lördag 28 maj 2011

Sê helbetsvanê kurd dinirxîne: Helbestvanî û cîhana Ahmed Arif



Helbestvanê bi nav û deng Ahmed Arif, di vê hefteyê de, 2 ê hezîrana 1991 î de ji nav barkiribû. Ahmed Arif jî mîna Yılmaz Güney û Yaşar Kemal ji awira berhemên xwe ve dê pir bê nirxandin. Pirsên cewaz dê bibe cihê lêkolîn û pirsê: Ziman û çanda kurdî çiqas tesîra xwe li wî kiriye? Di berhemên wî de çiqas şopên kurdewarî hene? Di dîroka edebiyata kurdî de cihê wî çiye? ûhwd...
Bi mûnasebeta salvegera mirina Ahmed Arif de, bi sê helbestvanê kurd Mahsum Özer, Kamram Simo û Serkan Brûsk re em peyivîn. Em li ser helbesta Ehmed Arif û cîhana wî kûr bûn.

Ahmed Arif
Di nîsana 1927 an de li Amedê hatibû dinyê. Navê xwe yê berê Ahmed Önal bû. Bavê wî Arif Hikmet li aliyê Haranê mûdirtiya nahiye û qeymaqamî dikir. Bavê wî tirk e. Dayika wî Sarê, kurd e. Bavê wê, Îmam Yahya Ebdulqadir di dema xwe de kesek navdar bû.
``Ahmed Arif diaxife`` pirtûka Refik Durbaş e. Di berhema Durbaş de Ahmed Arif, wisan qala zaroktiya xwe dike: ``Zaroktiya min li Sîweregê derbas bû. Li wir ez fêrî kurdî bûm, li aliyê Haranê jî ez fêrî erebî bûm. Bavê min ji aliyê Rumeliyê ye. Dayika min kurdek e esîl e.``

Arif, di dibistana navîn de dest bi nivîsîna helbestan dike.
Wan rojan wisan bibîr tîne: ``Sal, 1943 e. Ez 16-17 salî me. Min bê westan helbest dinîvisand. Rojê 8-10 rûpel. Hinek jê li cem qîzan û hinek jî li cem polîsan man. Paşê nedane min.``
Ahmed Arif, di sala 1946 an de xwendina lîseyê bi dawî tîne. Piştî bûyera``33 gule`` bi sê salan parlementerê Amedê Mustafa Ekinci pirsê tîne meclîsê. Beşek ji rastiya bûyerê derdikeve holê. Bûyera qetilkirina 33 kesên kurd wî dihejîne. Di wan rojan de helbesta ``33 kurşun`` anku 33 gule dinîvisîne. Wê demê 33 gule li çi deveran nehatibû çapkirin, lê ew di nav xelkê de belav dibe. Arif, di dawiya sala 1950 î de tê girtin û îşkencekirin. Wê demê xwendevanê Zanîngêha Enqerê bû. Piştî salên 50 î helbestên wî piralî tên weşandin. 1968 an de pirtûka wî ya navdar ``Hasretinden prangalar eskitim`` ji çapê derdikeve. Pirtûk, bi dehan car, bi hejmarên pir mezin tê çapkirin û belavkirin.

Dîtinên Arif li ser damara wî ya kurdîtiyê, li ser helbestê û hunerê pir dewlemend in. Ji bo damara xwe ya kurdî qala serpêhatiya xwe dike:
``Ez xwendevanê lîseya Afyonê bûm. Tirkek ji aliyê Bulgarîstanê jî bi ole dixwend. Rojekê ji min re got, kurdê ker! Min nema xwe girt û rahişte sêlika sobê û li serê wî xist. Lawik di nava xwînê de ma. Wî rakirin nexweşxanê. Paşê mûdirê dibistanê gazî min kir. Min jê re got, ez bi malbat û welatê xwe serbilind im. Mafê wî tune ye ku min biçûk bixîne…`` 

Li ser şêweyê nivîsîna xwe wisan dibêje:
``Ez helbestê di serê xwe de, di dilê xwe dinîvisînim. Ew li wir rengê xwe yên dawî digirin. Paşê, rojekê ez rûdinim û wan dirêjim ser rûpelan. Guhertinên pir bi biçûk di wan de dikim…
Helbest bê naverok nabe. Lê helbest hîsên xweşikbûnê ye. Pêwîst e ew xweşikbûn bê peydekirin, derkevin ole…
Mirov bi rêya perwerdê dikare dewlemend bibe, bibe mîljonêr. Dikare bibe xerat, bibe hesinkar. Di hemû şeweyên kar de biserbikeve. Lê nikare bibe helbestvan. Dibistana helbestê tune ye. Dibistanek wisan hebe jî helbestên li wir bê nivîsîn zêde nirxên xwe tune ne…
Helbest bi zimanekî tê nivîsîn. Wergêra wê ji bo zimanê din nabe…
Diyarbekir kalesinden notlar ve Adiloş bebenin ninnisi, helbesta şexsê min e, ya çend kesên ji malbatê ye, ya bajar û welatê min ê şêrîn Amedê ye…
Bi destpêka xwe, suprîzên jiyanê û dawiya wê, jiyana min tev di nava peyvên vê helbestê de veşartî ye:
´´Ku ez bêm kûştin, bêm e windakirin, ez dibêjim,
Rût û tazî, di şerekî de,
Bila bi mêranî be, ez dixwazim,
Dostanî jî û neyartî jî,
Lê yek ji wan jî nabe di rastiyê de,
Ber tê ajotin berbi lûlêya çekê
Destpêdike dewriya evarê ya cendermeyan…``

Ahmed Arif li ser pirtûka xwe ya duwê jî dixebitî. Hejmarek mezin ji helbestên wî yên nû amade bibûn. Lê wî ew xebat û gelek xebatên din di cî de hişt û di 2 ê hazîrana 1991 de ji nav me barkir…

Sê helbestvanê kurd Ahmed Arif dinirxîne

Mahsum Özer kî ye
Mahsum Özer, anku Merwan Nisêbînî bi eslê xwe ji aliyê Omeriyan, gundê Çalê ye. Di sala 1964 an de hatiye dinyê. Piştî xwendina navîn derbasî başûrê welêt dibe. Li gelek deverên Kurdistanê digere. Li wir, di gel xebatên ramyarî de, berhemên wêjeyî yê devkî berhev dike û helbestan dinîvisîne. Ew di sala 1988 an de ji aliyê dewleta Tirkiyê tê zîndanî kirin. 4 salan di hepsê de dimîne. Piştre mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî. Pirtûkek wî ya helbestan bi navê ``Jan jariya jînê`` heye.

Kamran Simo Hedilî kî ye
Di 1955 an de, Li Hezexê gundê Hedilê hate dinyê. Hate vêga 4 pirtûkên min hatine çapkirin. ``LORÎNA PÊNÛSÊ``,  helbest e. ``JI ENFALÊ ŞEVEKE BÊSIBE``, dastan e. ``CIVATA GIYANAN``, kurte çirokên e. ``MIN DENG KUŞTIN``, helbest e. Simo li Swêdê dijî.

Serkan Brûsk kî ye
Heta niha sê pirtûkên helbest, romanek e bi navê ``Sê Terîş``, sê pirtûk ji zimanê swêdî wergerandinê kurmancî û niha berhemeke helbest-pexşanî ya bi navê ``Ji Mextela Kurmanciyê`` ji bo çapê amade dike. 1969 an de li gundê Serêkaniya Omeriya hatiye dinyayê. Zanîngeha peyzajê nêvcî bi cî hişt û derket Ewropayê. Niha li Swêdê dijî.

- Ji kerema xwe re dîtinên xwe li ser helbestvaniya Ahmed Arîf bînin zimên.
Mahsum Özer: Belê di nerîna min de, danasîna Ahmed Arîf tiştekî hesan î nîne. Min pirtûka wî carekê diduwan xwendiye lê dîsan wek tê xwestin têra danasînê nake. Biborînin, tiştê ku min ji hunerê wî famkiriye bi kurtîbe jî ez ê bînim ziman.
Dema ku ez li helbestvaniya Ahmed Arîf dinerim; bi rihetî dikarim bibêjim ku li hinber despotdarî û paşverûtiya dewletê  ku hetanî nihajî didûmîne cephakî cengaweriyê ye. Berpirsiyarîke rêberiya gelî di giyana wî de tê dîtin. Hunerhêziya xwe ji realîta jiyanê girtiye. Di helbestên wî yê jîn afêr de jî, ramanekî ronîdêr, hestekî mirovhes û kesayetîke nîrxbihinbêz di nav hev de bi rengekî modern hûnayî tê dîtin. Helbestên wî ji edebiyateka serbixwe barkirîne.

Kamran Simo:
Bi rastî, li ser helbestvaniya yekî weke Ahmed Arif, bi cend kurte bersivan nêrîn diyar kirin ne rihete. Gelek sedem hene ku vê yeke zehmet dikin. Ahmed Arif helbestvanê, hêvî, nazikî û bêtirsiya ciwaniyê ye. (Bi teybetî divê werê zanîn ku ev xisusiyet ne xisusiyetên ku paşî bi dest xistine. Ev xisusiyetên ku bi Ahmed re derdiketin ji xisusiyetên gelê ku Ahmed bê vîna xwe bûbû endam wî ye ji xisusiyetên gelê kurd dihatin.) di helbesta wî de helbesta rûmet, nefsbiçûkî û kuriya hunerê heye. Di helbesta Ahmad de aqil û hest bûye yek. Li êş û kovanên jînê,  hêvî û ezmûna jiyanê hatiye pêçan. Helbesta Ahmed, helbesteke ku xwe disipêrê rastiya jiyanê ye. Di xwendina yek hevokê de xwendevan zehmetiyê nakişêne û li ser zimanê xwedevanan ji ber xwe diherike. Ahmed Arif helbestê ji çiyayên ku bindestiyê nasnakin re, çiyayên welatê wan li nav dewletên degîrker hatî parçekirin û gelê wan bênivîs hiştî, çiyayên ku bûne hêlîna azadiyê re dibêje. Helbesta wî, straneke ji kulîlkên ku di guldankan de şîn nabin. Loriyeke di nav gur û hirçan de hatiye gotine. Ev lorî mîna ku dê bibe sirûda serkeftinê, tîrejên roniyê, hêvî û daxwazî xwe di nav peyvên hevokan de  vedişêrin. Helbestên Ahmed li ser qevda (qebza) xencerê û li dîwarên bendîxanên berxwedanê hatiye neqişandin. Ahmed Arif di helbestê de bi ramaneke derûnî û felsefî nêzîkî mijarê dibe, bi bêje û hevokên watedar reng û rûye mijara xwe dipesinîne.

Serkan Brûsk:
Ehmed Arîf hawara dayikan, jan û êşên veşartî yên bavan, dînemêriya xortan û şermokiya keçên kurdan, her cure zordestî û çewisandina civakî di nava risteyên xwe de bi awayekî wisa sade û rewan gotiye ku deriyên dil û mejiyê hemû mirovan li ber xwe heta bidawî vekiriye, vedike û dê her veke jî. Ew zimanê hestên tîr û kûr ên zindana ye. Bi kurtahî A. Arîf bi awayekî hunerî qêrîn û hawara kurdan nerm lê bihêz gotiye. Ji lewre jî, helbestvaniya wî jî, helbestek e. Kêm gotiye lê baş gotiye. Bi hevokên kin, bi peyvên bargiran pirtûka dilê çiyan ji zaliman re xwendiye. Derdê kurdan, kurt û kurmancî bihuner lê mixabin bi tirkî gotiye.

- Arîf di dima xwendina navîn de dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Pir ciwane. Rojê neh deh helbest dinivîsîne. Çi girêdana helbestê û emir bi hevdûre heye?
Mahsum Özer: Li ser girêdana temen û nivîsîna helbeste, ez dibem ku ji rastiya emir bêtir, kûrahiya hest û ramanên ku di jiyaneka zortengav de difûrin, dihêle ku helbest bizê. Ev qutreta jî mîna tîrêjên ku biharê xwe bavêjin ser serê çiyan û jînjendî dibin, wisa pir ciwanrengîn di xortaya Ahmed Arîf de li jiyanê vedidin.

Kamran Simo:
Mîna gelek helbestvanên hêja, Ahmed Arif jî, di temenekî ciwan de helbest nivîsandiye. Lê mixabin di temenê ku diviyabû bi ezmûneke hêja, helbestê binivîsê dev ji helbestê berda. An jî, pêdana devjêberdan û ji tirsa helbest nenivîsand. Ez nizanim di rojê de çend rûpel dinivîsî lê ez dizanim ku bi tenê 20 helbestên wî hatine çapkirin. Pir nivîsandin ne gelekî girînge, baş nivîsandi li gel min girînge.
Di dîtina min de ji bo nivîsandina helbestê temen ne xwedî roleke mezine. Hin helbestvan di temenekî pir ciwan de helbestên nemir afirandine û hine jî, di temenê mezin de helbestên nemir afirandin. Di helbestên temenê ciwan de têne nivîsandin de coşî, evîn, serhildan, netirsîn heye. Û di helbestên temenê mezin de tên nivîsandin ezmûna jiyanê, hostatiya helbestvanî û zanîna hunandina ziman heye.

Serkan Brûsk:
Mirovên ciwan li bûyer, guhertin, evîn, têkilî û bûyerên civakî bi awayekî xweser û di çarçoveyeke çalek de bilezgînî dinêrin. Helbestvanên ciwan jî, xwedî haman taybetmendiyan in. Ew dixwazin hestên xwe di zûtirîn demê de bibêjin. Di şûna xwe de ranawestin. Ji bo wan tenê gotin girîng e. Ew zêde guh nadin hişyariyên aqil. Li ber devê hestên xwe nanêrin û xwe li ber lehiya hestan berdidin nava jiyanê. Zû germosaro dibin. Pirên poşmaniyê ji binî ve hildiweşînin. Lê piştî demekê ew li xwe vedigerin. Pirên hilweşandî bi destê xwe ava dikin, da careke din, ji nû de, di ser re bi hevkariya aqil û dil, dest bi rêwîtiyeke pir dijwar bikin.
Em dizanin ji bo afirandina her cure berheman kedeke piralî, ceribandin, zanebûneke zanistî û jiyanî pêwist e. Îca ji bo helbestê jî, zimanekî pir berfireh, zanebûneke kûr a folklorîk û her cure zargotinî, xwendineke piralî û dewlemend a wêjeyî bingeh e. Di destpêka temenî de pir zehmet e, mirov xwedî van xisletan be.  Helbesta hêja di encama temenekî biked û bixwêdan de tê afirandin. Îro ne helbestên A. Arîf ên destpêkê lê yên herî dawî dijîn.

- Arif qal dike ku ew di xewna xwe de jî helbestan diafirîne. Dîtîna we wek helbestvan li ser vê yekê çiye?
Mahsum Özer: Bê guman dema hestên helbest zê bi mirov re bi pêşdikeve, hiş, hizir û hest bi giyanêre konsantreyî ser tevgêrkirina helbeste nivîsê dibin. Bawerdikim ku vê konsantreya wî ya spehîkirina helbestê, hiştiye ku helbestvanê hêja di xewnên xwe de jî, helbest binivîsîne.

Kamran Simo:
Helbestvanê ku bi helbestê re bijîn, dikarin di xewnên xwe de helbestê binivîsin. Yên ku bi helbestê re ne jîn nikarin di xewnê de helbestê binivîsin û nikarin helbestên nemir jî, bi afirînin. Helbestvanê ku berî razê û li hevokên helbesta xwe nefikirê çawa dê karibe helbestên nemir biafirînin? Bi tenê dikarin helbestê çêkin û helbestên çêkirî jî, temenê wan gelekî kurtin.

