lördag 28 maj 2011

Bi nivîskar Zeynelabdîn Zinar re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -5-



Agehdarî: Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

- Ji kerema xwe re xwe bide nasîn, Zeynelabidîn Zinar kîye?
Zeynelabdîn Zinar: Ez di 1953 an de li bakûrê Kurdistanê herêma Reşkotan li gudek bi navê Hedhedkê hatime dinyayê. Ji malbateke oldar im; bav û bapîrên me tev mela bûne. Ji ber hindê di nêv eşîra Pencînaran/Bavikê Weliyan de, ji famîla me re Mala Melan tê gotin. Min pêşî bi zimanê kurdî û di Medreseya Kurdî de xwendiye, ji bo xwendinê li gelek herêmên bakûr geriyame û min li vê xwendinê yazdeh sal domandiye. Destpêka nivîsandina min a bi kurdî, piştî dîtina kurseke taybet, di 1963-64 an de bi elîfbêtika erebî çêbûye. Di 1968 an de, min li Diyarbekirê dest bi xwendina tirkî ya bi navê IMAM-XETIB kiriye. Di duwazdehê Adara 1971 ê de, piştî derbeya leşkerî, ez jî mîna gelek xortên Kurd bi tawanbarkirina ”Qomunîstên Kesk” ji mektebê hatime dûrxistin. Piştre min li Belediyeya Êlihê dest bi karê memûrtiyê kiriye û yazdeh sal domandiye. Herweha min li wirê dest bi xwendina lîseya şevê jî kiriye, heta Cuntaya Leşkerî ya sisiyan ku ez hatime girtin.  Ji 1980 hetanî 1984 an, heşt car hatime girtin. Îşkenceyên bi sosret li min hatine kirin, di girtina sê caran de, 178 roj îşkence li min hatiye kirin (Piştre min pirtûkek bi zimanê tirkî jî nivîsiye, navê wê  Îşkencede 178 Gun ango Di îşkencê de 178 Roj). Yekê adara 1984an, Dadgeha Leşkerî ya Nimre 1, pênc sal sezayê girtîgehê û 20 meh jî sirgûn daye min. Ez di dawiya eynî salê de reviyan û çûme li Swêdê bi cih bûme. Piştî tedawiya min di neh salan de li Nexweşxaneya Xaça Sor ya li Stockholmê, leşsaxiya min normal bûye. '

Xebata min a kulturî zêdetir li ser Folklora Kurdî û latênîkirina berhemên kevin û lêkolînên cihê çêbûye. Ji 1985 hetanî Adara 2008 an, 82 pirtûkên min hatine weşandin. 24 ji wan klasîkên kurmancî ne û pirtûka navdar ku 10 cild in, bi navê XWENÇE folklora Kurdî ye, hinek pirtûkên mi ji çîrokên folklorî yên zarûkan in, hinek lêkolîn in û yên din jî ev babet in. Di sala 2006, 2007 û 2008 an de, min deh-duwazdeh semînerên cuda li Tirkiye, li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dane. Herweha ez beşdarê hin programên çandî ên taybet bo radyo û televizyonan jî bûne. Gelek meqale û heypevînên min di kovar û ronameyên cuda cuda de hatine weşandin.

- Stiran, çîrok û serpêhatiyên kurdan ji awira dîmenên erotîk têra xwe dewlemend in. Kurd li ber van stiranan dîlanê dikşînin. Lê li aliyê din jî baweriya kurdan pirên xwe îslam e...
Zeynelabdîn Zinar: Ev rastiyek e û diyar e jî ku stiranên folklora kurdî bi peyv û gorinên erotîk dagirtî ne. Yanî peyvên wisa ”mustehcen”  hene ku di  axaftina normal de mirov nikare bibêje, lê di stiranên evînî de pir bi hêsanî têne gotin. Dema ev cûre stiran ku li civat û caxiyên gundan li ba mele, şêx, axe, sofî, seyîd û wekî din têne gotin, tev bi hev re ”tewînî” dikin û serê xwe jî pê re dihejînin.
Kes ji wan nabêje ku ev gotin eyb in, an fedî ne. Gotina peyvên erotîk ên wisa pir normal û rewa dibînin. Ji ber ku van peyvan, cihê xwe di Folklora Kurdî de girtine Kurd xwedî lê derdikevin. Folklora Kurdî beşek ji Çanda Kurdî ye. Çand tiştekî cuda ye û ol û ayîn tiştekî din e. Niha bi piranî nasnameya ola Kurdan Erebî ye, lê nasnameya van tiştên erotîk di Folklorora Kurdî de Kurdî ye. Ji ber hindê ev hawe ji aliyê hemû çînên Kurd ve rewa hatiye pejirandin.

- Ji awira olî ve nêzîkbûna kurdan çawa dikare were nirxandin?
Zeynelabdîn Zinar: Ol û ayîn tiştekî cuda ye, çand û toreya nijadî tiştekî din e. Ev yek di nava piraniya gelan de wisa ye. Lê belê di nava Kurdan de, pêgirtina bi çand û toreya kurdî ve zagoneke pir hişk e. Nimûneya vê diyar e ku ev e bêtirê heftsed salî ye Kurd ne di hebûna xwe ya siyasî de dijîn, lê pir grêbestê bi tore, çand û zimanê xwe ve ne. Ji van meseleyan zêdetir, pir tişt hene ku ola Îslamê qedexe jî kirine, lê di nava Kurdan de bi awayekî rewa têne domandin. Herwekî cergebezê ango govenda ku jin û mêr dikevin milên hevûdu û direqisin li Kurdistanê pir normal e; rûniştina jin û mêran di yek avahiyeke sergirtî de ji aliyê olî ve bêdestûr e, lê di nava Kurdan de rewa hatiye dîtin. Mînakên wisa pir hene.
Çendî ku hin caran û li hin deveran, hin kesên oldar/olprest ên wek mele, şêx û kesên wisa li dijê tiştên toreyî yên Kurdan derketine, lê nikaribûne ku xwe li hember awira civatê bigirin. Wek mînak: Mele dibêjin ku def û zirne heram in. Bihîztina dengê wan hewbe (guneh) ye. Lê ew nikaribûne bibin asteng ku def û zirne di dawetan de neyên lêxistin. Îcar ez dîdevan im ku dema li hin gundan def û zirne di dawetan de hatine lêxistin, mele û hin sofî ji gund derketine û dûr çûne da ”ew dengê heram” neyê wan.

- Di medreseyên kevnare yên kurdan de, li pirsa ”di edebiyata kurdî de dîmenên erotîk” dîtinên oldarên kurdan çawa bû?
Zeynelabdîn Zinar: Di vê warî de dîtina oldarên Kurd, dîtina axe, maqûl, xuyanî, mîr, beg û gundiyên Kurd li ser dimenên erotîk, yek tişt bûye. Li gelek civat û caxiyan, ez bûne dîdevan ku dema yekî stiranên evînî gotiye, behsa sing û berê evîndara di stiranê de, behsa memik û pêsîrên wê, ya zend û boqilên wê yên çîl û gewr kiriye û hemû kesên li civatê bi ken û kêf pê re tewînî kirine û xwe rast û çep birine û anîne.
Çewa niha jî tê dîtin, dema hin stiranên folklorî li ser evînê têne gotin, mirov nikare ji heq û hisabê jimartina dîmenên erotîk û peyvên mustehcen derkeve.
Mesela di stirana Hiso û Nazê de, eynî weha tê gotin: …Hiso dibê nazê, zimanê xwe derxîne ez lê bimijim, belkî ev êşa di canê min de derkeve….
Herweha nemir Ehmedê Xanî jî di MEMOZÎNê beşa 25 an de bi awayekî eşkere û zelal, dema ku Tajdînê kurê Skender û Zîna Zeydan zewicîne, di şeva pêşî de li ser wan weha gotiye:
                                   
Ew çende bi yek ve radimûsan
Newbe nedidane hev li bûsan
Tîra ku ji acê berhedef bû
Amanci bi sefweta sedef bû
Nebl hative, neslî ma di wê da
Nesla xwe ji can û dil bi wê da.
(Amac ji peyvika  ”ac”, ”nebl” û ”tîr”ê, organê cinsî yê Tajdîn e.)
Herweha Melayê Cizîrî jî bi awayekî eşkere danasîna laşê evîndara xwe kiriye û mû bi mû ji hev veçirandiye, lêv û pêsîr lê peritandine û xwe di nava misk û mawera wê de noqav kiriye. Lê awayê ku di klasîkan de hatiye kirin, bikaranîna navên van tiştên erotîn, ne bi kurdî, lê bi zimanine din hatine gotin, ji ber hindê ew peyv wisa beloq nayên dîtin.
Ji xwe tiştekî din jî di psîkolojiya Kurdan de ev heye, dema yek behsa tiştên erotîk û mustehcen bike, lê eger navê wan organan ne bi kurdî bêje, xasma eger bi erebî bêje, pir normal e û tu kes bêzî nade nîşandan. Min mînakên wisa bi dehê caran dîtine. Herweha dema ku mele bêje ”LA HEYA FIDDÎN” ango fihêtî di olê de tune, piştre dikare anatomiya jîndaran bi rêç û wêne bide nîşandan.

- Îro li gelek aliyê welatê me, ol û îdeolojiyên cuda hene, ev aliyê edebiyata kurdî, ne li ser bingeha zaniyariyê û ne ji aliyê pisporan ve tê nirxandin. Nirxandinên şaş dibe sedema sansurkirina dîmenên erotîk. Mirov çawa dikare rê li ber vê çûna şaş bigire?Ç
Zeynelabdîn Zinar: Rast e ku îro li gelek herêmên welatê me, gelek ol, ayîn, rêçik, îdeolojiyên olperestî yên pircuda û pirtexlît hene. Divê ez vê rastiyê jî bibêjim ku Neteweyê Kurd hetanî dawiya Sedsala Nozdehan jî, hemû tore û tewrên xwe yên nijadî ku ji aliyê ola Îslamê ve gelek jê qedexe jî bûne, dîsa bêkêmasî bi cih anîne. Îcar çi hatiye serê Kurdan, piştî 1923 an bûye. Forma Îslamî wek kultur, piştî vê tarîxê di nava Kurdan de cihê xwe girtiye. Xasma jî piştî 1961 ê, Îslama siyasî bi awayekî hişk Kurdan di binê xwe de nixumandiye.
Ev aliyê edebiyata kurdî di dîmenên erotîk de, bi zanîn û li ser bingeha zanyariyê hatiye avakirin, herweha ew ji aliyê pisporên Kurd ên berê ve jî bi awayekî rêkûpêk hatine nirxandin. Ji ber ku ew kesên berhemên klasîk afirandine, zanayên pir mezin bûne. Wan berhemên xwe li ser Folklora Kurdî avakirine, herweha tê de gelek peyv û hevokên erotîk jî bi kar anîne, çewa ku li jorê ev behs di Memozînê de jî hatiye kirin, di gelek klasîkên din de jî têne dîtin.
Rast e ku nirxandinên şaş dibe sedemê sansorkirina dîmenên erotîk û seqetî dixe vêjeya kurdî. Lê mirov bi riya ragîhandin (bûjenên wek televizyon, radyo) û çapemeniyê  dikare rê li ber vê rêveçûna şaş bigire û mejiyê xelkê xwe di vê warî de ruhn bike.
Lê belê nehezên Kurd û Kurdistanê jî vala ranawestin, wek nimîne: Li Başûr li malan digerin û ji dayîkan re dibêjin ku ”navên axterî li zarûkên xwe deynin.” Li Bakûr li malan digerin û jin û keçên Kurd bi riya olî kom dikin û mejiyê wan bi sabûna zeytûnan dişon.

- Te hejmarek bilind ji klasîkên kurdî derbasî ser rûpelan kiriye. Tu dîmenên erotîk di berhemên kurdî de baş nas dike. Dîmen bi zimanek xurt û kur hatine xurtkirin. Dîtina te li ser huner û zimanê wan dîmenan çiye?
Zeynelabdîn Zinar: Erê rast e ku min hejmarek zêde, klasîkên kurdî/kurmancî ji elîfbêtika erebî veguhaztine alfabeya Latênî û wek pirtûk dane weşandin. Bi baweriya min, jimara pirtûkên wisa gihaye 24 yan 26 an. (Binerin li malpera me: www.pencinar.net) Ez li gorî xwe, dîmenên erotîk jî di berhemên klasîk ên kurdî de dinasim. Di klasîkên me de, dîmenên wisa bi awayekî pir xurt jî hatine bikaranîn.
Lê belê dîtina min li ser huner û zimanê wan dîmenanên erotîk ev e ku xelkê Kurd ê normal jê fêm nake. Lewra çewa ku min li jorê jî behs kiriye, nemir Ehmedê Xanî ji organê cinsî yê Tajdîn re peyvika ”ac”, ”nebl”a erebî û ”tîr”a kurdî gotiye.  Herweha tiştê herî balkêş û pêzan ev e ku Kurdên Bisilman tu carê bawer nakin ku peyveke erotîk di nivîseke bi tûpên erebî de hebe.
Ez ê li ser vê meselê rûdaneke ku min bi çavên xwe dîtiye, bêjim: Sal 1976-77, ez ji sûkê diçûm malê. Di rê de sofiyek hat pêçiya min û kaxezekî reklamê goreyên jinan da destên min û pê re jî giriya, got: ”Ez qurban, ka biner, kafiran vî rûpelê Quranê avêtine nava rê…” Min bala xwe dayê ku nivîsa li ser kaxez avzêr e, wêneyê çîpa jinekê li serê ye û dibêje ku dema jin vê goreyê têxin nigên xwe, zilam bi şehweteke zêde li wan mêzedikin…
Dema min bi sofî da zanîn ku ev kaxez reklama çîpên tazî yên jinan e, got: ”Ma bi ereb jî tiştê wilo dibe?”

- Di berhemên edebî de xeter hene ku dîmenên erotîk bibin pornoyî. Mirov çawa dikare rê li ber bigire?
Zeynelabdîn Zinar: Niha xeter tune, lewra kultura civaka me, niha destûr nade vê yekê. Lê di pêşerojê de, eger Kurdistana mezin têkeve jiyanê, demeke dirêj Kurd di azadiyê de bijîn û eger azadiya aborê ya ferdî cihê xwe bigre, hingê dibe ku xetereke wisan derkeve holê.
Rewşenbîrên Kurd serpêhatiya Şêxê Sen´anî dizanin ku ji bo keça keşeyekî, çûye Ermenistanê û bûye Fileh, heft sal jî şivantiya berazan kiriye, hêj keçikê dane wî. Mirîdên Şêx jî li hawîdorê dêrê civiyane û daxwaza Şêxê xwe û jina wî kirine, wan Şêx û keça keşe anîne û hatine Kurdistanê.
Mesela: Ji niha ve hin hunermendên Kurd, helbestên Cizîrî û yên Feqiyê Teyran ku li ser evînê hatine gotin, di televizyonên kurdî de dibêjin, hem jî bi awayekî wisa serxweş û mestane dilorînin ku bê daxwaz be jî, kêfa cuwanan ji wan re tê.

- Beşek ji nivîskarên me di romanên xwe de, dîmenên wisa zêde bikar nahênin. Dîmenên wisa têne sansurkirin. Sedemên sansurê ji ber çi ye?
Zeynelabdîn Zinar: Ev nivîskarên Kurd ku niha roman, çîrok û tiştên wisa dinivîsin, zêdetir ew bi kîkaj çandê hatibin dagirtin, bi wê dest bi nivîsandina xwe dikin, bi wê çandê berfirehiya berhema xwe didomînin û her wisa jî xwe digehînin dawiyê.
Erê dibe ku filan nivîskar du fakulte jî xwendibe, lê eger ageh ji çad û Toreya Kurdî nebe, mafê wî tune ku ew romanên kurdî binivîse. Lewra dema ku mirov roman bi çi zimanî binivîse, divê mirov ji nêv çarçova çanda wî zimanî dernekeve, herweha dibê mirov romana xwe bi meselok û gotinok û biwêj û gotinên pêşiyan ên wî zimanî xweş û şên bike.
Çi kurdê ku roman bi kurdî binivîse, berî nivîsandinê divê wî gelek berhemên folklora kurî xwendibe, gelek berhemên klasîkên kurdî xwendine, virde-wirde berhemên bi zimanê kurdî xwendibe, piştre eger xameya wî jî sertûj bûbe, hêj dikare bi kurdî roman binivîse.
Di nivîsa romanan de, divê ji bikaranîna peyv û wişeyan zêdetir, divê bikaranîna daçekan, rêzkirina peyvan di nava hevokan de bi awayekî rêkûpêk were bicihkirin. Ya herî girîng jî ev e ku divê forma zimanê kurdî neyê guhartin. Ha ev tiştên ku hatin gotin eger bi cih werin, hingê mirov bi hêsanî dikare roman jî, berhemên wekî din jî binivîse.

Berpirsyariya nivîsê/pirtûkê pir heye. Nivîs heta ku nehatibe çapkirin, dîlê mirov e û malê mirov e. Lê piştî ku hate weşandin, îcar mirov dibe dîlê wê û xwediyê wê jî êdî xelk e. Ka xelk çi puwan dide nivîsê, ew puwan rûmeta mirov kêm dike û zêde dike. Eger puwanên rind bêne dayîn, ew nivîskar dikeve nava qulçavkên dilê xelkê xwe û nemir dibe. Lê bi vajiyê wê, zehmetê nivîskarî pê dimîne. 18 heziran 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar