lördag 28 maj 2011

Bi helbestvan Serkan Brûsk re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -2-


Agehdarî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

Serkan Birûsk kî ye
Li Serêkaniya Omerya hatiye dinyayê. Serêkaniyê mezreya Gundê Çalê ye û Çalê jî girêdayî Nisêbînê ye.
Heta niha ji swêdî sê pirtûk wergerandine zimanê kurdî û pirtûka helbestan a Per Lagerqvistê swêdî ji bo çapê amade kiriye. Sê pirtûkên wî ên helbestan hene, piştî romana “Sê Terîş”ê, pirtûka wî a bi navê Mextel ku weke ceribandina tevlihevkirina cureyên wêjeyî (helbest-novel-kurteroman) ye, di nava weşanê Apecê de 2008 an derket. Niha jî hem li Instituya Teknolojiyê beşê teknîsyeniya malûmilkê dixwîne û hem jî li Instituya kurdî ya li Stockholmê rêveberiyê dike.  

- Di wêjeya devkî, di stiran, serpêhatî û çîrokên kurdî de erotîzm mijarek bingehîn xuyanî dike. Dîtina we ji vê awirê li ser çand û edebiyata kurdî çi ye?
Serkan Birûsk: Dema em ji vê awirê de li stran û folklora kurdan binerin û hinekî li ser bikolin, em ê pêrgî gelek dîmenên erotîkî bên.
”Çi paxilek xwêdayî/ serê memikan hildayî/ min girt ramûsayî/ wey ax û eman gulê”. Mirov dikare gelek mînakên balkêş li ser gelek mijarên ku di jiyana normal de weke tabû têne qebûl kirin, di nava stranên kurdî bibîne.
” kuçikê mêrê te bimire/ kiryarê bejna te me (ev hevok zorê didin sînorê erotîzmê) … biçûkê malcîranê/ bûye çaxê razanê( ev jî normên civakî û dînî hildiweşînin; hem keçik biçûk e, hem cîran e û bêmehr e)”, ji pirtûka folklora kurd, Cegerxwîn.
Hema bêje di hemû stranên kurdan de hindik an jî zêde, dirêj an jî kurt hinek dîmenên pir balkêş ên erotîzmê hene. Ev yek jî dide nîşandan ku çanda kurdan çandeke vekiriye. Çandeke orjînal e, bêtir nêzîkî jiyana xwezayê ye. Jiyana di nava tebîeteke wisa dewlemend de bêguman dê tevgereke wisa azad bi xwe re jî bîne.

Wek gelekî xwedî çandeke kevnar a mezopotamyayê kurdan di hemû stran û çîrokbêjiya xwe de bi awayekî berfireh û bê sansûr mijara evînê bi awayekî hûnerî neqişandine. Di vebêjî û taswîrên li ser bedewiya yarê de zimanekî pir dewlemend û xwedî nûasên gelek hêja bikar anîne. Wek mînak sîngê yarê bi giştî şibandine fêkiyên cuda yên tamşêrîn (sêv, sêvên Xelatê û Meletiyê, şemamok (ji ber reng û bêhna û giroveriya xwe), serê wan şibandine li batirî), wekî din jî, ji bo sipîtiya wan jî, ew şibandine berfa li zozanan, ya li zinaran, mîna penêrê ter û ew bi wan lêvên xwe yên di binya simbêlên xwe yên soringî de ji kêfa dilê xwe re givaştine givaştine...

Divê em stranên hunermendên ku li herêma Mêrdînê ku ji wan re Mitirb (ne yê heman) tê gotin û hûnermendên ji civaka binecîh in, ji hevdu veqetînin. Di stranên mitirba de bi piranî taswîrên erotîkeke ku nêzîkî pornoyêne hene û ev stran gelek caran normên estetîk û bedewiyê binpê dikin. Di van stranan de sing û ber gelek mezin in, mîna balîf û zenberîşan in. Yan jî sîng û ber mîna ên çêlekan in, yan jî dibêjin; wan memikan virde bêna… ketima ser singa wê da… devê min di memikê wê de destên min li ser qirikê, rojnîvro li ber tavê û hwd. Dîmen ne bi qaygiya hûnerî hatine gotin, heta hinekî qebene. Bêguman mirov dikare li hindek dîmenên gelek serketî jî ne, rast bê. Ji xwe ev cure stran bi piranî di dawetan de û bi rîtmeke pir xurt têgotin lê bê ku bala kesî bikişîne di nava xwêdana reqsvanên dawetê re diherike û diçe...
Lê di stranên hûnermendên binecîhî de taswîr bêtir xwedî pîvaneke hunerî û di carçoveyeke civatî de tê gotin. Belê di van stranan de jî gelek dînemên ertotikî bi zêdehî hene lê ev kategorî hinekî bêtir hay ji taswîrên xwe dike.

- Bi giştî, erotîzm di romana kurdî de xwe ji tabuyê rizgar nekiriye. Dîtina te li ser pirsê çi ye?
Serkan Birûsk: Rewşa netewa kurd tesîra xwe li romana kurdî dike. Tema û motîfên ku girêdana wan bi rewşa neteweyî û civakî re hene îro bi awayekî berfireh di romana kurdî de têne neqiş kirin. Hişyarî, hesasiyet û nerazîbûna beramberî statûya mefên çandî û neteweyî, di van çil salên dawî de formeke gelêrî girt. Têkoşîna çiyan û berxwedana li bajaran, dijîtiya dewletê ya baramberî vê têkoşînê jî, bi heman awayî berfireh dibe. Wek em rojane dibînin dewlet bi hemû derfetên xwe bi ser gel de diçe. Jiyana rojane ya kurdên berxwedêr û hesas bibirîn û jan e. Qirkirina kurdan li Helepce, enfal, tevkujiya li bajarê Qamişlokê, helwest û bêtehemiliya dawleta turkan beramberî xwepêşandana sivil a kurdên bakur… Dema rewşa giştî ev be, xemilandina romana kurdî bi temayên erotîkê hinekî li hewa daleqandî dimîne. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû jiyana me şer û pevçûn e. Na, em dizewicin, şahiyan li dardixin, hevdu berdidin, bazirganiyê dikin, xwe perwerde dikin, yanî em wek civat jiyaneke piralî û dewlemend jî, dijîn. Ev hemû babet, bûyer û têkilî divê zimanê xwe di romanê de bibînin. Xwesînorkirina bi tekoşîna neteweyî, ew ê wêje û hûnera me yekalî, lewaz û hişk bike.

Ji xwe romana kurdî jî hema bêje di van salên dawî de pêş ket. Dema em li hejmara romanên ku berî bi bîst-sî salan hatine weşandin dinerin, bi qasî hejmara du destan in. Di van romanan de jî temaya neteweyî dîsa sereke ye. Wek mînak romanên Ereb Şemû, Heciyê Cindî û her wekîdin bi mijarên neteweyî hatine xemilandin.

Lê di romanên ku vê dawiyê hatine nivîsandin de hinek dîmenên erotîkî hindik an zêde hatine bikaranîn; Bavê Nazê, rehmetiyê M. Uzin, Helîm Yusiv, I. Seydo Aydogan, Hesenê Metê, di pirtûka min a dawî ya bi navê Mextel de, Lokman Polat û gelek nivîskarên din ên kurdan dîmenên erotîkî di berhemên xwe de bikaranîne. Lê ev dîmen çiqas bi serketî ne, ew çiqasî bi mijara berhema xwe re lihevhatîne, di berhemê de xwedî fonksiyoneke hûnerî ne an na, ev tê niqaş kirin.

Hûner û wêje bi xwe li dijî tabûyan e. Ew û tabû mîna av û agir in. Lê hinek qaîdeyên wêjeyî hene. Pîvana bikaranîna erotîkê di romanê de divê normên hûnerî û estetîkî bin, gelo bikaranîna dîmenek erotîkî çiqas bi hostetî hatiye bikaranîn, mebestek wêjeyî, felsefeyî, dînî, perwerdeyî yan jî, civakî tê de heye, an na?
Hejmarek nivîskarên me wisa bawer dikin ku hebûna dîmenên erotîkî berhemekê dike berhemeke nûjen û tabûşkêner. Na. Heger wisa be, ew stranên kurdan ên klasîk hemû modern in. Û li gora ku kurdan jî, tu reaksiyon nîşan nedanê kurd jî hê ji dema klasîk de modern in!?

Wek me li jor rêz kir, heger mebesteke bilind û estetîkî bi intelektueliyekî hîsî di nivîsandina hestên mirov ên herî taybetî de tune be, nivîsandina wan tu nirxeke wêjeyî nûner nake.  

- Îdeolojî û baweriyên olî yên biyanî li Kurdistanê, ji awira tabukirina dîmenên erotîk û cîhana xeyalê bandora xwe ya neyênî çawa dikare bê şirove kirin?
Serkan Birûsk: Civata kurdan civateke kevnar e. Li ser nexşeyekê jiya ye ku pir gel û miletên din jî lê jiya ne. Gelê kurd li ser vê nexşeya dijwar gelek sedsal sipartine hevdu, di gelek rojên xweş û ne xweş re derbas bûye. Têkiliyên kurdan ên bi dînên cuda, bi netewe-çandên cuda çi li ser bingeha cîrantî û bazirganî û çi jî li ser bingeha neyartî û şer be, berdewam pêkhatiye. Bêguman têkiliyên miletan bi qasî ku bi rêya aborî û şer û pevçûnan pêktê, bi vê radeyê jî, birêya çand û hûnerê jî ava dibe. Stran, mesele, çîrok û serpêhatiyên neteweyan birêya têkiliyên zimanî derbasî nava jiyana çandî ya neteweyeke din dibe. Mirov berê vê têkilaya berfireh çi bibaşî û çi jî binebaşî di nava jiyana kurdan a çandî de dibîne. Lê bigiştî van çandên cîran, çand û hûnera kurdan a rojane dewlemend kirine. Mirov vekirî dikare vê tesîrê di hunera kurdî ya devkî û di folkra kurdî de bibîne.
Lê dînên ku bi darê zorê hatine kurdistanê jiyana kurdan bi sînorkirine û hê jî dikin. Bi taybetî jî, dînê îslamê ku awayê jiyana erebên li beriya rût û şût, li ser kurdên xwedî jiyaneke azad a çiyayî ne ferz dike, bi tebieta wan re li hev nake. 

Heger mirov wêjeya devkî ya kurdan ji awira erotîzmê ve binirxîne, em dê bi awayekî vekirî bibînin ku gelek dîmanên erotîkî bi dewlendî û bê sansor hatine bikaranîn. Heger mirov van gotin û teswîrên ku di wêjeya me ya davkî de wek perçeyek ji jiyana kurdan qebûl bike, bi gotinek din em van gotinan weke kirinên bûne esas bigirin; wêdemê civata kurdan li gorî normên dîn û dîndariyê nivşek gunehkar e; wan ev norm ji binî qebûl nekirine. Lê stran û hûner tiştek e, rastî tiştek din. Li devera ku qedexe û zordarî meferê li jiyana rojane teng dikin; mirov bi riya xeyalan pêşiya jiyana xwe vedikin. Hûner û wêje jî, alavên bingehîn ên vê çalekiya protestoyê ne. Bi rêya mesele, stran û çîrokan mirovên hêvîşkestî, zorçûyî, dilmayî, xapiyayî û bindestbûyî derdê xwe gotine û dibêjin.
Ji ber vê jî stranên kurdan hinekî jî protestoyî ne.

Di strana kurdî de keç serî li hemberî bêdilzewicandina xwe yan jî, zewicandina xwe ya bi darê zorê digel kesên salmezin û pirjinî radike û dibêje: …ji dêvla ku we ez dame kalekî …, we ez bidama xortekî di çax û temenê min de ku me ji xwe re… Gelek caran jî, ew yarê xwe bişev berdidin mala bavê xwe û wan li taximê sing û berê xwe heta bi hilata stêrka serê sibehê dikin mêvan. Bi vî awayî ew yasaya binavê namûsê di jêdera wê de heram dikin. Wek mînak;

”Lawiko dîno şevkê were mala bavê min bidizîka, derî veke bihêdîka, dema bav û birayên min gotin; çi bû, çi çiriya? Ez ê bêjim kûzê bû hat mirîşkan…” Hesenê Alê, stranên gelêrî.

Wek mînak gelek stranên evînî li ser evîndarên ji din û neteweyên din di nava stranên me kurdan de hene. Bipiranî gotine ramûsanekê bide min û bila herkes li ser dîne xwe be, ramûsanên keçikên Ezidiyan (kurd xwe bi xwe) di sera serê sibê de, gelek caran jî, dawa dînguhertinê hatiye kirin û weke serencam revandina keçikan, jinên bavfileh.

Wekî din jî, çima mijara evînê bi taswîrên pir vekirî yên ku zorê didin normên civata edetî û dînî bi vê berfirehiyê di wêjeya kurdî de heye, bersiva vê dişiklê jiyana kurdan a berî misilmantiyê de heye. Bala xwe bidenê ku hemû taswîrên evînî ileh hinek protesto li dijî normên islamê hene, wek mînak; ji nimêja êvarê de ez diçûm tewafa sing û berê pîroz (çûna tewafa sing û beran ji nimêjê ferztir in), … jinên wî çar in, hemû bi dost û yar in. Evîndarê ku zimanê xwe dike pênûs û pê li ser sîngê yara xwe Elah û Ekber dinivîsê.

- Car caran di romanên kurdî de dîmenên erotîk xuyanî dikin. Hinek ji wan bi hosteyî di nava berhemê de hatine hilandin, hunandin. Lê hinek jê jî, bi xetên qalind derdikevin holê.
Çarçoveya etîkî û ya hunera nivîsîna romanê ji awira bikaranîna dîmenên erotîk çi ye?
Serkan Birûsk: Berhem berê evîneke bixwêdan e. Jiyan bê berhem radiweste. Zêde nabe. Mirov, heywan û dar û geya hemû bi saya têkiliya cinsi (nêr û mê) zêde dibin. Xweza bi zayinê zêde dibe û berdewam ji nivşekî derbasî nivşê din dibe. Çalekiya berdewamkirin û zêdekirina nivşan ne bi awayekî mekanikî tenê pêktê. Li gora pêşdeçûn û intelektueliya zindiyan ev çalakiya jiyandayinê jî formeke din digire. Mefhûmên ecibandin, dilçûyin, dilketin, lihevdukirin, estetîk, bedewî û hilbijartin roleke bingehîn digirin. Heta niha di nava zindiyê li ser rûyê dunyayê de mirov gihane radeya ku têkiliya xwe ya evînî li ser bingeha hilbijartin û ecibandinê pêk bînin. Lê mirov jî, di hêla intelektueliya zanistî û hîsî de ne grubek homojen (yekrû) e. Xwedî gelek çand, dîn û ol, çîn û tebeqeyên cuda ye ku her yek ji van tebeqeyan jî, di nava xwe de ji mirovên xwedî têgeheştinên pir cuda pêktên. Di vê girêdanê de têkiliyên evînî yên jin û mêran jî ne homojen in. Bi gelemperî di hemû formên civatan de hê pirsgirêka wekheviya cinsî çareser nebûye. Têkoşîneke dijwar di vê hêlê de berdewam e…

Îca heger em bên ser çarçoveya etîkî ji bo hûnera romanê. Ev mijareke ku nivîskar û xwendevanê wî/wê eleqedar dike. Çawa mafê nivîskar ê hilbijartina mijar û bûyerê ji bo nivîsandinê heye, heman maf ji bo xwendevan jî heye, ku wê pirtûkê di nêvî de bigire û deyne aliyekî. Dima em meselê di vê çarçoveyê de bihêlin pirsgirêk çareser dibe. Bi dîtina min di vê serdemê de ev rêya herî maqûl e. Lewre hûner etîkê li pêşiya azadiya xwe û ji bo gihandina rastî û prensîbên zanistiya hîsî weke kelem dibîne. Ez dizanim ku etîk û hûner ne lihev in. Hûner hinekî bi rêbaza estetîkî şerê etîkê (aqil, qaîde) dike.
Li vir estetîk e, ya ku em divê wek hûnermend hay jê bikin. Estetik hestên berz, naveroka têr û bilind, girêdana hûnerê ya beramberî prensîbên heziyê (evînê). Erotîzma ku li ser bingeha hezkirin û divêyiyeke dualî bilind dibe, xwe ji sivikî û qebetiyan dadiweşîne û digihe armanca xwe ya gerdûnî. Bi xwe re rûhên qerimî û hişkbûyî jî dinermijîne.


Li vir mebesta min ne ew ku ez evîneke ezmanî îdealîze bikim, evînê ji çalekiya wê ya diaulî tazî bikim û ber bi xeyalê de dehf bidim û wê ji jiyanê qut bikim. Na, bilindbûn û fonksiyonelbûna wê di têkiliyên azad ên li ser bingeha dilbijokiya dualî yên mirovan de bilaş û gewde dibe.
Pirs dîsa li nivîskariya kurdî vedigere. Ka ew berhemên ku dîmenên erotîkî tê de hene, kîjan fonskiyona hûnerî dadigirin. Çiqasî digel prensîbên berz ên hezkirinê diguncin û heta kîjan radeyî pîvanên wêjeyî pêktînin û ya giring jî ev teswîr heta bi kîjan radeyê di nava taswîra giştî de perçeyeke xwezayî ya berhemê ye û wê çiqasî temam dike.

- Di romanê de xetera dîmenên erotîk ku ber bi porno ve here çiqas heye? Mirov çawa dikare vê cewaziyê derxîne holê?
Serkan Birûsk: Esas min li jor bersiva vê pirsê daye. Lê dîsa jî min li hejmarek ferhengên swêdî nêrî. Ka çi ferq di navbera erotîk û porno de heye.
Di ferhengek swêdiyan de porno wiha hatiye şîrove kirin
Porrnografî (porr, porno): kesên ku dixwazin bi alîkariya sûret, nivîsandin û filman mirovan har bikin (hestên seksê digel mirovan çêbikin). Yanî li vir raste rast kiryara seksî mebest e. Hestên bilind, dilbijandineke evînî tune ye. Heta mirov nikare behsa hestan jî bike. Mirov tî dibe, birçî dibe, li mirov sar e û radize, çalekiya ku bi navê porrê tê kirin jî, hinekî wisa mekanîkî ye. Ne xwedî felsefeyeke estetîk û bedewiyeke bilind e. Bi mebestên bazirganiya laş tê bikar anîn.
Di heman ferhengê de peyva erotîkê tê bikaranîn.
Erotik: evîn (laşî, hestbar, hîsî)
Erotik: evîna rastî, evîna hestî, sexuall.
Û ji xwe pêwist nake ku em li vir dûr û dirêj behsa çîroka Eros û dilketiya wî ya bi navê Pyskhê bikin, a ku di mîtolojiya grekiyan de heye. Tenê em ê îşaret pê bikin û derbas bibin.
Herdu (erotik û porr) peyv di ferhengan de bi vî awayî têne şîrovekirin. Ya rastî di herdu peyvan de jî, têkiliya cinsî hevbeş e. Ji ber vê yekê jî gelek nivîskar ji ber nebûna sînorekî nediyar ê ku herduyan ji hevdu vediqetene naxwazin dîmenên têkiliyên cinsî di nava berhema xwe de bi cî bikin.
Ez ê jî, bi gotina helbestvanê navdar a li ser vê mijarê gotina xwe biqedînim.

” erotik helbesteke laşî ye û nivîsandina helbestê jî erotîkeke lêkerî (verbal) ye” Octavio Paz. 03 heziran 2008


Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar