fredag 27 maj 2011

Pirtûkek bi barana rondikan barkirî: "Perdeya Dil"


Hinek pirtûk, weke meyê ne. Ew, mîna şarabê, çiqasî di barxaneyan de bi hesasiyet, di şerbik, cêr û dena de bêne hilandin, ava xwe tîr bikin, ewqasî kamil dibin. Şeraba ji xambûnê şûştî, çend demsal di ser wê re bûhurtî weke evîna piştî tecrubeyan bi destkevtî ye. Saf e, zelal e. Serxweşbûna bi şaraba wisa mirov nêzî heqiyê dike, nêzî rastiyê dike...
Ez qala serxweşbûna dila dikim. Furandina hîsa ye mebesta min. Serxweşiyek li ser hişê xwe ye. Gelo, ev yek mûmkun e?
Belê...
Pirtûkên min du beş in.
Beşê pêşî, ji bo çaviyên dolaba ne. Ne kêşar in. An jî bersiva demê didin. Malê arşîvê ne. Mirov di dema xwendina hineka ji wan de, diteqine...
Beşên ku bûne hevalê min û ez salê çend caran li wan dizîvirim hene.  Ez di nav rûpelên wan de wunda dibim. Her lênerînek hilmek nû, awirek nû dide min. Her peyvek hilmek e, mîna peşkek ji şeraba kamilbûyî ye. Ji xwe dema ew pirtûk ji helbestan pêk hatibe, serxweşbûn dibe paya min, mafê min...
"Perdeya Dil" jî yek ji wan pirtûkan e, ku li ber destê min e. Ez û helbestên wê bûne dost. Dostê bav û kalan. Dema tenêbûnê. Wextê ku reşahî bi ser min ve tê. Dibime rêwiyek wunda. Gêjbûna bi dehan pirsên bêbersiv min kor dike. Şikên ji hawîrdor, bi geza diçin laşê min. Tevzînok dibine kêr û laşê min di xwînê de dihêlin. Rondikên min dibine baran, bi ser kuriya dilê min de dibarin. Rê li ber min wunda dibe. Şev li min digere. Gazinê min ji xwedî, nas, dost û kesên herî nêz namîne. Awirên min li dijî Xuda tuj dibe. Ji ber ku hemû hêl li min dibe qûblet. Pusula dilê min dibe Kabe.  Secadeya min kevin dibe, eniya min ji ber lêdana erdê pehn dibe. Cihê dua dipejirin li ber min dihête girtin. Xelk guhê xwe digire ji ber nifirên min. Ne Xuda fêm dike û ne xwedî. Ne zarok, ne jin û ne jî dostên nêz. Di bin baranek hûr de dimeşim ez. Lê ruwê min ji rondika şil dibe. Dora min bi agir hatiye rapêçan. Lê wan dojeha di dilê min de nedîtiye. Di demên wisa de têne bi hawara min ve. Pirtûk dibine hekîmê min. Helbest dibine derman. Peyvên bilind dipêçin, êşa min, jana min. Ev dihênin zimên a dilê min...
Di 2003 an de ji çapê derketiye "Perdeya Dil". "Pencinar" a hêja di nav xelekên pirtûkên xwe de cî daye wê.
Felemez Akad e nivîskarê wê. Xwediyê helbestên bilind e ew. Ji aliyê Mêrdînê, Omerî ye bi eslê xwe. Lê pirçandîbûna Nisêbînê bilindbûna wî, berztir kiriye. Tecrûbeya doh û salên li derveyî welêt, çalakiya wî a polîtîk, çandî û edebî rengê xwe daye berhema wî.
Berî çend meha kesek ji welat bû mêvanê min. Di nava sohbetê de qala malbata Felemez Akad kir. Şexsiyeta rehmetiyê bavê Mamoste wisa dihanî zimên:
"Mîna deryayê bû rehmetiyê Çeçan. Merd bû, miriyê dostê xwe bû. Dilê wî weke behrê fireh bû, nanê xwe bi mirovan re pay dikir, û di dema tengasiyê de birînên wan derman dikir. Lê li hemberî neqenca jî mîna bahrê bû, bi ser van de dufuriya. Rehma Xwedê lê be..."

Dema ez helbestên Perdeya Dil dixwînim, derya tê bîra min. Ava keskeşîn, fireh û bêsînor û hemêzkirina wê. Ku bêhna wê ya xwezayî û pêlên wê mirov ji kul û keseran dadiweşîne...
Perdeya Dil ji 55 helbestan pêk tê. Lê her helbestek hilmek nû ye. Ez bêhtir hez ji helbesta "Pêşmerge" dikim. Pêşmerge û wezîfeya wê ya îro û herdem, wisa hatiye formulekirin:

Ez Pêşmerge me!
Ez aşiq û tobedarê av û rez û mêrgên xwe me
Ez dilê Şarê Hewlêr û Silêmaniya xwe me
Ez dest û milên Dihok û Zaxoya rengî me
Ez bendewarê Kerkûk û Mûsila xwe me
Ez Pêşmerge me!
Ez rûbarên Dîcle û Firat im
Ez deşta Amedê û petrola Batmana xwe me
Ez Nemrûdê nemir im, xwedanê tarîx û biteyên xwe me
Ez Laleş im û mirîdê dergahê Zerdeştê xwe me...

Helbesta "Dil bi tenê", qirînik e. Derdê kesên tî, tiyên yarê, ditîna yarê dihêne ziman:

Dilê min xemgîn û bi tenê ye
Sebr û hedanek ji dil re tune ye
Sira dil dîtin û suhbeta yarê ye
Yar li Şerqê, dil li Xerbê, jê re mecal tune ye
Her kesê ku dildar nebe
Dil disote lê nizane
Kesê ku aşiq û evîndar nebe
qiymeta gulê nizane

Helbesta "Dîcle û Firat" nirxê pirçanbûna welatê me û girêdana bi xaka welatî dihêne holê:

Dîcla û Firat daye heyat
Mêrg û çîmen kirine xelat
Kiriye buhişt Mezra Botan
Şewqa rojê jê ve hilat
Mirovatî û medeniyet
Kişt û kalî û bereket
Fêkî û horiyên cinet
Bi herka wan re derdiket

Zimanê pirtûkê têra xwe zelal e. Berhem di forma pirtûkên bêrikan de hatiye amadekirin û çapkirin. Anku forma pirtûkê hilgirtina wê hêsan dike. Berhem ji awira peyvan ve têra xwe dewlemend e, kesê ku dixwaze peyvên jibîrbûyî, yên ji awira edebî ve kur, li ferhenga xwe zêde bike, divê vê xebatê bi dest bixîne.

Kesên dixwazin vê berhemê bi dest bixînin, dikarin ji vê navnîşanê bixwazin: Pencînar, Box 3088, 161 03 Bromma-Sweden. 28/02-2008

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar