lördag 28 maj 2011

Bi Nivîskar Evdile Koçer re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -3-


Agehdarî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

- Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn, Evdile Koçer kî ye?
Evdile Koçer: Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyaye. Di gelek kovar, malper, rojname û antolojiyan de nivîs û çîrokên wî derketin.
Heta niha bi navê ‘Govendistan’ û ‘Mirin’ du pirtûkên wî derketine. Her wiha pirtûka ‘Koçername’ jî ji çapê re hazir e.  Wekî din vêga li ser ‘Çîrokên Kûçikan’ pirtûkeke nû hazir dike!

- Di stiranên kurdî de, di çîrok û serpêhatiyan de, di romanan de dîmenên erotîk piralî hene. Lê hosteyê dîmenan têra xwe xurt in, serkevtî ne. Dîtina te li ser "hezkirina kurda ji bo dîmenên erotîk" çi ye?
Evdile Koçer: Hezkirina kurdan bi tenê pala xwe dide hezkirina wan ya dirûtiyê. Her kes bi tena serê xwe an jî di wê „zindana xwe ya tarî“ de wekî birçiyên xelayê van dîmen û vegotinên erotîk dixwîne û dadiqurtîne, lê çi ecêb e ku dema ev kes têne cem hev jî van dîmenan wekî bêexlaqiyekê an jî wekî xayîntiya nivîsê bi nav dikin. Helbet ev jî pala xwe dide çanda nîvfeodal ya cemaetbûna civakekê!
Di wêjeya devkî bi taybetî di stranan de dîmenên erotîkî li gorî tevnsaziya xwe xurt û lihevhatî ne. Mesela, Miradko dema ku di straneke xwe de distre, „Sing û berê gula min xweş e…”, meriv ji herîkin û çîroka stranê fêm dike ku gelek lê hatiye.
Ev yek di gelek stranên kurdî hema bêje wisa lihevhatî ne.
Sedema vê yekê; 1- Kurdiya van dîmenên erotîkî gelekî tîr û kûr e. (Min lihêf û doşek xwar, min serê memikê te xwar… -ji devê Miradko-) 2- Vegotina van dîmenên erotîkî xwe her dem di devê stranbêj û rihê civakê de parzûn dike heta ku tê digihîje îro. (Memê wê bûye firo…Miradko) 3- Awaza dîmenên erotîkî û awaza dengê stranbêjî gelek caran hevûdû temam dikin û dimeyînin. (Serê singê zêrê zer e… serê memika xurme ye… Miradko)
Li hêla din, xwendevan fêrî çanda nivîsê nebûye. Mesela, dema ku dengbêj û stranbêjên wekî Miradko, Hiseynko, Emînê Erbanî û hwd. behsa ‚ Serê memikan’ dikin, guhdêr xwe hildavêjin û govendê digirin, lê rihê xwendevan eleqeyeke zêde ji vegotina nivîskarî re nîşan nake, an jî gelek caran li dijî vê yekê dertê, gotegotiyê dike û dev davêje şexsiyeta nivîskar bixwe!

- Dîmenên erotîk ku di edebiyata devkî de hene, di dema derbaskirina ser rûpelan de, bi sansurê tê beramberî hev. Nivîskar pirsê bi tirs derbasî ser berhema xwe dike. Çima?
Evdile Koçer: Ev sansûr, mixabin ji hişê sansûra siyaseta kurd tê! Xwegirtin û muhafazakariya siyaseta kurd ya van 30 salên dawî xwe berdaye ser pêlên wêjeya kurdî ya nûjen jî. Hin berhevkar û nivîskarên ku edebiyata gelêrî berhev dikin, xwe gelek caran wekî nobedarê namûsa civakê dihesibînin û xwedêgiravî li ser navê paqişkirin pêşketin û modernîzmê hin dîmen şayes gotin û vegotinan dikesixînin û datînin ser aşê nivîsa kurdî; lê piştî demeke din jî tê dîtin ku ev aş bi vî aqilî nagere.
Ji ber ku ew kes kêm zêde ji ilmê filoloji û folklornasiyê dûr an jî bêpar in! Mesela em bêjin camêrek dema ku bixwaze li Afrîkayê li ser ziman an jî çîrokekê lêkolîn bike, berî her tiştî hewl dide ku wî zimanî fêr dibe. Lê li cem me rewşeke pir trajîk heye: aqilê tirkmancî, korezaniya welatparêziyê, stûnên ronesans û modernîzmê li cem me şaş şîn dibin.
Weke ku çawa hin kes dixwazin ji jor ve demokrasiyê bînin civakê, her wiha dixwazin bi vî rengî wêjeyê jî ji jor ve bihûnin û ava bikin. Loma gelek caran bêhna werger û zimanekî din ji berhem û nivîsên wan tê.
Jixwe ev tirsa ku tê dikeve hiş, ji nezantî û korezaniyê tê û gelek caran navê wê dibe, „sansûr“ an jî qaşo nûjentî an jî tişteke din.
Çawa ku mirov qurmê darekê bêyî ku kor bike neqilê erd û bexçeyekî din dike, her wiha divê ew dîmenên erotîkî yên di nava wêjeya devkî de jî bi vî awayî neqlî ser kaxizê bibe, nexwe em ê nikaribin rihê civakekê jî neqlî pêşeroja xwe bikin.
Helbet meseleya me ne çawayî û hêjayiya vegotinê ye, mesele berdewama şopa doh û îro û sibe ye!

- Çine ew sînor ku dîmenên erotîk dike, berhemek porno? Ji bo çîrokên kurdî sînorek çawa dikare bê danîn?
Evdile Koçer: Helbet sînoreke kifşkirî ji bo vegotina erotîk û porno tune. Ev sînor ji fahmkirin û têgihiştina edebiyatê ya nivîskar û xwendevanan dest pê dike. Bi ya min divê sînorek jî neyê danîn; bi balixbûna wêjeya kurdî re dê dîmen û vegotinên stewîyayî yên erotîkî vî sînorî kifş bikin.
Weke sînorê di navbera eşq û seksê de, sînorê erotîk û pornoyê jî gelek caran tên digihîjin hev û dîsa ji hev vediqetin. Têgihiştina insanî van sînoran bi nav dike û ji hev vediçirîne.
Erotîk, bêyî ku meriv rasterast behsa seksê bike, vegotin û verêsandina şehweta eşqê ye. Xeyal-bêjî û estetîzekirina jihevûduhezkirin û hevûduxwestinê ye! Tahmjêhilanîn û avjeniya rihê eşqê ye.
Lê porno bêtir rontgen-kişandin û tazîkirina bedenê ye. Rol-dizîn û vehûnandina edebî ya req û beloq e. Tir li ku, das li ku’bûyîna vegotina dîmenên erotîkî ye. Lê helbet ev sînor dîsa dimîne li ser vegotin û têgihiştina nivîskar û xwendevanî.
Jixwe li gorî maneya wê ya ferhengî jî (li google-yê binêrin!) erotîk, çîrokbêjiya eşq û hezkirinê û porno jî pala xwe dide çîrokbêjiya fahîşetiyê.

- Di berhemên te de rewş çawa ye?
Evdile Koçer: Ev bersiv bila bimîne ji xwendevanan re, dê baştir be. Lê di hin çîrokên min de -li gorî kompozîsyon û mijara çîrokê!- ez gotinê dispêrim qehremanên xwe. Exlaqê mijar û qehremanên min, ji exlaqê civakê bêtir mûhîm e! Ez bêjim heke ku nivîskarek ji ber baweriyên xwe rojê pênc danan nimêj jî bike, divê bikaribe ‚nimêj’a pênûsê jî baş bike û divê bikaribe mesela çîrokeka lezbiyenekê jî baş bihûne.
Di çîrokên xwe de heke ku ez keçikekê/zilamekî bi vegotineke erotîk ve tazî bikim, ez dixwazim ku rihê xwendevan jî bêyî ku bi xwe bihese bi vî awayî tazî bikim.  

- Bikaranîna dîmenên wisa di çîrokan de giring e, an na? Çima?
Evdile Koçer: Ev mesele bi ser kompozisyon û tevnsaziya hemû çîrokê ve ye. Heke ku mijar û vegotina çîrokê biherike ser cihoka erotîk û şehweta eşq û seksê, bi ya min divê nivîskar destê xwe jê nekişîne û berê vê cihokê neguherîne; nexwe ev jî otosansûrek e!
Heke ku mijar ji ser maseya xwarinê biçe ser odeya bihevşabûn û razanê, heqê nivîskar tune ku deriyê odeya razanê bi ser çavê xwendevan de bigire û behs neke, nexwe ev jî neheqiyek e li hemberî xwendevan; helbet meseleya xweş(ne)vegotinê mijareke din e.
Meseleyeke din jî em gelek caran jibîr dikin. Wêje, bixwe‚mê’ ye. Heke em dêna xwe bidine zayenda çend gotinên wekî Wêje, Edebiyat, çîrok, roman û hwd. jî, ev gotin bixwe jî ‚mê’ ne. Vêca dema ku dor hat ser vegotina hin dîmenên erotîkî, divê rihê vê vegotinê bêtir ‚mê’, nerm û zindî be. 09 heziran 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar