lördag 28 maj 2011

Bi Nivîskar Evdile Koçer re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -3-


Agehdarî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

- Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn, Evdile Koçer kî ye?
Evdile Koçer: Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyaye. Di gelek kovar, malper, rojname û antolojiyan de nivîs û çîrokên wî derketin.
Heta niha bi navê ‘Govendistan’ û ‘Mirin’ du pirtûkên wî derketine. Her wiha pirtûka ‘Koçername’ jî ji çapê re hazir e.  Wekî din vêga li ser ‘Çîrokên Kûçikan’ pirtûkeke nû hazir dike!

- Di stiranên kurdî de, di çîrok û serpêhatiyan de, di romanan de dîmenên erotîk piralî hene. Lê hosteyê dîmenan têra xwe xurt in, serkevtî ne. Dîtina te li ser "hezkirina kurda ji bo dîmenên erotîk" çi ye?
Evdile Koçer: Hezkirina kurdan bi tenê pala xwe dide hezkirina wan ya dirûtiyê. Her kes bi tena serê xwe an jî di wê „zindana xwe ya tarî“ de wekî birçiyên xelayê van dîmen û vegotinên erotîk dixwîne û dadiqurtîne, lê çi ecêb e ku dema ev kes têne cem hev jî van dîmenan wekî bêexlaqiyekê an jî wekî xayîntiya nivîsê bi nav dikin. Helbet ev jî pala xwe dide çanda nîvfeodal ya cemaetbûna civakekê!
Di wêjeya devkî bi taybetî di stranan de dîmenên erotîkî li gorî tevnsaziya xwe xurt û lihevhatî ne. Mesela, Miradko dema ku di straneke xwe de distre, „Sing û berê gula min xweş e…”, meriv ji herîkin û çîroka stranê fêm dike ku gelek lê hatiye.
Ev yek di gelek stranên kurdî hema bêje wisa lihevhatî ne.
Sedema vê yekê; 1- Kurdiya van dîmenên erotîkî gelekî tîr û kûr e. (Min lihêf û doşek xwar, min serê memikê te xwar… -ji devê Miradko-) 2- Vegotina van dîmenên erotîkî xwe her dem di devê stranbêj û rihê civakê de parzûn dike heta ku tê digihîje îro. (Memê wê bûye firo…Miradko) 3- Awaza dîmenên erotîkî û awaza dengê stranbêjî gelek caran hevûdû temam dikin û dimeyînin. (Serê singê zêrê zer e… serê memika xurme ye… Miradko)
Li hêla din, xwendevan fêrî çanda nivîsê nebûye. Mesela, dema ku dengbêj û stranbêjên wekî Miradko, Hiseynko, Emînê Erbanî û hwd. behsa ‚ Serê memikan’ dikin, guhdêr xwe hildavêjin û govendê digirin, lê rihê xwendevan eleqeyeke zêde ji vegotina nivîskarî re nîşan nake, an jî gelek caran li dijî vê yekê dertê, gotegotiyê dike û dev davêje şexsiyeta nivîskar bixwe!

- Dîmenên erotîk ku di edebiyata devkî de hene, di dema derbaskirina ser rûpelan de, bi sansurê tê beramberî hev. Nivîskar pirsê bi tirs derbasî ser berhema xwe dike. Çima?
Evdile Koçer: Ev sansûr, mixabin ji hişê sansûra siyaseta kurd tê! Xwegirtin û muhafazakariya siyaseta kurd ya van 30 salên dawî xwe berdaye ser pêlên wêjeya kurdî ya nûjen jî. Hin berhevkar û nivîskarên ku edebiyata gelêrî berhev dikin, xwe gelek caran wekî nobedarê namûsa civakê dihesibînin û xwedêgiravî li ser navê paqişkirin pêşketin û modernîzmê hin dîmen şayes gotin û vegotinan dikesixînin û datînin ser aşê nivîsa kurdî; lê piştî demeke din jî tê dîtin ku ev aş bi vî aqilî nagere.
Ji ber ku ew kes kêm zêde ji ilmê filoloji û folklornasiyê dûr an jî bêpar in! Mesela em bêjin camêrek dema ku bixwaze li Afrîkayê li ser ziman an jî çîrokekê lêkolîn bike, berî her tiştî hewl dide ku wî zimanî fêr dibe. Lê li cem me rewşeke pir trajîk heye: aqilê tirkmancî, korezaniya welatparêziyê, stûnên ronesans û modernîzmê li cem me şaş şîn dibin.
Weke ku çawa hin kes dixwazin ji jor ve demokrasiyê bînin civakê, her wiha dixwazin bi vî rengî wêjeyê jî ji jor ve bihûnin û ava bikin. Loma gelek caran bêhna werger û zimanekî din ji berhem û nivîsên wan tê.
Jixwe ev tirsa ku tê dikeve hiş, ji nezantî û korezaniyê tê û gelek caran navê wê dibe, „sansûr“ an jî qaşo nûjentî an jî tişteke din.
Çawa ku mirov qurmê darekê bêyî ku kor bike neqilê erd û bexçeyekî din dike, her wiha divê ew dîmenên erotîkî yên di nava wêjeya devkî de jî bi vî awayî neqlî ser kaxizê bibe, nexwe em ê nikaribin rihê civakekê jî neqlî pêşeroja xwe bikin.
Helbet meseleya me ne çawayî û hêjayiya vegotinê ye, mesele berdewama şopa doh û îro û sibe ye!

- Çine ew sînor ku dîmenên erotîk dike, berhemek porno? Ji bo çîrokên kurdî sînorek çawa dikare bê danîn?
Evdile Koçer: Helbet sînoreke kifşkirî ji bo vegotina erotîk û porno tune. Ev sînor ji fahmkirin û têgihiştina edebiyatê ya nivîskar û xwendevanan dest pê dike. Bi ya min divê sînorek jî neyê danîn; bi balixbûna wêjeya kurdî re dê dîmen û vegotinên stewîyayî yên erotîkî vî sînorî kifş bikin.
Weke sînorê di navbera eşq û seksê de, sînorê erotîk û pornoyê jî gelek caran tên digihîjin hev û dîsa ji hev vediqetin. Têgihiştina insanî van sînoran bi nav dike û ji hev vediçirîne.
Erotîk, bêyî ku meriv rasterast behsa seksê bike, vegotin û verêsandina şehweta eşqê ye. Xeyal-bêjî û estetîzekirina jihevûduhezkirin û hevûduxwestinê ye! Tahmjêhilanîn û avjeniya rihê eşqê ye.
Lê porno bêtir rontgen-kişandin û tazîkirina bedenê ye. Rol-dizîn û vehûnandina edebî ya req û beloq e. Tir li ku, das li ku’bûyîna vegotina dîmenên erotîkî ye. Lê helbet ev sînor dîsa dimîne li ser vegotin û têgihiştina nivîskar û xwendevanî.
Jixwe li gorî maneya wê ya ferhengî jî (li google-yê binêrin!) erotîk, çîrokbêjiya eşq û hezkirinê û porno jî pala xwe dide çîrokbêjiya fahîşetiyê.

- Di berhemên te de rewş çawa ye?
Evdile Koçer: Ev bersiv bila bimîne ji xwendevanan re, dê baştir be. Lê di hin çîrokên min de -li gorî kompozîsyon û mijara çîrokê!- ez gotinê dispêrim qehremanên xwe. Exlaqê mijar û qehremanên min, ji exlaqê civakê bêtir mûhîm e! Ez bêjim heke ku nivîskarek ji ber baweriyên xwe rojê pênc danan nimêj jî bike, divê bikaribe ‚nimêj’a pênûsê jî baş bike û divê bikaribe mesela çîrokeka lezbiyenekê jî baş bihûne.
Di çîrokên xwe de heke ku ez keçikekê/zilamekî bi vegotineke erotîk ve tazî bikim, ez dixwazim ku rihê xwendevan jî bêyî ku bi xwe bihese bi vî awayî tazî bikim.  

- Bikaranîna dîmenên wisa di çîrokan de giring e, an na? Çima?
Evdile Koçer: Ev mesele bi ser kompozisyon û tevnsaziya hemû çîrokê ve ye. Heke ku mijar û vegotina çîrokê biherike ser cihoka erotîk û şehweta eşq û seksê, bi ya min divê nivîskar destê xwe jê nekişîne û berê vê cihokê neguherîne; nexwe ev jî otosansûrek e!
Heke ku mijar ji ser maseya xwarinê biçe ser odeya bihevşabûn û razanê, heqê nivîskar tune ku deriyê odeya razanê bi ser çavê xwendevan de bigire û behs neke, nexwe ev jî neheqiyek e li hemberî xwendevan; helbet meseleya xweş(ne)vegotinê mijareke din e.
Meseleyeke din jî em gelek caran jibîr dikin. Wêje, bixwe‚mê’ ye. Heke em dêna xwe bidine zayenda çend gotinên wekî Wêje, Edebiyat, çîrok, roman û hwd. jî, ev gotin bixwe jî ‚mê’ ne. Vêca dema ku dor hat ser vegotina hin dîmenên erotîkî, divê rihê vê vegotinê bêtir ‚mê’, nerm û zindî be. 09 heziran 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

Bi nivîskar Lokman Polat re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -4-


Agehdarî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

- Di romanên kurdî de dîmenên erotîk zêde nayên bikaranîn û mirov dikare bêje ku pirs carna dikeve ber sansûra nivîskar. Lê romanên te berevajiyê wan e. Dîmenên erotîk hene û tê gotin ku, dîmenên te ekstrêm in. Dîtina te çiye?
Lokman Polat: Bi pîvanên ku pêrgî kelemên sansûr û otosansûrê dibin, mirov nikare berhemên edebî bi mêjiyek azad biafirîne. Mijarê romanên min, ne çîrok û serpêhatiyên klasîk in. Ji hemu şêweyê sansur û tabuyan dur in. Ji bûyer û çîrokên dema îro hatine hilbijartin. Dîmenên erotîk bi xwestin û hîsên îro hatine xemilandin. Evîna di romanên de min bi tevayî li ser bingeha hîs û hezkirina kurdî hatine avakirin. Lê xwestin, hîs û dîmenên erotîk modern in, û bersiva dema me didin. Dîmenên îro, di jiyana normal de hene. Lê di berhemên kurdî de cî negirtine. Lewma dîmenên romanên min ekstrêm tê dîtin.
- Şehweta wê jî û ya min jî rabû. Wê bi nava pişta min girt û ez tev kişandim ser xwe û em bi hevdu ve zeliqîn”…

Di romana te de dîmenên wisa hene. Dîmen hinekî vekirî tê xuyanîkirin. Dîtina te çiye?
L. Polat: Dema mirov bala xwe bide peyvan dê bê dîtin ku, dîmen qala demekê dike. Ew jî şadîmaniya du kesan e. Teferuatên zêde tune ye. Lewma dîmen xwezayî ye, nebuna teferuatan wê ji berhemek pornoyî dur dixîne.

- Di romana Robîn de, tolaziyek bê sînor heye. Bav jî tolaz e û law jî nê kêmî wî ye. Tolazî bi tevayî pirsgirêkek mêra ye, an na? Paya Mêrê Kurd çiqas e?
L. Polat: Hebûna tolaziyê (çapkin) di dîroka mirovahiyê de têra xwe kevnare ye. Îro jî di civatên pêşketî de tolaz pir in. Pirs, bi modernbûna civatê, pêşketina azadiyê û mêjiyê mirovan, dikare rengê xwe bide guhertin. Hevdu fêmkirin û bawerî zêde bibe.
Mêrê Kurd jî beşek ji yên dinyê ne. Di dema xortaniya wî de, hevnaskirina bi keçan re jê re hatiye qedexekirin. Hevfêmkirin, hezkirin  û biryara jiyana bi hevre hatiye sînorkirin. Adet û toreyan, baweriyên olî dora wî rapêçaye. Pîvantiya mêraniya wî bi pirsên din ve hatiye girêdan. Lewma di kilamên kurdî de pirsa ”çavbirçîbûna mêran” heye.
Li dijî vê yekê klam û klasîkên kurdî dengên xwe bilind kirine. Di klasîkên kurdî de, jin jî mêr jî li dijî van sînoran serî radikin û pirsê eşkere niqaş dikin.
Pêwîst e em li ser sedemên tolaziyê kur bibin, nekû tenê berê rexneyên xwe bidin tolazan.

- Ez dixwazim qala dîmeneke din ji Romana te bikim: ”Min ewkê xwe hino-hino xist hundir. Min xwe hêdî hêdî bir û anî. Ew ji ber şehwetê dinaliya. Wisan li xweşiya wê hatibû, ku ez maçî dikirim, dimêtim, dalêstim…”  
Eger ev dîmen ne pornoyî be, çiye?
Lokman Polat: Dîmen, erotîk e. Şadimaniya rûhî dihêne zimên. Pir wêrek e. Li gorî pîvanê me dikare hinekî exstrêm be. Lê dîmenek wisa wêrek, ku tercumanê hîs, hezkirin û şadîmaniyê ye nikare weke dîmenek pornoyî bê dîtin û hejmartin.

- Dema qalaromanên bi dîmenên eşkere” tê kirin, Lokman Polat tê bîra gelek kesan. Dîtina te li ser pirsê çiye?
Lokman Polat: Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de hene. Wan berî min dest avêtine pirsê. Di romanan de, Bavê Nazê, Helîm Yusif, Mehmed Uzun, di çîrokan de Firat Cewerî û Gabar Çiyan ûhwd gavên hêja avêtine.
Min ji awira dîmenên wêrek ve gavek e zêde avêtiye. Ev yek tê dîtin, lewma qala min tê kirin. Çend meh berê, nivîskar Mîr Qasimlo gaveke din avêt û romana ”Dîmenên Keserê” n ivîsî. Wî ji aliyê dîmenên eşkere û bilindbûna etîkê ve dewlemendiyek mezin pêşkêşî Edebiyata Kurdî kir.

- Di romanên te yê pêşerojê de, dîmenên wisa dê hebin an na?
Lokman Polat: Belê, di berhemên min yê pêşerojê de ez ê cî bidim dîmenên wisa. Pirtûka min ya nû ji novelan pêk tê. Navê wê ”Weke Hungiv” e. Berhem bi zimanek bilind û dîmenên rengîn hatiye nivîsîn. Ji xwe berdewama romana Robîn jî bi navê ”Kodnam Viyan” derketibû…
Di edebiyata Kurdî de pirsa dîmenên erotîk giring e. Gelek spas ku we dosyak wisa amade kir.  Gava we wêrek e. Xebatên we çi  tabu û sansuran nas nake. Lewma taybetiya we di media Kurdî de heye, tê dîtin û qalkirin. Ez berdewama serkevtina we dixwazim.

Lokman Polat ki ye
1956 an de li Licê hatiye dinyê. Berî 80 î çend caran ji aliyê dewletê hate girtin. Bi 10 sal hepis hate cezekirin. Mecala xebatên polîtîk li ber hate sînorkirin û ji ber xetera girtin û zîndanîkirinê di 1980 î de derket derveyî welêt.
1984 an û vir ve li Swêdê dimîne. Kovara ”Helwest”ê derxist û di rêvebiriya Hêviya Gel de xebitî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsên wî belav dibin. Hetanî niha 27 pirtûk nivîsîne. Giraniya xwe edebî ne...

Romana Robîn
Casanova kurdan Robîn, bavê xwe kurd, dayika wî rûsî ye. Navê bavê wî jî Robîn e. Dayika wî Rosalîn e. Dê û bavê wî li Bulgarîstanê tên cem hevûdu. Hayê bavê wî ji hemîlebûna Rosayê tune ye. Robîn mîna sêwiyan mezin dibe. Kalikê (dapîr) wî ajanê KGB bû. Di derheqê cihê bavê wî de ne bê xeber e. Li ser soza ku cihê bavê wî jê re bêje, dibistana bilind dixwîne û dibe ajanê KGB. Piştre diçe Sûriyê û Tirkiyê. Di gel xebatên ajantiyê, têkiliyê bi kurdan re datîne û fêrî kurdî dibe. Dide pey şopa bavê xwe. Bavê wî jî Robînê biçûk di xewna xwe de dibîne û hewil dide ku li Rosayê û lawê xwe bigere.
Lêgerina herdûwan ji dil e. Lê tolaziyên bav û law, vexwarina şarabê, kirina dansê û bêhnkirina dîlberên cewaz dibin sedem ku planên wan bi derengî bikeve. Romana Robîn bi dawî tê. Lê hesreta hevdûtina Robîn û Rosalînê, û lawê wan di nêvî de dimîne…

Pirtûk di nava weşanên Veng de, di adara 2004 an li Stnebolê derketiye. Bi kurdî ye û ji 173 rûpelan pêk tê. Navnîşana xwestinê: lokman-1polat@hotmail.com. 13 heziran 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

Bi nivîskar Zeynelabdîn Zinar re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -5-



Agehdarî: Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…

- Ji kerema xwe re xwe bide nasîn, Zeynelabidîn Zinar kîye?
Zeynelabdîn Zinar: Ez di 1953 an de li bakûrê Kurdistanê herêma Reşkotan li gudek bi navê Hedhedkê hatime dinyayê. Ji malbateke oldar im; bav û bapîrên me tev mela bûne. Ji ber hindê di nêv eşîra Pencînaran/Bavikê Weliyan de, ji famîla me re Mala Melan tê gotin. Min pêşî bi zimanê kurdî û di Medreseya Kurdî de xwendiye, ji bo xwendinê li gelek herêmên bakûr geriyame û min li vê xwendinê yazdeh sal domandiye. Destpêka nivîsandina min a bi kurdî, piştî dîtina kurseke taybet, di 1963-64 an de bi elîfbêtika erebî çêbûye. Di 1968 an de, min li Diyarbekirê dest bi xwendina tirkî ya bi navê IMAM-XETIB kiriye. Di duwazdehê Adara 1971 ê de, piştî derbeya leşkerî, ez jî mîna gelek xortên Kurd bi tawanbarkirina ”Qomunîstên Kesk” ji mektebê hatime dûrxistin. Piştre min li Belediyeya Êlihê dest bi karê memûrtiyê kiriye û yazdeh sal domandiye. Herweha min li wirê dest bi xwendina lîseya şevê jî kiriye, heta Cuntaya Leşkerî ya sisiyan ku ez hatime girtin.  Ji 1980 hetanî 1984 an, heşt car hatime girtin. Îşkenceyên bi sosret li min hatine kirin, di girtina sê caran de, 178 roj îşkence li min hatiye kirin (Piştre min pirtûkek bi zimanê tirkî jî nivîsiye, navê wê  Îşkencede 178 Gun ango Di îşkencê de 178 Roj). Yekê adara 1984an, Dadgeha Leşkerî ya Nimre 1, pênc sal sezayê girtîgehê û 20 meh jî sirgûn daye min. Ez di dawiya eynî salê de reviyan û çûme li Swêdê bi cih bûme. Piştî tedawiya min di neh salan de li Nexweşxaneya Xaça Sor ya li Stockholmê, leşsaxiya min normal bûye. '

Xebata min a kulturî zêdetir li ser Folklora Kurdî û latênîkirina berhemên kevin û lêkolînên cihê çêbûye. Ji 1985 hetanî Adara 2008 an, 82 pirtûkên min hatine weşandin. 24 ji wan klasîkên kurmancî ne û pirtûka navdar ku 10 cild in, bi navê XWENÇE folklora Kurdî ye, hinek pirtûkên mi ji çîrokên folklorî yên zarûkan in, hinek lêkolîn in û yên din jî ev babet in. Di sala 2006, 2007 û 2008 an de, min deh-duwazdeh semînerên cuda li Tirkiye, li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dane. Herweha ez beşdarê hin programên çandî ên taybet bo radyo û televizyonan jî bûne. Gelek meqale û heypevînên min di kovar û ronameyên cuda cuda de hatine weşandin.

- Stiran, çîrok û serpêhatiyên kurdan ji awira dîmenên erotîk têra xwe dewlemend in. Kurd li ber van stiranan dîlanê dikşînin. Lê li aliyê din jî baweriya kurdan pirên xwe îslam e...
Zeynelabdîn Zinar: Ev rastiyek e û diyar e jî ku stiranên folklora kurdî bi peyv û gorinên erotîk dagirtî ne. Yanî peyvên wisa ”mustehcen”  hene ku di  axaftina normal de mirov nikare bibêje, lê di stiranên evînî de pir bi hêsanî têne gotin. Dema ev cûre stiran ku li civat û caxiyên gundan li ba mele, şêx, axe, sofî, seyîd û wekî din têne gotin, tev bi hev re ”tewînî” dikin û serê xwe jî pê re dihejînin.
Kes ji wan nabêje ku ev gotin eyb in, an fedî ne. Gotina peyvên erotîk ên wisa pir normal û rewa dibînin. Ji ber ku van peyvan, cihê xwe di Folklora Kurdî de girtine Kurd xwedî lê derdikevin. Folklora Kurdî beşek ji Çanda Kurdî ye. Çand tiştekî cuda ye û ol û ayîn tiştekî din e. Niha bi piranî nasnameya ola Kurdan Erebî ye, lê nasnameya van tiştên erotîk di Folklorora Kurdî de Kurdî ye. Ji ber hindê ev hawe ji aliyê hemû çînên Kurd ve rewa hatiye pejirandin.

- Ji awira olî ve nêzîkbûna kurdan çawa dikare were nirxandin?
Zeynelabdîn Zinar: Ol û ayîn tiştekî cuda ye, çand û toreya nijadî tiştekî din e. Ev yek di nava piraniya gelan de wisa ye. Lê belê di nava Kurdan de, pêgirtina bi çand û toreya kurdî ve zagoneke pir hişk e. Nimûneya vê diyar e ku ev e bêtirê heftsed salî ye Kurd ne di hebûna xwe ya siyasî de dijîn, lê pir grêbestê bi tore, çand û zimanê xwe ve ne. Ji van meseleyan zêdetir, pir tişt hene ku ola Îslamê qedexe jî kirine, lê di nava Kurdan de bi awayekî rewa têne domandin. Herwekî cergebezê ango govenda ku jin û mêr dikevin milên hevûdu û direqisin li Kurdistanê pir normal e; rûniştina jin û mêran di yek avahiyeke sergirtî de ji aliyê olî ve bêdestûr e, lê di nava Kurdan de rewa hatiye dîtin. Mînakên wisa pir hene.
Çendî ku hin caran û li hin deveran, hin kesên oldar/olprest ên wek mele, şêx û kesên wisa li dijê tiştên toreyî yên Kurdan derketine, lê nikaribûne ku xwe li hember awira civatê bigirin. Wek mînak: Mele dibêjin ku def û zirne heram in. Bihîztina dengê wan hewbe (guneh) ye. Lê ew nikaribûne bibin asteng ku def û zirne di dawetan de neyên lêxistin. Îcar ez dîdevan im ku dema li hin gundan def û zirne di dawetan de hatine lêxistin, mele û hin sofî ji gund derketine û dûr çûne da ”ew dengê heram” neyê wan.

- Di medreseyên kevnare yên kurdan de, li pirsa ”di edebiyata kurdî de dîmenên erotîk” dîtinên oldarên kurdan çawa bû?
Zeynelabdîn Zinar: Di vê warî de dîtina oldarên Kurd, dîtina axe, maqûl, xuyanî, mîr, beg û gundiyên Kurd li ser dimenên erotîk, yek tişt bûye. Li gelek civat û caxiyan, ez bûne dîdevan ku dema yekî stiranên evînî gotiye, behsa sing û berê evîndara di stiranê de, behsa memik û pêsîrên wê, ya zend û boqilên wê yên çîl û gewr kiriye û hemû kesên li civatê bi ken û kêf pê re tewînî kirine û xwe rast û çep birine û anîne.
Çewa niha jî tê dîtin, dema hin stiranên folklorî li ser evînê têne gotin, mirov nikare ji heq û hisabê jimartina dîmenên erotîk û peyvên mustehcen derkeve.
Mesela di stirana Hiso û Nazê de, eynî weha tê gotin: …Hiso dibê nazê, zimanê xwe derxîne ez lê bimijim, belkî ev êşa di canê min de derkeve….
Herweha nemir Ehmedê Xanî jî di MEMOZÎNê beşa 25 an de bi awayekî eşkere û zelal, dema ku Tajdînê kurê Skender û Zîna Zeydan zewicîne, di şeva pêşî de li ser wan weha gotiye:
                                   
Ew çende bi yek ve radimûsan
Newbe nedidane hev li bûsan
Tîra ku ji acê berhedef bû
Amanci bi sefweta sedef bû
Nebl hative, neslî ma di wê da
Nesla xwe ji can û dil bi wê da.
(Amac ji peyvika  ”ac”, ”nebl” û ”tîr”ê, organê cinsî yê Tajdîn e.)
Herweha Melayê Cizîrî jî bi awayekî eşkere danasîna laşê evîndara xwe kiriye û mû bi mû ji hev veçirandiye, lêv û pêsîr lê peritandine û xwe di nava misk û mawera wê de noqav kiriye. Lê awayê ku di klasîkan de hatiye kirin, bikaranîna navên van tiştên erotîn, ne bi kurdî, lê bi zimanine din hatine gotin, ji ber hindê ew peyv wisa beloq nayên dîtin.
Ji xwe tiştekî din jî di psîkolojiya Kurdan de ev heye, dema yek behsa tiştên erotîk û mustehcen bike, lê eger navê wan organan ne bi kurdî bêje, xasma eger bi erebî bêje, pir normal e û tu kes bêzî nade nîşandan. Min mînakên wisa bi dehê caran dîtine. Herweha dema ku mele bêje ”LA HEYA FIDDÎN” ango fihêtî di olê de tune, piştre dikare anatomiya jîndaran bi rêç û wêne bide nîşandan.

- Îro li gelek aliyê welatê me, ol û îdeolojiyên cuda hene, ev aliyê edebiyata kurdî, ne li ser bingeha zaniyariyê û ne ji aliyê pisporan ve tê nirxandin. Nirxandinên şaş dibe sedema sansurkirina dîmenên erotîk. Mirov çawa dikare rê li ber vê çûna şaş bigire?Ç
Zeynelabdîn Zinar: Rast e ku îro li gelek herêmên welatê me, gelek ol, ayîn, rêçik, îdeolojiyên olperestî yên pircuda û pirtexlît hene. Divê ez vê rastiyê jî bibêjim ku Neteweyê Kurd hetanî dawiya Sedsala Nozdehan jî, hemû tore û tewrên xwe yên nijadî ku ji aliyê ola Îslamê ve gelek jê qedexe jî bûne, dîsa bêkêmasî bi cih anîne. Îcar çi hatiye serê Kurdan, piştî 1923 an bûye. Forma Îslamî wek kultur, piştî vê tarîxê di nava Kurdan de cihê xwe girtiye. Xasma jî piştî 1961 ê, Îslama siyasî bi awayekî hişk Kurdan di binê xwe de nixumandiye.
Ev aliyê edebiyata kurdî di dîmenên erotîk de, bi zanîn û li ser bingeha zanyariyê hatiye avakirin, herweha ew ji aliyê pisporên Kurd ên berê ve jî bi awayekî rêkûpêk hatine nirxandin. Ji ber ku ew kesên berhemên klasîk afirandine, zanayên pir mezin bûne. Wan berhemên xwe li ser Folklora Kurdî avakirine, herweha tê de gelek peyv û hevokên erotîk jî bi kar anîne, çewa ku li jorê ev behs di Memozînê de jî hatiye kirin, di gelek klasîkên din de jî têne dîtin.
Rast e ku nirxandinên şaş dibe sedemê sansorkirina dîmenên erotîk û seqetî dixe vêjeya kurdî. Lê mirov bi riya ragîhandin (bûjenên wek televizyon, radyo) û çapemeniyê  dikare rê li ber vê rêveçûna şaş bigire û mejiyê xelkê xwe di vê warî de ruhn bike.
Lê belê nehezên Kurd û Kurdistanê jî vala ranawestin, wek nimîne: Li Başûr li malan digerin û ji dayîkan re dibêjin ku ”navên axterî li zarûkên xwe deynin.” Li Bakûr li malan digerin û jin û keçên Kurd bi riya olî kom dikin û mejiyê wan bi sabûna zeytûnan dişon.

- Te hejmarek bilind ji klasîkên kurdî derbasî ser rûpelan kiriye. Tu dîmenên erotîk di berhemên kurdî de baş nas dike. Dîmen bi zimanek xurt û kur hatine xurtkirin. Dîtina te li ser huner û zimanê wan dîmenan çiye?
Zeynelabdîn Zinar: Erê rast e ku min hejmarek zêde, klasîkên kurdî/kurmancî ji elîfbêtika erebî veguhaztine alfabeya Latênî û wek pirtûk dane weşandin. Bi baweriya min, jimara pirtûkên wisa gihaye 24 yan 26 an. (Binerin li malpera me: www.pencinar.net) Ez li gorî xwe, dîmenên erotîk jî di berhemên klasîk ên kurdî de dinasim. Di klasîkên me de, dîmenên wisa bi awayekî pir xurt jî hatine bikaranîn.
Lê belê dîtina min li ser huner û zimanê wan dîmenanên erotîk ev e ku xelkê Kurd ê normal jê fêm nake. Lewra çewa ku min li jorê jî behs kiriye, nemir Ehmedê Xanî ji organê cinsî yê Tajdîn re peyvika ”ac”, ”nebl”a erebî û ”tîr”a kurdî gotiye.  Herweha tiştê herî balkêş û pêzan ev e ku Kurdên Bisilman tu carê bawer nakin ku peyveke erotîk di nivîseke bi tûpên erebî de hebe.
Ez ê li ser vê meselê rûdaneke ku min bi çavên xwe dîtiye, bêjim: Sal 1976-77, ez ji sûkê diçûm malê. Di rê de sofiyek hat pêçiya min û kaxezekî reklamê goreyên jinan da destên min û pê re jî giriya, got: ”Ez qurban, ka biner, kafiran vî rûpelê Quranê avêtine nava rê…” Min bala xwe dayê ku nivîsa li ser kaxez avzêr e, wêneyê çîpa jinekê li serê ye û dibêje ku dema jin vê goreyê têxin nigên xwe, zilam bi şehweteke zêde li wan mêzedikin…
Dema min bi sofî da zanîn ku ev kaxez reklama çîpên tazî yên jinan e, got: ”Ma bi ereb jî tiştê wilo dibe?”

- Di berhemên edebî de xeter hene ku dîmenên erotîk bibin pornoyî. Mirov çawa dikare rê li ber bigire?
Zeynelabdîn Zinar: Niha xeter tune, lewra kultura civaka me, niha destûr nade vê yekê. Lê di pêşerojê de, eger Kurdistana mezin têkeve jiyanê, demeke dirêj Kurd di azadiyê de bijîn û eger azadiya aborê ya ferdî cihê xwe bigre, hingê dibe ku xetereke wisan derkeve holê.
Rewşenbîrên Kurd serpêhatiya Şêxê Sen´anî dizanin ku ji bo keça keşeyekî, çûye Ermenistanê û bûye Fileh, heft sal jî şivantiya berazan kiriye, hêj keçikê dane wî. Mirîdên Şêx jî li hawîdorê dêrê civiyane û daxwaza Şêxê xwe û jina wî kirine, wan Şêx û keça keşe anîne û hatine Kurdistanê.
Mesela: Ji niha ve hin hunermendên Kurd, helbestên Cizîrî û yên Feqiyê Teyran ku li ser evînê hatine gotin, di televizyonên kurdî de dibêjin, hem jî bi awayekî wisa serxweş û mestane dilorînin ku bê daxwaz be jî, kêfa cuwanan ji wan re tê.

- Beşek ji nivîskarên me di romanên xwe de, dîmenên wisa zêde bikar nahênin. Dîmenên wisa têne sansurkirin. Sedemên sansurê ji ber çi ye?
Zeynelabdîn Zinar: Ev nivîskarên Kurd ku niha roman, çîrok û tiştên wisa dinivîsin, zêdetir ew bi kîkaj çandê hatibin dagirtin, bi wê dest bi nivîsandina xwe dikin, bi wê çandê berfirehiya berhema xwe didomînin û her wisa jî xwe digehînin dawiyê.
Erê dibe ku filan nivîskar du fakulte jî xwendibe, lê eger ageh ji çad û Toreya Kurdî nebe, mafê wî tune ku ew romanên kurdî binivîse. Lewra dema ku mirov roman bi çi zimanî binivîse, divê mirov ji nêv çarçova çanda wî zimanî dernekeve, herweha dibê mirov romana xwe bi meselok û gotinok û biwêj û gotinên pêşiyan ên wî zimanî xweş û şên bike.
Çi kurdê ku roman bi kurdî binivîse, berî nivîsandinê divê wî gelek berhemên folklora kurî xwendibe, gelek berhemên klasîkên kurdî xwendine, virde-wirde berhemên bi zimanê kurdî xwendibe, piştre eger xameya wî jî sertûj bûbe, hêj dikare bi kurdî roman binivîse.
Di nivîsa romanan de, divê ji bikaranîna peyv û wişeyan zêdetir, divê bikaranîna daçekan, rêzkirina peyvan di nava hevokan de bi awayekî rêkûpêk were bicihkirin. Ya herî girîng jî ev e ku divê forma zimanê kurdî neyê guhartin. Ha ev tiştên ku hatin gotin eger bi cih werin, hingê mirov bi hêsanî dikare roman jî, berhemên wekî din jî binivîse.

Berpirsyariya nivîsê/pirtûkê pir heye. Nivîs heta ku nehatibe çapkirin, dîlê mirov e û malê mirov e. Lê piştî ku hate weşandin, îcar mirov dibe dîlê wê û xwediyê wê jî êdî xelk e. Ka xelk çi puwan dide nivîsê, ew puwan rûmeta mirov kêm dike û zêde dike. Eger puwanên rind bêne dayîn, ew nivîskar dikeve nava qulçavkên dilê xelkê xwe û nemir dibe. Lê bi vajiyê wê, zehmetê nivîskarî pê dimîne. 18 heziran 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

Bi helbestvan Xîzan Şîlan re: Di Edebiyata Kurdî de dîmenên erotîk û etîk -6-


Tebînî: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…
- Çima kaniya te ne, dîmenên erotîk?
Xîzan Şîlan: Li helbestên kevnare temaşe bikin. Yên nûjen bixwînin. Kîja ji wan ji wê kaniyê bêpar mane? Bêyî vexwarina ava wê kaniyê, çiqasî serkevtî ne?
Dîmenên erotîk şerbet in, ava jiyanê ne. Ez her roj jê vedixwim, xeyalên min di helbestên min de, mîna skeletekî, bi xwîn û goşt dibin, dixemilin.
Dîmenên erotîk xweşkbûnên xwezayî ne. Ez evîndarê wa me. Bi wan re dijîm. Pênûsa min hêza jiyanê ji wan digire.
Ez sergêj im, sermest im û derbeder im,
Li xwe digerim,
Di bejn û bala xezalekê de,
Di tîrêjên awirên dîlberê de,
Li xwe vedigerim,
Xwe dibînim...
- Di jiyana rojane de, dîmenên erotîk bala te dikşînin an na?
Xîzan Şîlan: Hezkirina dîmenên wisa mîna evîn û hezkirina kulîlkekê, ya gulekê ye. Dişibe evîna bilbilekî li hemberî gulê. Weke ku mirov li ber derya Wanê rûne û ava wê ya hêşîn temaşe bike. Ji xwezaya wê têr nebe ye.
Belê dîmenên erotîk bala min dikşînin. Keçek delal jî dikare bibe mijara helbestek ji yê min. Lê çarçoveya xwe, ji zimanê edebî, evîndariya xwezayî ya helbestê û etîka wê derbas nake. Pênûsa min wêneyên nazik û nazdar diafirîne. Jinê bilind dike, rêz nîşanî xweşikbûna wê dike…
- Ji kerema xwe re nimuneyekî ji helbetsên xwe bide me…
Xîzan Şîlan: Gelek helebestên min hene. Ez dixwazim nimuneya ”Dîlbera Nazdar” pêşkêşî we bikim:
DILBERA NAZDAR
ez
di xitimandina peyvên xwe
ên sist û pist de
eşqa xwe diyarî
dilê te yê berketî dikim
li perestgeha koşka dilê te
melodiya xwezgîniyê
dilorînim
ji çarguliyên porê te yê xumrî
bêhna gulên biharê tê
bi bayekî xerîb re
li hinava canê min belav dibe
di melûliya neynika awirên te de
xwe dibînim
tu
bûyî bîranîneke
ji tîrêja heyva çardeşevî
di giyanê min yê newêrek de
li ber pencera hilmgirtî
evîndar û bendewarê te me
xulamê koşka dilê te me
li gerdana te ya qedîfe
morî û mircanan
dineqşînim
ji pêta ramûsana lêvên sor
şerbeta gerdeka şevên te
vedixwim
dil û gurçik
di kelkela henasa gewriya te de
hatin biraştin
êdî bese were
qêrîn û hawar
di gewriyê min de
fetisî
dergûşa nava dilê min
di bin lihêfa xewnên xwe de
aşt bike
westîbûna laşê bîranînan
li ser doşega qefesa xwe
vehesîne
ji piyala dest û lepên serxweşan
meya hesreta qolincên te
dinoşim
şewata agirê cotmemikên te
di axîna maçên lêvên xwe de
diguvişim
bêhna qurnefîlan
ji navika te ya nazik û nermik
difûre
şewqa çira awirên xwe
li dor bejn û bala te ya fîdanî
direqisînim
tu
heyîna min a jîndarî
çavkaniya helbesta
li ser lêvên pênûsa min î
xweşbêhna gula baxçeya min î
rengê xemla fîstanê hevrîşimî
di kefa mista xwe de
vedişêrim
min
girnijîna lêvên te ya nazdar
di nasnameya kezeba xwe de
kola
riya xwe
di pisûlaya sewdaya te de
winda kir
û berê xwe da oxira felekê
ez
mişextê melûliya çavên te me
mehkûmê zîndanên xemzeya te me
li dadgeha bejna te ya zirav
têm darizandin
di bijang û ebrûyên te de
dilbirîndar im
were
bi lezeta zimanê xwe yê hingivî
kul û birîna eşqa min bikewîne
dilbera min
berxa min
yara min
sorgula min

- Mirov dibîne ku dîmenên wisa eşkere di roman û çîrokan de kêm dibin. Xeterên li pêşiya helbestên bi dîmenên erotîk hatine xemilandin, çi ne?
Xîzan Şîlan: Xeter dikarin piralî bin. Mîna hebûna me û zimanê me, edebiyata me jî di ber êrîşên plankirî de ye. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Ne hêsan e, lê divê em edebiyata xwe ji bandora wan êrîşan biparêzin.
Ne tenê binîvisînin, her wisan bi wan nirxên xwe re bijîn. Berhemên me yên nû, ji kaniya edebiyata kurdî ya klasîk avê vexwe û bi gavên modern bigihêje cihek bilind…

Xîzan Şîlan kî ye
Di 1955 an de li gundê Incova bi ser Cihanbeyliyê ve hatiye dinyê.
Qeza Cihanbeyli li Anatolia navîn e. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Konyayê dixwîne. Di wan sala de dest bi nivîsîna helbestan dike, di berde jî bi xebatên muzîkê dadikeve.
Di 1978 an de derdikeve derveyî welêt. Li Almanyayê 6 salan dimîne. Nivîsîna helbestan li wir jî domand. Di şev û şahiyên kurdan de stiran digot. Zimanê malê kurdî bû, lê cara pêşî kurdî nivîsîn li derveyî welêt dest pê dike. Paşê vedigere welêt.
Di sala 1987 an de tê Swêdê û li Stockholmê bi cî dibe. Sê pirtûkên wî yê helbestan hatine belavkirin: Xem û Xeyal, Acilarin sokagi, Nameyek ji rinda min re. 01 tirmeh 2008

Not: Ev nivîs û tevayê nivîsên min li ser pirtûk û edebiyata kurdî, bi rêya ajansa min, ”Zarathustra News” anjî ”EuroKurd News” di medya kurdî de belav bûne. Spas ji bo eleqata nêz ya medîa kurdî.

fredag 27 maj 2011

Ingmar Karlsson û pirtûka wî ”Kurdistan – landet som icke är”



Karlsson 1942 an de, li Burseyda Swêdê hate dinyê. Aborînas, olnas, dîplomat û rojhilatnas e. Di 69 an de dest bi xebatên dîplomasiyê li Bogotayê dike. Pasê li Wîyana, Sam, Aman, Pekin, Pragê dixebite. Karlsson, ji 2001 û vir de Konsolosê gistî yê Stenbolê ye.

Taybetiya konsolosxaneya Swêdê li Stenbolê ew e ku, giraniya xwe ji bo têkiliyên Tirkiyê û EU, têkiliya aborî, pirsa mafê mirovan û perwerdê bêhtir e. Karlsson ne tenê konsolos e. Her wisa rêvebirê "Saxê Hevkarî û Têkiliyên Swêdê û Tirkiyê" ye. Mirov dikare bêje ku, avabûna vê saxê bi hatina Karlsson bo Stenbolê, 2001 î de dest pê dike. Armanca saxê wisa ye:

- Pistgiriya Tirkiyê bo endametiya Yekîtiya Ewropayê- EU
- Çareserkirina pirsên giring yên polîtîk, aborî û civakî li Tirkiyê û li ser van pirsan danûstandin bi Tirkiyê re
- Li ser pirsên çandî, adet û tore û olî hevdu fêmkirin û gavavêtinên nêzîkbûna li hev
- Raçavkirina pirsên li basûrê Ewropa, Kafkasya û Asia navîn...


Xebatên wan gelek caran li "Enstîtuya Swêdê ji bo Lêkolînê li Stebolê" pêk tên. Enstîtu di 1962 an de ava bûye. Ji bo niqasên cewaz, pir caran pisporên herdu welatan li wir dicivin, xebata xwe dikin. Endamên wan bêhtir ji kesên bijarte, dîplomat û akademisyenan pêk tê...
Çareserkirina pirsan bi rêya diyalogê slogana dîplomasiyê ye. Dîplomat statukoya ku heye dibînin. Bi pîvan gavan dihavêjin. Ji awira dîtin, pêsniyar, raçavkirina berjewendî, peyman û pirsên stratejîk ve lîstikvanên xurt in. Zîrek in.

Rola Ingmarî li Stenbolê diyar e. Ew konsolos e. Ew jî mîna niwênerên welatên din, gelek caran di danûstandina bi Tirkiyê re, ji bo parastin û pêsxistina berjewendiyên Swêdê, û li ser bingeha têkilî û peymanan gavan dihavêje.

Xebata Karlsson ya "Kurdistan", ne berhema wî ya pêsî ye. Hejmarek pirtûk nivîsîne. Pirtûka wî, bi navê "Kurdistan" ku rengên tîpên xwe ji "Al a Rengîn" pêk hatine, lê bi pêveka "Landet som icke är" bi realîteya îro û mesajdayîna derve ve girêdayî tê dîtin, dê bibe cihê gelek niqasan. Lewma dîtina min jî, mîna xebata Karlssonî, dikare ji hinek aliyan bi erênî û besek jê jî neyênî bê pejirandin.

Weke ku li jor jî hate qalkirin, Karlsson ji çend aliyan ve pispor e. Pirtûka wî, bi aliyên wî yên xurt, di gel hîsên însanî û bi zimanek dîplomatîk hatiye hunandin.

Awira Karlssonî li ser doza Kurdî bêhna "Rojhilatnas Karlsson" û "Dîplomat Karlsson" jê difûre. Çarçevoya mafê mirovan jî di xebata wî de heye. "Mirov Karlsson" di gelek deveran bi cesaret derdikeve pêsberî mirov. Anku helwêsta "Svenssonê mirovhez" yê ku toreyî û mafparêz e, divê li ber çavan bê girtin.
Dîtina wî ji bo parastina peymanên fermî û statukoyê jî dikare di çarçoveya "Saxê Hevkarî û Têkiliya Swêdê û Tirkiyê" bê nirxandin.


Kurteanalîzek li ser xebata wî

Di pêsgotina wî de, armanca wî wisa hatiye formulekirin. Ew, li ser pêkhatina pirsgirêka Doza Kurda û nakokiyên îro kur dibe. Ji dewletek serbixwe bêhtir, pirsê herêmî dibîne. Li mafê Kurdan yê mirovahî, çandî û hevwelatiyê erênî dinêre û dê wisa nêzî pirsê bibe...

Di detpêkê de, li ser pirsa coxrafya, ziman û olên li Kurdistanê bi dirêjî radiwetse. Li ser pirgirêkên standartnebûna zimanê kurdî dîtinên balkês pêskês dike. Pirsên diyalektan, karanîna tîpên cewaz ji xwe re dike bingeh û hinek ji sêweyên kurdî, ne weke dewlemendî, lê mîna zimanên cewaz nîsan dide...
Dîtina Karlssonî li ser standekirina zimanê kurdî dikare were fêmkirin. Lê nîsandana diyalektan weke zimanên cewaz, fantazî ye...


