lördag 28 maj 2011

Bi helbestvan Xîzan Şîlan re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -6-


Tebînî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…
- Çima kaniya te ne, dîmenên erotîk?
Xîzan Şîlan: Li helbestên kevnare temaşe bikin. Yên nûjen bixwînin. Kîja ji wan ji wê kaniyê bêpar mane? Bêyî vexwarina ava wê kaniyê, çiqasî serkevtî ne?
Dîmenên erotîk şerbet in, ava jiyanê ne. Ez her roj jê vedixwim, xeyalên min di helbestên min de, mîna skeletekî, bi xwîn û goşt dibin, dixemilin.
Dîmenên erotîk xweşkbûnên xwezayî ne. Ez evîndarê wa me. Bi wan re dijîm. Pênûsa min hêza jiyanê ji wan digire.
Ez sergêj im, sermest im û derbeder im,
Li xwe digerim,
Di bejn û bala xezalekê de,
Di tîrêjên awirên dîlberê de,
Li xwe vedigerim,
Xwe dibînim...
- Di jiyana rojane de, dîmenên erotîk bala te dikşînin an na?
Xîzan Şîlan: Hezkirina dîmenên wisa mîna evîn û hezkirina kulîlkekê, ya gulekê ye. Dişibe evîna bilbilekî li hemberî gulê. Weke ku mirov li ber derya Wanê rûne û ava wê ya hêşîn temaşe bike. Ji xwezaya wê têr nebe ye.
Belê dîmenên erotîk bala min dikşînin. Keçek delal jî dikare bibe mijara helbestek ji yê min. Lê çarçoveya xwe, ji zimanê edebî, evîndariya xwezayî ya helbestê û etîka wê derbas nake. Pênûsa min wêneyên nazik û nazdar diafirîne. Jinê bilind dike, rêz nîşanî xweşikbûna wê dike…
- Ji kerema xwe re nimuneyekî ji helbetsên xwe bide me…
Xîzan Şîlan: Gelek helebestên min hene. Ez dixwazim nimuneya ”Dîlbera Nazdar” pêşkêşî we bikim:
DILBERA NAZDAR
ez
di xitimandina peyvên xwe
ên sist û pist de
eşqa xwe diyarî
dilê te yê berketî dikim
li perestgeha koşka dilê te
melodiya xwezgîniyê
dilorînim
ji çarguliyên porê te yê xumrî
bêhna gulên biharê tê
bi bayekî xerîb re
li hinava canê min belav dibe
di melûliya neynika awirên te de
xwe dibînim
tu
bûyî bîranîneke
ji tîrêja heyva çardeşevî
di giyanê min yê newêrek de
li ber pencera hilmgirtî
evîndar û bendewarê te me
xulamê koşka dilê te me
li gerdana te ya qedîfe
morî û mircanan
dineqşînim
ji pêta ramûsana lêvên sor
şerbeta gerdeka şevên te
vedixwim
dil û gurçik
di kelkela henasa gewriya te de
hatin biraştin
êdî bese were
qêrîn û hawar
di gewriyê min de
fetisî
dergûşa nava dilê min
di bin lihêfa xewnên xwe de
aşt bike
westîbûna laşê bîranînan
li ser doşega qefesa xwe
vehesîne
ji piyala dest û lepên serxweşan
meya hesreta qolincên te
dinoşim
şewata agirê cotmemikên te
di axîna maçên lêvên xwe de
diguvişim
bêhna qurnefîlan
ji navika te ya nazik û nermik
difûre
şewqa çira awirên xwe
li dor bejn û bala te ya fîdanî
direqisînim
tu
heyîna min a jîndarî
çavkaniya helbesta
li ser lêvên pênûsa min î
xweşbêhna gula baxçeya min î
rengê xemla fîstanê hevrîşimî
di kefa mista xwe de
vedişêrim
min
girnijîna lêvên te ya nazdar
di nasnameya kezeba xwe de
kola
riya xwe
di pisûlaya sewdaya te de
winda kir
û berê xwe da oxira felekê
ez
mişextê melûliya çavên te me
mehkûmê zîndanên xemzeya te me
li dadgeha bejna te ya zirav
têm darizandin
di bijang û ebrûyên te de
dilbirîndar im
were
bi lezeta zimanê xwe yê hingivî
kul û birîna eşqa min bikewîne
dilbera min
berxa min
yara min
sorgula min

- Mirov dibîne ku dîmenên wisa eşkere di roman û çîrokan de kêm dibin. Xeterên li pêşiya helbestên bi dîmenên erotîk hatine xemilandin, çi ne?
Xîzan Şîlan: Xeter dikarin piralî bin. Mîna hebûna me û zimanê me, edebiyata me jî di ber êrîşên plankirî de ye. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Ne hêsan e, lê divê em edebiyata xwe ji bandora wan êrîşan biparêzin.
Ne tenê binîvisînin, her wisan bi wan nirxên xwe re bijîn. Berhemên me yên nû, ji kaniya edebiyata kurdî ya klasîk avê vexwe û bi gavên modern bigihêje cihek bilind…

Xîzan Şîlan kî ye
Di 1955 an de li gundê Incova bi ser Cihanbeyliyê ve hatiye dinyê.
Qeza Cihanbeyli li Anatolia navîn e. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Konyayê dixwîne. Di wan sala de dest bi nivîsîna helbestan dike, di berde jî bi xebatên muzîkê dadikeve.
Di 1978 an de derdikeve derveyî welêt. Li Almanyayê 6 salan dimîne. Nivîsîna helbestan li wir jî domand. Di şev û şahiyên kurdan de stiran digot. Zimanê malê kurdî bû, lê cara pêşî kurdî nivîsîn li derveyî welêt dest pê dike. Paşê vedigere welêt.
Di sala 1987 an de tê Swêdê û li Stockholmê bi cî dibe. Sê pirtûkên wî yê helbestan hatine belavkirin: Xem û Xeyal, Acilarin sokagi, Nameyek ji rinda min re. 01 tirmeh 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar