tisdag 7 juli 2015

”Zilamêkî tenê: Edîp Karahan”


Karên teknîkî bê lêkolîn û ceriband pêş de naçe. Bê avdan û nêrînê, dar fêkî nade. Evînî, eleqe û pêdaketinê dixwaze. Şoreş, bi xebat û kedê digihêje encamê. Bi kin û kurtî, her karek, bi dereca pêwîstî û hewcedariyê tê holê û dibe cihê lêpirsînê. Ji bo çareseriyê, gav tên avêtin. Gava pêşî detpêk e. Lê pêşketin, bi domandina kar, têgihiştina şaşîtî û pêşdebirina aliyê erênî dibe.

Heman tişt ji bo xebata netewî jî derbas dibe. Bavê fikrê netewîbûnê Ehmedê Xanî ye. Wî rewşa Kurda baş analîz kiriye û riya felatê nîşan daye. Serhiladana Mîr Bedirxan, Ubeydullahê Nehrî, Şêx Seîd, Seyid Riza û ên din encamên ne memnuniyeta ji rêvebiriya Osmaniyan, rejîma Kemal bû. Nerazîbûn, pêkanîna serhildana û pêşdebirina fikra Xanî anîbû holê. Her şaşîyek me, dibû tecrûbe. Serkevtin jî, rê ji bo gavên nûjentir û xurtir vekiri ye.

Serhildanên netewî ên dema Kemal, bi qirkirinê dawî hat. Gelek kes hatin kûştin, hepiskirin, surgunkirin û ketin ber çerxa asîmîlasyonê. Dîrokek fermî li ser esasê înkarê, sistemek ji bo asîmîlekirinê, qedexekirina ziman û çandê, raçavkirina kurda, girtin, hepiskirin, ji holê rakirin û têkbirina hemû hewildanên netewî hatibû pê.

Ji salên 60 î pê ve li dijî sîstema heye nerazîbûn dest pê dike. Beşek ji ronakbîr û siyasetvanên Kurd, li bakurê welêt, li dora ”TIP”- Partiya Karkerên Turkiyê dicivin. Wê demê hejmarek xwepêşandanên Rojhilat-”Dogu Mitingleri” dibin. Divê neyê jibîrkirin ku, sîstem heman sîstem bû. Qanûn weke xwe bûn û dîtina fermî li hemberî Kurda nehatibû guhertin.

Ronakbîr û welatperwerên dema 1960 î ji polîtîka dewletê pir tadeyî dîtin û êşiyan. Di demek wiha de, ku kurdî qedexe bû, navê Kurdistan û kurditiyê berê mirov dida hepsê, îşkencê û kûştinê, hejmara kesên xwedî li dozê derkeve ne zêde bû. Xelk, piştî qirkirina Şêx Seîd, Dêrsim û Agirî, çavtirsandî bibûn, surgun û windakirin bibû beşek ji jiyana wan, xwedîderketina doza netewî, ne hêsan bû.

Rola xwepêşandanê pêşî "Rojhilat" ji bo şiyarbûnê û şikandina tirsê giring bû. Li herêmê hêdî hêdî organîzasyonên demokratîk ên mîna DDKO, TOBDER jî derdiketin pêş. PDK hebû, lê xebata xwe ne legal bû.  

Dewlet di wan deman de ji aliyê ewlekariyê bihêz bû. Her demekê hatina hukmê Artêşê û xurtkirina hêza Istîxbaratê, bi hemû awayî li bajaran xwe dida der. Sîxurên wan taqîbata welatperweran dikir. Bûyerên wan deman, "49" an, "23" an û "sirguna 55 axeyan" û operasyonên cewaz tev ji bo paşxistina helwêstên azadiyê bû. Armanc, bi tehdît, girtin, hepiskirin, lêdan û çavtirsandinê, şikandina helwêstên netewî bû.

Yek ji lehengên dema 60 î, welatperwer û ronakbîrê hêja Edip Karahan bû. Karahan xwendevanê zanîngehê bû, hiqûq dixwend. Tirs nas nedikir. Li Amedê, di salên herî xirap ku dewletê reşahî bi ser gelê Kurd de anibû, di xwepêşandanan de bi kurdî axivî. Navê Kurdistanê bilind kir. Kovara "Dicle-Firat"ê weşand. Analîzên siyasî û çandî nîvisî. Li bajaran xelkê şiyar kir. Ne tenê li bakur, dema Mistefa Barzaniyê nemir de, çû başûrê welêt, li wir ji aliyê dadgeh û hiqûqê kar kir. Ji şoreşê re alîkarî kir.

Karahan, weke gelek welatperwerên wê demê, dikeve ber pêla zilm û taqîbata dewletê. Bedelên giran dide. Herdem tê taqîpkirin. Kesên têkiliyê pê re datînin, dikevin ber xezeba dewletê. Karahan tê girtin û beşek ji jiyana xwe di hepsê de derbas dike.

Edîp, ji malbatek welatperwer e. Lê ji bo ku alîkariya malbat û eşîra wî lê nebe, tirs û tehdîta dewletê dikeve dewrê, zêde piştgiriyê nagire. Kovarê çap dike, lê ji ber aboriya qels û tehdîta dewletê zêde nadome. Peydekirina xwendevanan, belavkirin û mecalên firotina weşanan, sînorkirî û ne hêsan bû.

Edîp Karahan, li Stenbolê ji ber krîza dil radikin nexweşxanê û li wir, 1976 an de wefat dike. Dema wefat kir, 46 salî bû.  

Qonaxa em tê de ne, erênî ye. Li Başurê welêt, herêmek azad heye. Li Rojava kantonên serbixwe ava dibin. Li bakur xebata heye roj bi roj xurtir dibe. Ev tev, bi ked û xebatê bi dest ketiye. Li her çar aliyê welêt, di her serkevtinê de, keda lehengên Kurda heye û divê ew neyên jibîrkirin.

Ez di 13-14 saliya xwe tevlî karê siyasî bûm. Wê demê, du-sê komelên çandî li Nisêbînê têra xwe çalak bûn. Ez bawer im dawiya 1977 an de, qala kitêba rehmetiyê Edîp, ”Şoreşgerekî Kurd” hatibû kirin. Mêranî û fedekariya Edîp Karahan bibû cihê niqaşê.


“Xebera nexweş zû belav dibe”, dibêjin. Rast e. Welatparêzên bajêr bi xebera wefata Edîp êşiyan. “Karahan dikir hiqûqê teva bike”, digotin. Û wiha dom dikirin: “Mirovekî bêtirs, ronakbîr û zana bû. Welatperwerekî lê heja bû. Demek ku karîbe ji bo netewa xwe karên mezin bikira, felekê ji nav me bir...”   

Îro, min kitêba darbarê jiyan û têkoşîna lehengê nemir Edîp Karahan, ”Bir Yalniz Adam” xwend. Dîtin û xatirên heval û nasên wî hemêz dike. Dîmenên rengîn û cewaz ji dema tekoşîna wî, weşana kovarê, girtin û hepsê, hetanî roja wefata wî dide. Nivîskar Selahattin Bulut bi berhema xwe a hêja, ne tenê li ser Karahan, her wiha hejmarek lehengên dema wî jî dide nasîn. Zilm û tadeya dewletê dihêne zimên, li ser rewş û mecalên kar û xebata polîtîk a wê demê mirov ronî dike. Kitêb di 2005 an de, di nav weşanên ”Elma” derketibû.


Destkevtinên netewî bi hêsanî nehatine pê. Pir giring e ku neslên nû dîroka xwe û lehengên welatê xwe baş nas bikin. Divê fedekar, kedkar, xebatkar û lehengên welatê me neyên jibîrkirin. Em derbarê jiyana wan bixwînin, nas bikin û bibîr bihênin. 

Analîz:Zarathustra Gabar ÇIYAN

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar