måndag 3 oktober 2011

Bilindbûna Lagerkvist û berhema wî bi Kurdî



Wergerandina berhemên edebî ji zimanekî din, dewlemendiyekî mezin pêşkêşî ziman û civatê dike. Mecalê dide xelkê ku ji pac û awirên cewaz li xwe û cîhanê binêre. Çand û edebiyata gelên din nas bike. Berhemên wisa li ser civatê xwedî bandor in.

Bi têkiliya bi edebiyata biyanî re, ziman jî pêş dikeve. Di dema wergêrê de û bi qonaxa nasîna çand û edebiyata gelên din re, ziman, peyv û binavkirinên nû peyde dike. Xwe li gorî merc, dem û hewcedariyên derdikevin pêş, nû dike, û cihê xwe di nava zimanên pêşketî de digre.

Wergêrê berhemên wisa, karekî giranbuha pêk dihênin. Wergêr, zimanê edebî baş zanin. Çanda wî zimanî re ne xerîb in. Nivîskarê berhemê û şêweyê nivîsîna wî nas dikin. Zimanê Kurdî ji dayika xwe fêr bûne. Di şewbêrkên Kurda de mane û bi çîrok, serpêhatî û stiranên Kurdî re heval in, û têkiliya wan bi edebiyata Kurdî re xurt e.

Dema mirov, xislet û taybetiyên hatine qalkirin di xwe de bicivîne, piştî wergerandina çend berhem û pêkhatina tecrubeyan, ji aliyê mesleka wergêra edebî ve, bi hurmetekî mezin têne pêşwazî kirin. Xizmeta wan nayê jibîrkirin.

Serokê berê ya Akademiya Swêd, nivîskar Pär Lagerkvist (1891-1974) kesekî naskirî ye. Taybetiya wî bi helwêsta wî ve girêdayî ye. Lagerkvist li ser pirsên jiyanê, pêkhatina xweza û pirsên bêbersiv yê rûhanî kur dibe û li bersiva pirsan digere. Wêrek e. Dîtînên xwe bi zimanekî edebî û bilind, bêyî ku sînoran û tirsê nas bike dihêne zimên.

Doktorê felsefê Lagerqvist, xelata Nobelê jî girtiye. Ew bi berhemên xwe yên mîna pirtûkên helbestan ”Tirs”, ”Welatê Êvarê” û drama ”Nependiya Ezmên”, çîroka ”Serbir” tê nasîn.

Nivîskar û helbetsvan Serkan Brûsk, piştî kar û xebatek bi sebir, berhema hêja ya Lagerkvist bi navê ”Aftonland” Welatê Êvarê, di bin navê ”Warê Êvarê” de, bi Kurdî pêşkêşî xwendevanan dike. Berhem cara pêşî di 1953 de li Swêdê, bi Swêdî çap bûye. Wêrgera wê ya bi Kurdî ku ji aliyê Brûsk ve hatiye kirin, weke pirtûk di dawiya tebaxa 2011 de kete ber çapê û di nav weşanên Instîtuya Kurdî li Stockholmê belav bû. Berhem ji 60 rûpelan pêk tê.

Berî wergerandina kitêbek bîyanî, xwendin û têgihiştina berhemê, hezimkirin û peydekirina peyvên hevbeş, hemanwate şert e. Bicîhkirina peyvan, avakirina hevokan îskeleta berhemê pêk dihêne. Hostebûna wergêr, û bicîhkirina hevok, hîs û wêneyên nivîskarê bîyanî ji pirtûkê re dibe xwîn û goşt, û berhemê bi şêweyeyekî mukemel dihêne holê, bi rih dike.

Brûsk bi xwe helbestvan e. Di helbestên wergerandî de, xurtbûna zimanê xwe yê edebî diceribîne. Gavekî din pêş ve diçe. Zimanê Kurdî ku ji aliyê tarîfkirin û binavkirina xweza û pirsên rûhanî bilind e, dike bingeh û li helbestên Swêdî bar dike. Bi vê barkirinê û ceribandinê, hewildana Kurdîkirina helbestê derdikeve pêş, mirov Lagerkvist ji malê dihesibîne. Bi hêsanî dikeve cîhana wî. Pîvanên piralî bi hêsantir dikare pêk were:

Yê mirî
Hemû tişt hene, bi tenê ez êdî nema heme,
hemû tişt li şûna xwe ne, bêhna baranê ya ji geyê,
wek tê bîra min û wingîniya bayê ji darê
koçberiya ewran û taswasiya dilê mirovan

Bi tenê taswasiya dilê min êdî nemaye…

Helbesta ”Sibeh”ê mîna çîrokek kevnare ye. Weke stiranekî ye ku rengê xwe ji xwezayê girti be. Blûra şivanekî jê re dibe instrûment, ba û bahoza pelên dara tuwê alastî stiranê dubare dike:

Sibehwar bi ezmanê xwe yê ji hingivîn
Radayî û li bende ye bi çavên xwe yên xav
Bi çavên xav ên hemû gulan.
Xweşik mîna jinekê, weke hezar jinan,
Ew dirêjkirî ye û çavêngulvedayî digire,
Li binya ezmanehingivînê xwe dirêjkirî ye
Û li benda şahê xwe ye, ev roja bêhurmet.

Û mirina tal, bi pênûs û hostebûna Lagekvist rengekî cuda distîne. Aliyên herdem tabû, bi tirs û perdeya reş bi ser de kişandî, jê re dibe mijar. Hewil dide pirsên bêbersiv, tevlîheviya pirsên ne zelal ronî bike. Fermo em bi hev re beşek ji li helbesta ”Sibeha Afrandinê” binêrin:

Ez ew stêrka reş im, dunya,
Di min de hertişt jîn dibe, lê ez bi xwe najîm,
Ez mirin im ku jiyanê dide.
Ez tarîtî me ku ronahiyê vedixwe,
bi rêya tîbûna xwe ya nayê şikenandin
piştî ronahiyê
dibe sedema hemû jiyanê,
Ez ew stêrka reş im
Hemû ew mirî li cem min divehisin.

Xwendina berhemek lê hêja, helbestên balkêş û mecalên nasîna nivîskarekî navdar bi rêya vê pirtûkê mûmkûn e. Pirtûk dikare bi rêya e maila instîtuyê bê xwestin: instituyakurdi@yahoo.se.


Danasîn & Analîz: Gabar ÇIYAN 

onsdag 3 augusti 2011

Pirtûkek li ser serpêhatiyên Êzidiya: Keleşê Reş





Xatûna jinebî û Keleşê sêwî li welatê ku roj bi roj ji dîrok û çanda xwe ve dûr diket. Li şûnwar û keleporiya şaristaniyan, bi çanda leşkerî û zorê, ya ji bo wan nû, ku ji aliyê beyaniyan ve li war û welatê şaristaniyan dihat e misogerkirin. Ew çanda ji bo wan beyanî û xerîb, ya bi xwe re, nakokî û dijwarî di jiyanê de diafirandin. Ew pergela ku bi guhertina olî re, bira bi destê bira dihate kûştin. Her wiha mirovên ji dê û bavekî bûn jî, bi qelibandina olî re, ji hev re dibûn neyar. Di heman demê de, dibûn qesasê hev. Lewre bêbawerî û sîtemkarî serdest û desthilatdar bû. Lê dîsa jî Xatûn û lawê wê Keleşê Reş di jiyanekî de, ji xwe re li civakî ewle digeriyan. Lê bi mîrat û şûnvemayînên ji bav û kalan, debara xwe di tenêtiya jiyanê de, weke dayik û kur li hev par ve dikirin”, dest pê dike çîroka Keleşê Reş.

Dem dema Osmaniyan, Kurdistan bi rêya mîrên Kurdan û desthilatdariya xelîfê îslamê padîşahê osmanî dihate îdare kirin. Mîrîtî di mîrgehên xwe de, bi sîstemekî nîv dewletî, li hemberî dewletê berpisiyar, lê bi avakirina hêzên leşkerî, perwerdeya wan, xwarin, vexwarin, razan, peydekirina çekên wan, xurtkirina aboriyê û parvekirina bi dewletê re, xwedî gotin û maf bûn. Xortên jêhatî û leheng diketin xizmeta mîrgehê û perwerde dibûn.

Perwerdeya leşkerî û olî, pirçandîbûn û pirolîbûna welêt gelek caran li ber çavan nedigirt. Baweriya fermî ya Osman ku heta dema me, bi îdeolojiyên guhertî li welatê Kurdan didin domandin, ewlehiyê bi ol, çand, reng û hizirên ne li gorî xwe nedihanîn. Xwediyên eslî yên welêt, ku rengê Zerdeştê kal, adet, ol û zimanê bav û kalan parastî, Êzîdî, para xwe ji bo parastin, pêşxistina çandî nedigirt û gelek caran diketin ber êrîşên birayên xwe, Kurdên misilman. Her wisa çand û olên din li herêmê, mîna”Xaçperestên Mesîhî” jî diketin ber pêla hişkayiya dewletê û mîran.

Di demek wisa de, Xatûnê û lawê wê Keleş, bi mecalên aborî yê bisînor jiyana xwe didane domandin. Xatûna Êzidî hay ji toreya bav û kalan hebû. Zilmên li ser navê xelîfeyê îslamê, bi navê îslamê dihate kirin, dîdît. Dibû şahidê şelandina Êzidiyan bi  îcazeya olî. Sucên însanî û dizî bi helalbûnê dihate pak kirin. Di rewşek wisa de Xatûnê, lawê xwe Keleş, bi mêjîyekî azad mezin dikir.

Di dema lîstika bi zarokan re, neheqiya Keleş li zarokan pir eşkere dibû. Lê Xatûnê mîna mertalekî li pişta lawê xwe bû. Rê nedida gazinê cîranan, rexneyên wan weke zikreşiyê û nezîrekbûna zarokên cîranan dinirxand. Keleş, dest bi dizîyê dike. Diziya hêkan ji malên cîranan. Lê dizî, dibû cihê spasiyê û ji aliyê Xatûnê ve weke serkevtin û zîrekbûna Keleş dihate dîtin.

Keleş, bi piştgiriya diya xwe serbilind dibû û li gorî xwe, ji bo serkevtin û bidestxistinên nû gav dihavêt. Li bajêr, kesên bi pere raçav dikir û ew dişelandin. Pêşî kesekî kor, paşê jî gelek kes û cihên din. Cara dawî jî kehwefiroşê bajêr dibe hedefa wî. Girêdana dest û nigan, diziya pere, qûtiya çixarê û hwd bala dewlemendên bajêr dikşîne û tirsê dixe dilê wan. Ewlekariya li bajêr qels dibe û vê gazinê dibin ber destê paşê.

Paşa û dîwana xwe biryarê didin ku, her kesên hejar bên dîwana paşê û ji xwe re zêrekî bistînin. Xelkê pê dihisînin. Li ser rêya wan, zêr têne reşandin. Kesê rahêje zêran, dizê wan e û bi vê şêweyê dê dizê xwe bidin girtin.
Keleş zîrek e û têra xwe bi aqil e. Eşkerekirin û girtina wî ne hêsan e. Difikire ka çawa dikare zêrê reşandî bidize. Binê şekala xwe dike bi qîr û şima û diçe mala paşê. Ji xwe re zêrekî distîne û dibe xwediyê zêrên bi binê şikalê ve girtî ne.

Zêrên reşandî têne jimartin û tê dîtin ku dizî ji paşê hatiye kirin. Nema zanin bê wê çi rêyê peyde bikin ji bo eşkerekirina dizê bajêr. Biryar tê dayîn ku, dema kesê diz xwe eşkere bike ew ê neyê cezekirin û daxwaziyên wî bê bicîanîn.

Biryara paşê, bala Xatunê û Keleş dikşîne. Garantiya necezekirinê û bicîhanîna daxwaziyan dikare fersendekî baş ji wan re peyde bike. Qala xwestina keça paşê ”Perîxanê” jî tê kirin û gelek xeyalên din. Bi van xeyalan biryarê didin ku herin mala paşê û rastiyê bihênin zimên.

Keleşê Reş diçe qesra Paşê û diziya kirî ye, li gorî Keleş ji bo kêfxweşiya dayika wî, li gorî paşê suc e, anî zimên. Paşe lê guhdarî kir, mikûrhatina wî kir belge û bi tevayê şêwirmendê xwe re civînek pêk anî ji bo biryara li ser qeder û pêşeroja Keleş.

Xatûnê jî tê dîwana paşê. Di navbêra paşê û Xatûnê de diyalogên hişk derbas dibe. Ji ber ku Xatûnê ji sucê dizî û perwerdeya şaş sûcdar tê dîtin. Lê Xatûnê mîna ku li benda roja dadgehkirinê be, sucê wisa biçûk li hemberî yê mezin, ku di bin navê olê ji aliyê împaratoriyê û rêvebirê herêmî ve tê kirin, qet nepejirand. Ne paşe û ne jî Xatûnê hev îkna nekirin. Lê desthilatdar sûc diyar dikirin û sucê Xatûnê diyar bû, cezeyê wê ricimkirin bû. Paşe bi dîwana xwe şêwirî. Lê qonaxa îfadegirtin û sucdarîkirina Xatûnê, ji ber berxwedana Xatûnê ya ku ”qet neaxife û bersivê nede” xitimî.

Keleş, bêyî ku hay ji dayika xwe û cezayê jê re hatiye birîn hebe, cara duwê derdikeve dîwana paşê, daxwaziyên xwe, ku bibe leşker û keça wî perîxanê dixwaze, anî zimên. Leşkerbûna wî hate qebûlkirin, lê ya Perîxanê hiştin ji biryara wê re.

Keleş ne li malê êdî li mîrgehê, ji aliyê olî, şerê leşkerî, fêrbûna siwarbûn û şerê li ser pişta hespan dihate perwerdekirin. Bi raçavkirina hevalê wî Hemîd û bi alîkariya mamosteyan, roj bi roj pêş diket, li ser pişta hespê xwe Basor û mehîna Bazin dibû şervanek xurt yê pêşerojê.

Cara pêşî Perîxanê di roja dîwana dengbêjan de dibîne. Dengbêj ji tevayê Kurdistanê dicivin û bi saetan stiranan dibêjin. Li wir, xelkê li bajêr, ji mala mîr û leşkeran hemû kes dicive û li wan guhdarî dikin. Sê keç bi hev re rûniştî ne û guhdarî dikin. Ya nêvî Perî ye. Keleş bala xwe dide Periyê û wesfê wê wisa dide:

Ling û çîpên wê yên weke çîpên xezalan û bi xirxalan û neynûkê bêçiyên sorîn, wek nikulê kewê. Kirasê li bejna wê ya zirav û li hev hatî weke şitleke dara selwiyê û weke bi kulîlkên hinarê xemilandî bû. Hemu bedewî û nazikiya wê, di her liw û hereketê wê de, xwe nîşan dida. Kembera li pişta wê ne karê her zêrker û pîşekarî bû.

Sîng û memikên wê jî, di nav kiras û taqiyê melesî de, weke du fîncanên neqişandî, serê wan di nav ber pesîrkan de xwe hildabûn. Xuya dikirin ku weke libên tiriyê şîrê û mewîjan bûn. Qirika wê weke ya qûmriya Gola Simoqiyan û Gola Wanê zirav û dirêj, spî û boz weke berfa Çiyayê Sîpanê Xelatê, spî û pak bû.

Dema Keleş û şer hatiye. Li aliyekî perwerdeya îslamî, li aliyê din adet û duayên dayika xwe jibîr nake, di nav ola nû û ya bavûkalan de dixindire. Ji aliyê leşkerî ve û şerê ser pişta hespê xurt bûye. Nav daye û ber bi armanca xwe ve diçe. Di hevdîtina çav û awirên bi wate de hayê wî û Perî ji hev heye. Hîsek di nav wan de peyde bûye ku ji dilekî derbasî dilê din dibe. Paşayê mezin, soza daye Keleşî ji Periyê re dibêje.

Tiştê herî xirab, ne paşa, ne jî serleşkerê mîrgehê baweriyê bi Keleş nahênin. Li gorî hizra wan, ”Keleş çêlikê Êzdiya ye. Jehr ji çêlikê mar naçe. Divê baş bê şopandin û hay jê bê kirin. Bawerî pê neye û divê çi kes pişta xwe nedin wî. Ew gelekî xam e û mirov dikare wî gelekî ji bo xizmeta mîrgehê û împaratoriya Osmanî bikar bihêne”.
Dema şer hatiye. Divê li herêma Şêxan li terş û talanê Pîr Hesenê Êzîdî xin. ”Eger bimrin dê bibin şehîdên ola îslamê. Eger biserbikevin, bidestxistiyên wan dibin xenîmet, jin, zêr mal û talan. Xwadayê mezin ji mominên weke wan re helal û behş kiriye”.

Digirin ser Êzidiyan, şer dest pê dike. Mal tê talankirin. Lê egîdê mîna Şêrgo makûlê Ezîdiyan, Siwarê Bozê û Bavê Cergo di şer de, bi destê Keleş bê kûştin jî, bandorekî pir guhertî li ruhê Keleş û derûdorê dike. Mirina bi merdî, zanatî û li dijî zilmê, şerê bi israr ji bo berdewamkirina ol û çanda kevnare ya bav û kalan naşibe qehremaniya Keleş.

Piştre jî şerê li dijî eşîrên Asurî Suryanî û Ermeniyan tê. Li wir şêrên giran pêk tên. Egîdên mîna Şemûnê Boz têne kûştin. Jin, zêr û malê wan wek xenîmet tevlî malê û mêrê mîrgehê kirin. Nav û dengê Keleşê Reş êdî li hemu deveran belav dibû. Keleş bûbû tirsa dilê eşîr û olên cewaz li herêmê.

Mîrîtî beşek ji rêvebiriya împaratoriya Osmanî li herêmê bû. Dema arteşa osmanî li welatê beyanî di şer de qels dibûn, çûna bi hawara wan, rizgarkirina artêşa osmanî ji tengasiyê û pêşkêşkirina hêza leşkerî, wezîfeya hêzên mîrgehan bû.

Îro ferman hatibû. Divê 300 siwarî xwe amade bikin, herin bi hawara artêşê ve û li dijî xaçperestan, li aliyê Şam û Helebê şer bikin. Şerê li wir jî serkevtî derbas dibe. Xenîmetên mezin bi dest dixînin. Nav, deng û lehengiya Keleş li hemû deveran belav dibe. Lê bilindbûna rûtbeya wî, ji ber ola wî ya kevnare û bêbaweriya mîrgehê pê, didine kesekî din. Hevalê wî yê herî nêzîk, Hemîd di şer de jiyanê ji dest dide. Kûştina Hemîd wî xemgîn dike.

Ji şer vegeriyabûn Kurdistanê. Ji aliyê paşe û serleşkeran ve hatin pêşwazîkirin. Lehengiya wan dihate ser zimên. Wê rojê hemû şervanên çûne Şam û Helebê vexwendin daweta Cîhangîrê kurê Cengîzxan paşayê serleşker.

Keleş xwe amade kir, piştî hemamê şal û şapik li xwe kir, pişta xwe û serê xwe bi şûtikê Bahdînîkî girê da. Berê xwe da cihê dawetê. Bi xêr hatina wî hate kirin. Ciwaniya wî bala hemû kesan dikişand. Paşê jî Perîxanê tê dawetê. Lê wê berê xwe da Keleş û rasterast hate cem wî silav dayê de. Pê re axifî:

Bi rastî tu xortek çalak, çak û pir ciwanî. Şervan î. Cengaweriya te deng vedaye. Kêfa min ji te re tê. Tu ji olekî cuda tê û di bin bandora wê olê de yî. Tu Êzidiyekî mêrkûj û diz î. Tu lawê Êzîdîyekî yî û êzdiyekî êzdîkûj î. Tu mirovekî leşkerî û tê dê leşker û nefer bimînî. Ka dayik û bavê te ku min ji te re bixwazin. Ez dikarim rojekê di ber talana kevim. Bibim xenîmet ji bo neyarê bavê xwe. Hûn leşker yan jî mêr dikarin, bi darê zorê bibin xwedî gelek tişt. Hûn dikarin talan û xenîmeta bistînin. Lê dilê mirov bi zorê nayê standin. Min sond xwariye, soz daye ku mêrkûj, birakûj û diza nekim. Gava ez bikim, ez ê te bikim!

Tevayê xeyalên Keleşê Reş têk çûbûn. Mirin jî bi dest nediket. Li jiyanê bê rê û rêzan û navnîşan mabû…

¤¤¤

Di welatê me de serpêhatiyên wisa pir qewimî ne. Dîroka osmaniyan ji awira ku ji olên din mirovan diqûlipînin ola îslamê, bira dike qesasê hev pir dewlemend e. Birakûjî û pirkujiya bi destê kurda, nimuneyên xwe hene. Kurd ne tenê li hemberî Kurda, anku Kurdên Êzîdî, her wisa li dijî gelên din, Asûrî/Suryanî û Ermeniyan jî hatine bikaranîn û xwîn hatiye rijandin.

Taybetiya çîroka romanê bi dayikek êzdî Xatûnê û taybetiyên wê dest pê dike. Bi awayê xwe, li dijî sîstema neheqiyê radiweste û helwestekî eşkere nîşan dide. Diziyên mezin dibîne. Lewma ji diziyê biçûk re derî vedike. Diziya lawê xwe weke kêmasî û suc napejirîne. Kêmasiyê dike ya sîstemê ku bê edalet e, xwînrij e, li gorî berjewendiyên desthilatdaran, bi rêya karanîna olê kar û xebatê dike. Biryara mîr, anku paşê nas nake, îfade nade wan. Berxwe dide û bi rêya bêdengî û îfede nedanê sîstemê protesto dike. Xatûnê di nava peyvên xwe de, sîstemê, bê edaletî û xwînrijandina wê bi muneyên piralî eşkere dike.

Berhem, jiyana Kurdewariya li mîrgehan zelal dike. Li ser çand û adetên kurdî weneyên dewlemend pêşkêş dike. Bi taybetî li ser metbexa Kurdî, anku xwarinên Kurdî meniyekî pir dewlemend dihêne ser sofreyê.

Zimanê pirtûkê xurt e. Zimanek rojane, hêsan, lê edebî û bilind ji xwe re bingeh girtiye.
Nivîskarê berhemê Newaf Mîro ji peyvên herêmî û giştî ku zêde nayên bikaranîn û li ber windabûnê ne, ferhengekî ji peyvan, di gelek deverên xebata xwe bi cî dike û pêşkêşî xwendevanan dike.

Mîna xelekan bi hev hatiye girêdan. Her beşekî wê heyecanekî nû dide mirovî. Diyalogên nav mirovan, girêdana beşan bi hev kêşar e, mirov xwe yek ji lîstikvanê çîrokê dibîne. Bi wan re ye, wan fêm dike û carna dixwaze mudaxeleyî qonaxê bike.

Nivîskar, di destpêk û dawiya berhemê de, li ser berxwedan, helwêsta Xatûnê û encama îfadekirina wê û piştî bersiva Periyê, pêşeroj û helwêsta Keleşê Reş, ji xwendevanan re du rêyên vekirî hiştiye:

1-        Xwendevan di fikarê de dihêle ku mirov bi xwe li bersivê bigere û di çarçoveya rastiya sîstemê û jiyanê de qedera Xatûnê binîvisîne.
2-       Piştî bersiva Periyê, bandore li se ser Keleş û helwêsta wî, jî bersivê ji mirovî re dihêle.

Di vê çarçoveyê de, dibe ku ev pirtûk “Keleşê Reş -1-“ be û berdewama bê.  

Pirtûk ji 156 rûpelan pêk tê. Di nava weşanên Perî, di 2009 de li istanbulê derketiye. Nivîskar, vê xebatê ji bo bîranîna komelkujî û gorên tomerî û bê kêlî nivîsî ye.  Mirov dikare ji e maila: periyayinlari@yahoo.com bixwaze.

söndag 3 juli 2011

Helbest û pirtûkek helbestan: SÛKA MIRINÊ


Ev sê roj in dixwînim, dûbare dikim hinek ji helbestên ”Sûka Mirinê”. Hevokên kurt, kur û bi hîsan barkirî, dibin neynik û ez xwe tê de dibînim, anku beşek ji jiyana xwe: Rojên bi hêstiran barkirî, geh bi ken, carna westiyayê evînê, carna tîyê azadiyê û demên dixwazim winda bibim, li welatê xerîbiyê, di nava daristanên welatên bakur, tixûbên dawiya dinyê û bênesînor, ne şopa pezkoviyan bi dawî tê nej î giloveriya ezmên, naxwazim şop jî li pey min bimîne, hetanî kabokan di nav berfê de diçime xwarê, tehemûla cilên li ser xwe nema dikarim bikim, bêhna min diçike, pêşî qapût, paşê çakêt li du min dimîne. Bayê kur û gulokên berfê ya xwe dikin yek, serma xwe li laşê min radipêçe, rondik dibin gulokên qeşayê, azayên ji derve dicemidin û ji hundir ve kela dilê min difure…

Ez naçim cem hekîman gelek caran. Doktorê min in helbetstvan û dermanê min helbest in. Helbestvan fêmkirin ne karê min e, dermanê dilê min in helbestên wan. Êşa min kêm dikin. Ya rûhê min, jana min û şahidên têlên spî di serê min de ne ew.

Ez dixwazim hûn helbetsa ”Yadê” bixwînin. Ber êvarkî, bi tenê, hêdî hêdî, di bin şewqa çiraya agirê kêm de, li ber pacê, li gulokên berfê binêrin, îskanek ji şaraba Suryaniyan dagirin, bi serê ziman û lêvan tam bikin û ji dengê nemirê mezin Mihemed Şêxo, stirana ”derdan çi ez diljar kirim ey felek” guhdarî bikin, kur bibin, winda bibin û min fêm bikin, di cîhana vê helbestê de:

”Yadê

Bi derd û kulên xwe ve tu çûyî gorê
Axînek li şûna te ma, yadê!
Û hesreta nepen
Di dilê te de ma û tu çûyî”

Te digot; mirin çêtir e ji vî halî
Hemû kul bêderman bûn
Hêsrên te tav tav, baran bûn
Dilê te kul-kovan, Behra Wanê
Li vê dinyaya hanê yadê, liv ê dinyaya hanê
Tu bêwar bûyî!”

Bi xwe re diaxifim gelek caran. Ji dîna dîntir. Helbestên bi kurdî tenê dikare min ji tenêbûnê rizgar bikin. Derdê dilê min derman bikin. Her peyvek bi çend wateyan barkirî, her hevokek bi hejmarek wêne. Her wêne xatiratek e.

Bi çend zimanan dizanim. Helbestên wan jî dixwînim. Yezdanê Dilovan, dibêjim. Hezkirina te li cem min bilind dibe, erşên te dadigre evîndariya min. Ne jibo buhişta te, ne horî, ne peyam, ne jî jibo nûnerên te. Jibo Kurdîhezkirina te ye Yezdanê min. Ku te wê rojê îcaze da xwe. Dem û wext wateya xwe winda kir. Te zimanek afirand ji gelekî bindest re. Te yadîgarî kir ”zimanê Kurdî” jibo me Kurda.

Helbesta “Kanê” baştir dihêne zimên, ew min diparêze û dizane bê ez dixwazim çi bêjim.

“Ez kul û derd
Ez zerya.
Tu çiya yî, tu çiya!

Di çavên te de
Her çar demên bihara rengîn
Difûre û tê bêhna axê ji her demsalê.

Û tu bi çavekî betilî, bi dilekî xembar,
Serê xwe dihejînî, silavê didî.
Silavê… ji eniya çiyan.

Gelek dem derbas bûn
Qîrîn ji kevirê min
Hawar ji kefênê neqeriya.
Wexta hubir dirijiya
Û her peyv dilop bi dilop diniqûtî dilê min
Ez bi ser te de,
Şev bi ser rojê de dinaliya.”

Hilma stiranên klasîk ji wan difûre carna. Bi min xweş tê xwendina helbestên wisa, bi peyvên wan re li heman stiranê guhdarî dikim, carna di ber distirînim.

Belengaz” yek ji wan helbestan e ku, çend caran lê vegeriyam. Pêrgî şopên kur hatim tê de, yên kevnare ku daye pey klasîkên me, ji Meryem Xanê dirêjî Mihemed Arifê Cizîrî dibe.

“Kuro welle tu dîn î,
tu belengaz î
û
tu stûxwar
li ber dîwaran radizêyî!
Heya kengî tu yê bikî gazî?
belengazo
belengazo!

Taziyo!..
Birçîyo!..
Bêkeso!..
Belengazo
Belengazo!

Ne dê ye
Ne bav e
Ne ware l`ber raze,
Ne dahn e
Ne bulxur e
Di ber de bazde
Belengazo,
Belengazo!”

Evîn, derdê evînê û evîndarî, bê we jiyan dojeh e, carna hûn dibin kaniya kul û kederan. Ne bê we dibe û hevaltiya bi we re jî barek giran e. Çiqas li ser te bê nivîsîn, têr nake. Têhna êşê bi helbestê dişkê. Helbestên kur û bi wateyan barkirî.

”Evîna min” jî yek ji wan helbestan e ku dermanê dilê mirovî ye.

”Winda dibim bi rojan
Ne li nava ewran
Ne jî li nava zeryayan
Di dilê xwe de
Di damara dilê xwe de
Li min bigere evîna min!

Tu…
Di damara min a mirinê de yî
Evîna min
Min her ji dûrî ji te hez kir
Wekî kela şêran
Tofana hêsran
Qîrîna zarokan
Nalenala dayikan
Min ji te hez kir
Evîna min.”

Pirtûka ”Sûka Mirinê” berhemek giranbiha ye. Derd, xewnûxeyal, armanc û daxwaziyên me Kurda dihêne zimên. Helbestvan û nivîskar Mehmet Devîren di vê xebata xwe de 21 helbestên xwe pêşkêşî xwendevan dike. Pirtûk di nava weşanên AVA, di tîrmeha 2010 de belav bû. Navenda weşanxaneya AVA yê li Amedê ye û avayayinlari@hotmail.com navnîşana elektronîk ya weşanxanê ye.


Mehmet Devîren kî ye

Bi eslê xwe ji Şemrexa Mêrdînê ye. Piştî xwendina amadehiyê, di sala 1992 de ji ber pirsên polîtîk tê girtin. Demekî di zindanê de dimîne.

Helbestên wî di destpêkê de bi turkî di kovaran de belav dibin. Piştre bi giranî bi kurdî dinîvisîne û di helbestên wî di medya Kurdî de belav dibe. Berhemên wî ku çap bûne: Anlat (turkî, 2003), Qiniskê û Pinîskê (zargotin, Kurdî, 2009), Sûka Mirinê (Kurdî, 2010).
Devîren, yek ji wan kesan e ku ji bo avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd li Amed ê xebat kiriye, di komîteya karger de cî girtiye û di kongreyê de weke serokê komelê hatiye hilbijartin. Her wisa endamê lijneya rêvebir ya Enstîtuya Kurdî ya Amed ê ye.

lördag 2 juli 2011

Pirtûka Zeynep Tozduman li ser pirçandîbûnê

DI ENIYA SURYANIYAN DE KESEK GIRITÎ

Nirxandin: Gabar Çiyan

Di welatên pirçandî de, dema di şûna aqil, tolerans û hevfêmkirinê de, dîrokek fermî  li ser neteweperestî, asîmîlekirin û xwestina yekrengî ava bibe,  “em” û “ew” dibe pirsgirêka herî mezin. Li wir, di şûna toleransê de bêtehemulî, di ya pirengînbûnê de guhertina demografîk, di şûna xwedîderketina dewlemendiya çand zimanan de tenê dengê stiranên bi zimanekî bilind dibin û hişkiya aliyê desthilatdar dibe beşek ji jiyanê.

”Kûlîlka berrî ya Girîtê” Zeynep Tozduman, nivîskar û aborînas e. Li herêma Egeya Turkiyê dijî, lê ew ”Toriya ji Girîtê” ye. Ji ber ku parêzvana mafê mirovan Tozdumanê, mîna şarvaneka klasîk, li aliyê Torê, ji bo piştgiriya Doza Kurda bi rêyên aştiyê û ya parastina mafê Suryaniyan xebatê dike, wisa bidome mêvandariya wê di nava  Kurd û Suryaniyan qet bi dawî nayê. Tiştê herî balkêş ew e ku, Tozdumanê, li Torê, di mala Kurd û Suryaniyan de ji malê tê hesêp.

Tozdumanê Beşîkçiya Suryaniyan jî tê hesêp. Ji bo avakirina toleransê, danasîna ziman û çanda kevnare ya Suryaniyan, di nava Kurda û Turka de xebatek bê westan dike. Dema li aliyê Torê ye, di meşê kurda de, li aliyê Egeyê jî bi xurtkirina platforma Suryaniyan dadikeve. Balyozxaneyeka zindî ye û nigek wê li welêt û yê din li Ewropayê ye, digere û bi semîner û civînan, ronakbîr û xelkê li ser pirsgirêkên herêmê û çareseriyên însanî dikşîne nav niqaşê. Pirsgirêkê dike malê civatê û bi wan re li çareseriyan digere û dendikê toleransa pirçandîbûnê diçîne.

Ji aliyê jineka turk, carna jî weke dayikekî Kurda, car dibe ya Suryaniyan û êşa zarokên birîndar û winda dihêne zimên. Bi zimanekî rojane, bi nimuyeyên li ber çava dest bi mijarekê dike û bala însanetiyê dikşîne êşa dayikan, hesret û xewnên wan.
Hilmek nû ye Tozduman, li ser nakokiyên di navbêra ”em”, ”ew”, ”me” û ”wan”a de, awira jibîrkirî, ya qîrînî û stranên şînîyê û xewna dayikan ji bo aştiyê û azadiyê ye.

125 rûpel e pirtûka wê. Mirov dixwaze bi carekî re bixwîne, bê bêhnvedan, kêşara wê mirov bi xwe re dibe welêt, cihê bavûkalan. Ger û bîranînên xwe bingeh digire gelek caran. Carna ji rûpelên dîrokê, carna konferansên Ewropayê, anjî serdana dêrên Midyadê. Şerê sala ”şûr”, pirkûjiya Ermenî û Asurî/Suryaniyan û rewşa wan ya îro. Şerê Kurda ji bo man û nemanê û xewnên dayikên wan ji bo azadî û aştiyê. Êşa jinên herêmê û nêzîkbûna dewletê û polîtîka qirêj e, mijarên pirtûkê. Wisa formule dike sedema nivîsîna pirtûkê:

”Nivîsîn, aksiyonek e ji bo min. Mîna, di xwepêşandanekî de hilgirtina pankartekî, çalakiyek bi dilgermî ye. Ji bo bahozên di nava xwe, êşa di dilê xwe, rojên xweş û kesera xwe bihênim ziman e, anku nivîsîn serhildan e ji bo min. Serhildanên di dilê xwe de dirêjim ser kaxezên sipî.
Min bi pirtûka xwe ”di eniya Suryaniyan de kesekî Giritî” de xwest ku, dilê we ji bo carekî be jî, bi germî nêzî dilê Suryaniyan bikim. Ji bo fêmkirina wan, dibim qîrîniya bêdengiya wan.

96 sal in, gelên herêmê li ser vê xakê ji sînga heman dayikê şîr dimijin. Ji ber heman êşê digrîn û hewil didin ku birîna xwe derman bikin. Ermeni, Kurd, Suryani, Êzîdî, Elewî û Rum li Mezopotamyayê xwedî yek keder û yek êşê ne. Li ser vê xaka ku bêhna aştiyê jê difure, werin berî bibe dereng û koka Suryaniyan bi dawî were, em destê aştiyê bidine hev!”

Di makaleyekî din de, ji bo pêkanîna aştiya li herêmê dîtina xwe wisa formule dike:

”Rêya me bikeve çi deverê, em bi cilên xwe têne pêşwazîkirin û fikrên me rêya me ronî dike. Bi ramanên di nav milên me de barkirî, li devera herî xirab jî, di dil û damara diçe wijdanê wan de, rêz û hurmetek pêk tê ji bo me. Sed sal in aştiyê rengê xwe nedayê, bi hesreta cilê sipî mîna berfê, ew kirasê aştiyê bi ser bedena xwe de bernedaye Mezopotamyayê. Li gorî hinekan, fîstanek wisa qelenê xwe giranbuha ye, li gorî hineka jî ji aştiyê re fedekarî pêwîst e û cilê aştiyê li Mezopotamyayê tê, divê mirov lê bike. Pirs bi awiran mirovan ve girêdayî ku mirov dixwaze çawa bibîne. Lê kî çi difikire û dixwaze çawa temaşe bike ne giring e, ya giring ew e ku, em biryarê li ser cil û bedena xwe, anku ya Mezopotamyayê bidin. Di eslê xwe, cilên spî yê aştiyê li bedena hemî kesan, mirovên ku weke mirovan hizir bike, tê. ”

Makaleya ”îsyana dilê min e Amed” divê bê xwendin û volkana di dilê Zeynebayê de ye û li ber teqînê ye divê bê dîtin:

”Îro ji dil û hinava xwe bi Amed ê re dibime yek. Rojek yekşemê ye, û ez kûlîlkên rengîn diçinim, ji bo serdana girtiyan. Ez di nava zindana dilê te dimeşim Amed. Mîna paxira Erxenê li nik sefarî dilê xwe sifir dikim, ez. Dendikên hêviyên xwe li Licê av didim û diçînim. Li Bismilê bardikim barê berxwedanê. Weke Çermukê bi xemgînî diherike kaniya dilê min. Li Farqînê rengê aştiyê distînî ji bo bi hezaran kesên li benda pêşerojê ronîtir. Li Qûlpê dibim awirên xezalan, kur kur hizir dikim, dinêrim. Di nava bax û bexçeyan de dikevim ber bahoza berxwedanê û hilm û nefesa bi hezaran kesan tevlî ya min dibe.”

Çîroka ”Bogos”ê Suryanî di pirtûkê de, bi serê xwe dikare bibe mijara romanekî. Evîna wî ji bo keçekî ne xaçperest bi navê Gonulê, nêzîkbûna bavê wê ya neyênî û êşa evîndariyê. Newxeşiyên peyde dibin û emrê bele sedem derbas dibe û evîna wan pir bi derengî tê fêmkirin, mirada bi emrê pîrbûnê, anku nîvtemenbûnê pêk tê, gelek derzan dide mirovî…

Bi taybetî li aliyê Torê, serpêhatiyê wisa pir in. Dema lawik baweriya xwe Mihemedî be, û dil bikeve keçek xaçperest pirs tê çareserkirin. Lê dema xort xaçperest be û dil bikeve keçek Kurd, ne hêsan e ku bighêjin Miradê xwe.
Li aliyê Kercewsê, evîna Hannayê Hana ji bo zerya Kurd Xatunê jî wisa bû. Pir êş tê kişandin. Qîz ji ber evînê nexweş dikeve, lê pirsgirêka olî dibe bela serê wan. Nagihêjin miradê xwe, serpêhatiya wan dibe stiran û belav dibe.

Pirtûka Zeynep Tozdumanê têra xwe bi kêşer e, bi heyecan e û bi dîrok û çanda herêma Torê barkirî ye. Di beşa dawiyê de, ”Dengê dilê gelê Suryani li Turabdînê lêdixe” de qala serdana xwe ya Torê dike. Mirov bi xwe re digerîne, li deverên dîrokî, dêrên kevnare û dike mêvanê oldarên porsipî. Mirov ji dîmenên Torê têr nabe, bi nivîsê re di nava xeyalan de winda dibe.

Pirtûk, di nîsana 2011 de di nav weşanên Perî de, li Istanbulê belav bû. Min di demên dawiyê de, çend pirtûkên ji aliyê weşanxanê ve hatiye çapkirin xwend. Ziman, teknîk û mijarên ku weşanxaneya Perî hildibijêrê bi rastî balkêş û têra xwe bi kalîte ne. Mala Periyê ava ku xizmetên wisa dike û pirtûkên wisa giranbuha pêşkêşî mirovan dike.
Têkiliya bi weşanxaneyê re bi rêya e maila periyayinlari@yahoo.com.tr dikare bê danîn.

Pirtûka Tozdumanê, beşek ji herêma welêt, dîroka Tora Evdînê ronî dike. Bi giranî çand û dîroka Suryaniyan hemêz bike jî, li ser têkiliyên Kurd û Suryaniyan jî wêneyên balkêş pêşkêşî xwendevanan dike.

Tozdumanê wek kesekî çavdêr, ji awira jina û di çarçoveya mafê mirovan de, bi zimanekî edebî nêzî pirsan dibe. Bi turkî nivîsî ye berhem. Lê turkiyek bilind. Pir giring e ku Kurd, bawerî û netewên cewaz li welêt nas bikin. Li ser çand û dîroka wan xwedî agehdariyek giştî bin. Xewn û xeyalên wan nas bikin. Ji ber Kurdistan welatekî pirçandî ye, mîna Kurda mafê wan jî li welêt heye û divê em hev fêm bikin, berjewendiyên hevbeş peyde bikin û xwe xurt bikin.

lördag 4 juni 2011

Ji helbestvanê Suryaniyan Yusuf Dikmen pirtûkek nû: ‘Navê hesretê welat bû’



Bêrîkirin, hîsek însanî ye. Hesreta evîndaran dihêne zimên. Dema hesret berê xwe li welat be û jiyana mirov li sirgonê derbas bibe, dibe mîna pizotên agir û hinavê mirovî diperitîne. Hesret laşê mirov radipêçe û janê dide rûhê mirovî. Hezkirin û girêdana evînê kurtir û agirê dilê mirovî gurtir dibe. Bilind dibe, dibe evîna MemûZîn ê, pîroz dibe rengê dêra Mor Gabrîel û Lalişê distîne...

Ez qala gelê Suryanî dikim. Ji ber nasname û ola xwe hatin sucdarîkirin. Sucekî wan hebû, lê herdem ji bo sucekî du (2) caran hatin cezekirin. Lewma êşa wan ya sirgonkirin, girtin, kûştin û qirkirinê pir giran e. Jiyana li sirgonê birayê mirinê ye, asîmîlasyona rojane rêya windabûn û tunebûnê ye. Lewma evîna welat ne hêsan e bibe helbest û êşa xelkê bihêne zimên.  

Ez behsa helbestvanekî ji yê welatê xwe dikim. Welatê pir reng,, pir çand, pir ol dikim. Helbestvanek ji Tora Evdînê, ez qala Yusuf Barsaumo Dikmen dikim. Ez ê hinekî li ser berhema wî ya nû, ‘Özlemin adı vatanmış- Navê hesretê welat bû” kur bibim.

Heft roj in, dixwînim helbestên wî. Yek hefte ye, dibin heval ji min re, li welatê bavûkalan, di nav adet û toreyên sedasalan digerim. Xweza, xweşikbûn û şêraniya bajar, gundan û mirovan min şa dike. Rûpelên reş ji dîroka herêmê dibin kabûs û nîvê şevê xewa şêrîn li min dikin jehr, di nava xwedanê de dihêlin, perîşaniyê bi ser mi de dihênin. Carna bi hêviyên mezin, yê yekîtiyê, biratî û wekheviyê em mil didine hev, bi hev re dimeşin ji bo pêkanîna xewnên xwe, armancên xwe.

Helbesta “Hesret” stirana rehmetiyê Aramê Tîgran, “were were keko were/ li welatê xwe vegere” dihêne bîra mirovî. Lê helbest, bi nalîn û qîrîniya dayikekî Suryanî barkirî ye. Banga wê berê xwe dide lawê wê yê li sirgonê:

Êşa laş û piştê zêde bû
porê min sipî
min te mezin kir û jiyanek feda kir
ji bo ku li ber serê min rûne
min bi tenê nehêle

Tenêbûn êş e, elem e, jan e
tu îro li xerîbiyê
û ez bi tenê

Ez hatim jibîrkirin
çavê min li rêya te qurimî
li bendan te ye, vegera te ye...

Hûn dara “tu”wê nas dikin, an na?
We tuwên zer û sorereş xwarine, an na? Ji bo êşa dila pir baş e dibêjin, li aliyê me.
Lêvên sor, ji şekir şêrîntir, yên qîzikan û çavxezalên li welatê min, rengên xwe ji wan distînin gelek caran.
Di cejna Mesîhiyên welatê min yên paskalyayê de, bi hêkan re têne kelandin tuwên Torê û hêkên heft rengîn rengê xwe ji wan distînin û têne ber mêvanan, digot rehmetiyê apê me, Yusuf Dursun.
Ez zanim wê Torî aciz bibin, hêrs bibin, lê dîsa jî divê ez bêjim. Ez bêhtir hez dimsa tuwa dikim. Helbet niyeta min, ne biçûkirina dimsa tirî ye. Ez qala dewlemendiya Torê dikim. Tamên cewaz dikim. Huner û dewlemendiya metbexa Torê dikim. Divê hûn dimsa tuwa tam bikin.
We qet tuwên hurkirî di ber “dondurma Gurgum”ê de alastiye? Tecrûbe bikin.
Çaya tuwên hişk kirî, li hemberî serma û zekemê derman e dibêjin, hekîmên welatê min. Divê hûn çend çaya vexwin.

Helbestvan Dikmen ji awirekî din nêzî dara tuwê dibe û wateyekî din li “Dara tuwê” siwar dike:

Bi hezaran sal in li ber siya darên tuwê
Di nav xewn û xeyalan de diçin em
Bi sedan xewnên erênî dibînin
Bi çîrok û efsaneyan mezin dibin em

Li ser milê dayikên Aşuriyan
Nanê tenûrê tê bin dara tuwê
Ava hênik ya kaniyê te ser sifrê
Bîranîn dibûn mijara ber siyê

Kerwan” û helbestên li ser kerwanan beşek ji çanda herêmê ye. Kelemên li pêşiya kerwanan herdem hatiye zimên û bûye mijara helbestan, helbestvanan. Helbestvan li gorî çand û adetê herêmê,  ji bo qencî û buyerên neyenî navgînan peyde dike, bi hêviyên pêşerojê jiyanê zindîtir û xweştir dikin, anjî xelkê şiyar dikin, xeteran eşkere dikin. Helbesta kerwan ya Dikmen jî wisa ye:

Dibêjin ku dawiya sebrê heye
raste, an na?
ez pir caran pêrgî mirovan bûm
beşek ji wan bê hêvî
û hejmarek bi hêviyan barkirî bûn

Zext dayîna li ser hêviya
bêsûd e dibêjin gelek kes
ma tu zanê?

Di reşahiya tarî ya şevê de
kerwan dimeşe û kûçik direyin
dengê sega winda di tariya şevê de
Û kerwan di rêya xwe de diçe bê rawestan

Ne yek, ne sed, ne jî hezar. Qetilkirina heftê hezar kesan ne hêsan e bikeve ser kaxezê û rengê helbestê bistîne. Buyerên wisa mirov dihejîne, rûhê mirov birîndar dike.
Helbestvan Dikmen qetilkirina 70 hezar kesan ji devê şahida bûyerê, pîrejinek 80 salî distîne û bi navê “Dîmenek”î pêşkêş dike:

Ez im şahid
ya qirqirina heftê hezar kesan
serên ji bedena jêkirî
cendek li alîyekî û seriyên di dest wan de
Ji serê gira dihatin xindirandin
serê bê cendek
û cendekên di nav gola xwînê de wundabûyî
Ma ew roj têne jibîrkirin, lawê min?!.

Hizirkirin” e navê helbestek ji ya Dikmen.
Bela serê mirov e hizirkirin, li welatê me. Dibe sedema girtin, îşkence, kûştin, talankirin û sirgonê. Lê helwestek însanî ye, hizirkirin. Kesê hizir neke nikare bibe alîkarê guhertin û pêşketinê.

Helbestvan bi helwestekî wisa reng dide helbesta xwe:

Hizirkirin ji te re ne pêwîste
gotin min
lê ji roja ez bîr dibim, ez hizir dikim
di rêka hizirkirê de dimeşim ez
rêvî radiwestin, lê ez nawestim
her hizirkirinek rê ji yekî nû re vedike
ne rê dev ji min berdide
ne jî ez dev ji hizirkirinê...

Pirtûk bi zimanê turkî di nav weşanê Arjovî di sala 2009 an de belav bû. Mijara helbestan ji hesreta welat û evîndariyê pêk tê. Pirtûk 160 rûpel e. Kesên bixwazin dikarin bi rêya e-mailê bixwazin: barsaumo@hotmail.com

Me ji Yusuf Dikmen pirs kir ku, çima navê hesretê welat e?

“Ez li wir çêbûme û mezin bûme. Zarokbûn û ciwanbûna min li wir reng girtiye. Ez perçeyek ji xaka wir, çiya, erd, kevir, ba, çand û toreyê wir im. Xwezaya wir ez afirandime û reng daye hîsên min. Lewma di helbestên min de xweşiya welêt xwe dide der.

Bi hemu aliyê xwe, rojên xweş û rûpelên reş, bi hezkirin û lehengiyê, welatê min reng dane helbestên min. Her aliyek ji welêt mîna wêneyekî ne. Wêne dikevin ser peyva, peyv dibin helbest û rengê welêt û hesreta welêt distînin. Hêviyên me di wan de hatine bicîkirin. Û pêşeroja me.

Ez ê berdewam bikim û qala welatê xwe bikim. Zarokên me jî dê me fêm bikin û ji bo hesretê bi dawî bihênin dê bixebitin. Lewma hesreta welat mijarek giring e û cihê xwe di helbestên min de distîne...”


Yusuf Dikmen kî ye?

Em wî bi navê ‘Barsaumo d´beth Gauro’ nas dikin. Barsaumo ye navê wî yê kurt e. Yusuf hinekî fermî ye. Bi eslê xwe ji Torê, ji gundê Urdnus/Arnas ê ye. 1976 an hetiye Swêdê.

Di rêkxistinên Asurî/Suryaniyan de kar kiriye û bi pirsên civakî daketiye. Ji 1984 an bi Sosyal Demokratên Swêdê re kar dike. 10 salan di Federasyona yekgirtî ya biyaniyan-SIOS de weke nûnerê Asuriyan kar kiriye.

Di gelek kovaran de makaleyên wî belav dibin. Ji bilî xebatên antolojiyê, sê pirtûkên wî derketine.

- Assur i Exil, 2004 (Swêdî)
- Moder assyria, 2005 (Swêdî)
- Özlemin adı vatanmış, 2009 (Turkî)