Serkan Brûsk:
Helbestvan bi rêya ziman xewn û xeyalên herî tevlihev yên ku di qûl û qewêrên aqil û giyanê de veşartîne aşkere dike û wan bi zimanekî xweşî taybet pêşkêş dike. Helbestvan di bîst û çar saetên rojê de xwe li ber wan hestan diqelizîne. Îca ew helbestvanê ku karibe di dema ku aqil xirêniyê ji xewê tîne de hestên xwe şiyar bihêle û pê sitranên jiyanê bide gotin; binexweşiya giran a helbestvaniyê ketiye.
 - Ahmed Arîf dibêje ku helbest hîsê xweşikbûnê ye. Awira xwe ji bo vê pirsê bînin zimên?
Mahsum Özer: Ev tiştekî pir raste. Di cîhana hîsê helbeste de, bes bi tenê xweşikbûn heye.
Kamran Simo: Helbest, netenê hestan xweşik dike, helbest; çanda ku zimanan xweşik dike ye.
Ziman, bi zimanê Helbestvanan xweşiktir dibin. Helbestvan bêjeyan zelal û peyvan sipahîtir dikin. Helbestvan dengan dikine stran û ramûsan. Dengên ku helbestvan didine helbestê dengên sêhrî ne, di hest û ruhê mirov de dibine mîna gul û stiriyên gulan.
Helbest; ne komkirina qelabaxa peyvan e,
yeko, yeko bi wijdan û bi şêwekî dadwarî bi cihkirina cihê ku mafê wana ye.
Her tîp, her peyv û her hevok di cihê wan de bicihkirin e. Bi peyvan, ronahiya pêşveçûnê pêxistin e.
Helbest; rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiqê û di nav ziman de afirandina ziman e. Qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyvan, ol û felsefa zanîna ziman e.
Helbest; peyva hejayî gotinê, hunerê peyva ji dil û nazikî jê tê xwestin e. Nivîsa bingehê nirxandina xeyalê bi ramanê ye.
Helbest; wekî leyîstika peyvê ye lê ne leyîstike, pêşxistina peyvê ye. Avahiya bi kêmhevokan ava dibê û ne xemila bi hebûnê re dimeşê ye, lê rêzana meşa hebûnê ye. Nivîsa ku hest û xeyalên mirov li ser mijarekê kilît dikê ye. Hunerê ji peyvan re dilvekirinê, şadiya xeyalan a di kurahiya hevokan de ye.
Zanîna nepandî ya ku kêmasiyan vediguherê sipehîtiyê û ramana nazik û bi muzîkê re keliya ye.
Helbest; ji aqil bûrîn û dûrbîna xeyalê ye.
Xazîna hemû şaxên ziman di xwe de vedişêrê,
peyva bi bask û bêpasport digerê ye.
Helbest;  Wênê  ku dipeyîvê ye...

Serkan Brûsk:
Bi dîtina min helbest her cure hestan di nava xwe de hildigire lê wan xweş dibêje. Ger em tenê helbestê bi hesta xweşikbûnê bi sînor bikin, ew ê helbest ne ew cendî berfireh tesîrhişt û mayinde bûya. Ha mirov dikare bibêje; helbest her cure hestan (acizî, xemgînî, hêrz, bêhnfirehî, dilmanî, şikestinî, evînî û hwd) bi awayekî pir xweş û xweşik dibêje. (… anna avrat kufur eder gibi… wek ji dê û jinê re xeberan (dijûnan) bide… )

- Ev dibêje, dibistana helbestvaniyê çênabe, tuneye? Dibistanekî wisa hebe jî helbestên ku ji wir derkevin bê nirxin. Hûn çi dibêjin?
Mahsum Özer: Di nerîna min de dibistanekî wisa, ancex mirov dikare di hindirê wata helbestên helbestvan de bibîne. Dervî vê mîna ku Ahmed Arîf gotiye, bi perwerdekirina hîs û teybetmendiyên helbestvanî, pir zore ku mivor dikaribe bi yekîre çêke.

Kamran Simo: 
Raste, Kes nikarê hunera helbestê û helbestê bi helbestvan bide zanîn. Ne dibistana helbestê heye û ne mamosteyên helbestnivîsandinê hene.
Roman çawa tê nivîsandin, kompoziyona wê çawa ye, çîrok çawa tê nivîsandin piçek be jî mirov dikarê bide zanîn û şêweya nivîsandinê bide fêhmkirin. Lê ya helbestê mirov nikare bide zanîn. Yanî zanînên teorîk û pratîkên helbestê mirov nikare bide. Lê hunera helbestnivîsandinê, bi pirxwendin û bihîstinê ye û helbestvan vê ji nav jiyanê derdixe û bi dest dixe. Dîsa mirov dikare wisa bêje; helbest rûbara hest û xeyalê yê ku di navbera xwendevan û helbestvan de ye.

Serkan Brûsk:
Dibistana helbestê heye; dema mirov ji dayika xwe dibe û heta çavên xwe ji bo cara dawî digire jî, mirov şagirtê helbestê ye. Her helbestvanek hem dibistan, hem şagirt û hem jî mamosteyê xwe ye. Bêguman mirov dikare bialîkariya dersên wêjeyî fêrî teknîka nivisandina helbestê bibe, helbestê baştir nas bike, helbestan jî binivîse û heta dikare serkeftî jî be. Kesek nexwenda yan kêmxwenda jî dikare helbestên pir hêja bibêje û binivîse. Gelek mînakê herdu kategoriyan jî hene. Mijûlahiyeke berdewam a helbestê pêwist e.
- Helbest bi zimanekî tê nivîsîn. Wergera wê nabe, dibêje Arîf. Hizira we çi reng e ?
Mahsum Özer: Belê ez jî wisa dibêjim; fêkîkî ku bi têhna rojê û hêza xweza ê bigihêje tama wî çawaye û yekî ku bi hêza kîmya yê bigihêje tama wî çawaye? Bêgûman fêkiyê ku bi kîmya yê bigihêje tama wî nagihê tama yê ku bi hêza xweza ê digihê. (Pirtûka Arîf ji tirkî wergera wêyî kurdî gelekî bê tam bûye.) Wergera helbestê jî wisaye. Helbest qet neyê wergerandin jî, dîsan rast nabe. Di nerîna min de pêwîste ku helbest ji hêla hustên erbabên wê ve, werê wergerandin.

Kamran Simo:
Gelekî rast gotiye, dibe ku zanîbû an jî, hîs kiribe ku helbestên wî dê bi destên wergêrên ku nizanin wergerê bikin, werine wergerandin. Pirtûka wî, Zeynel Abidin wergerandiya zimanê kurdî, ez bawer dikim xwedevanên ku vê wergera kurmacî bixwînin dê ji helbestên Ahmed Arif tiştekî fêhm nekin û Ahmed Arif dê li ber çavên wan weke helbestvan neyê dîtin.Wergêr bi tirkî fikiriye û ji tirkî wergerandiya kurdî, peyv bi peyv wergerandiye, çêja orjînalê winda kiriye û werger jî, bê çêj hiştiye.
Ji bo wê ye ku Paul Valery dibêje, ’’helbest tiştekî wisaye ku neyê wergerandinî tu zimanên din…’’
Lê wî bi xwe, helbestên Vergilius wergerandina zimanê Fransî. Mirov dikare bêje, ku xwendevanên bi Fransî dixwînin bi saya wergerandina wî Vergilius naskirin.
Disa Baudelaire, bi xurtê ku helbestên wî wergerandina Îngilizî, xwe pir tora dike. Ew jî mîna Paul valery helbestên Edgar Allan Poe werdigerêne Fransî. Dibêjin helbest nayê wergerandin. An xwe bi yên ku dixwazin helbestên wan wergerênin de tore dikin lê ew bi xwe helbestê werdigerênin.
Em bi xweşbîniyê li van gotin û kiryarên helbestvanan yên ku hev nagirin meyzekin. Gotina ku dibêjin, helbest nayê wergerandin jî raste û helbest wergerandina wan jî rast e.
Ji ber ku hin kes di wergerandinê de, naverokê didinê, şêwe û rêstinê winda dikin. An şêwe û rêstinê didinê û naverokê winda dikin. Bi wergerandina xwe re helbestê zîk êşî dikin. Heta hin kes helbestê kor û kulek dikin, hevok an sembolên ku naçin xweşa wan wernagerênin.
Bi van kiryarên xwe, xwendevan ji xwendina helbestê sar dikin.
Ev mamosteyên helbestê dibêjin bila hostayên helbestê, helbestê wergerînin û wê bi xwendevanan bidine hez kirin. Ew jî baş dizanin ku helbest nehatibana wergerandin, me ne ew nasdikirin û ne jî, me yê helbestên Ludingira Sumerî, yê ji berî zayîna Îsa bi çend hezar salan dilovaniya dayîka xwe di helbesta xwe de dibêje û diyarî roja dayîkan dike xwedibana û zanîbana. Werger nebana, me ne Homeros û ne yên berî wî û paşî wî hatin nas dikirin. Me ne helbestvanên li welatên cuda nas dikirin û ne jî ew dixwandin.
Me yê ji kû zanîbana ku hozana Mîdîllî SAFO (Sappho) li xizmeta Afrodît, xwedawenda hez kirin û evînê dest bi nivîsandina helbestê kir. Dengê hez kirin û axînkêşiya jinê ji hezarên salan ve, ev evîn û axînên jinên serdema xwe, di evîn û axîna xwe de gotin bi riya wergerê heta roja me hat û me SAFO wisa nas kir. Ji helbestvanan re bû kaniya helbesta hez kirin û trajedî ye.
Weke hemû beşên hunerê din, pêwîst e helbest jî were wergerandin. Da awaz û ahengên cîhanê nêzîkî hev bibin ji ezmûn û derbirînên hev sud wergirin. Bi riya wergerê dan û sitandin di nav netawan de pêktê. Mirovan hê pirtir nêzîkî hev dike. Di cihên hevpar de wana digihênê hev û xizmetê ji aştiyeke hemdem re dike. Li aliyên din wergerandina helbestê zimanê ku pê tê wergerandin jî, bi pêşve dibe. Ji bo ku helbest bi zimanê bilind tê nivîsandin. Ji wergerandinê re jî, zimanê bilind pêwîst e.

Serkan Brûsk:
Helbesta her helbestvanekî/ê giyan, hiş, bîr, serpêhatî, perwerde, xeyal û hwd ê wî/wê kesê/î ye. Wekî din jî, helbest ziman bixwe ye. Ez bawer nakim ku tu tekstên din bi qasî helbestê bi ziman bi xwe re ew qasî bûbe yek. Mînak di teksteke zanistî de ziman weke alaveke ragihandinê ye. Lê girêdana helbest û ziman mîna goşt û hestiyan e. Îca kesek dikare li gora zanista wergerê tekstekê ji zimanekî ji bo zimanekî din wergerîne. Ev ji bo tekstên zanistî û paxşanî asan e. Lê ne ji bo helbestê. Ji ber helbest bi peyvan tê avakirin. Û her peyvek di her zimanî de xwedî dîrokeke wateyî ye. Ji lew re jî wergera helbestê zehmet e lê şîroveyeke baş a helbestan dibe. Wek mînak mirov dikare piştî temenekî bibe hemwelatiyê dewleteke din û bi awayekî fermî belgeya hemwelatiyê bistîne û zimanê wî miletî jî baş fêr bibe, lê mirov nikare ji binî de giyan û çanda xwe bike ya miletekî din. Ev ne asan e, çend nifş jê re lazim e. Ji bo teksteke zanistî guhertina ziman têrê dike, lê ji bo helbestê, na.

- Arif bi kurdî baş zane. Çi tesîra zimanê kurdî li ser helbestvaniya wî heye?
Mahsum Özer:
Dibêjin ku Arîf bi kurdî fikiriye û bi tirkî nivîsiye. Raste, şeqsê wî ji kokên herdû gelan hatiye tamandin. Lê bi bandora çanda Kurdistan î mezin dibe û bêhna vê bandorê bi rengekî giştî ji helbestên wî dên. Pirtûka wî bi çi zimanî dibe bila bibe, nîrxên giranbiha ji bona mirovahiyê tê de aldar bûne.

Kamran Simo:
Zanîna kurdî, na ne zanîna kurdî ez nizanim lê tiştê ez zanim ew ku Ahmed Arif bi tirkî nivîsiye û ji helbestvanekî kurd pirtir helbestvanekî tirkiye. Mîna kurdekî çepgirekî tirkiye hest û ramanên xwe bi tirkî anîna ziman. Rast e hevîrê hest û ramanên Ahmed Arif ji kurdistanê ye û  gelek êşên gelê kurd di helbestên xwe de anîna ziman. Lê qet navê kurdistanê li derêke derbas nebe. Navê Anadol çokuruva torsan heye, lê navê kurdistan, Zagros û Germiyan nîne.
Ez bawer nakim di hunandina helbestên wî de ku zanîna zimanê kurdî bandor kirbe ji bo ku di wê demê de kurdên ku bi kurdî zanibin û karibin helbesta nû binivîsin an kurdiya wan bandorê li zimanê ku pê helbestê dinivîsin bike li bakurê kurdistanê hebin. Dibe ku kurdiya wî jî, mîna kurdiya Yaşar Kemal  devoka herêmî be û sud ji destan û stranên kurdî wergirtibe.

Serkan Brûsk:
A. Arîf ji hêza zargotin û folklora kurdî bi awayekî maksîmal sûd wergertiye. Mirov tesîreke pir vekirî ya sitran û biwêjên kurdî di hemû helbestê wî de dibîne. Ji xwe taybetmendî û xweseriya wî ya ji helbestvanên tirk di vir de xuya ye. A. Arîf bi alîkariya zimanê kurdî, ji xwe bi turkî zimanekî xurt î wêjeyî, ji bo gotina êş û janên kurdan ava kiriye . 02/06-2007


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar