lördag 20 december 2014

"Gabro: Xayinek di xizmeta wezîfeya pîroz de"


Li gelek deverên dinyê, çûna eskeriya bi zorê, tevlîbûna hêza çekdar her ku diçe, sivik dibe û radibe. Bi ber û çek kirin, perwerde û xwedîkirina arteşê ne karek hêsan e. Mesrefa artêşê gelek mezin e û beşek ji aboriya welêt dibe. Lewma hêza taybet; brûskî, encamgir û xefî tê rojevê. Dilxwaz, bi mehaneyên bilind kar dikin. Leşker û pisporên perwerdekirî, bi profesyonelî nêzî pirsê dibin. Çarçoveya pêwîstiyê û balkêşiya mirovan dibin pîvan û şikil didinê.

Li Turkiyê, ji tevayê hemwelatiyan, turk, kurd, suryan, ermen ûhwd, çûna eskeriyê mecbûrî
ye. Nijadperestiya li hember kesên ne turk tê kirin, ne mijarek biyanî ye, tê zanîn. Gelek kes êşa wê dikşîne. Lê zanîn û îspat têr nakin. Dema şexsek nexwaze here eskeriyê, dijîtiyek nerm û însanî nîşan bide jî, ew kes gunehkar tê nîşandan, tê dadgeh kirin û ceze kirin.

Mijara pirtûka "Gabro: Xayinek di xizmeta wezîfeya pîroz de" bîranîna Gabroyê suryanî li artêşê ye. Di romanê de arteş û wezîfeya leşkeriya Turkiyê bi şêweyek cewaz tê nirxandin.


Turkiyê artêşa xwe bi “ocaxa pêxember" û karê leşkerî jî wezîfeya pîroz" binav dike. Li di artêşê de, bi giştî kesên nijada wan ne turk in, bi şîddet û biçûk kirinê re rûbirû dibin. Anku peyvên bê exlaqî li dijî dayik, bav, nijad û şexsiyeta wan dibe beşek ji jiyana rojane. Lêdan beşek ji perwerdê ye û gelek caran çi sînoran nas nake. Ji ber nijadperestî û tadeyiyê, ocaxa pêxember dibe dojeh, serleşkerên turk zebanî û wezîfeya pîroz jî dema biçûk ketin û lêdanê.


Li artêşa Turkiyê, kurd, ji aliyê etnîkî dikevin bin zextê. Lê weke "Gebro" jî dest nîşan dide, suryanî an ermenî ne tenê ji aliyê nasnamê, her wisa ji awira baweriyê (ol) jî di bin zext û tadeyiyê de ne. Nijadperestî di dema belav kirina wezîfeyan de eşkere xuyanî dike.

Mora xayin", "gawir", "kurro", "nezan"iyê di destê serleşker û çawîşên de ye. Mirovên kurd, ermen an suryanî paya xwe ji morkirinê digrin. Tiştê nayê fêm kirin ew e ku, mirovên xayin dibînin, çûna eskeriyê lê mecbur dikin. Û dema wezîfê, zilm û lêdan tê kirin.

Ji ber "Gebro" mirovek saf e, bi pîvanê exlaqî mezin bûye, mesîhiyek bi bawer e û bi turkî zêde nizane, mijara hemwelatî û nijadperestiyê pirsgirêkan dihêne pêşiya wî. Lewma romana Gebro, bi qasî dide hizir kirin ewqasî jî dikenîne û carna rondikan ji ber xwe ve dihêne xwarê.


Çûna eskeriya "Gebro" ji Midyadê dest pê dike, li Kayseri û Agiriyê bi dawî tê. Mesîhî bûna wî dibe bela serê wî û dikeve ber êrîşa serçawişê yekîneya xwe û zilm lê dibe. Serçawîş di heman demê de mele ye. Dixwaze mizgeftekî di nava garnîzonê de ava bike û li aliyê din malê dewletê talan dike. Ji kêfa eraqê dur nakeve. Dijberiya wan û xweparastina Gabro kêşara çîrokê zêde dike.

Pirtûka “Gabro” ji aliyê nivîskarê suryanî, Fehmi Bargello ve hatiye nivîsîn. Di demek wisa ku li Turkiyê niqaşa demokrasiyê tê kirin, dikare bala mirovan bikşîne ser bê edaletiya di nava artêşê de. Di eslê xwe, hayê gelek kesan ji vê zilmê heye. Lê ji bo kurd û mesîhiyan zêde nebûye mijara romanan. Romanek dokumenterî dikare bê binav kirin û ji bo suryaniyan gavek nû ye.

Mîzah û nukte bi çand û taybetiyên mesîhiyên Torê hatiye barkirin. Dema serleşker pê dihese ku "Gabro" îsaparêz e, dixwaze bi rêya wezîfedayînê û rûşwetê wî sinet bike. Şok bûn, hewildan û diyalogên "Gabro" dikare bibe mijara fîlmek komedî.

Piştî wezîfe belavkirinê, qet ji muzîkê fêm nake lê xwe muzîkêr nîşan dide û enstrûmentek pir giran li ser milê wî dikin. Dixwaze xwe ji wezîfe û bargiraniya enstrumentê rizgar bike. Li riyan diger û diçe nexweşxanê, xwe nexweş dinîvisîne. Li nexweşxanê, nenaskirina nexweşiyan dibe bela serê wî. Diyaloga wî bi doktoran re mirov têr dikenine.

"Gabro" di dema eskeriya xwe de, her çiqas di bin zilmê de be jî, nasnameya xwe înkar nake. Di romanê de qala hevalekî xwe suryanî dike. Hevalê wî, ji bo rehetiya xwe, nasnameya xwe eşkere nake. Gabro dijîtiya helwêsta wî dike. Dibêje, bavûkalên me bi sedan sal in li ser xaka xwe ne. Çi sedem tune ye ku mirov ji nasnameya xwe fedî bike. Divê em li xwe xwedî derkevin û vê rastiyê bêtirs bihênin zimên.

Romana "Gabro" berî niha li Swêdê ji çapê derket. Bi Swêdî ye û têra xwe bi kêşar e. Kesê ku dest bi xwendina pirtûkê bike dê nikaribe ji dest xwe deyne. Kesên bixwazin pirtûkê bidest bixwînin dikarin bi rêya komeleyên çandî yê suryaniyan û nasên xwe bidest bixînin.

Analiz
Gabar ÇIYAN

onsdag 8 oktober 2014

Dengbêjî û berhemek li ser hunera "Karapetê Xaço"

Tê gotin ku dengbêjî, bi hebûna kurda re peyde bûye. Dengbêj bûne ziman û tercûmanên me. Derd û kulên me anîne zimên û bi rêya kilamên xwe, çand û dîroka devkî afirandine. Bûne kaniya kêf û eşqê. Roja xweşiyê de em tenê nehiştine.

Kilamên wan, şahidên rûpelên winda yên dîroka me ne. Li ser cografya, anku cî û deverên xelkê lê jiyana xwe domandine, agehdariyê didin. Kilam, gelek caran bi lehengiya kesan bingeha xwe distînin. Bi sedem û encamên buyaran dikemilin. Û bi kêşara xwe, zimanek bilind û nazik, çîrokên tekûz û pêbawer ku bi hezkirinê, bêbextî, dilsozî, şerê man û nemanê barkirî ne, bi xwîn û goşt dibin, şiklê xwe yê dawî distînin û di nava xelkê de belav dibin.

Her kilamek, çîroka xwe heye. Carna, heman çîrok bi awayên cewaz tên ser zimên. Lê buyer yek e. Anku dendika eslî nayê guhertin. Hurmeta ji rastiya buyerê re, esas e. Gelek caran bê enstruman têne gotin.


Behtir "deng"ê dengbêj bala mirovan dikşîne. Çîrokek balkêş têr nake ku xelk li dengbêj guhdarî bikin. "Dengê serî" yê herî bi nirx e. Anku bêjiya bi dengekî çiyayî balkêş e. Hunera "bêjî" û şirovekirina çîrokê dibe mifteya guhdarkirin, bilinkirin û xwedîderketina li dengbêjan.
Bilindbûn, kurbûn û xweşiya zimanê kurdî bi kilaman, xwe baştir dide der. Nazikî û nazdariya zimanê me, bi saya çîrokên wan şêrîntir dibe. Rola dengbêj û kilaman di pêşxistina zimên de mezin e.

Bi kurtî, dengbêj, rûpelên dîroka me ji windabûnê rizgar dikin. Kilam, li ser dem û cihên buyer lê dibin agehdariyên giring didin. Jiyana wê demê, mêranî, pîvanê exlaqî, evînî, şer û çareseriya nakokiyan ronî dikin. Bi awayekî aktîf zimên bikar dihênin. Pêş de dibin. Kaniyên giring yê çanda me ne. 
Karapetê Xaço, dengbêjek nijadermenî ye. Ji gundê Bileydera deşta Xerzanê ku bi ser Reşkotanê ve ye. Dêûbavê xwe di sala "Şur" anko "Seyfo" de winda kirî ye. Bi destê Romê hatine kûştin. Lê piştî xwedîderketina li wan, bi xwîşk û birayê re xwe re ji mirinê rizgar dibin. Hejartî û tunebûn di wan salên şer de pirsgirêkek mezin bû. Wan jî para xwe jê girtibû. Xaço, di zaroktiya xwe de berpirsiyartiya malê hildigre ser milên xwe. Li dengbêj û stranbêjên herêmê guhdarî dike û kilaman, stiranên eşq û dîlanê jiber dike. Piştî demek kin, bi dengê xweyî xweş tê nasîn. Dikeve civata nasdar û dewlemendên kurda. Di şahî û civatan de kilam û stranan dibêje.

Karapet, piştî serhiladan Şêx Seîd, derbasî aliyê Suriyê dibe. Li Qamişlokê bi cî dibe. Demekê di nav leşkerên Fransa de dixebite. Paşê derbasî aliyê Ermenîstanê dibe. Di radyoya Dengê Erîvanê beşa kurdî de kilamên wî têne belavkirin.
"Lawkê Metînî" kilama wî ya herî nasdar e. Çi kes nikare mîna wî bêje. Mîna gelek kurda, demek dirêj, min li vê kilamê guhdarî dikir, lê nizanî bû dengbêj kî ye. Piştre pê hisiyam ku Karapetê Xaço ye. Lê agehdariyên derbarê jiyana wî de kêm bû. 

Rojnamevan-nivîskar Salihê Kevirbirî, bi xebata xwe ya lêkolînerî li ser çanda kurdî tê nasîn. Bi xwe nehêne zimên jî, dengbêjiya wî heye. Dengê wî xweş e. Kevirbirî li ser jiyan û hunera Karapet xebitî. Çû hetanî Ermenîstanê û pê re axifî. Bîranînên wî nîvîsî. Ji gundê lê mezin bûye agehdarî berhev kir. Hejmarek wêne peyde kir. Bi agehdariyên giring li ser deng û dengbêjiyê, berhemek giranbuha, pirtûkek bi navê "Sedsala qerînekê, Kerapetê Xaço" pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kir.
Berhema wî lê hêja ye. Divê bê xwendin. 143 rûpel e û di 2009 de li Istanbulê di nava weşanên Do de belav bûye. Pirtûk li Turkiyê û Kurdistanê bi rêya pirtûkxaneyan têne belavkirin/ firotin.

fredag 18 juli 2014

"Pira Navbera Axreşkê û Şêxan" û Dr. Bro Omerî


Demek e ku min pirtûkek wisa bi heyecan û kêşar nexwendibû. Mirov, ji destpêkê heta rûpela dawî pê re dibe heval, heyecan û cîhana nivîskarî parvedike. Dema qala cîh û deverên serpêhatiyê, bîranînên xwe û lehengên nasdar dike, mirov dikeve ber pêla heyecanê, dibe gerokêwê demê û bi buyeran re dijî. Pirtûk, bi nimûnek ji ”Dadgeha Rizgariyê” li Amedê, plan û lîstikên li dijî Evdelê Silêman dest pê dike. Paşê çîroka Pîra sêrbaz, serpêhatiya Izedînê Osman, hevdîtina Cegerxwîn, bîranînên nivîskar bi Musa Anter re tên. Mirov dest bi xwendina pirtûkê dike, nikare ji destê xwe deyne hetanî rûpela dawî. Her serpêhatî û bîranînek ji pirtûkê tamekî guhertî dide xwendevan. Rûpelên dîrokî tekûz dike û serdema xwe ronî dike.

Ez qala berhema nivîskar Bro Omerî, kitêba ”Pira navbera Axreşkê û Şêxan" dikim.

Nivîskarê hêja Bro Omerî (Operator Dr. İbrahim Yıldırım) di 1942 de li herêma Omeriya hate dinyê. Piştî xwendina destpêkê û navîn, zanîngeha tibê li Istanbulê diqedîne. Demekê di nexweşxaneya Mêrdînê kar dike. Dikeve ber pêla zilma cunta leşkerî ya 1980 î û pir tadeyî lê tê. Ji bilî girtin û zexta li ser, tê sirgonkirin. Bi vegera welêt re, li Mêrdîn û Qoserê dixebite. Doktor Omerî debara malê bi doktoriyê dikir û li aliyê din li ser çand û edebiyata kurdî kur dibû. Di di gelek kovar û rojnameyan de nivîsên wî belav dibûn. Û bi helbestvaniya xwe jî bala xwendevanan dikişand. Di demek wisa de ku kar û xebatên hêja dikir, êşa dilê wî lê giran bû û çû ser dilovaniya xwe (2007). Piştî wefata Bro Omerî, gelek ji helbest û nivîsên wî, ji aliyê keça wî, mamosteya hêja Mehtap Yıldırım ve hatin kom kirin. Pirtûkên wî hatin belavkirin.

Di berhema ”Pira Nevbera Axreşkê û Şêxan” de cî dide serpêhatiyên piştî avakirina komara Turkiyê, bi taybetî  rewşa kurda, ronakbîr û serekeşîran. Plana dervekirina Evdelê Silêman, balê dikşîne ser fen, plan û bêbextiyên sîxurên li herêmê û ”Dadgeha Rizgariyê” (istiklal mahkemesi) li Amedê.

Beşek baş ji pirtûkê ji bîranînên Bro Omerî û Musa Anter pêk tê. Her çiqasî Anter di xatiratên xwe qala jiyana xwe li Istanbulê, mala Suadiyê bike jî, agehdarî gelek caran bi giştî, kin û kûrt in. Xatiratên Dr. İbrahim bi Antêr re, rûpelên winda yên dîrokî û giring tekûz dikin. Ji ber ku Bro Omerî ji aliyê malbatî nêzî Musa ye, mecalê dide xwendevanan ku rehmetiyê Anter ji hêlên din jî binasin. Li ser kurbûn, henekbêjî, nêrîna li jiyanê û mutewazîbûna wî, bibin xwedî dîtin.

Dr. Bro Omerî, di bîranînên bi Musa re, qala aliyekî balkêş yê Antêr dike. Hezkirina xwezayê, dar, der û dor. Xwedîkirina heywanan. Kûçik û pisîka li malê derdixine pêş. Esaleta kûçika malê û nexweşiya ”Kejê”, tedawiya baytêr û mudaxeleya giranbuha, mirina wê û peydekirina heval û dostek e dina nêz li malê, bixêrhatina”Îrma”yê, dikarin bibin naveroka fîlmekê. Pisîkê malê ”Gulo”kê û nobedariya wê ya çîçikan, nêzîkbûna pisîkê li mêvanan û Apê Musa dîmenên şêrîn û pir rengîn in. Nikarin bêne jibîrkirin.

Evîna rehmetiyê Apê Musa ya xwendin û ronîkirinê tu sînor nas nedikir. Buyerek di pirtûkê de, helwêsta Apê Musa baştir derdixîne holê. Çavên Musa Anter kûl dibin, tê sînorê ku roniya çavên xwe winda bike. Lê Anter, ji êşa çavên xwe bêhtir bi xwedina pirtûkan mijûl e. Dost û kesên nêz gazinan jê dikin ku li doktoran guhdarî bike û navberekê bide xwendinê. Anter jî nirxê xwendinê derdixîne pêş û dibêje: ”Çavên bi kêrî xwendinê neyên bêxîret in. Ma ez ê çi bikim ji çavên bêxîret û nekirkêr.”

Di heman berhemê de, fedekariyên Apê Mûsa û nêzîkbûna wî li xizm û dostên pir nêz jî tê ronîkirin. Bro Omerî û Apê Musa baştir dinase.


Pirtûka Bro Omerî têra xwe bi nirx e, balkêş e. Bi kurdî hatiye nivîsîn û 112 rûpel e. Di nava weşanên Avesta de berî niha derket. Berhemek wisa divê bê xwendin…

Analîz: Zarathustra Gabar ÇIYAN/ EuroKurd News&Cîhana Weşana

tisdag 3 juni 2014

Bîranîna Ahmed Arif



Helbestvanê mezin. Dengê xelkê xwe. Ozanê gel û tercûmanê jana hejaran.
Tenê pirtûkek wî çap bû. Ji kaniya dilê xwe reng da helbestan. Her yek ji wan volkanek, mayîna li ber teqînê ye.

Li Amedê hat dinyê. Li Sîweregê û Rihayê mezin bû. Bavê wî turk e. Dayika xwe wisa dide nasîn:
"Dayika min kurdek esîl e. Bavê wê, oldarekî bi ilmê xwe naskirî ye. Jê re dibêjin Îmam Yahya Abdulkadir. Bi navê Şêx Abdulkadir Cibralî jî tê nasîn."

Ahmed Arif, zimanê kurdî, diyalektên kurmancî û dimilî li Sîweregê fêr dibe. Qala zaroktiya xwe li herêma "Karakeçi"yê ku bir deşt û zozanên xwe dirêjî Weranşarê dibe, dike. Û "Daglarbaşi"yê ku bi çiyayên bilind dighêje Çermûkê. Bîranên xwe li nêzî bînahiya "Kanlikuyu", li taxa "Şehir" û "Ordu"yê dihêne zimên.

Adet û toreyên li herêmê, danûstandina eşîretan, kûştin, tolhildan, şînî û girîn, lehengî, merdî û xayintî, girtin, zîndanîkirin, îşkence û zilma li hepsê û li derve, zexta dewletê û bûyerên dema wî piralî bandor lê kiriye. Dema mirov li helbesta wî dinêre, cî û şopên van noqteyên hejmartî tev xuyanî dikin.


"Ku ez bêm kûştin,
bêm e windakirin, ez dibêjim,

rût û tazî, di şerekî de,
dixwazim bi mêranî be,
dostanî jî û neyartî jî,
lê yek ji wan jî nabe di rastiyê de..."


Bêhna toreya dengbêjiya kurdî ji helbesta Ahmed Arif tê. Kur in, dûrbîn in. Bi qasî duhî îro jî têne xwendin û neslên pêşerojê jî dê bixwînin û gelek sudan jê bigrin. Ew hosteyê peyvên kur û pirwate ye. Her peyvek, wêneyek e. Wêneyên bi dîmenên rengîn, balkêş û wate. Arif ozanek lê hêja, hunermendek mezin e. Pisporê peyvên bilind û kur û afirênerê helbestên hemdemî ye.


Ji ber helbestên xwe hate girtin. Demek dirêj di girtîgehê de hiştin. Nexweş ket û pêla zilmê û tûnêbûnê ew hejand. Lê serî netewand.

Hayê te jê heye dîwarê ji keviran?
deriyê hesinî, paca korxilqkirî,
balîf, text, qeydûzincîra min,
wêneya minî bikeser li devera veşartî,
ku ji bo wê gelek caran çûme mirinê,
hayê we jê heye?
serdanê min, pîvazên şîn şandiye,
bêhna qerenfîlê tê ji çixareya min
Bahar hatiye çiyayên welatê min...


Îro salvegera wefata te ye: Ji bo tevayê helbestên te, "33 gule", "Keleha Amed ê", "Ji hesreta te min qeyd û zincîr rizandin" û yên din gelek spas. Bi qasî tu bi Amed, Sîwereg û Rihayê ve girêdayî ye, mîna evîna dilê te, em jî hez ji te dikin. Tu dilê me de ye.


Birçî mam, tî mam,
di şevên bêbext û reşûtarî de,
can xerîp, can bêdeng,
can perçeperçe...
Û destên min di kelemçê de,
bê tutin, bê xew mam,
lê min terka evîna te nekir...


Zarathustra Gabar ÇIYAN, Rojnameya Tigris, Amed, 2 Hezîran 2014

fredag 9 maj 2014

Dîmenek ji jiyana Kurdên koçber: Kurdên Xorasanê



 
 
Herêma Xorasanê li Îranê ye. Erdê wê, ji sînorê Turkmenistanê dirêjî tixûbê Afganîstanê dibe. Hejmara kurdên li Xorasanê ne diyar e. Lêkolînêr qala 1 milyon 500 hezar, hinek jî dibêjin hejmara kurdên li herêmê, 2-3 milyon in. Dîroka koçberkirina kurdên Xorasanê di salên 1100-1500 (pz) de pêk hatiye. Lê hinek nivîs qala şopên kevnare yê kurda li herêmê dikin. 'Zerdeşt Pêxember' li herêmê maye û ev dever jî dikeve ber xaka kevnare ya kurda. Lewma têkiliyên kurda bi herêmê re têra xwe kevn e.
Lêkolînêr û nivîskarê kurd Şoreş Reşî zêdeyî 10 salan e li ser kurdên koçber kur dibe. 2 pirtûkên wî, Kurdên Koçber 1, 2 li ser pirsê belav bûne. Ew bi xwe jî ji kurdên Anadoliya navîn e. Çend caran çû Xorasanê û li wir lêkolînên giranbuha pêk anîn. Me, li ser rewşa kurdên Xorasanê bi nivîskar Şoreş Reşî re axifî.
 
- Li ser pirsa Kurdên koçber du pirtûkên we belav bûne. Tu bi xwe ji Kurdê Anadolayiya navîn e. Tu çûye Xorasanê û li ser pirsê kur bûye. Derbarê dîroka Kurdên Anadoliya navîn û Kurdên Xorasanê pispor e.
Hejmara Kurdên Xorasanê çiqas e? Li kîjan bajarên Xorasanê dijîn? Hejmara gundên wan çend in û bêhtir li çi deverê kom bûne
? 
Şoreş REŞÎ: Spas. Min 10 salan li ser pirtûkên bi navê "Dîroka Kurdên Koçber", cîld I û II an kar kir û dû caran çûm Xorasan û Gîlanê. Kurdên Xorasan, Gîlan, navenda Anadolê û xeta Berfiratê yek in…

Wekî her beşekî Kurdistanê an jî cîhên ku kurd lê dijîn, em baş nizanin ku çiqas kurd li Xorasanê dijîn. Anku îstatîstîkek liser wê yekê li ber destên me nîne. Yên ku heyî jî ji alî dewletên dagirker vê nayên eşkerê kirin. Bê guman hinek texmîn hene. Mînak, gencên Xorasanê dibêjin: "Hejmara me sê mîlyon in." Hinek nivîskarên mîna R. Blaga dibêjin: "Dema çûn Xorasanê, milyonek 900 hezar bûn, Ew ji 15 heta 50 malbat bûn." Kelîmullah Tevahudî dibêje: "45-50 hezar malbat" birin. Ew jî texmîna 250 hezar kesan dike. Dîtinên îro li ser hejmara wan tên gotin, bi min zedê realîstin nayen. Dema mirov kurdên li eyalata Gîlanê jî bide ser yên Xorasanê texmînî di navbera milyon nîv û dû milyonan de kurd li bakûrê Îranê dijîn.

Bakûrê Xorasanê bi dewletên Afganîstan û Turkmenîstanê rê cîran e. Kurd li rojhilat, ji sinûrê Afganîstanê bigre heta Behra Kesk û Gîlanê belav dibin. Herdû cografya jî çiya, tazî, hişk û bêkêr e. Ji rojhilat de, Kurd li bajarên Kelat-i Nadîr, Çinaran, Deregez, Qoçan, Nîşabur, Sebzevar, Esferayn, Şîrvan, Oxaz, Bojnurd û Aşxane dijîn. Li paytexta eyaleta Xorasan, bajarê Meşhedê tê gotin ku 400 hezar kurd dijîn. Di nava wê cografyayê de mirov gundên fars, turkmen, tat jî dibîne ku ew ji bo helandine kurdan hatine bicîhkirin.

Li Xorasanê piranî Kurmanc dijîn. Lê li bajarê Kelatê kêm bê jî kurdên Lor peyda dibin. Li Eyalata Gîlan ku li başûrê Behra Kesk dikevê jî gelek kurd hene. Paytextê eyaletê Reşt ê. Gor bawerîya min ew nav ji êla kurdê bi navê Reşî girtiye. Li Gîlanê, li çiyayên nezikî behre kurdên Kurmanc dijîn û piraniya wan xwe wek "Reşî" û "Emarlû" binav dikin. Wekî tê zanîn Reşî li nava Anadolê û li dora Meletî, Semsûrê û gelek cîhên din jî dijîn. Emarlû jî îro bi hema navî li gundên Qirşehîrê dijîn û parçên hevin. Li herêmên bi navên Lahîcan, Şahrudan, Sefîdrud û Loşan kurdên Lek-Lor û kurdên Hewreman dijîn. Lek wek Şêxbizin jî tên zanîn ku îro li Haymana û gelek cîhên dinê Turkîyê û Xaneqînê hene. Kurdên bi zaravê Hewramî û Dimilkî jî li Gîlanê hene. Gîlan wek mûza ziman û zaravaya ne. Ji bo lêkolîneran cîhekî mûkemel e. Di nava van kurdan de: "Tat", "Gîlek", "Talîş" û komên dine biçûk jî dijîn. Dîsa nezikî vê herême li bajarên mîna Kazvîn û Xalxalê (Celikî dijîn ku ew li Çelîkhan, Semsûr û navênda Anadolê jî hene) jî gelek kurd dijîn.

Li herdû eyalatan nezikî 2000 gund hene. Tenê li Xorasanê 1600 gundên kurdan hene. Lê îro ew gundana piranî vala bûne. Dema ez di salên 2001 û 2003 an de çûm herdû herêman min dît ku gelek gund vala bûne û xelkê ji gundan barkirine bajarên mezin. Lewra li gundan kar nemaye û salên dawî gelek xela û hişkî heye û çandinî êdî nema dibe. Ji ber sedêmen aborî, gundîyan barkirine. Ew polîtîka ji alî dewletê ve jî tê teşwîk kirin. Dewlet dixwazê kurd belav bibin û bên helandin…



- Bêhtir ji kîjan herêma Kurdistanê hatine?
Şoreş REŞÎ: Bêhtir ji aliyê Meletî û Semûrê ne. Wê demê jiyana koçer û koçberiyê hêsantir bû û sînorê çûnûhatin û bicîhbûnê ji Çiyayê Kurmenc û Helebê heta Erzirûm û Qersê dirêj dibû. Federasyon, êl û konfederasyonê van kurdana di navbera wê cografyayê de diçûn û dihatin, bicîh dibûn. Lê wek navênd, mirov dikarê bibêje ku ji bajarê Semsûr ne.

Li herêmeke Xorasanê kurdên bi navê "Layînî" hene. Ew nizanin ku ji ku hatine û navê wan ji ku hatiyê. Dema mirov li nava dokumentên Osmaniyan mezê dike, li Semsûrê gundekî bi navê "Karye-î Layîn", yanê gundê Layîn dibîne. Di salên 1500 de ew gund heye û xelk lê nîştecîh e. Lê piştî salên 1535 an gund vala bûye û xelkê bar kiriye. Ji dokumentên dîrokî yên bi vî rengî, axaftina mirovên li herdû herêman, qerekter û şêxsîyeta wan dide ispat kirin ku, ew berê li wê herême jîyanê. Bi kurtî mirov dibîne ku ew ji dora Semsûrê neçarî koçê bûne. Berî wê serdemê jî, di dema Sasanîyan de (ss VI) hejmarek kurd ji alî Silîvanê û Gîlan kurdên Gor (1148-1215 an de dewleta Gor avakirin) birine Xorasanê. Dîsa ji Hewrêman û Lekîstanê kurd çûnê herêma Gîlanê.

- Te hinekî qal kir. Lê bi giştî Kurdên Xorasanê çi demê li wir bi cî bûne û sedemên koçberiyê çi ne?
Şoreş REŞÎ: Di serdema Safevîyan de, cara yekêmîn Şah Îsmaîl, kurd birin Xorasanê. Şah dizanî ku kurd şervan in û liser esasê Sersortiyê (Qizilbaş) ew giredayî şah in. Wê demê moxol û ozbekan êrîşî Xorasanê dikirin. Îsmaîl jî êlek e kurd bi navê "Qereman-lu" bir û wek mertal li pêşberî wan bi cîh kir. Qeremaniyan li hember Osmanîyan gelek salan şer kirin. Bajarê 'Karaman'a li Anadolê, navê xwe ji wan girtî ye. Piştre di dema Yildirim Beyazid de vedigerin aliyê rojhilat û Qafqasyayê. Di heman demê de, dewleta Safevî ava bûye û Qeremanî di avakirina wê dewletê de rolek mezin lîstine. Şah wan ji wir dibe Xorasanê. Îro jî Qeremanî li bajarê Aşxanê hene. Ez du caran çûm hêla wan. Piranî koçberin, zaravê Kurmancî diaxifin û mirovên pir şervan û egîd in.

Koçberîya dûyêm di serdema Şah Tehmasip de di sala 1553 an de pêk hat. Sedêma wê jî Sersortî û eskerî bû. Koçberîya dawî jî di serdema Şah Ebbas de bû. Şah bi Osmanîyan re di sala 1590 an "Peymana Stenbolê" mohr kirin û gor vê peymanê di sala 1593-94 an de 15.000 malbatên Kurd birin Xorasan. Kurd wê demê piranî li dora Serhedê û Azarbeycanê koçber bûn û sinorên ku dagirkeran çêkirî îhlal dikirin. Biçûyan kijan dewletê jî ew di şer de bi ser diketin. Lewma herdû împaratoriyan jî dixwestin ji kurdan rizgar bibin. Abbas soz da kurdan, ji bo xwedîkirina pez cihekî peyde bike. Bi vê yekê kurd xapandin û birin Weramîn (başûrê Tehran, îro bûye taxa Azerbeycanê) bicîh kirin. Lê piştî dû salan xapandina wî eşkere bû û derket holê, wî kurd şandin aliyê Xorasanê. Wê demê Xorasan di bin êrîşa Ozbekan de bû û şah nediwêrî herê herême. Şah, kurd birin û ew avitên nava êgir. Piştî wê demê 1594 an de, êdî şerê kurd û ozbekan dest pêdike û kurd gelek wendahîyên mezin didin. Şaîrêkî faris dibêje: "Eger mirov xaqa Meşhedê bigûvişê dê xwîn heta Kerbelayê here…" Rastî ew xwîna kurda bû. Piştî şerên dehansalan ajotî, kurd herême ji ozbekan paqij dikin û li wir nîştecîh dibin. Ew strana gelêrî jî şerê wê demê îfade dike ku di dema êrîşên ozbekan de jin direvandin û li bazaran difrotin:

Te dibin û min çêrdikî lê yarê?
Li kî alî sefer dikî lê yarê?
Her derê terî min xeberke lê yare!
Dûmên girtîye serî Zengilan û Rûbarî
Serê Tûrmên derket li alî Xîwe û Biharê

Hemdila min, bêrdila min birin bazarê
Can û malî min feda serî serkarî
Min bifroşin daynin li redê wê yarê

Ez bigerim te nabînim lê yarêLi redê te kê bişînim lê yarê
Kaxizekê tu bişîne ez bixwînim lê yare
(Ji pirtûka Stran û Awazên A. Navîn-Ş. Reşî)



- Li herêmê, kurd bi giştî bi çi karî mijûl in û rewşa herêma Kurda ya aborî çawa ye? 
Şoreş REŞÎ: Kurd piranî bi maldarî, bax û cotkarîye debara xwe dikin. Xorasan cîhekî zûha, hişk, baran kêm dibarê û çiyayî ye, çandinî kême. Maldarîya jî merg û çêrê kême. Di hinek newalan de darên meywê hene ku xelk bi fêkîyan dewera xwe dike. Bi gîştî Xorasan û kurdên wir gelek feqîr û hêjar in. Aborî hema hema nîne. Dewlet bi zanyarî cihê kar an jî tiştekî aborîya wan baştir bike ava nake. Dixwazin kurd muhtac bin û belav bibin.

Dewleta Îranê ji karê narkotîkê re çavê xwe digre, serbest e. Li wir cixara kişandin şerm tê dîtin, lê tiryakîbûna narkotikê baş tê dîtin. Ji bo ku bi herêma Xorasanê bi Afganîstanê re sinor e, kişandin û bikaranîn ne qedexe ye. Gelek gund û kes pabendiyê kişandinê bûne. Ez bixwe bûm şahîd ku li gundan dê û bav di nava zarokan de dikşînin û gelek gund bi temamî bûne êsîrê wê. Ew sucêkî mirovahiyê ye. Pêwîst e UN (Neteweyên Yekgirtî) û hêzên kurda bi pirsê mijûl bibin. Zarokên temenê wan nebûyî 10 salî jî di narkotîkê de tên bikar anîn an jî bûne mûptela ku ji bo civaka kurd xeterek pir mezin e. Dewleta Îranê dema tîcareta narkotîkê tê kirin (meblaxên mezin) kesan digre û îdam dike. Lê ji bo bikaranîna wê di nava ciwanên kurda de, çavên xwe digre. Di vî warî de mafên mirovan binpê dike û bernemeyêka wan ê li dij wê jî nîne.

- Rewşa bi axaftina Kurdî çawa ye? Xebat li ser ziman, çand û dîrokê dibe, an na?

Şoreş REŞÎ: Kurdîya kurdên Xorasanê Kurmancîya berfiratê ye. Kurdekî ji Semsûr, Çiyayê Kurmenc, Kobanê û navênda Anadolê bi rihetî dikarê fêhm bike. Hinek farisî ketîyê navê, mirov tê de tirkî û erebî jî dibîne lê dîsa jî kurdîyek zelal û paqij e. Kurdên barkirine bajaran, hedî hedî dikevin ber pêla asîmîlasyonê. Yên temên mezin Kurdî dizanin lê nifşên nû bi farisî diaxifin. Dibistan û sîstema siyasî mêjiyê wan dide şûştin.

Li gundan rewş hinekî baştire. Zimanê bazarê hîna jî li gelek deveran Kurdî ye. Lê xeterek gelek mezin li pêş kurdan, yên li gundan dijîn heye. Xebat ferdî ne. Kesayetîyên wek Kelîmullah Tewahûdî (1940) ji 30 pirtûkan zedêtir nivîsî ye û xizmet kiriye. Lê ji bo wan nivîsîn, çapkirin û belakirinê hemî zewî û erd û xaniyê xwe firotiye. Ji van pirtûkan 7-8 li ser dîrokê ne, yên din jî li ser çand û hûnerê ne. Kesên wiha yek û yek hene. Lê xebateka bingehîn nîne. Wekî din kovara "Kurmanj" derdiket lê gelek pirsgirekên wê aborî hebûn. Sazîyeka bi navê "Mûesesa Kurmancan" heye ku navênda we li bajarê Qoçanê ye û wek mûzeyekê xebatê dimeşîne. Eleqa çi bi kurdên wir ve hebe kom dike û dixê nava sazîyê. Radîo û TV yên ji alî dewletê ve tên fînansê kirin jî hene, lê piranîya bernameyan bi Quran xwendine, an jî bi propaganda sîstemê diçe. Wextek sînorkirî didin stranan. Rewşa Kurdên Gîlanê xiraptir e û tu xebatên wan yê çandî û kultûrî nîn in. Ew bi asîmîlebûne re rû bi rûne.




- Têkiliya wan bi Kurdê Kurdistanê re çawa ye? 
Şoreş REŞÎ:
Ez kurdên Xorasan û Gîlanê wek "Koda reş a kurdan" binav dikim. Çawa balafiran kodên xwe reş hene, kurdên Xorasanê jî ji kurdan dûr manê û bi tena serê xwe dijîn. Ne tekîlîya wan bi kurdên rojhilatê Kurdistanê re ne jî bi yên din re hene. Ji bo ku dewlet parabolan qedexê dike, nikarin TV kurdî jî mezê kin. Hevalbendên PKK têkiliyên xwe danîbûn. Wekî din ne TV, ne rojnamê, ne kovar, ne jî tiştekî din digehêje ber destên wan. Di her carê ez diçûm, min gelek pirtûkên zarokan, alfabê û ziman, CD û amûrên din dibirin û hema hema li her cîhekî belav kir û dan hinek kesan ku kopya bikin û belav bikin. Pêwîst e sazî û rewşenbîrên kurd berê rexnê bidin xwe. Hêzên kurd û gelê kurd dikarin gelek alîkarîyên mezin bidin xwîşk û birayên xwe, kurdên Xorasanê. Di vî warî de kemasîyên mezin hene.


- Polîtîka dewleta Îranê li hemberî wan çawa ye?

Şoreş REŞÎ: Wek her dagirkerekî Kurdistanê, ya wan jî polîtîkayek sinsî, nankor û bi xeter e. Tenê kurdan înkar nake, lê ji bo ku wan bihelînê çi ji dest tê dike. Eger kurd nebiyana îro cografya Îranê wek îro nedima; qet nebe Xorasan di nav sînorê Îranê de nedima. Kurdan ji bo Xorasanê gelek bedel dane. Lê li bajarên Xorasanê xelk mûhtacê nanê tisî ye û peykerek mezinekî kurd nabînî. Di alî din de, sîstema dewletê ji bo ku xelkê bihelîne hewil dide ku berê wan bide aliyê olî. Li her kolanekê mirov dikarê mizgefteka modern bibîne û heroj civînên olî pêk tên. Lê ji bo rêkûpêkiya jiyana xelkê çi kar nayê kirin. Bi propagande bi vî rengî bi hezaran kurdên Xorasanê di şerê Iraqê de kuştin û an jî seqet hiştin.

Li bakûrê Xorasanê, sinûrê Turkmenîstanê cîhekî pîroz heye. Dewlet propagandê dike ku "Îmamê Elî li wir şer kiriyê û paşê bûye cihê îstîrehetê." Di dîrokê de bûyereka wiha pêk nehatiye. Dewlet rûpelên dîrokî yên nû ji derewan diafirine. Berevajî, gelek belgê û dîtin hene ku Zerdûşt Pêxember li wir jîyaye. Lê dewlet hewil dide dîroka rastiya herêmê berevajî bike…

- Têkiliya wan û Kurdên Anadolê ji aliyê girêdana eşîr, xizm û xwedîtiyê heye, an na?
Şoreş REŞÎ: Di dema îro de, têkiliyên Kurdê Anadolê û Xorasanê zêde ne xurt e. Qels e. Lê girêdana me, ji aliyê êl û eşîran ve heye. Êlên li Koban, Efrîn, Çiyayê Kurmenc, Cebel el Ekrad (Lazqîyê), Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Dêrsîm, Qers, Erzirûm, Rûsya û Navênda Anadolê yek in. Şax û bavikên koçber li Xorasan û Anadola navên eşîr û êla xwe jibîr nekiri ne. Êla min a ku navê xwe Sêvika yê li Xorasanê 60 gundin, li Anadolê 5 gundin. Wekî din li Dêrsîm, Meletîyê jî hene. Dîsa konfedarasyona me ya bi navê Reşî tê nasîn, li taveyê cografyayê belav bûye. 120 êlên kurd li Xorasanê hene, hinek nav hatibûn guhartin jî mirov parçê wan li bakûrê Kurdistan, Rûsya, Rojava û Anadolê dibîne.

- Pirtûkên te Dîroka Kurdên koçber 1, 2 çiqasî bala kurdên koçber kişand?
Şoreş REŞÎ: Di pirtûka min de gelek tez, îdîa û ispatên nû hene; li ser îdîayên di vê pirtûkê de niqaşên pêvîst nehatin kirin. Belavkirina pirtûkê didome. Pirtûk bi kurdî ye û gelek kes nikarin bixwînin. Beşek ji dîrokzanayên kurd bi kurdî naxwînin, an berhem negihiştiye destê wan. Lewma nirxandin, rexnê û niqaşên pevîst çênebûn. Ji alî kurdên koçber vê jî rewş wiha ye. Di xwendina kurdî de li paş mayîn heye. Lê gor wê jî bala wan dikşînê û dixwazin bixwînin. Hewildanên wisa rê li ber fêrbûna kurdî jî vedike. Armanca min ew bû ku, ew li ser dîroka xwe ronî bibin û bi nivîsîna kurdî teşwîqî xwendina zimanê xwe bibin.

Divê bê gotin ku, gavên erênî jî têne avêtin. Li herêmê kurda, wekî kevirekî bavêjî nava avê, pêl bi pêl kurdî di nava kurdên koçber de belav dibe û întresa wan zedêtir dibe. Xebatên hêja dibin û gelek projêyên giranbuha pêk tên.


Hevpeyvîn: Zarathustra Gabar ÇIYAN

torsdag 30 januari 2014

Pirtûka Dersên Kurdî

Têkiliya xwendevanan bi pirtûkê re gelek caran bi nêrîna bergê dest pê dike. Xwendevan, bi navê berhem û nivîskar, reng, wêneyê bergê pêşî, xweşxwedina tîp û agehdariyên kurt di bergê dawiyê de, rast anjî şaş, dibe xwedî dîtin. Ji bo xurtkirina bazara pirtûkê, rola navê nivîskar, danasîn û analîza pirtûkê di medyayê de, giring e. Lê bergê wê gelek tiştan ji xwendevanan re dibêje. Bi sînor be jî, bandora wê li xwendin û nexwendina pirtûkê heye. Lewma ne bi qasî naveroka berhemê bi nirx be jî, divê reng û bedewiya teknîkî jî cidî bê girtin.

Nivîskarê 'Pirtûka Dersên Kurdî', B. Welatevîn bi qasî naveroka pirtûkê, karê bergê wê jî pir cidî girtiye. Bi taybetî wêneyê bergê pêşî bala min pir kişand. Nivîskarên Kurd gelek caran di bergên pêşî yên pirtûkên xwe de wêneyên siyasî, hunerî anjî dîrokî bikar dihênin. Lê Welatevîn, ji bo bergê pêşî wêneyê 'Pisîka Wan'ê hilbijartiye. Nirxek netewî ku bi hemu kesan şêrîn e bibîr dihêne. Hezkirina heywanan û helwêsta parastina pisîkên Wan ê li cem me xurtir dike.

Pirtûk, di nav weşanên 'Navenda Pedagojiyê ya Kurdî (Kurdiska Pedagogiska Centrum) li Swêdê' derketiye û ji bo pêngava bilind 6, 7, 8, 9 an hatiye amadekirin.

Pirtûk li gorî programa dersdayîna pêngava bilind hatiye nivîsîn. Afirandina kitêbên dersê ji bo pêngava bilind cesaret, hevkarî, lêkolîn û ji awira wext ve sebir û fedekariyê dixwaze. Lewma, nivîsîna berhemek wisa, bi bilindbûn û bikaranîna zimên di dereca perwerdeya bilind de û li ser esasê pedagojî, hizirkirina bi Kurdî û bi Zimanê Kurdî, gavekî wêrek e. Xizmetek giranbuha ye.

Giraniya naveroka berhemê ji rêziman û Edebiyata Kurdî pêk tê. Lê taybetiyên civaka sivîl û çend rûpelên dîrokî jî cihê xwe di berhemê de girtine. Di beşê edebiyatê de, jiyana beşek ji nivîskarên berê û yên dema me weke Ehmedê Xanî û Mehmed Uzun, bi nimûneyên nivîsên wan hene. Şagirdên Kurdî bi saya vê pirtûkê dê karîbin li ser edebiyata xwe bibin xwedî dîtin. Di pirtûkê de, bi kurtasî jî be, çend rûpel ji edebiyata cîhanê, ji jiyana nivîskarên weke John Steinbeck û August Strindberg hatine bicîkirin. Agehdariya li ser taybetiyên civaka sivîl de, cî, rol û awayê xebata Netewên Yekbûyî, Unicef û rola Peymana Mafê Mirovan dibin mijarên giring.

Di beşê dîrokê de buyerên giring, mîna Serhildana Şêx Mahmûd Berzencî, Şêx Saîd û Dêrsimê derdikevin pêş. Hebûna beşek ji nirxên netewî, mîna marşa netewî Ey Reqîp û jiyana nivîskarê wê Dildar û agehdariya li ser Pisîka Wanê ûhwd cî û rola pirtûkê bilind dike.

Pir hindik be jî, bi çend rûpelan qala coxrafya Kurdistanê hatiye kirin. Li ser çend bajaran agehdarî hatiye dayîn. Hinek ji hunermendên Kurd weke Eyşe Şan û Tara Caf hatine danasîn. Dîroka tîpan û çapxaneyên destpêkê, pêşketina çapxane û belavkirina pirtûkan beşek balkêş e.

Zimanê pirtûkê têra xwe bi kêşer û sade ye. Pir rengîbûna wêneyên pirtûkê balkêş e. Metodê pirsûbersiv û xwestina xebata kolektîf girêdana mirov bi xwendina pirtûkê zêdetir dike. Taybetiyên wisa dê şagirtan li xwendina Kurdî teşwîk û sortir bike.

Di dawiya kitêbê de, ferhengokek bi çar zimanan hatiye amadekirin. Ferhengoka duwê ya cureyên bêjeyan, dewlemendiyek din yê pirtûkê ye.

Berhem ji 198 rûpelan pêk tê û di dawiya 2013 de ketiye ber çapê. Nivîskarê pirtûkê, mamoste B. Welatevîn (M. Hakki Balta) e. Nivîskar di pêşgotina xwe diyar dike ku, di dema amadekirina pirtûkê de, Amed Tigrîs, Nizamettin Akkurt, Dersim Tekkeş, Gabar Çiyan û Yusef Erdem bi alîkarî û pêşniyazên xwe pirtûk rengîntir kirine.

Pirtûk ji bo şagirtên Kurdî navgînek baş e. Ji bo dersdayîna Kurdî bisûd e. Navnîşana têkiliyê ev e: kurdped@hotmail.se

Analîz: Zarathustra Gabar ÇIYAN