Dema mirov bixwaze, Destana Kawa bi zimanek ji derveyî Kurdî bixwîne, divê bi xebata Karlssonî dest pê bike. Zimanek kêser û edebî rengek xwes daye destanê.
Mem û Zîn û bilindkirina Ehmedê Xanî jî besek lê hêja ye. Karlsson ne yekser be jî, mesajên Xanî dighêjîne neslên îro:
"Mem û Zîn ji gelê Kurd û herêmên Kurdan re ku perçe bûye û nikare bighêje hev, bûye sembol. Ehmedî Xanî ku weke Sekspîrê Kurdan tê nasîn, banga xwe dighêjîne Kurdan ku, yekbûna xwe xurt bikin û dijîtiya hev nekin. Ew dixwaze ku, kurd di bin pêsengiya reveberekî ji bin zilma faris û tirkan rizgar bibin..." .
Kesên bixwazin vê mesaja Karlsson ya erênî binirxînin, dikarin bi gelek wateyan bar bikin.


Di çavkaniyên Ewropiyan de Kurdistan, xalek balkês e. Ji hejmarek kesên li ser Kurd û Kurdistanê nivîsîne, besan dide. Ew kesên di Kurdistanê re derbas bûne û bi kurdan re bûne dost û anjî hatine dijî hev, di vê xalê de xwedî cihek rengîn e. Ji awira wan ve nerîna li Kurdan û Kurdistanê xalek giring e.
Pêsketina neteweperestiya Kurdan, besek lê hêja ye. Pistî salên 1800 î û serîhildanên Mîrê Kurdan li gelek aliyên Kurdistanê tê de cî digire. Avakirina alayên Hemîdiye pêlkirina mafên neteweyên din, bi rêya vê hêzê rêlêgirtina netewîbûna kurdan, eskere dihêt zimên. Dîtina Karlsson li ser mijarê dikare wisa bê formulekirin:

Rêvebirên alayên Hemîdiye di perwerdeya taybetî re derbas bûn. Besek ji esîrên ereban jî tê de cî girtin. Alayên Hemîdîye, ji aliyekî di navbêra Kurdan de (esîr) hevkarî xurtir, li aliyê din rêvebiriya wê, bi rêya talan û hovîtiyê jiyana xwe didomand...

Mîna alayên Hemîdiye, parêzgerên gundan (Koy Korucusu) yên îro, pistî sed salî, ji bo ku li dijî PKK ê bikar bihênîn, hatin organîzekirin. Parêzger, ji aliyekî hevkariya nav esîreta xwe xurt dikin, lê li aliyê din jî, rê li ber hereketa Kurdî ya neteweperest digirin... 

Karlsson di hinek besên xebatê de PKK ê rexne dike. Lê awira wî li jor dê bibe cihê niqasê.

Hereketa Kurdî: Duhî asî îro terorîst

Karlsson ji serîhildana Koçgîrî, ya Sêx Seîd tê hetanî roja me. Di besek rexneyên xwe li aliyê rastiyê be jî, ji bandora yekalî ya dîtina fermî rizgar nebûye.

Di arsîva dewleta Swêdê de, ji bo lêkolîna serîhildanên kurdan xebata min çêbû. Xebatên konsolosên wê demê, giraniya zimanê xwe fransî ye. Besek bi swêdî jî heye.
Karlsson bi xwe di dema xwendina destpêkê ya zaniyariya dewletî de, giraniya xwe dabû fransî. Tayînkirina wî bo Stenbolê sensek mezin dayê de ku ji nêz ve li ser raporên konsolê berî xwe, yên li ser kurdan nivîsîne, kur bibe.
Dema mirov bi dirêjî li raporên Konsolosên Swêdê "Legation De Suede" yên pistî salên 1900 î binêre, raporên li ser serîhildanên Kurdan analîz bike, bi taybetî li ser serîhildana Sêx Seîd û yên din kur bibe, dinêre ku, Karlsson gelek caran bi durbîna konsolosên berê nêzî pirsê dibe. Dîtina wan dikare bi kurtasî wisa bê nîsandan:


Hereketa Kurdan wek xeterek li dijî sekularîzmê hatiye pejirandin. Serîhildanên kurdan weke mafê her miletekî ji bo azadiya xwe bêhtir, bi asîbûna li dijî sîstemê, statukoyê tê dîtin. Asîbûna duhî, mixabine ku îro bi cil û bergên nû, navê modern girtiye û bûye terorîst.

Karlsson, her çiqasî qala hiskiya dewletê dike jî, gelek caran rexneyên xwe bi zimanek dîplomatîk û bi hosteyî nerm kiriye.
Dewleta kur li Tirkiyê û mîsalên mîna "Susurluk", "bombekirina pirtûkxaneya li Semdinliyê" û "Ergenekonê", helwesta Tirkiyê ku "qanûnek ne demokratîk radike û yekî din dixe sûna wê", Karlssonî jî hêrs dike. Li ser pirsê dîtinên xwe dihêne zimên, û ji bo Kurdan nerîna, "dana mafê çandî û karanîna zimanê kurdî di resmiyetê de" erênî ye.

Karlsson, berê xwe dide Serokomarê Iraqê û Rêvebirê PUK ê Celal Talebanî, Serokê KDPI û Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. Ser û nakokiyên di naw wan de çêbûne nîsan dide. Herêmê wek "federasyona di nava yekî din de" de binav dike, anku herêmê di bin rêvebiriya "du sîrketên malbatî" de dibîne. Sermayeya Talebanî û Barzaniyan bi dest xistine bi qasî "400 milyon dolaran e", dibêje. Li gorî wî, "tevayê dezgehên dewletî, di navbêra endamên herdu malbatan de hatiye parkirin. Sîstem li ser bingeha esîrtiyê ava bûye, kopiyek ji ya Saddam e. Kontrola li ser hemu karan didome, bertîl bi destê hardu aliyan tê xwarin".
Karlsson, di gel van rexneyên xwe tê ser pirsa bingehîn, û tirsa xwe ya avabûna dewletek kurdî li herêmê dihêne zimên. Paykirina dewlemendiya basûr, bi perçeyên din re bêmecal dibîne. Tirkiyê, ji bo girêdana Herêmê û Kurdên parçên din bi Europayê re, weke pirekê dibîne. Lewma çareseriya pirsgirêkên perçeyên din, li wan welatan, rastir dibîne.


Rêvebiriya herî xirab ya Kurdan ji ya romiya bastir e

Pir eskereye ku, li ser pirsên demokrasiyê, mafê mirovan, bertîl û talana li herêmê, weke Karlsson, gazinên me jî ji rêvebirên PUK û PDKI ê hene. Gelek caran qala vê awira neyênî li herêmê tê kirin. Em ê bikin.
Lê ji nimunên dîrokî pir eskereye xuyanî dike ku, rêvebiriya herî xirab ya kurdan, ji ya romî, ereb û farisan pir bastir e.
Talabenî pistî qonaxek dirêj, tecrûbe û sebirê hate cihekî. Îro ew Serokomarê Iraqê ye. Barzanî jî wisa. Herdu rêvebirên Kurdan li hemberî tehdît, operasyonên dewleta Tirkiyê û zoriya dewletên din, serê Kurdan nekirin. Bi vê helwêsta xwe gavek e dîrokî avêtin. Rawestandina li dijî helwestên serê birakûjiyê, delîla herî mezin ya bicîhistina berjewendiyên esîrtiyê ye. Xurtbûna helwestên netewî ye. Êdî peyva Karlssonî qal kirî, ya Nurî al Seid nema suda xwe heye. "Kisîkên zêra" jî nema dikarin berê hêzên kurdan zûbizû bide hev.


PKK

Gazinên me jî PKK ê hene. Bi taybetî israr û eksa wan bi zimanê tirkî hinekî nerm bûbe jî, organên wan bi tirkî ne. PKK jî di nav de, mirov li benda hêzên Kurdan e ku ji bo parastin û pêsxistina zimanê Kurdî gavan bavêjin.
Divê hêzên Kurdan nekevin hemberî hev. Mîna PUK û KDPI ê xwedî helwest bin, ji dijberiya hev dur bikevin.

Cesareta Karlsson û qalkirina efûyekê, bas e û dikare bibe çirûskek ji bo destpêka qonaxek nû ya asitiyê.
Pir eskereye ku ser û operasyonên Tirkiyê li derveyî sînorên xwe, bas nehatiye nirxandin. Operasyonên Tirkiyê û Îranê, tenê weke serê li dijî PKK ê nikare bê pejirandin.
Herdu welat bi balafirên ser, malê tevayê mirovahiyê têk dibin, anku xwezaya Kurdistanê, jehr didin. Agir bi dar hêsiyanî û heywanan dixînin. Xweza Kurdistanê li ber çavê însanetiyê tê qetilkirin. Îro jî daristanên Kurdistanê disewitin.
Divê qetla xwezayê bê rawestandin. Êrîsên militerî xwezayê qetil dike, her wisa stabilîzasyona li aliyê Herêma Kurdistanê qels dike, têk dibe.
Dil dixwaze ku Karlsson vê awirê jî bibîne û bisopîne.

Karlsson ber bi dawiya xebata xwe, rewsa Kurdan li her çar aliyê Kurdistanê, Lubnan û Kafkasyayê dinirxîne. Di bin sernivîsa "Utopiya Kurdistana Mezin" de dîtina xwe li ser çareserkirina Doza Kurdan dihêne zimên. Li ser pêsketina Herêma Kurdistanê û tevayê welêt dîtinên Karlssonî Balkês in. Mirov dikare wisa formule bike:

Serxwebûna Kosova, jihevcudabûna li Çekoslovakya û welatên din rewsa xwe cuda ye, mirov nikare ji bo çareserkirina Doza Kurdan weke mîsal nîsan bide. Kurd nebûne xwedî sembolek netewî mîna Garibaldi û Bismark ku dest bavêjin pirsê û rêvebiriya wê bikin. Ji bo neteweperestiya kurda rêve bibe çi Atakurdek (!) ji nav rêvebirên wan peyde nebûye.

90 sal in ji ber cudabûna wan ji hev, di wan de cudahiyên çandî, zanîna neteweperestî û polîtîk pêk hatiye. Cewazî di karanîna zimên, alfabeyan de jî çebûye.

Welatên  cînar û yên li dijî avabûna welatek wisa, ji bo berê hêzên kurdan bidine hev û têkçûna wan bidest bixînin, çi pêwîst be dikin û dê bikin. Weke mîsal serê li bakur di navbêra PKK û dewletê de çêbûye, nikare tenê weke serê Tirkiyê û gerîla bê dîtin. Ser her wisa navxweyî ye û berê PKK û parêzgerên gundan jî ketiye hemberî hev. Fersendên wisa gelek caran hatine karanîn ku, rêvebirên dewletê, wir wêran bikin.
Suriye, Tirkiye, Iraq û Îran dabeskirina sînorên xwe napejirîne. Lewma pêwîstiya Kurdan pêsî bi mafên mirovan û yên hevwelatiyê heye.
Dema qonaxa demokrasiyê bi erenî li herêmê dest pê bike, ev yek dê bandora xwe li hiskiya neteweperestiya kurdan jî bike. Pêsketina sosyoekonomik dê ber bi basiyê ve here.
Li Ewropayê hizirkirina dewleta netewî cihê xwe dide yê herêmî û sînorê dewletên netewî derbas dike. Em ê binêrin, ev pêsketina li Ewropa dê bandorek çawa li Tirkiyê û Rojhilata navîn bike.
Ji bo çareseriya pirsê, rola kurdên li derveyî welat mezin e. Ew dikarin bi dîtinên dewlemend û demokratîk pistgiriya pêsketina welatê xwe bikin.
Li basûrê Kurdistanê bingeha xwendina bilind bi herdu zimanên kurdî (!) tê danîn. Zanîngehên li wir dikarin bibin navend ji bo tevayê xwendevanên kurdan ji her çar aliyê welêt. Çanda kurdî û edebiyata kurdî li wir pês dikeve. Herêm herku diçe dibe navendek ji bo çanda kurdî û zaniyariya polîtîk. Gelek pisporên Kurdan têne wir. Emerîka û Ewropa besdarî pêsketina civatê dibe. Dema qonax wisa berdewam bike, Kurdên li derveyî welêt dê ji welatên cînar re nabin tehdît. Ew ê bibin sedem ku, demokrasiya li welatên cînar pês bikeve.

Pêsketina giloverî sudên xwe dighêjine kurdan. Kurd ji rêvebiriya sêx û axa derbasî qonaxek nû dibin. 5 kanalên tv kurdî ku wesanê dikin hene. Ew bi Kurmancî û Soranî wesana xwe dikin. Têkiliyan kurdan li welêt û derveyî welêt bi rêya telefon û internetê xurt dibe. Êdî çi kes nema dikare rê li ber zimanê kurdî ji awira ragihandinê bigire. Buyerên li Kurdistanê dibin hayê kurdên din yekser jê çêdibe. Êdî bi metodên hisk û militerî nema dikarin rê li ber xwestina kurdan ji bo mafê polîtîk û çandî bigirin.

Çend peyvên dawî

Bi kinahî,
- dema mirov "binavê" pirtûka Karlssonî "landet som icke är" bi sedema meslekî ve girê bide,
- muhtaciya kurdan li bajaran bi girêdana desthilatdariya faris, tirk û ereban ve girê nede,
- dîtina Kurdistana Mezin bi statukovaniya mesleka dîplomasiyê ve girê bide,
mirov dikare bi gelek aliyan re bi Karlsson re li hev bike.


Pirtûk bi zaniyariyên eskere û sergirtî barkirî ye. Têra xwe fermî ye û mesajên xwe dighêjîne gelek deveran.

Nêrîna niwênerên EU li Doza Kurdî û fêmkirina wan giring e. Karlsson ji vê awirê ve sensek mezin dide mirovî.

Weke gelek berhemên ji çapê derketî, ev berhem jî û nirxandinên li ser bên kirin jî dê bibe cihê niqasê. Bi rêya niqas û rexneyên erênî, encamên erênî bi dest dikevin. Mirov hêvî dike ku, rexne û analîzên nû rê ji bo qonaxekî nû û çareseriyek demokratîk veke.

Em jî pê bawer in ku, neteweperestiyek li ser zanabûn û tecrûbeyan ava bûyî, ji birakûjiyê dûr, ji mer e pêwîst e. Di gel wan, parastin û pêsxistina zimanê kurdî dê me bighêjîne armanca dawî.
 
Em bi vê peyva dawî bi te re ne Karlsson:

Dema Yezdan deriyekî digire li aliyê din bi hezaran vedike.
Berê me li Lalêsa Pîroz e, û bi rêya Zerdestê kal ji Yezdan dixwazin ku wan deriya zû veke. 20/09-2008

Navê Pirtûkê: Kurdistan - landet som icke är
Çap: 2008, Falun Swêd
Wesanxane: Wahlström & Widstrand
Rûpel: 240
Ziman: Swêdi