Vaye rêwî me, ji welatek dur, hêla bakur, dawiya dinyê didim rê. Dilê
min siwarê hespê xezebê, pişta min li bayê kur û berê min li “Binya Xetê” ye. Hesreta
26 Newrozên ji bo ”hemu adaran te şiyar bikim”, dilê min kiriye dojeh, rondikên
ji kezabê çavên min sor û sere min gêj kiriye. Morên reşûşîn ên ji ba û cemeda
26 çileyên reş, ku esmên ji gulokên berfê xalî nabe, laşê min sotandî ye.
Seqema ji erd, derya û ava çeman ku ji tebeqên qeşayê safî nabe, hinavê min
kiriye sarincok û mekanê zemherîrê. Deriyê xwe veke, min bi şewata stiran û
dilê xwe î germ pêşwazî bike.
Vaye têm. Dilê brîndar e, tiyê deng, stran û sohbeta te ye. Şiyarkirina Newrozekê
û xwendina bilbila ser dara gula ber serê te, dermanê vî dilê brîndarê gîzanê
ye. Ez, Weysel Karanê duwê, evîndarê, bê dîtin, sohbet û guhdarê cenabê te, ji
dengê têla tembûra te dihelim. Bibe Hekîmê Loqman. Nalîna dilê te ye, mizgîniya
buhiştê. Serdan û derketina hizura te ye, ji min re tewafa Qudsê. Bihêle, bila
rû, lêv û çavên min, bi maçkirin, bînkirina axa bin nig û serê te, biçin
tewafê. Bila bîna gula te, bibe kilîla destê Melekê Mewtê, dilê min pê nefesa
dawî bide. Bila dengê stirana eşqa zaroktiya min dema kolandina gorê, bilind
bibe:
”Şêrînê nû gihayê
Li ser min pir buhayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê.”
Li ser min pir buhayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê.”
Tu bi meha adarê şa bû û her Newroz dê bi
kûlîlkên biharê re şîn dibe. Her Biharê dê zarok, jin, keç, xort û por sipî bên
serdana te, te bibîr bihênin. Vaye ez jî têm, dengê gelê min! Ne tenê te şiyar
bikim. Bibim dergevanê ber gora te. Bibim şivanê dara gula ber serê te. Min
qebûl bike, cihekî veqetîne ji min re, bibim cîranê te. Ji dur ve be jî, ji
deng, tembur û sohbeta te mehrûm nemînim. Bihêle, bikevim bin siya dara te. Hemû
adaran, bibim xizmetkar, bixêrhatina mêvanên te bikim. Em tev, ji çar aliyê
welêt, bi yek dengî strana te bêjin û jana dilê te parvekin:
”Şêrîna min bir zalim neyara
Ez mame feqîr mam li ber dîwara
Ez bang dikim qêrîn hawara
Kî serhilîn ekî ji xew şiyar e.
Ser min zivistan, ka bihara min
Şêrîna min ket dest neyarê min
Wêli min qût kir ziman zarê min
Li min xopan kir şûn û warê min.”
Ez mame feqîr mam li ber dîwara
Ez bang dikim qêrîn hawara
Kî serhilîn ekî ji xew şiyar e.
Ser min zivistan, ka bihara min
Şêrîna min ket dest neyarê min
Wêli min qût kir ziman zarê min
Li min xopan kir şûn û warê min.”
”Bavê Felekê” û hozanê doza me, vaye
buhar hat. Newroz, bi şahî û govendê bixêrhatine me dike. Li aliyekî şahî heye, li
aliyê din ceng. Li hêlekî şînî û qêrîn e, li hêla din dengê lîlandina dayikan û
xatirxwestina ciwanan tê. Daxwaziya azadî û aştiyê bilind bibe. Neviyên
Selahadînê Eyûbî ne, ji çiyê heta zanîngehê, Mêrdîn, Kobanî, Mehabad hetanî
Hewlêrê, di bin Ala Rengîn de, stirana te, a me dibêjin:
“Ay lê gulê gula mine
Şêrîna li ber dilê mine
Gulê nadim male dinyê
Ez li ser Gulê têm kûştinê.”
“Ay lê gulê gula mine
Şêrîna li ber dilê mine
Gulê nadim male dinyê
Ez li ser Gulê têm kûştinê.”
Mihemed Şêxo di dilê me, di dilê gelê
kurd de dijî. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike, cihê wî buhuşta rengîn
be. Di salvegera wefata wî de, wî bi rêz û hurmet bibîr dihênim. 09 Newroz 2016
Zarathustra Gabar Çiyan
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar