lördag 28 maj 2011

Bi nivîskar Lokman Polat re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -4-


Agehdarî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

- Di romanên kurdî de dîmenên erotîk zêde nayên bikaranîn û mirov dikare bêje ku pirs carna dikeve ber sansûra nivîskar. Lê romanên te berevajiyê wan e. Dîmenên erotîk hene û tê gotin ku, dîmenên te ekstrêm in. Dîtina te çiye?
Lokman Polat: Bi pîvanên ku pêrgî kelemên sansûr û otosansûrê dibin, mirov nikare berhemên edebî bi mêjiyek azad biafirîne. Mijarê romanên min, ne çîrok û serpêhatiyên klasîk in. Ji hemu şêweyê sansur û tabuyan dur in. Ji bûyer û çîrokên dema îro hatine hilbijartin. Dîmenên erotîk bi xwestin û hîsên îro hatine xemilandin. Evîna di romanên de min bi tevayî li ser bingeha hîs û hezkirina kurdî hatine avakirin. Lê xwestin, hîs û dîmenên erotîk modern in, û bersiva dema me didin. Dîmenên îro, di jiyana normal de hene. Lê di berhemên kurdî de cî negirtine. Lewma dîmenên romanên min ekstrêm tê dîtin.
- Şehweta wê jî û ya min jî rabû. Wê bi nava pişta min girt û ez tev kişandim ser xwe û em bi hevdu ve zeliqîn”…

Di romana te de dîmenên wisa hene. Dîmen hinekî vekirî tê xuyanîkirin. Dîtina te çiye?
L. Polat: Dema mirov bala xwe bide peyvan dê bê dîtin ku, dîmen qala demekê dike. Ew jî şadîmaniya du kesan e. Teferuatên zêde tune ye. Lewma dîmen xwezayî ye, nebuna teferuatan wê ji berhemek pornoyî dur dixîne.

- Di romana Robîn de, tolaziyek bê sînor heye. Bav jî tolaz e û law jî nê kêmî wî ye. Tolazî bi tevayî pirsgirêkek mêra ye, an na? Paya Mêrê Kurd çiqas e?
L. Polat: Hebûna tolaziyê (çapkin) di dîroka mirovahiyê de têra xwe kevnare ye. Îro jî di civatên pêşketî de tolaz pir in. Pirs, bi modernbûna civatê, pêşketina azadiyê û mêjiyê mirovan, dikare rengê xwe bide guhertin. Hevdu fêmkirin û bawerî zêde bibe.
Mêrê Kurd jî beşek ji yên dinyê ne. Di dema xortaniya wî de, hevnaskirina bi keçan re jê re hatiye qedexekirin. Hevfêmkirin, hezkirin  û biryara jiyana bi hevre hatiye sînorkirin. Adet û toreyan, baweriyên olî dora wî rapêçaye. Pîvantiya mêraniya wî bi pirsên din ve hatiye girêdan. Lewma di kilamên kurdî de pirsa ”çavbirçîbûna mêran” heye.
Li dijî vê yekê klam û klasîkên kurdî dengên xwe bilind kirine. Di klasîkên kurdî de, jin jî mêr jî li dijî van sînoran serî radikin û pirsê eşkere niqaş dikin.
Pêwîst e em li ser sedemên tolaziyê kur bibin, nekû tenê berê rexneyên xwe bidin tolazan.

- Ez dixwazim qala dîmeneke din ji Romana te bikim: ”Min ewkê xwe hino-hino xist hundir. Min xwe hêdî hêdî bir û anî. Ew ji ber şehwetê dinaliya. Wisan li xweşiya wê hatibû, ku ez maçî dikirim, dimêtim, dalêstim…”  
Eger ev dîmen ne pornoyî be, çiye?
Lokman Polat: Dîmen, erotîk e. Şadimaniya rûhî dihêne zimên. Pir wêrek e. Li gorî pîvanê me dikare hinekî exstrêm be. Lê dîmenek wisa wêrek, ku tercumanê hîs, hezkirin û şadîmaniyê ye nikare weke dîmenek pornoyî bê dîtin û hejmartin.

- Dema qalaromanên bi dîmenên eşkere” tê kirin, Lokman Polat tê bîra gelek kesan. Dîtina te li ser pirsê çiye?
Lokman Polat: Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de hene. Wan berî min dest avêtine pirsê. Di romanan de, Bavê Nazê, Helîm Yusif, Mehmed Uzun, di çîrokan de Firat Cewerî û Gabar Çiyan ûhwd gavên hêja avêtine.
Min ji awira dîmenên wêrek ve gavek e zêde avêtiye. Ev yek tê dîtin, lewma qala min tê kirin. Çend meh berê, nivîskar Mîr Qasimlo gaveke din avêt û romana ”Dîmenên Keserê” n ivîsî. Wî ji aliyê dîmenên eşkere û bilindbûna etîkê ve dewlemendiyek mezin pêşkêşî Edebiyata Kurdî kir.

- Di romanên te yê pêşerojê de, dîmenên wisa dê hebin an na?
Lokman Polat: Belê, di berhemên min yê pêşerojê de ez ê cî bidim dîmenên wisa. Pirtûka min ya nû ji novelan pêk tê. Navê wê ”Weke Hungiv” e. Berhem bi zimanek bilind û dîmenên rengîn hatiye nivîsîn. Ji xwe berdewama romana Robîn jî bi navê ”Kodnam Viyan” derketibû…
Di edebiyata Kurdî de pirsa dîmenên erotîk giring e. Gelek spas ku we dosyak wisa amade kir.  Gava we wêrek e. Xebatên we çi  tabu û sansuran nas nake. Lewma taybetiya we di media Kurdî de heye, tê dîtin û qalkirin. Ez berdewama serkevtina we dixwazim.

Lokman Polat ki ye
1956 an de li Licê hatiye dinyê. Berî 80 î çend caran ji aliyê dewletê hate girtin. Bi 10 sal hepis hate cezekirin. Mecala xebatên polîtîk li ber hate sînorkirin û ji ber xetera girtin û zîndanîkirinê di 1980 î de derket derveyî welêt.
1984 an û vir ve li Swêdê dimîne. Kovara ”Helwest”ê derxist û di rêvebiriya Hêviya Gel de xebitî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsên wî belav dibin. Hetanî niha 27 pirtûk nivîsîne. Giraniya xwe edebî ne...

Romana Robîn
Casanova kurdan Robîn, bavê xwe kurd, dayika wî rûsî ye. Navê bavê wî jî Robîn e. Dayika wî Rosalîn e. Dê û bavê wî li Bulgarîstanê tên cem hevûdu. Hayê bavê wî ji hemîlebûna Rosayê tune ye. Robîn mîna sêwiyan mezin dibe. Kalikê (dapîr) wî ajanê KGB bû. Di derheqê cihê bavê wî de ne bê xeber e. Li ser soza ku cihê bavê wî jê re bêje, dibistana bilind dixwîne û dibe ajanê KGB. Piştre diçe Sûriyê û Tirkiyê. Di gel xebatên ajantiyê, têkiliyê bi kurdan re datîne û fêrî kurdî dibe. Dide pey şopa bavê xwe. Bavê wî jî Robînê biçûk di xewna xwe de dibîne û hewil dide ku li Rosayê û lawê xwe bigere.
Lêgerina herdûwan ji dil e. Lê tolaziyên bav û law, vexwarina şarabê, kirina dansê û bêhnkirina dîlberên cewaz dibin sedem ku planên wan bi derengî bikeve. Romana Robîn bi dawî tê. Lê hesreta hevdûtina Robîn û Rosalînê, û lawê wan di nêvî de dimîne…

Pirtûk di nava weşanên Veng de, di adara 2004 an li Stnebolê derketiye. Bi kurdî ye û ji 173 rûpelan pêk tê. Navnîşana xwestinê: lokman-1polat@hotmail.com. 13 heziran 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar