onsdag 12 augusti 2015

Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel: Helbestên bi eşqa ji dil barkirî bi tam in


Helbestên Suryaniyan hilma xwe ji dîroka kevnare digrin. Dirêjî Gilgamêş dibin. Ji destan û çîrokên bi zimanê Îsayê Meyremayê, nazikî û kurahiya xwe distînin. Hezkirin û evîndariya ji dil tesîrê lê dike. Evîndariyê de, nirxê cananê herdem bilind e. Bi fermanên kitêba pîroz Încîlê û exlaqê Mesîh, dilgirêdana hetanî mirinê dihênin pê. Sevdayê bilindtir dikin. Girêdana bi êkûdu xurtir dibe û tê roja me. Helbest rengek modern û bi şopên klasîk derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.

Bi sebir in helbestavên Suryaniyan. Mîna eşqa bi naz e, helbestên wan. Wext digre, heta evîn bibe du alî, helbest rengê xwe jê bigre. Evîndariya wan bilind bibe bi wext re, bi awirên çawan, lêvên tî û helbestvan bi dizî dibe şahidên evîndaran. Carna bi naz e canan, ne tê dîtin, ji hemêzkirin û ramûsanekê ne amade ye û helbestvan dibê pila dilê herduwan, tercumaniyê ji hîsên wan re dike.

Tu cana min
tu stranek evîndariyê
di dilê evîndaran
ji lêvên dilbikulan dirêjê
bi awazên wê re
mîna çîrokên hezar û sed şevî
û bi evîna dilêm sotandî
heta mirinê
ez ê pê re binalim
û ristên nû lê zêde bikim…

Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel, bi helbestên xwe li ser evîndarî û hesreta xerîbiyê û welêt tê nasîn. Di medya civakî de, pir tê xwendin. Gunel, bi eslê xwe ji Tora Evdînê, Keferzê, gundek ji ê Midyadê ye. Pişta xwendina navîn, dibistanê bi cî dihêle û li Amedê li tesîsên Natoyê dixebite. Paşê li Almanyayê bicîh dibe. Bi teqawîta xwe re, jiyana Europayê bi cî dihêle û tê Amedê. Niha li wir dijî. Me xwe gihand wî û em pê re, li ser helbestên wî, eşqa kur û hesreta welêt axifîn.

Çi demê nivîsîna helbestan dest pê kir? Ji kerema xwe qala helbesta xweyî pêşî bike…
Nuri Gunel:
Navê helbesta minî pêşî ”Meçhul” bû. Min di sala 1981 î de li Almanyayê nîvîsî bû. Bêhtir nakokiyên civakî dihanî zimên. Pirsgirêkên ”welatê nû” hemêz dikir. Ez demekê baş bi nivîsîna helbestan mijûl bûm. Paşê, giraniya xebatên min li ser muzîkê ket navbêrê.  Hetanî sala 2010 an wiha domiya. Lê herdem, nivîsîn û cihê helbestê di dilê min de bû. Êdî, min fêm kir ku, ez nema karim rê li pêşiya hîsên ku bû mîna lehiyekê, bigrim. Bi xurtî li nivîsîna helbestan vegeriyam.

Helbestên te de, evîndarî bi hîsên pir kur û zimanek bilind tê zimên. Çima? Hinekî qala helbest û evîndariya xwe bike…
Nuri Gunel:
Bê evîndarî, eqşa ji dil, bêmiradî, hesret û hîsên zindî, helbest nayê rayê. Eşqa ji dil û bi dil, dikare wê hîsa bilind îfade bike. Ev hîs û êşa evînê ku bi mirov re diçe heta gorê, helbestê zindî dike û hilma însanî didiyê. Lewra eşq hîsek însanî ye, ew hîs, bi evîndariya ji dil xwe dide der. Dibe helbest, çîrok ji roman û fîlman re.

Dema biçûkbûnê bi dawî bû û ciwantiyê dest pê kir, ez aşiqî dîlberekê bibûm. Bi heft dilan, dil ketimê de. Miradê me tev nebû. Çend havîn û çend çile di ser ve derbas bûn, ez nizanim. Ez zewicîm û evînê jî wiha. Belê, piştî ewqas û dem û sal derbas bûn, li deverekê liqayî hev bûn. Volkana dilê min ku min, vemirî dihejmart, razayî derket. Min fêm kir ku, jibîrkirina eşqa pêşî ne hêsan e. Em herdu jî zewicî bûn. Adet û tore, bawerî û bêşensiyê, di nav me de, çiyayên bilind, bi newalên kur lêkiribûn. Tenê peyv mabû û hîs dibû zimanê dil. Pênûsê derdê min dihanî zimên. Piştî dîna wê, êdî helbest bûn sebra min.

Yarê
min xwest te jibîr bikim
xweliya ji bîranînan maye
bikim goristan
tê de bi cîh bikim
nebû
min nikarî bû
sevda te bedena min rapêçabû
dest hatibûn girêdan
di şûna te te de yara min
her roj
ji nû ve dibim qûrban…

Hilma hesretê ji helbestên te difure. Bêriya welêt, axa lê mezin bûye, mirovên li wir dijîn û xweza, tev tê de cî digre. Mîna gelek helbestvanê Suryaniyan, tu jî helbetsên xwe derbarê bêrîkirinê, bi evînê dikemilînî. Tu dikarî qala vê hereta xwe ji me re bikî?
Nuri Gunel:
Belê. Mirov bi erd, cîh, çand û zimanê xwe heye, bihêz e.

Piştî derketina derveyî welêt, hesreta welêt, cîh û axa ez lê mezin bûm, nas û dostan, mirovên wir di dilê min de bû. Bêrîkirin û hesret di helbestan de dihatin zimên, lê ez bi xwe jî di nava wan peyvan de, di helbestê de bûm. Min nema debar kir û ez li cî û welatê bav û kalên xwe zivîrim. Niha êş sivik bûye, lê bandora wê êşê di hemû azayên laşê min de, hêdî hêdî xwe dide der.

Ez gelekî hez ji axa welatê xwe a sor û reş dikim. Tevayê însanên vî cihî dikim. Ji bo min, ji zêr û yakudê jî bi nirxtir in. Ev girêdan û hezkirina min hetanî mirinê jî wê bidome. Hezkirin wê tevlî axa gora min bibe û bibe kulîlk, bêhna dostaniyê û hezkirinê belav bike.

Reng û baweriyên welatê min, Kurd, Suryanî, Ezdî gelek êş dîtine, kişandine. Di nav mecalên kêm û jiyanek dijwar, mîna duhî îro jî, dijîn. Bi derdê wan re dijîm û êşa wan di dilê xwe hîs dikim. Ez jî niha bi wan re me, heman êşê dikşînim. Eger bibe qismet, dewr bê guhertin, şertên baştir werin pê, ez dixwazim roja xweşiya wan jî li nik wan bim, bi wan re bikenim, kêfê parvekim.

Evîna hezkirina min, weke helbestvanekî Suryanî, ev e. Sira vê, heskirin e. Girêdan e.

Di berbanga piştî şeva kor û tarî
qêrînî û axîna ji Nînovayê bilind dibû
dikir lehî ji hêstirên dayikan
çiyayên Colemêrgê li ber xwe dibir
tevlî Zêyê Mezin dibû
çav û dilê minî bûye gol ji hêstirên xwînî
ava wê sorereş dikir…

Em helbestên we bi saya medya civakî dixwînin. Pir tên xwendin û belavkirin. Niyeta te û berhevkirina wan di kitêban de heye, an na?
Nuri Gunel:
Belê, planek minî wiha heye. Ez li ser wan kar dikim. Ez dixwazim wan di pirtûkan de bicivînim. Bêhtir bi turkî ne. Ez dixwazim helbestên min, li Amedê, bajarê kevnare, di nav xelk û baweriyên jê hez dikim, bi kurdî jî bêne xwendin. Lewra ji bo wergêra wan, li benda hevkariya dostên mîna we me…

söndag 2 augusti 2015

„Science-fiction“a bi Kurdî: Du kes û yek mirov



Dema ez romanên Newaf Mîro dixwînim, ez pê re îro, bi jiyana modern, lê adet, tore û baweriya kevnare re dijîm. Romanên wî dibin alîkar ku, jiyanek modern, bêyî ji nijad, adet û baweriya kevnare, bav û kalan dûr bikevim, bijîm. Malbat û nasên xwe re jî bibim nimûne, rê vekim.

Zimanê Mîro têra xwe xurt e. Kur e, tevayê nazik û nazdariya zimanê Kurdî dide der. Mirov ne tenê berhema wî dixwîne, pê re Kurdiya xwe xurt û tekûztir dike. Li ser hêzbûna zimanê Kurdî û zargotinê dibe xwedî fikir. Girêdan û dewlemendiya zimên bi xweza, eşq, evîn, hesret, îxanet, mirovahî, neyartî û dostaniyê dide xuyanîkirin û bi zimanek edebî tabloyan dineqîşîne, mirov aşiqî Kurdî û edebiyata kurdî dike.

Balkêşiya çîrokên romanên Mîro, ne ji aksiyona wan, bêhtir, mijarên hildibijêrê tê. Awayê bêjiyê, ku hilma xwe ji dengbêjiyê girtiye, cihê niqaşê ye. Kontrola ser çîrokê, girêdana beşa bi hev û dîmenên rengîn mirov dibe cîhanek eksotîk, klasîk lê têra xwe jî nûjen.

Di romanê wî de bi kurdî hizirkirin esas e. Kaniya xwe, dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Pêwîstiyê ji peyvên zimanên cînar nabîne û qalibên ji zimanê din yekser wergerandine Kurdî, dûr e. Bi kurdî li derûdor, mirov, ajel, bûyer, xweza û Cîhanê dinêre, bi kurdî şirove dike û dide nirxandin.

Romana wî a nû „Du kes û yek mirov“ di nav weşanên DO de, li Stenbulê, di gulana 2014 an de belav bû. Çîroka wê, li bajarekî Almanyayê dest pê dike. Lehengên çîrokê, Peter Schûltz û Qudbeddîn Yildiz li heman bajarî ne, ji ber êş û naxweşiyê rewş û siheta wan ne baş e. Peter doktor, Yildiz xwendevanê zanîngehê ye. Yildiz, ji ber nexweşiya mêjî tedawiyê dibîne û pêwîstiya xwe bi neqla mêjiyek nû heye. Dema Peter ji ber nexweşiya xwe pir dihêşe, lê giran dibe û dimre, mêjiyê wî neqlî Qudbeddîn dikin.

Malbata Yildiz ji hêla Serhedan bajarê Qersê ye. Kurd in, lê çanda turkî û polîtîka asîmîlê û têkiliyên ne tekûz, bandorek neyênî li malbatê kiriye. Yildiz, bi mêjiyê nû, ji malbata xwe re xerîb e. Dibe xerîbê çand û zimanê xwe. Mîna Almanekî tev digere û dihizire. Qonaxa xwe nasîn û adaptasyona bi çand û malbata wî, bi alîkariya pisporan dibe.

Bi xwenasînê, xwedî li çand û zimanê xwe derketin, dema gera li welêt, hezkirina cî û xelkê xwe li cem Yildiz, an bi navê xwe î nû „Nemir“ zêde dibe. Kurdayetî, nakokiyên nav wî û endamê malbatê mezintir dike. Dema serdana welêt, nasîna dapîra xwe „Pîra Asê“ bêhtir bi welat, adet û baweriya kevnare „Ezdîti“yê xwedî derdikeve. Pîra Asê, di dema fermana filehan de, mîna gelek Ezdiyan, malbata wê jî ketibû ber êrîşa arteşa Romê. Paşê bi kurdekî misilman re zewicî bû. Pîr bibû, lê bi adet û baweriya kevnare ve girêdayî bû. Çi kes û hêz nikarîbû, girêdana dilê wê, jê derîne.

Piştî vegera welêt, aşiqî keçka Ezdî Siltanê dibe. Bi heft dilan dil dikeviyê. Jê re vedike derdê xwe. Lê adet e, dema dêûbav ne Ezdî bin, zewaca keçka Ezdî bi kesên dinre nabe. Herdu li dilê xwe guhdarî dikin, li hîsên xwe û girêdana xwezayî bi baweriya kevnare re…
Me, derbarê jiyan û berhemên wî, bi nivîskar Newaf Mîro re hevpeyvînek pêk anî, em bi we re parvedikin…
 
Newaf Miro kî ye? 
Newaf Mîro: Newaf Mîro xemxur e, ji kêliya ku xwe nas kiriye, her xema kes û zindiyên li derdora xwe re jiya ye. Şahiya wan weke ya xwe, xem û xemgîniya wan, di dilê xwe de vemirandiye. Ew ji dayik û bavekî êzîdiye, bi çîrok, destan û delalê Dewrêş û Edûlê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Bi dibistana tirkî re, tirk û tirkîtî nas kiriye, bi dijwarî û tundkariya janderme û mamosteyên tirk, tirkitî û komara tirk nas kiriye. Şertên aborî dest nedane bixwîne û xwendina ji bo debara dunyayê ne di asoyê malbat û xizmên wî de bûye. Lewma jî wî her xwendin, ji bo dunya naskirinê ji xwe re kiriye rê û armanc. Heta pola pênca (5) çûye dibistana tirka. Paşê bi debara jiyanê re, mijûl bûye, di restaurantan de xebitiye, çay gerandiye, şivanî, cotkarî û bênder rakirne. Karê gundan kiriye. Li berriya Wêranşarê bi qitik û sûsika re beziya ye. Di sala 1987 de hatiye Almanyayê, weke penaber cih û war bûye. Cara yekem nivîsandina kurdî di dezgehê dadê yên Almanya de rast hatiye. Ev hestekî bêhempa pêre afirandiye. Di salê destpêkê de xwendin û kar jê re derneketiye, wî ev dema weke xwendina dibistanekê ji xwe re pejirandiye û bikar aniye. Lewma ew her şagirtê dunyayê û mamostê xwe ye. Hin perwerdeyê pîşeyî li Almanya wergirtine. Li Almanya gelek cûre yên kar û xabatê kiriye, û bi her nifş û çînê civakê re ketiye danûstandina. Ew zewiciye û bavê 3 zaroka ye. 2 kur 1 keç e. Her wiha heft (7) berhemên xwe weşandî ye. Li Almanya karê xweser dike û debara malbatê pê dimeşîn e.

Neqla mêjî her çiqasî di bijikiyê de bê qalkirin jî, nehatiye pê. Mêjiyê lehengê romana te "Nemir" bi emelyatekê tê guhertin. Mirov dikare romana te ji ên "pevxistina zanistî" (science-fiction) bihejmêre?
Newaf Mîro: Guhertina mejî, ez bawerim ku di siberojê de guncav bibe. Lê mebesta min, ew e yek hêjî gellek meriv ji bê wersele, an parçeyê laş dimirin. Dudo meriv, ne tenê bi xwîna xwe, bi mejiyê xwe ji hin aliya ye, yan na. Ger bi xwînê be, weke tête zanîn xwîna gellek merivan li hev tê. Lê ew nayê wê wateyê ku ew ji heman çand û netewê ne. Meriv motor, yan jî kompîtorek bîolojîk e. Ya grîng ew e, ji bo min. Ger bi nîjadê bûya, niha nîvê rojhilata nêzîk û ya navîn jî Kurd bûna. Lê em dibînin, ku ne tenê welatê wan, mejiyê wan bi ola ereba û nijadperstiya tirka dager bûye. Sêyem, li cem êzîdiya nepejirandina meriva heye, weke mînak divê şik neyê ser meriv, ger were ew ji ola xwe derdikeve. Min ev kire mijar. Her weha êzîdiyên Serhedê, yên bi ber şapa roma reş ketin, kiriye mijar û dû mayîyên wan ketiye. Lewma jî Nemir ji her tiştî bêhtir li xwe gerîn e, yan li xwe veger e. Pirsa roman dikeve kîjan beşê, ez biryarê ji xwendevan re dihêlim.

Di beşek romanên te de, her çiqasî xwezayên wan modern in jî, çand, adet û baweriya kevnare a netewî xwedî bandor e. Ezdî û Ezdayetî rengek xweş dide berhemên te. Dîtîna te çi ye? 
Newaf Mîro: Raste, ji bo min jiyan Doh, Îro û Sibe ye, yê di nîvê îro û sibe de, em in. Em pirên, di nîvê dayik û bav û zarokên xwe de, wûsa jî di nîvê serborî û siberoja xwe de ne. Çawa şitlek bê reh çênabe, wûsa jî di rojekê de mezin nabe, yê meriv mezin dike ew ezmûne. Lê xelkê me ji ezmûn û serboriya xwe bêpar û qut kirine. Heta ji dîroka xwe bi xwe re kirine neyar. Weke yê sibe û êvarê rabe û kevira biavêja ji pêşiyên xwe de. Ola kê çi dibe bila be, qet nexem e, û ne çewtiye.

Dewlemendî ye. Lê dewlemendî ji gellekî pêk tê, ger ji gellekî hinek were avêtin û wenda kirin, ew ê hêdî hêdî bibe hinek. Êzîdayetî dewlemendiya pêşîyên kurmancî axêva ye. Weke mîsal binavkirina „Xwedê“, hinekî bi êzdîdiyeziyê ve tête girêdan. Çenko; êzîdî dibêjin, Tu Xwedaye, te Ezda me, lê navê şîrîn her Xwedaye. Ew herdok navê Xwedê ne, weke hezar û yek navî. Lê ji ber qedexe û çewisandina êzîdî bi xwe êdî êzîditîya xwe baş nasnakin. Lewma ez dixwazim, bi çavekî din weke Newaf Mîro li dunyayê û dîroka xwe binerim û ji rengekî ji rengan, bi siberojê û wêjeyê ve bihûnim.

Romana te, kêşera xwe ji mijarên balkêş distîne. Di romanên kurdî de, ji ber kurbûn li ser zimanê edebî ye, ji aliyê kêşara romanê qelsiyek xwe dide der, bi kelecana hur û labîrentên dijwar baş nakemilin. Dîtina te ser fikra min çi ye?
Newaf Mîro: Ez naxwazim dijwar bikim, jixwe cîhana me tije kêşerên trajîk in. Lê em nikarin xwe jê dûr jî bikin, em her li hember xwe bi kêşerin. Lê em mînakekin ji mînakê Eyûb pêxemberê kurma xwarî. Her em cefa mezin dikişînin, û metirsiyên mezintir dixwazin bibînin. Her weha ev karekterê min jî bi xwe dinava xwe de her şêlû bûn. Lê ew herî bêhtir kêşera mejîyî diker rêbaz, û li aramiya giyanî digere. Yên derdorê jî, bi mînakên biçûka hatine nîşandan. Çenko ew bixwe mijareke din ya bi serê xwe ne.

Tu, di romana "Du kes yek mirov de", tore û adetên kevnare hinekî ne yekser be jî, rexne dike, ji ber ku rê li ber zewaca Nemir û Sultanê digre. Gelo, mirov dikare dîtina te weke daxwaziya reformê di baweriyên kevnare de bihejmêre, çima?
Newaf Mîro: Hemû ol û nêrîna xwe di rewşa rewa û asayî de, ji nûve rêk û pêk kirine. Ez naxwazim bêjim “reform“ çenko xelk ji reforman ditirsin. Lê jiyan bi xwe guherandin û veguherandin e. Yê xwe li gorî şertê jiyanê ne guherîne, jiyan û pergal wan vediguherîn e. Raste, we dest da ser pirseke grîng. Êzîdî, di rewşeke awerte û aloz de jiyane, û hêjî dijîn. Lewma êzîdiya derfetê xwe bilêv kirin, avakirin, pêşvexistin, nûkirinê nedîtine. Lewma çawa êzîdî dibêjin; em beriya Hewa û Adem hebûn, ev tê wê wateyê ku karê ji Hewa û Adem ve, were kirin û sererastkirin heye. Medeniyet, yan jî sivîlîzasyon di aştî û aramiyê de pêş dikeve. Her weha ciyê êzîdî lê dijîn û dijiyan têr av nedibûn û nabin. Lewma her cûre leystik û fen li ser serê wan hatiye pêkanîn. Êzîdiya xwe bi doxîna xwe parastin e. Ango nabe êzîdî bi yeke/î ne êzîdi re bi zewice. Ev ne pêkan bû. Weke tê zanîn, êzîdî di nîvê misilaman de dijiyan û dijîn. Ji xwe carekê qet di misilmantiyê de nabe yekî nebe misilman mehra wî were birrîn, û nayê pejirandin evd ji misilmantiyê derkeve. Vêca ka wê êzîdiyê hejar, çawa karibûna xwe di nîvê misilmana de bi parastina? Neçar bûn, bi doxîna xwe bi parêzin. Weke mîsal, gava qala evîna xortek ji Kurdên êzîdî bi keçek ji heman nijadê, lê misilman dihate kirin, pejirandina wê dijwar bû. Xetera talan û êrîşên mezin dihanî pê. Lewma bi raya min û bi qasî di salên dawî de bûye, divê êzîdîtî bi mejî were parastin û pêşvexistin. Lê ez ne oldar û ne jî alimê êzîditiyê me, ew raya Oldar û Civata Rûhanî ye.

Hinekî qala kitêbên di destê te de, ên têne nivîsîn û projeyên xwe bike...
Newaf Mîro: Ez niha li ser romana Lehengê Dîl Keleşê Reş, dixebitim. Romaneke min ber bi xelasbûnê ve çûye. Ew Evîneke Platonîki ya ne jiyayî û yek alî radiweste. Lê evînek biçûk dilekî mezin, evîneke mezin dilekî biçûk di nava xwe de dilûsîne. Helbest jî didome, ger ez bidim ser hev dîwanek rehet heye. Her weka kurte çîrokê min jî hene…

Z. Gabar Çiyan

lördag 18 juli 2015

Helbestvanê nasdar Xizan Şîlan: Eşqa min sira sewdayake nependî ye



Helbest çiye, mepirsin! Ew bi xwe, di rêzên kurt, kur û bi wate bersiva xwe didin. Kêliya eşqa yekalî brinan di laşê mirovî de vedike, melhem e, dikewîne. Ji sohbeta can bi cananê re, stranek evîndariyê ye. Dema tenêbûnê, yar e, dêûbav, dost e, mirovî ji tariya reş û bîrên bê binî rizgar dike, derdixîne ronahiyê, bi hêvî û şîreta ronî û zindî dike. Wextê zilm û hovîtiyê, sînor nas nekir, kabûsên xewnên neyaran e. Carna çek û ber in, ji bêçaretiyê rizgar dikin. Gelek caran rûpelên dîrok, ziman, edebiyatê ne û çandekê ji nû ve vedijînin. Mepirsin helbest çiye, ew ê xwe bidin nasîn.

Di sohbeta xwe a vê care de, em ê bi helbestvan Xizan Şîlan re qise bikin. Ew ê qala helbestvaniya xwe bike. Emê çend ji helbestên wî pêşkêşî we bikin. Xizan Şîlan ji Kurdê Anadoliya navîn, Încovê (Cihanbeyli) ye. Niha li Swêdê dijî. Ji çardeh saliya xwe ve helbestan dinîvîsî ne. Çar kitêbên wî, “Xem û xeyal”, “Nameyek ji rinda min re”, “Pejnên laşê mirî” û “Axîna singe qelişî” derketine. Fermo sohbeta pê re…

Di helbetsên te de, xurtiya zimên û tema evînê derdikeve pêş. Tu ji Kurdê Anadoliya Navîn î, lê Kurdiya te kûr e. Qala têkiliya xwe û zimanê kurdî, zimanê wiha kûr û pêşketî ê edebî bike?
Xizan Şîlan: Belê, ez wisa dest bi bersivan bikim. Min di çardeh saliya xwe de dest bi nivisandina helbestan kiribû. Lê pir mixabin ku min bi tirkî dinivisandin, lewra zimanê kurdî qedexe bû. Zimanê perwerdehiyê bi tirkî bû. Kurmaciya min jî têrê nedikir ku ez bikaribim helbestên xwe bi kurdî binivisînim.

Ez di bist û du saliya xwe de derketim derveyî welat û hatim Almanyayê. Li wir gelek hevalên min ku ji Kurdistanê hatibûn, hebûn. Bi kurmaciyeke sade, zelal û xweşik diaxifîn. Min carna ji sohbet û guftûgoyên wan hevalan zehmetî dikişand, hinek gotin fahm dikirin û hinek jî fahm nedikirin. Min bîryar da ku ez xwe fêrî kurdiyeke baş û geş bikim. Min di demeke kurt de HAWARa Mîr Celadet Elî Bedîrxan peyda kir û ew, çar caran xitim kir. Her wiha, bi zimanê kurdî gelek kovar, çîrok, pexşan, hêkaye û helbest xwendin. Êdî zimanê min hêdî hêdî bi pêş ve diçû, xurt dibû.

Min li Almanyayê dest bi nivisandina helbestên kurdî kiribû. Piştî şeş salan ez vegeriyam welat. Sê salan li wir mam, ez dîsa derketim derveyî welat û hatim Swêd, li bajarê Stockholmê bi cîh bûm. Ez niha li welatê xerîbiyê, bi kefa destê giyanê xwe tovên kulîlka helbestên rengîn li ser mêrg û çîmenên sîngê laşê xwe parçe parçe direşînim û dipişkivînim.

“… dergehên keleha sing û berê xwe
ji stûxwariya lome
û gazinên min re veke
ez
li ser mîndera qedîfe
ya koşka bejn û bala te
rûnim
nameya kurteçîroka xwe
diyarî neynika odeya te
ya diltenik bikim”

Çima di helbestên te de evîndarî derdikeve pêş?
Xizan Şîlan: Eşqa min sira sewdayake nependî ye, veşartî ye. Li şevistanên kor, bi rîsê teşiya sebira xwe evîna jankêş dirêsim. Di xewn û xeyalên perîşan de û mîna gerokê li çolistanan derbider bûyî li rinda xwe digerim. Bi salan e ku di westîbûna temenê xwe de, li tenêtiya kambax û li koretariya şevên xewle bi pozê pênûsê xwe yê zengarî helbestên ker û lal li ser dilbera xwe dinivisînim. Di xweşikiya bejn û bala rindekê de, di melûliya awirên dilberêkê de, di xweşsohbeta xezaleke lêvhingivî de kezeb û gurçik li min dihelin û ez sermest dibim. Dilê min yê rezîl her gav li nav agirê eşqa birîndar diperpite û dişewite.

Di helbestên min de ne tenê eşq heye. Êşa salên wêranbûyî, kul û keder, bêrîkirin, azadî, serhildan, felsefe, qêrîn û hawar, hesreta welat, feryad û fîxana dayikan û bîranînên mişextbûyî jî bi peyvên tazî, bi hevokên tevizî û bi zimanekî lihevgeriyayî dihûnim û dixemilînim. Ez gelek caran li nav pêlên deryaya raman û hestên kûr avjeniyê dikim û coşa kaniya helbestên xwe ber bi keskesora aso ve diherikînim.

“… were rindika bêwijdan
bayê nalînên min bibihîze
bi hîqehîqa kenê xwe
jana hestiyê parsûyên min rawestîne
girîyê min
bi qefesa sîngê xwe aşt bike
ji şadiya xwe dilopeke dilşad bide min
bi xunava ramûsanên nazdar
agirpijên hinav vemirîne
brîna xençera tûj
bi tîrêjên roniya heyva çerdehşevî bikewîne
di êş û jana eşqa min de 
gerdûn qelişî
erd lerizî
derya keliya
û stêrk vemirîn
êdî bes e
were…”

“Axîna Sîngê Qelişî” li welat çap kirin û belav bû. Nêzîkbûna xwendevanan derbarê helbetsên te çawa bû?
Şilan Xîzan: Belê, pirtûkên ku min li vir (Stockholm) çapkirinî kete destê xwendevanan, lê zêde belav nebûn. Pirtûka min ya bi navê “Axîna sîngê qelişî” li Stembolê ji aliyê weşanxaneya ARÊ ve çapbûyî, zêde li welat belav bû. Gihîşte destê xwendevanan.
Ez dikarim bêjim ku ji aliyê xwendevanan ve aleqeyek mezin ji helbestên min re heye. Ez di derbarê helbestên xwe de peyamên erênî werdigirim. Ev jî kêfxweşiyeke ji bo min…

“ … ez
ne jiyam 
ne jî mirim
di wêraniya zaroktiya xwe de
derbeder im
Cîhan penihî dilê min
ez
li ser axa welatê xwe
hê penaber im
dem û heyam 
di rûyê ciwaniya min de 
kal û pîr bûn
pêşeroj
di qilfa gumaneke tehl de 
digindire
li nav okyanûsê
giravek bêkes im…”

Zimanê te xurt e. Helbestên te gelek tabloyên rengîn pêşkêşî xwendevanan dike. Ez bawer im, çar kitêbên te yên helbestan belav bûne. Roman tune, bêhtir helbestan dinîvisî, Çima?
Xizan Şîlan: Ji bilî helbestan tu xebateke min ya din nîne. Di navbera çar dîwarên zîndana odeya xwe de, bi saya neynokên xweşbînî û sebira derwêşên çolûbeyaran, ji bo pêşerojê hêviyan dikolim û perdeya sînorên rûreşiyê vediçirînim. Ez di neynika helbestan de li xwe digerim, li xwe vedigerim, xwe dibînim û bi pêpelokên giyanê xwe ber bi asta fezîletê ve hildikişim.

Ez her şev di hembêza bêxewiya jana mirinê de bi ferişteyên dojehê yên serxweş re direqisim. Ez him bi ferişteyan re dans dikim, him jî di sergêjiya xwe de li dor helbestê semahê digerînim. Di semaha xwe de him helbestên kulek diafirînim û him jî di derûniya xwe de nefsbiçûkî, dilpakî û erdembûna xwe kifş dikim. Sifreya xweşbînî, dilovanî, hezkirin, şadî, bextewarî, hurmet û rûmetê li ber herkesî radixim û bi xwendevanên xwe re parve dikim.

Hevpeyvîn: Zarathustra Gabar ÇIYAN


lördag 11 juli 2015

”Ji Hz. Berhîm hetanî niha dîroka berxwedana mirovahiyê”


Ji destpêka mirovahiyê, bi zarokên Hz. Adem û Hawa, helwêsta însanî û neînsanî dest pê dike. Helwêst û kirina wan, bi başî û nebaşî, rastî û şaşî, xêr û guneh binav kirin. Paşê, xwestin û hewcedariya normên însanî, li gorî dem û şertan bi rengên cewaz hatine zimên. Bi wext re, ne tenê ji bo kes, kom, bawerî, hejar an serdestan, lê ji bo tevahiya mirovan, rêzgirtina mafên mirovan, jinan û zarokan, hatine pê. Daxwaziyên însanî di qonaxên dîrokî de, bi tekoşîn, ked û berxwedanê, tekûztir, zelaltir, xurtir bûne. Di dema me de, mafê mirovan, bi peymanên navnetewî garantî bûne. Lê şerê ronahiyê ê li dijî reşahiyê didome, berxwedan didome. Neheqî bi dawî nebûne. Mafê mirovan binpê dibe û wiha xuyanî dike ku, berxwedana mirovahiyê dê demek dirêj bidome.

Şerên li dijî zilmê ne hêsan bû. Gelek kes hatine girtin, avêtine hepsê, îşkence dîtin û bi şêweyên cewaz ji holê rakirine. Berxwedana ronahiyê li dijî reşahiyê wext girtiye û guherînên erênî di rojekê de nehatine pê. Gelek şer çêbûne û pir xwîn rijiya ye. Dîrokê qala lehengên mezin kiriye û dawiyê, heqiyê pişta zilmê şikandiye. Lê heta textê zilmê têk çûye û hilweşiya ye, gelek nirxên mezin feda bûne. Mal û milk talan bûne, bajar û gund şewitî ne, zarok, pîr û mêr can dane, bi taybetî jin û keç, mîna hercar, tadeyên herî mezin dîtine.

Heman tişt ji bo herêma me jî derbas dibe. Dengbêjên me û kilamên wan şahidiya bi sedan bûyerên wiha dikin. Gelek ji wan, qala şer û berxwedana li dijî zilmê dikin. Lê di kilaman de, aliyê herî balkêş, ji şerê du aliyan bêhtir, berxwedana kesên li dijî zilmê ne. Egîdiya wan e, plan û encamên bûyeran e.

Li gorî lêkolînêran, Hz. Berhîmê Xelîl BZ 2000 salan jiya ye. Ji nijada Nebî Nûh e. Kitêbên pîroz, Tewrat wî bi ”Abraham” binav dike. Asurî ”Aburamu”, bavê pîroz dibêjinê. Li gorî Quranê, ew, ne Cihû ne jî Ereb e. Îhsan Nûrî peyva cenabê pêxember Hz. Mihemed bibîr dihêne û wiha didomîne; ”Ereb ne ji min in û ez jî ne ji Ereba me. Eger ne di nav wan de ne be, li herêma Ecema bigerin.”

Kitêb û axaftinên ji dûhî hatine roja me, li ser jidayikbûna Hz. Berhîm wiha dibêjin: Rojekê sultanê Sumeran Nemrûd di xewna xwe stêyrikekî dibîne. Steyrik her ku diçe mezin dibe û bandorê li heyv û rojê dike. Nemrûd gazî remildar, cin, falnas, sêhirdar û efsûngêrên xwe dike. Tev xewna Nemrûdî şirove dikin. Şirove, saloxdana çêbûna kesekî dide. Ew kes dê wiha binav û mezin bibe ku, sultanetiya Nemrûd jî dixe ber xeterê. Nemrûd fêrmanê dide. Zarokên nêr wê salê tên dinyê tevan dikûjin. Jinên hemîle zarokan ji ber xwe dibin.

Azer, peykerçêkirê sultan e. Li gorî çavkaniyan, ji bilî karê peykeran, wezîr e, an wezîfedarek nêzî Nemrûd e. Jina Azêr, Tila xanim hemîle ye. Tila xatun biryarê dide û li şikefta Xelîlê Rehman dimîne hetanî roja Berhîm pêxember çêdibe. Hz. Berhîm zaroktiya xwe, bi dizî, di şikeftê de derbas dike.
Berxwedana Berhîmê Xelîl, li malê li dijî bavê wî dest pê dike. Piştî dibe pêxember, dixwaze, xwarziyê wî Lut pêxember, bav û dayika wî baweriyê pê bihênin. Bavê wî, li dij derdikeve, dayika wî şîreta lê dike û tenê Lut nêzî xwe dibîne. Lê berxwedana wî li dijî Nemrûd, peykerên bê wate, didome. Di nava xelkê de, fikrên xwe belav dike. Xelk, pê bawer in, lê tirsa Nemrûd rê digre ku hejmara wan zêde bibe.

Kar û xebata Hz. Berhîm dibe tehdîtek mezin. Nemrûd, bi şêwirmendên xwe dişêwirê, biryara girtin û îşkencekirinê didin. Lê girtina Berhîm û îşkencekirina pê, xêr nake. Dawiyê, fermana şewitandina wî li meydana Ur ê didin. Tevayê êzingên bajêr li meydana bajêr kom dikin. Agir dadidin. Agir heta ber bi zikê keleha Ur ê bilind dibe. Hz. Berhîm bi mencenîqê davêjin nav êgir. Lê Yezdanê dilovan, ji êgir re dibêje, ”hênik bibe”. Agir hênik dibe, di nîvê êgir de bexçeyek gula şîn dibe û Berhîm bi melekan re sohbetê dike.

Nemrûd dixwaze bi Xwedayê Berhîm re şer bike. Tevayê şervanên xwe amade dike. Yezdanê dilovan arteşek ji mêşa dişîne ser Nemrûd. Gelek kes dimrin, mêşek seqet diçe ser mêjiyê Nemrûd. Mirina wî paşê, ji ber wê mêşê dibe. Berxwedana Hz. Berhîm têra xwe balkêş e. Jiyan, biryar, helwêst û kirinên wî tev ji bo xweşî û ronahiya însanan e, ji bo Yezdanê dilovan e.

Beşek ji nivîsa jorîn ji kitêba rojnamevan nivîskar Cemil Aydogan ”Ji Hz. Berhîm hetanî niha dîroka berxwedana mirovahiyê” hatiye girtin. Berhema Aydogan, bi giranî jiyan û berxwedana Hz. Berhîm hemêz dike. Pişta xwe dide, kitêbên pîroz û çavkaniyên cewaz. Gelek agehdariyên balkêş bi xwendevanên xwe re par vedike. Agehdariyên zêde şirove nake, weke xwendiye û bihîstiye, dinîvîsîne û biryarê ji xwendevanan re dihêle.

Şopên Berhîmê Xelîl li çand û baweriyên herêmê kiriye dinirxîne. Weke mîsal, çîroka masiyên pîroz di golê de îro jî balkêş e. Piştî ku agir Berhîmê Xelîl  naşewitîne, êgir dikeve ber xezeba Nemrûd. Nemrûd, deh rojan vexistina êgir li hêla Harranê qedexe dike. Deh rojan, xwarina germ li tu malan çênabe. Peydekirina xwarina ”Çîx Kofte” wê demê bûye.

Kitêb 232 rûpel e, bi turkî ye. Di nav weşanê Fanos, 2013 de li Stenbolê ji çapê derketiye. Nivîskar Aydogan bersiva pirsên me dan, em pervedikin:

- Çima te giringî daye dîroka berxwedana mirovahiyê û taybetî Hz. Berhîmê Xelîl hilbijartî ye?
Cemil Aydogan: Dema mirov bala xwe dide dîrokê, pêrgî gelek şera, aliyê heq  û neheqiyê dibe. Tekoşîna însanî li dijî nemirovahiyê heta roja me dom kiriye. Şerê dagirkeriya klasîk cihê xwe daye dagirkerî û militarizma nûjen. Min, bi berhema xwe, li dijî sîstemên ku şer û hişkiyê diparêzin, pîvanên mirovahiyê nîşan daye û pêşkeşî gelên aştîxwaz li Rojhilata Navîn û li Cîhanê kiriye. Bi dîroka berxwedana mirovahiyê, ji neslên nû re, giringiya mafê mirovan, demokrasî û tekoşîna demokrasiyê aniye zimên.

Ji ber ku Hz. Berhîm rêvebirê her çar olên semawî ye û ji pêxemberên xwedî kitêb re bavitiyê dike, min dîroka vî şexsiyeta giring nîvîsî. Dema mirov li dîroka mirovahiyê temaşe dike, hinek alî, ji bo berjewendiyên xwe, xwestine dîtinên şoreşger û pêşketî ên pêxemberan bidin guhertin, Wan, tenê, bi riya cîhanîna îbadetê, ber bi teslîmiyetê ve birine.

Bi zanatî an nezanî, li dijî vê dîtina koletiyê, min, ji çavkaniyên derbarê Hz. Berhîm, Tewrat, Zebûr, Incîl û Quranê, daxwaziyên Rebê Alêmê ji bo wî berhev kir û bêalî nivîsî. Sultanê mezin ê Sumeran, Nemrûd wî da girtin û îşkenceyên giran pê kir. Lê Hz. Berhîm, di şerê xwe ê mirovahiyê de, qet teslîm nebû û serî jê re netewand. Wî bi berxwedana xwe, ala bawerî û mêraniyê teslîmî mirovahiyê, gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê kiriye. Ji ber ku ala xwe bi serbilindî û şerefê hilgirtiye, min xwest dîroka wî ji vê awirê ve binîvisînim.

Analiz: Zarathustra Gabar ÇIYAN


tisdag 7 juli 2015

”Zilamêkî tenê: Edîp Karahan”


Karên teknîkî bê lêkolîn û ceriband pêş de naçe. Bê avdan û nêrînê, dar fêkî nade. Evînî, eleqe û pêdaketinê dixwaze. Şoreş, bi xebat û kedê digihêje encamê. Bi kin û kurtî, her karek, bi dereca pêwîstî û hewcedariyê tê holê û dibe cihê lêpirsînê. Ji bo çareseriyê, gav tên avêtin. Gava pêşî detpêk e. Lê pêşketin, bi domandina kar, têgihiştina şaşîtî û pêşdebirina aliyê erênî dibe.

Heman tişt ji bo xebata netewî jî derbas dibe. Bavê fikrê netewîbûnê Ehmedê Xanî ye. Wî rewşa Kurda baş analîz kiriye û riya felatê nîşan daye. Serhiladana Mîr Bedirxan, Ubeydullahê Nehrî, Şêx Seîd, Seyid Riza û ên din encamên ne memnuniyeta ji rêvebiriya Osmaniyan, rejîma Kemal bû. Nerazîbûn, pêkanîna serhildana û pêşdebirina fikra Xanî anîbû holê. Her şaşîyek me, dibû tecrûbe. Serkevtin jî, rê ji bo gavên nûjentir û xurtir vekiri ye.

Serhildanên netewî ên dema Kemal, bi qirkirinê dawî hat. Gelek kes hatin kûştin, hepiskirin, surgunkirin û ketin ber çerxa asîmîlasyonê. Dîrokek fermî li ser esasê înkarê, sistemek ji bo asîmîlekirinê, qedexekirina ziman û çandê, raçavkirina kurda, girtin, hepiskirin, ji holê rakirin û têkbirina hemû hewildanên netewî hatibû pê.

Ji salên 60 î pê ve li dijî sîstema heye nerazîbûn dest pê dike. Beşek ji ronakbîr û siyasetvanên Kurd, li bakurê welêt, li dora ”TIP”- Partiya Karkerên Turkiyê dicivin. Wê demê hejmarek xwepêşandanên Rojhilat-”Dogu Mitingleri” dibin. Divê neyê jibîrkirin ku, sîstem heman sîstem bû. Qanûn weke xwe bûn û dîtina fermî li hemberî Kurda nehatibû guhertin.

Ronakbîr û welatperwerên dema 1960 î ji polîtîka dewletê pir tadeyî dîtin û êşiyan. Di demek wiha de, ku kurdî qedexe bû, navê Kurdistan û kurditiyê berê mirov dida hepsê, îşkencê û kûştinê, hejmara kesên xwedî li dozê derkeve ne zêde bû. Xelk, piştî qirkirina Şêx Seîd, Dêrsim û Agirî, çavtirsandî bibûn, surgun û windakirin bibû beşek ji jiyana wan, xwedîderketina doza netewî, ne hêsan bû.

Rola xwepêşandanê pêşî "Rojhilat" ji bo şiyarbûnê û şikandina tirsê giring bû. Li herêmê hêdî hêdî organîzasyonên demokratîk ên mîna DDKO, TOBDER jî derdiketin pêş. PDK hebû, lê xebata xwe ne legal bû.  

Dewlet di wan deman de ji aliyê ewlekariyê bihêz bû. Her demekê hatina hukmê Artêşê û xurtkirina hêza Istîxbaratê, bi hemû awayî li bajaran xwe dida der. Sîxurên wan taqîbata welatperweran dikir. Bûyerên wan deman, "49" an, "23" an û "sirguna 55 axeyan" û operasyonên cewaz tev ji bo paşxistina helwêstên azadiyê bû. Armanc, bi tehdît, girtin, hepiskirin, lêdan û çavtirsandinê, şikandina helwêstên netewî bû.

Yek ji lehengên dema 60 î, welatperwer û ronakbîrê hêja Edip Karahan bû. Karahan xwendevanê zanîngehê bû, hiqûq dixwend. Tirs nas nedikir. Li Amedê, di salên herî xirap ku dewletê reşahî bi ser gelê Kurd de anibû, di xwepêşandanan de bi kurdî axivî. Navê Kurdistanê bilind kir. Kovara "Dicle-Firat"ê weşand. Analîzên siyasî û çandî nîvisî. Li bajaran xelkê şiyar kir. Ne tenê li bakur, dema Mistefa Barzaniyê nemir de, çû başûrê welêt, li wir ji aliyê dadgeh û hiqûqê kar kir. Ji şoreşê re alîkarî kir.

Karahan, weke gelek welatperwerên wê demê, dikeve ber pêla zilm û taqîbata dewletê. Bedelên giran dide. Herdem tê taqîpkirin. Kesên têkiliyê pê re datînin, dikevin ber xezeba dewletê. Karahan tê girtin û beşek ji jiyana xwe di hepsê de derbas dike.

Edîp, ji malbatek welatperwer e. Lê ji bo ku alîkariya malbat û eşîra wî lê nebe, tirs û tehdîta dewletê dikeve dewrê, zêde piştgiriyê nagire. Kovarê çap dike, lê ji ber aboriya qels û tehdîta dewletê zêde nadome. Peydekirina xwendevanan, belavkirin û mecalên firotina weşanan, sînorkirî û ne hêsan bû.

Edîp Karahan, li Stenbolê ji ber krîza dil radikin nexweşxanê û li wir, 1976 an de wefat dike. Dema wefat kir, 46 salî bû.  

Qonaxa em tê de ne, erênî ye. Li Başurê welêt, herêmek azad heye. Li Rojava kantonên serbixwe ava dibin. Li bakur xebata heye roj bi roj xurtir dibe. Ev tev, bi ked û xebatê bi dest ketiye. Li her çar aliyê welêt, di her serkevtinê de, keda lehengên Kurda heye û divê ew neyên jibîrkirin.

Ez di 13-14 saliya xwe tevlî karê siyasî bûm. Wê demê, du-sê komelên çandî li Nisêbînê têra xwe çalak bûn. Ez bawer im dawiya 1977 an de, qala kitêba rehmetiyê Edîp, ”Şoreşgerekî Kurd” hatibû kirin. Mêranî û fedekariya Edîp Karahan bibû cihê niqaşê.


“Xebera nexweş zû belav dibe”, dibêjin. Rast e. Welatparêzên bajêr bi xebera wefata Edîp êşiyan. “Karahan dikir hiqûqê teva bike”, digotin. Û wiha dom dikirin: “Mirovekî bêtirs, ronakbîr û zana bû. Welatperwerekî lê heja bû. Demek ku karîbe ji bo netewa xwe karên mezin bikira, felekê ji nav me bir...”   

Îro, min kitêba darbarê jiyan û têkoşîna lehengê nemir Edîp Karahan, ”Bir Yalniz Adam” xwend. Dîtin û xatirên heval û nasên wî hemêz dike. Dîmenên rengîn û cewaz ji dema tekoşîna wî, weşana kovarê, girtin û hepsê, hetanî roja wefata wî dide. Nivîskar Selahattin Bulut bi berhema xwe a hêja, ne tenê li ser Karahan, her wiha hejmarek lehengên dema wî jî dide nasîn. Zilm û tadeya dewletê dihêne zimên, li ser rewş û mecalên kar û xebata polîtîk a wê demê mirov ronî dike. Kitêb di 2005 an de, di nav weşanên ”Elma” derketibû.


Destkevtinên netewî bi hêsanî nehatine pê. Pir giring e ku neslên nû dîroka xwe û lehengên welatê xwe baş nas bikin. Divê fedekar, kedkar, xebatkar û lehengên welatê me neyên jibîrkirin. Em derbarê jiyana wan bixwînin, nas bikin û bibîr bihênin. 

Analîz:Zarathustra Gabar ÇIYAN