yekbûyî, Unicef û rola Peymana Mafê Mirovan dibin mijarên giring.

Di beşê dîrokê de buyerên giring, mîna Serhildana Şêx Mahmûd Berzencî, Şêx Saîd û Dêrsimê derdikevin pêş. Hebûna beşek ji nirxên netewî, mîna marşa netewî Ey Reqîp û jiyana nivîskarê wê Dildar û agehdariya li ser Pisîka Wanê ûhwd cî û rola pirtûkê bilind dike.

Pir hindik be jî, bi çend rûpelan qala coxrafya Kurdistanê hatiye kirin. Li ser çend bajaran agehdarî hatiye dayîn. Hinek ji hunermendên Kurd weke Eyşe Şan û Tara Caf hatine danasîn. Dîroka tîpan û çapxaneyên destpêkê, pêşketina çapxane û belavkirina pirtûkan beşek balkêş e.

Zimanê pirtûkê têra xwe bi kêşer û sade ye. Pir rengîbûna wêneyên pirtûkê balkêş e. Metodê pirsûbersiv û xwestina xebata kolektîf girêdana mirov bi xwendina pirtûkê zêdetir dike. Taybetiyên wisa dê şagirtan li xwendina Kurdî teşwîk û sortir bike.

Di dawiya kitêbê de, ferhengokek bi çar zimanan hatiye amadekirin. Ferhengoka duwê ya cureyên bêjeyan, dewlemendiyek din yê pirtûkê ye.

Berhem ji 198 rûpelan pêk tê û di dawiya 2013 de ketiye ber çapê. Nivîskarê pirtûkê, mamoste B. Welatevîn (M. Hakki Balta) e. Nivîskar di pêşgotina xwe diyar dike ku, di dema amadekirina pirtûkê de, Amed Tigrîs, Nizamettin Akkurt, Dersim Tekkeş, Gabar Çiyan û Yusef Erdem bi alîkarî û pêşniyazên xwe pirtûk rengîntir kirine.

Pirtûk ji bo şagirtên Kurdî navgînek baş e. Ji bo dersdayîna Kurdî bisûd e. Navnîşana têkiliyê ev e: kurdped@hotmail.se

Analîz: Zarathustra Gabar ÇIYAN