torsdag 7 maj 2015

"Navê hesret û bêrîkirinê ye welat"

Pêwîst e mirov helbestên zarokên welêt, mîrasdarên çanda kevnare; kurd, suryanî û ermeniya guhdarî bike car caran. Ne tenê ên li welêt tên nivîsîn û xwendin. Lê belê helbestvanên ji heman nijadê, ketî û dilbikûlên welatên xerîbiyê, bêkesiyê û surgûnê. Li wir hatine dinyê, an ji ber zilma romê, di dema zaroktî û ciwaniyê de bûne biyanî. Malbat bi malbat, kom bi kom ketine rê. Riya wan bibû a çûn û nehatinê. Jiyana wan a man û nemanê.

Hesreta welêt, bêrîkirina cî, kes û nasan dibe agir û pêt gelek caran. Ar e, dişewitîne dil her kêlî. Ew êş dibe dost û dibe heval di şevên dirêj, reş û tarî ku bi hesreta tîrêjên tava sibê ne. Şewata wê mirov bi xwe ve girê dide. Çavên sor û kelegirî xwîn digrîn. Û helbest tên bi hawarê. Her yek dibe Hekîmê Lokman. Peyv dibine melhem. Êş bi dermanê xwe re dikeve eksiyê...

"Çiyayên gawiran binavkirin ev çiya,
bişewîtînin!
kûlîlk, dar, xezal û zaro û zêçên wê,
bila qîriniya zarokan li hev vegere,
rondikên dayikan bibe çemê Feradê,
agir berdin rehê dara wan,
rehm neçe ber dilê we ha!
ne bo jinên hemîle,
û ne jî bo zarokên nav pêçekê!.."


Ji Arnasê ye bi eslê xwe afirênerê vê helbestê, Yusuf Dikmen. Midyadê, dilê Tora Evdînê ye. Koçberiya malbata wî, xerîp nayê ji mirovî re. Mîna gelek suryaniya, qûrban hatine hilbijartin, ji ber nasname û baweriyê. Li Stockholmê nasdar e; bi xebata siyasî, edebî û hunermendiyê. Zarokê xaka me ye, ji çanda kevnare. Dikmen, bi helbestên xwe tê nasîn, bi suryanî û swêdî. Carna jî bi turkî. Ceribandinên wî bi kurdî jî dest pê kiriye. Ji bo ketina ber çapê...

"De vegere lo lawo,
tenê hiştim û çûyî,
pişta min kûz,
pora min sipî,
awirên çavê min kêm bû.

Te ez jibîr kirim, lo lawo,
çav li rê qerimîn,
xwîşk bê bira,
cî bêxwedî
hezkiriya te bê yar ma..."


Kitêba Yusuf Dikmen, hîs û derdê hatiye jibîrkirin bibîr dihêne. Derd, kûl û jiyana li surgûnê, mirina duwê, piştî tevkûjiya nijadekê dihêne zimên. Bi helbestên wî, wêne û rûpelên winda yên dîroka herêma me tekûz dibe. Bi peyv û hunera wî, edebiyata Tora Evdînê li pir rengî, çandî û baweriyên xwe vedigere. Pirtûka "Navê hesret û bêrîkirinê ye welat" nirxê welatê me ye, divê bê xwendin.

"Bi salan binya siya wê rûnişti ne,
ber çîrokên efsûn xew de çûne
nav xewn û xeyalan winda bûne
li nik kevirê reş û dara vê tuwê..."


Analîz: Gabar ÇIYAN

tisdag 6 januari 2015

"Li parka bajêr"

”Eşqa Robîn û Eva, li Swêdê, bajarê Obero dest pê dike. Piştî çend hevdîtinan bêhtir bi hev têne girêdan. Xeyalên wan ji bo zewacê xurtir dibe. Eva, doktora nexweşxana bajêr e. Robîn li şîrketekê kar dike. Rojekê, nameya Eva ji zû ve li bende ye tê. Dixwaze ji bo xwendina bilind here Emerîkayê. Robîn bi erênî li biryarê nanêre. Çend rojan tenê dimîne, difikire. Biryara zewac û çûna pê re dide. Herdu dixwazin piştî kar, ber êvarkî hev li parka bajêr bibînin û xwarinê li wir bixwin. Eva xwarinên xweş dikire, tê parkê û li benda Robîn radiweste.

Kalle narkoman e û serokê xirabên bajêr e. Riya wî bi parkê dikeve û Evayê dibîne. Eva doktora Kalle ye. Cara dawî ji ber hebikên narkotîkê jê re nenîvîsî, Kalle aciz kiribû. Niqaşa herduwan li parkê, bi kûştina Evayê bi dawî dibe. Kalle ji ber çavan winda dibe. Dema Robîn tê parkê cendekê wê li erdê dibîne. Polîs heman demê tên cihê buyerê û şikê jê dikin. Ji ber kûştina Evayê tê girtin. Lê paşê, ji bê delîlî tê berdan.
Tomas xirabek ji yê bajêr e. Mala wî di ser parka bajêr re ye. Ji balkona xwe, dibe şahidê bûyera kûştina Evayê. Lê ji polîsan re eşkere nake. Dixwaze kûştina wê ji bo berjewendî û planên xwe bikar bihêne.

Polêsên bajêr Kent û Tom jêhatî ne. Lê dema şikên li ser Robîn û Tomas pûç derdikevin, destgirêdayî dimînin. Teşkîlata polîsan dikeve tengasiyê, zexta xelkê û çapemeniyê li ser wan zêdetir dibe. Stig û Anders li ser mijarên wisa xwedî tecrube ne, ji bo alîkariyê, tevlî xebata lêgerîn û lêkolînê dibin. Çile ye. Şopên hene hêdî hêdî winda dibin. Qatil, merivekî din jî dikûje. Wext teng e û divê tiştek bê kirin. Lê çawa û ji çi deverê dest pê bikin nizanin.
Kesê qatil hinekî diyar e. Lê qanûnên komên krîmînel yên xwezayî hene, pêlkirina qanûnan û eşkere kirina kûjêr ne hêsan e. Hesabên reş di cîhana narkomanan de û şerê serokatiya xirabên bajêr dest pê dike. Êdî hêviyên ji polîs, cihê xwe dide kesên krîmînel û hewildana Robîn...”

Romanên krîmînel û nivîsîna wan ne hêsan e. Mijar ji bo romana kurdî nû ye. Tecrubeyên piralî, zimanê meslekî û zîrekbûnê dixwaze. Lewma afirandina berhemê gavek bi wêrek e û di romana kurdî de ceribandin û hilmek nû ye.
Zîrekbûna nivîskar Silêman Demir di nivîsîna romanên evînî de nasdar e. Girêdana xelekan de hesas e. Di afirandinê de zimanek bilind bikar dihêne. Avakirina kêşara romanê û hunandina diyalogan de hoste ye. Nivîskar Demir bi ceribandin û mijarek nû derdikeve pêşberî xwendevanan.

Nivîskar ne tenê beşek ji jiyana kesên krîmel ronî dike. Ew ferhengokek ji peyvên taybetî di çarçoveya krîmînolojiyê pêşkêşî xendevanan dike. Peyvên jibîrbûyî dihêne rojevê û çendên nû pêşkêşî pejirandina raya giştî dike.

Hostebûna Demir li ser nivîsîna evîna Eva û Robîn zêde bi tam e. Dîmenên erotîk bayek ekzotîk dide berhemê. Danasîna Swêdê, demsalên li welêt, adet û toreyên swêdiyan nirxê berhemê zêdetir dike. Alaqatên narkoman û xirabên bajêr balkêş e. Dema mirov dest bi xwendinê dike, ji kêşara wê rizgar nabe, dikeve nav buyerê û heta dawiyê pê re dijî. 
Li parka bajêr bi kurdî hatiye nivîsîn û ji 188 rûpelan pêk tê. Berhem di nav weşanên DO de belav bû.

lördag 3 januari 2015

Mehmed Arifê Cizîrî

Di vê mehê de, em bi munasebeta salvegera wefata hunermendê mezin, kanî û jêdera kilam û stranên kurdî, bilbilê Kurdistanê Mehmed Arifê Cizîrî (Cizrawî) bibîr dihênin.

Kitêbxaneyek zindî bû Arif. Di jiyana xwe de gelek berhem hiştin. Bi sedan kilam û stiran di sêlik û kasêtan de parastin. Dema mirov Mehmed Arifê Cizîrî be, dengê xelkek bindest û hejar be, bi xwe pirtûkxane be û kaniyek giring ji çanda welatê xwe be, diyar e ku bi qasî berhemên hiştine, dikare gelek pê re çûbin gorê, winda û jibîr bibin. Lewma divê Mehmed Arifê Cizîrî bibe mijar ji lêkolîner û muzîsyenan re. Berhemên wî, bi zimanê hunerê bên nivîsîn û di nav neslê nû de belav bibe. Da ku ew û berhemên wî herdem bijîn.


1912 de li Cizîra Botan hatiye dinyê. Wefata bavê wî nayê bîra wî. Dayika wî Edlê Xatûn ji binemalek eslî û dewlemd bû. Edlê Xatûn stranbêj bû.
Mehmed Arif, beşek ji xortaniya xwe, zêdeyî 4 salan di zindana Amedê de, di dema serhildana Şêx Seîd de derbas kir (1924-1929). Dewletê gelek ji kesên nas û hevalên wî bir ber sêdarê û bidarvekir. 

'Lê lê dînê
Keç
ê dînê te ez helandim te ez gerandim
te ez xapandim serê çol û beyara
bê bextê bê qewlê bê soz û bê qirarê
te ez duv xo gerandim
weke teyrê esmana nav teyrê revê
bê çeng kirim helandim û ez gerandim
lê lê dînê
li hepsa Mêrdînê bendewarê te bîm...
'


Mehmed Arifê Cizî rî mîna gelek hunermendên kurda demek dirêj şerê hejartiyê kiriye. Tunebûnê ew êşandiye. Li gelek deverên Kurdistanê, civatên axa û began de stiran gotiye.
Mehmed Arif, derbasî aliyê başûrê welêt, pêşî Zaxo paşê aliyê Duhokê dibe. Heta tê nasîn stirana dibêje.

Di salên 1933-1961 de bi gelek hunermendan re kar û xebat kir û li gelek deveran geriyan, stiran gotin û konsêr dan. Li gorî çavkaniyên guhertî, du sala bi Meryem Xanê re li Beyrûdê, Helebê, Kuweytê û rojhilatê welêt geriyan. Bi stranbêjên nasdar Îsa Berwarî û Gulbaharê re diçin Beyrûdê. Li wir bi Seîd Yusif û Şêrîn re beşdarî şahiyek mezin dibin. Nêzî salên 50 î li radyoya Dengê Kurdî li Baxdê stiranên Mehmed Arif belav dibin. Paşê di gel Hesenê Cizîrî diçin Suriyê. 1961 de dibin mêvan li aliyê Kermanşahê.


Bi kurtasî ku mirov formule bike: Mehmed Arif, li bajarê Cizîrê, navenda Botanê hatiye dinyê. Hayê xwe ji dîrok û serpêhatiyên Mîrên Botanê, Şerê Yekem yê Cîhanê û tevkûjiya Mesîhiyan heye. Bûye şahidê serhildanên kurda û girêdana wî bi a Şêx Seîd re bûye. Hatiye girtin. Bi stranên dayika xwe, hunermendên herêmê û çanda kurdî mezin bûye. Li gelek deverên xerîp û Kurdistanê geriya ye. Bi dengbêj û stranbêjên nasdar re kar kiriye. Di hunera wî de bandor û şopên van tevan xuyanî dikin.
Gelek hunermendên kurd, dengbêj û stranbêjên nasdar Mihemed Arifê Cizîrî weke mamostên xwe, dibistan û kaniya dengbêjî û stranbêjiyê dibînin. Mirov wan fêm dike. Ji ber ku di her stiran û kilama Cizîrî de rûpelek ji dîroka gelê kurd heye. Adet û toreya dengbêjî û stranbêjiyê esas hatiye girtin.

Bi mûnasebeta salvegera wefata Mehmed Arifê Cizîrî de, em wî bi hurmet û hezkirinê bibîr dihênin
(17-12-1986). Yezdan wî bi rehma xwe şa bike. Ji bo dewlemendî û mîrasa ji me re hiştiye, em spasdarê wî ne.

'Xezal xezal hayê
hawara gelî hemî gundyano, cîrana
ma hûn nizanin rûkê xezala malxirap sorbîne
ji kit matê ramûsana
huy cefayê...
'
 
Zarathustra Gabar ÇIYAN, 2015-01-03, Stockholm

lördag 20 december 2014

"Gabro: Xayinek di xizmeta wezîfeya pîroz de"


Li gelek deverên dinyê, çûna eskeriya bi zorê, tevlîbûna hêza çekdar her ku diçe, sivik dibe û radibe. Bi ber û çek kirin, perwerde û xwedîkirina arteşê ne karek hêsan e. Mesrefa artêşê gelek mezin e û beşek ji aboriya welêt dibe. Lewma hêza taybet; brûskî, encamgir û xefî tê rojevê. Dilxwaz, bi mehaneyên bilind kar dikin. Leşker û pisporên perwerdekirî, bi profesyonelî nêzî pirsê dibin. Çarçoveya pêwîstiyê û balkêşiya mirovan dibin pîvan û şikil didinê.

Li Turkiyê, ji tevayê hemwelatiyan, turk, kurd, suryan, ermen ûhwd, çûna eskeriyê mecbûrî
ye. Nijadperestiya li hember kesên ne turk tê kirin, ne mijarek biyanî ye, tê zanîn. Gelek kes êşa wê dikşîne. Lê zanîn û îspat têr nakin. Dema şexsek nexwaze here eskeriyê, dijîtiyek nerm û însanî nîşan bide jî, ew kes gunehkar tê nîşandan, tê dadgeh kirin û ceze kirin.

Mijara pirtûka "Gabro: Xayinek di xizmeta wezîfeya pîroz de" bîranîna Gabroyê suryanî li artêşê ye. Di romanê de arteş û wezîfeya leşkeriya Turkiyê bi şêweyek cewaz tê nirxandin.


Turkiyê artêşa xwe bi “ocaxa pêxember" û karê leşkerî jî “wezîfeya pîroz" binav dike. Li di artêşê de, bi giştî kesên nijada wan ne turk in, bi şîddet û biçûk kirinê re rûbirû dibin. Anku peyvên bê exlaqî li dijî dayik, bav, nijad û şexsiyeta wan dibe beşek ji jiyana rojane. Lêdan beşek ji perwerdê ye û gelek caran çi sînoran nas nake. Ji ber nijadperestî û tadeyiyê, ocaxa pêxember dibe dojeh, serleşkerên turk zebanî û wezîfeya pîroz jî dema biçûk ketin û lêdanê.


Li artêşa Turkiyê, kurd, ji aliyê etnîkî dikevin bin zextê. Lê weke "Gebro" jî dest nîşan dide, suryanî an ermenî ne tenê ji aliyê nasnamê, her wisa ji awira baweriyê (ol) jî di bin zext û tadeyiyê de ne. Nijadperestî di dema belav kirina wezîfeyan de eşkere xuyanî dike.

Mora “xayin", "gawir", "kurro", "nezan"iyê di destê serleşker û çawîşên de ye. Mirovên kurd, ermen an suryanî paya xwe ji morkirinê digrin. Tiştê nayê fêm kirin ew e ku, mirovên xayin dibînin, çûna eskeriyê lê mecbur dikin. Û dema wezîfê, zilm û lêdan tê kirin.

Ji ber "Gebro" mirovek saf e, bi pîvanê exlaqî mezin bûye, mesîhiyek bi bawer e û bi turkî zêde nizane, mijara hemwelatî û nijadperestiyê pirsgirêkan dihêne pêşiya wî. Lewma romana Gebro, bi qasî dide hizir kirin ewqasî jî dikenîne û carna rondikan ji ber xwe ve dihêne xwarê.


Çûna eskeriya "Gebro" ji Midyadê dest pê dike, li Kayseri û Agiriyê bi dawî tê. Mesîhî bûna wî dibe bela serê wî û dikeve ber êrîşa serçawişê yekîneya xwe û zilm lê dibe. Serçawîş di heman demê de mele ye. Dixwaze mizgeftekî di nava garnîzonê de ava bike û li aliyê din malê dewletê talan dike. Ji kêfa eraqê dur nakeve. Dijberiya wan û xweparastina Gabro kêşara çîrokê zêde dike.

Pirtûka “Gabro” ji aliyê nivîskarê suryanî, Fehmi Bargello ve hatiye nivîsîn. Di demek wisa ku li Turkiyê niqaşa demokrasiyê tê kirin, dikare bala mirovan bikşîne ser bê edaletiya di nava artêşê de. Di eslê xwe, hayê gelek kesan ji vê zilmê heye. Lê ji bo kurd û mesîhiyan zêde nebûye mijara romanan. Romanek dokumenterî dikare bê binav kirin û ji bo suryaniyan gavek nû ye.

Mîzah û nukte bi çand û taybetiyên mesîhiyên Torê hatiye barkirin. Dema serleşker pê dihese ku "Gabro" îsaparêz e, dixwaze bi rêya wezîfedayînê û rûşwetê wî sinet bike. Şok bûn, hewildan û diyalogên "Gabro" dikare bibe mijara fîlmek komedî.

Piştî wezîfe belavkirinê, qet ji muzîkê fêm nake lê xwe muzîkêr nîşan dide û enstrûmentek pir giran li ser milê wî dikin. Dixwaze xwe ji wezîfe û bargiraniya enstrumentê rizgar bike. Li riyan diger û diçe nexweşxanê, xwe nexweş dinîvisîne. Li nexweşxanê, nenaskirina nexweşiyan dibe bela serê wî. Diyaloga wî bi doktoran re mirov têr dikenine.

"Gabro" di dema eskeriya xwe de, her çiqas di bin zilmê de be jî, nasnameya xwe înkar nake. Di romanê de qala hevalekî xwe suryanî dike. Hevalê wî, ji bo rehetiya xwe, nasnameya xwe eşkere nake. Gabro dijîtiya helwêsta wî dike. Dibêje, bavûkalên me bi sedan sal in li ser xaka xwe ne. Çi sedem tune ye ku mirov ji nasnameya xwe fedî bike. Divê em li xwe xwedî derkevin û vê rastiyê bêtirs bihênin zimên.

Romana "Gabro" berî niha li Swêdê ji çapê derket. Bi Swêdî ye û têra xwe bi kêşar e. Kesê ku dest bi xwendina pirtûkê bike dê nikaribe ji dest xwe deyne. Kesên bixwazin pirtûkê bidest bixwînin dikarin bi rêya komeleyên çandî yê suryaniyan û nasên xwe bidest bixînin.

Analiz
Gabar ÇIYAN

onsdag 8 oktober 2014

Dengbêjî û berhemek li ser hunera "Karapetê Xaço"

Tê gotin ku dengbêjî, bi hebûna kurda re peyde bûye. Dengbêj bûne ziman û tercûmanên me. Derd û kulên me anîne zimên û bi rêya kilamên xwe, çand û dîroka devkî afirandine. Bûne kaniya kêf û eşqê. Roja xweşiyê de em tenê nehiştine.

Kilamên wan, şahidên rûpelên winda yên dîroka me ne. Li ser cografya, anku cî û deverên xelkê lê jiyana xwe domandine, agehdariyê didin. Kilam, gelek caran bi lehengiya kesan bingeha xwe distînin. Bi sedem û encamên buyaran dikemilin. Û bi kêşara xwe, zimanek bilind û nazik, çîrokên tekûz û pêbawer ku bi hezkirinê, bêbextî, dilsozî, şerê man û nemanê barkirî ne, bi xwîn û goşt dibin, şiklê xwe yê dawî distînin û di nava xelkê de belav dibin.

Her kilamek, çîroka xwe heye. Carna, heman çîrok bi awayên cewaz tên ser zimên. Lê buyer yek e. Anku dendika eslî nayê guhertin. Hurmeta ji rastiya buyerê re, esas e. Gelek caran bê enstruman têne gotin.


Behtir "deng"ê dengbêj bala mirovan dikşîne. Çîrokek balkêş têr nake ku xelk li dengbêj guhdarî bikin. "Dengê serî" yê herî bi nirx e. Anku bêjiya bi dengekî çiyayî balkêş e. Hunera "bêjî" û şirovekirina çîrokê dibe mifteya guhdarkirin, bilinkirin û xwedîderketina li dengbêjan.
Bilindbûn, kurbûn û xweşiya zimanê kurdî bi kilaman, xwe baştir dide der. Nazikî û nazdariya zimanê me, bi saya çîrokên wan şêrîntir dibe. Rola dengbêj û kilaman di pêşxistina zimên de mezin e.

Bi kurtî, dengbêj, rûpelên dîroka me ji windabûnê rizgar dikin. Kilam, li ser dem û cihên buyer lê dibin agehdariyên giring didin. Jiyana wê demê, mêranî, pîvanê exlaqî, evînî, şer û çareseriya nakokiyan ronî dikin. Bi awayekî aktîf zimên bikar dihênin. Pêş de dibin. Kaniyên giring yê çanda me ne. 
Karapetê Xaço, dengbêjek nijadermenî ye. Ji gundê Bileydera deşta Xerzanê ku bi ser Reşkotanê ve ye. Dêûbavê xwe di sala "Şur" anko "Seyfo" de winda kirî ye. Bi destê Romê hatine kûştin. Lê piştî xwedîderketina li wan, bi xwîşk û birayê re xwe re ji mirinê rizgar dibin. Hejartî û tunebûn di wan salên şer de pirsgirêkek mezin bû. Wan jî para xwe jê girtibû. Xaço, di zaroktiya xwe de berpirsiyartiya malê hildigre ser milên xwe. Li dengbêj û stranbêjên herêmê guhdarî dike û kilaman, stiranên eşq û dîlanê jiber dike. Piştî demek kin, bi dengê xweyî xweş tê nasîn. Dikeve civata nasdar û dewlemendên kurda. Di şahî û civatan de kilam û stranan dibêje.

Karapet, piştî serhiladan Şêx Seîd, derbasî aliyê Suriyê dibe. Li Qamişlokê bi cî dibe. Demekê di nav leşkerên Fransa de dixebite. Paşê derbasî aliyê Ermenîstanê dibe. Di radyoya Dengê Erîvanê beşa kurdî de kilamên wî têne belavkirin.
"Lawkê Metînî" kilama wî ya herî nasdar e. Çi kes nikare mîna wî bêje. Mîna gelek kurda, demek dirêj, min li vê kilamê guhdarî dikir, lê nizanî bû dengbêj kî ye. Piştre pê hisiyam ku Karapetê Xaço ye. Lê agehdariyên derbarê jiyana wî de kêm bû. 

Rojnamevan-nivîskar Salihê Kevirbirî, bi xebata xwe ya lêkolînerî li ser çanda kurdî tê nasîn. Bi xwe nehêne zimên jî, dengbêjiya wî heye. Dengê wî xweş e. Kevirbirî li ser jiyan û hunera Karapet xebitî. Çû hetanî Ermenîstanê û pê re axifî. Bîranînên wî nîvîsî. Ji gundê lê mezin bûye agehdarî berhev kir. Hejmarek wêne peyde kir. Bi agehdariyên giring li ser deng û dengbêjiyê, berhemek giranbuha, pirtûkek bi navê "Sedsala qerînekê, Kerapetê Xaço" pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kir.
Berhema wî lê hêja ye. Divê bê xwendin. 143 rûpel e û di 2009 de li Istanbulê di nava weşanên Do de belav bûye. Pirtûk li Turkiyê û Kurdistanê bi rêya pirtûkxaneyan têne belavkirin/ firotin.