fredag 3 juni 2011

Ji Forum Internationalê pirtûkek giring: ”Kurdistana Jina”



”Forum Internatinal” ku navenda xwe li Swêdê ye, bi kokteylekê pirtûkek nû pêşkêşî xwendevanan kir. Pirtûk bi Swêdî ye û rewşa Jina Kurd di polîtîkayê de ji xwe re dike mijar. Pirtûka ”Kvinnornas Kurdistan” ji aliyê siyasetvana Swêdî Ann-Margarethe Livh, Siyasetvana Kurd Naile Aras û Rojnamevana Kurd Şirvan Nuray Sarikaya ve hatiye nivîsîn. Anku Ann û Naîle li ser naveroka wê kur bûne, û pirtûk bi wêneyên Şirwan bi rengîn bûye.

Li bakurê welêt rewşa Jina Kurd, zextên li ser wê, xewn û xeyalên wê, qonaxa polîtîzebûna jinê û helwêsta wê bala gelek mirovan dikşîne. Li ser mijarê kêm zêde hatiye nivîsîn. Lê pirs, zêde nebûye mijara pirtûkan ji bo jinên Kurd yên derveyî welêt û dostên Kurdan. Lê niha pirs hatiye rojeva wan û jinên li derve dê berhemên rengîn bidine me.

Min, ji cihê kokteylê dest bi xwendina ”Kurdistana Jina” kir û di rê de hetanî mal berdewam kir, anku 46 rûpelên pirtûkê du carî xwend. Berhema bi Swêdî, li ser guhertina di civatê, ji awira beşdarbûna Jina Kurd di siyasetê de, agehdariyên cewaz û berfireh dane min.

Jiyana Şaredara Baxlara Amedê, Yuksel Baran têra xwe balkêş e. Dema rojnamevaniyê, xwendina zanîngehê, hesreta welat, biryara çûna şer, şervaniya wê, ketina hepsê û hesret û hezkirina malbata wê û derketina ji hepsê û beşdarbûna di siyasetê de, mîna romanekî ye.
Ne tenê Baranê, qala hejmarek jinên Kurd ji meslekên cewaz hatiye kirin û îstatîstîkek xurt li ser tevgera jinan di polîtîkayê de, heye.

Hebûna mecalên legal û di mercên legal de kirina siyasetê li Turkiyê û Bakurê Kurdistanê erênî ye. Beşdarbûna Jina Kurd di polîtîkayê de, ketina parlamentoyê, rêvebiriya belediyan û meclîsên wîlayeta cihê kêfxweşiyê ye. Li ser xebata jinan, qonaxa serkevtinê, hejmara jinên Kurd di siyaseta legal de û cihê wan, herdem bala min kişandiye. Her wisa bi hezaran gundên Kurda hatin xirabkirin. Xelkê bar kir bajaran. Rewşa Jina Kurd, ji dema barkirinê, hatina bajêr, rola wê di malê de, beşdarbûna siyasetê û helwêsta mêran, li benda lêkolînên berfireh in.
Weku li jorê jî hate qalkirin, mijar bala nivîskarên Kurd û dostên Kurda bêhtir dikşîne û di vê çarçoveyê de, pirtûka ”Kurdistana Jina” bersiva gelek pirsan dide.

Berhemek lê hêja ye û divê bê xwendin. Çapa wê ya kurdî û turkî amade dibe. Kesên ku çapa Swêdî dixwazin dikarin bi rêya malpera http://www.vansternsinternationellaforum.se/ têkiliyê deynin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar