måndag 11 april 2016

Romana serhildana "QEWMÊ ÇIYÊ": Qêrîneke Bêdeng- RINDÊXAN

"Mala Eliyê Ûnis" an "Qewmê Çiyê", bêhtir bi serhiladana 1925 an, li herêma Xerzan hatine nasîn. Xerzan, bi rûbar, deşt û rêze çiyayên bilind û erdên bereket, balkêş e. Eşîra mezin, bi girêdan û domandina jiyana azad li ser xaka bav û kalan tê nasîn. ”Mala Şeref” ku rêvebiriya herêmê dikin, koka xwe dirêjî mîr û maqûlên mintîqê dibin. Ew gelek caran bi Qewmê Çiyê an Mala Eliyê Ûnis tên binavkirin, ne tenê bi berxwedana xwe, lê belê bi mêranî, zanabûn û merdiya xwe jî nasdar in.

Rêvebirên gelê kurd, di dawiya Şerê Mezin de, ji bo azadiyê, giringî dane tifaqa navxweyî û têkiliyên derve. Dîplomasiya Mîr Ebdurezaq Bedirxan, têkiliyên bi Rûsya re, xebata li ser tixûbên welêt û hewildana diyalogê bi rêvebirên kurda re, îro jî li benda lêgerîn û lêkolînên piralî ye. Her wiha, pêşketina hereketa ”Azadî” û planên Xalid Begê Cibrî ji bo rizgariyê hêviyên mezin dida kurda. Lê girtina Xalid beg û rêvebirên din, bandorek neyênî li armanca wan dikir. Berî plan û têkiliyên ji bo yekîtiyê bighêje armanca xwe, serhildana Şêx Seîdê Pîran dest pê dike. Qewmê Çiyê jî li herêma xwe berxwe didin. Şer mezin dibe.

Derbarê serhildana Şêx Seîd hatiye nivîsîn. Lê kar û xebata Mîr Ebdurezaq Bedirxan, Xalid Begê Cibrî û berxwedana Mala Eliyê Ûnis çend salên dawiyê bala lêkolînêrên kurda dikşîne, ji wan re dibin mijar.

Romana helbestvan û lêkolîner Kamran Simo Hedilî a ”Qerîneke bêdeng - RINDÊXAN”, serhildana Mala Eliyê Ûnis ji xwe re dike mijar. Bi alîkariya karakterên bingehîn, serokê mala Şeref, Mihemed axayê kurê Eliyê Unis, Xanima wî Rindîxan, keça wî Rindêxanê û Fermandarê dewletê Tahirê Tuj, pêşî salên piştî Şerê Cîhanê, rewşa kurda, armanca Mîr Ebdurezaq, Xalid Begê Cibrî, rêxistina Azadî û planên turka ronî dike û paşê jî li ser mijara xwe î bingehîn kur dibe.

Mihemed Axa mirovekî dilovan, têra xwe şareza û zana ye. Şiyar e, dîrok û çanda xwe dinase. Serhildana Şêx Seîd ji nêz ve dişopîne û hayê xwe jê heye. Fermandarê dewletê Tahirê Tuj, ji bo têkbirina kurda, li herêma Xerzan, wezîfedar e. Bi hovîtî û hişkiyek kesî nedîtî, êrîşê dibe ser gundan, jin û zarok tên kûştin. Nûçeya nexweş didin Mihemed axa. Ew jî gazî bira û şêwirmendên xwe dike, pirsê ji nû ve dinirxînin. Biryara berxwedanê û şer didin. Di heman demê de, li tifaqa eşîr û hêzên cînar digerin, dan û standina navxweyî xurt dikin.

Rindêxana keça Mihemed Axa, ku destgirtiya Sebrî ye, eşqa wan li herêmê nasdar e, bi hev re perwerda olî qedandine, li ber zewacê ne. Lê şerê giran rê li ber dawetê digre, biryara dawetê li paş dixe. Sebrî ne tenê bi ciwaniya xwe, lê belê bi mêranî û şervaniya xwe deng daye. Rindêxanê jî wiha. Li malekî mezin bûye ku, li wir ferqiya jin û mêran zêde tune ye. Jin, xwende û zana ne. Perwerdê dibînin. Dixwînin û mîna şervanan mezin dibin. Taybetiyên Rindêxanê têr dike ku, mîna Sebrî here êniya şer. Dema xebera reş, şehadeta Sebrî tê, êdî zewac û kêfa dinyê li xwe heram dike. Rola wê di eniya şer de mezintir dibe.

Birakûjî û îxaneta navxweyî pişta kurda herdem şikandiye. Tahirê Tuj, bi alîkariya nexêrxwazên kurda û hêza di emrê xwe de, bi top û çekên nûjen, êrîşên xwe zêdetir dike. Çiya bi leşkeran dadigre, xeleka çardora kurda roj bi roj tengtir dike.

Kurdên çiyayî berxwe didin. Bi êrîşan, hêzên wan belav dikin. Lê çekên kurda ne modern in. Yekîtiya wan qels e. Alîkariya wan kêmtir, peydekirina çek û beran, xwarin û vexwarinê dijwartir dibe.
Di eniyekê de, Mihyedînê lawê Rindîxanê brîndar dibe. Wî di şikeftekî de ji bo dermankirina brînê, diveşêrin. Rindîxan, bi çend jinan re ji bo dermankirina brînê û rizgarkirina wî diçin şikeftê. Lê çardorê wan ji teref hêza turka ve tê pêçan. Rindîxanê, soza ji Mihemed axa re daye bi cîh tîne, teslîm nabe, xwe ji çiyayên bilind davêjê xwarê.

Rindêxanê, di eniya şer de, bi koma xwe berxwe dide. Hêzên turka, dora komê digrin, riya çûn û hatinê qût dikin. Şerê wan bi rojan didome. Hejmara şervanan, alavên şer, xwarin û vexwarin kêmtir dibe. Rindêxanê brîndar dibe û hêsîr dikeve. Bi hinceta zewaca bi serleşkerekî tirk re li hev dikin. Plana zewacê li Farqînê cihê xwe dide bûyerek balkêş. Artêş berê xwe dide Farqînê. Dema tên ser Pira Mala Badê, Rindêxanê, dixwaze cara dawî li pirê binêre. Îcaze digre û bi carekê re xwe ji ser pirê berdide jêrê.

Mihemed axa, rêvebirê hereketê, teslîmbûna napejirîne, biryara koçberiyê ber bi hêla Binya Xetê dide .
Romana Rindexanê, lehengî, zanatî û fedekariya Jina Kurd, di şexsiyeta dê û keçê de, dihêne rojevê. Girêdana bi evînê û dildariya jinê, dike cihê niqaşê. Li ser mijara azadiya jinê di nav eşîretên kurda de, me ronî dike. Û şervaniya jina kurd û mezinbûna dayikên kurda radixe ber çavan. Du lehengên winda, du şêrejinên kurd, Rindîxan û Rindêxanê bi me dide nasîn. Cihên di dîrokê de heq kirine, dide wan û bi zimanek bilind û edebî bê mirin dike.

Nivîskar bi vê romana dîrokî, me, debarê eşîra mezin, Qewmê Çiya, rola wan a dîrokî û serhildanê ronî dike. Herêmê bi me dide nasîn. Li çiya û newalan digerîne. Têkiliyên eşîrê, bi serok û eşîrên cînar re dihêne bîra xwendevan. Serhildanê, bi xurtbûn û qelsiya xwe, radixe ber çavan.

Roman, bi zimanek bilind hatiye nivîsîn. Nivîskar, peyvên li ber windabûnê û hatine jibîrkirin dihêne bîra xwendevanan: Gef lê xwarin, serî çemînin, kozik û çeper, pozberanî, kezî kurkirin, pixêrî.
Roman berî niha Li Amedê di nav weşanên Aram de derket û belav bû. 


Kamran Hedilî bi eslê xwe ji Hezexê ye, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, PEN a Kurd e û di rêvebiriya Enstîtuya Kurdî a Stockholmê cî digre. 1982 an ve dinîvisîne. Hinek ji kitêbên wî ev in: Lorîna Pênûsê (helbest), Helbest Çiye (lêkolîn), Pêxemberê jibîrçûyî Manî (roman), Ji Enfalê şevek e bê sibe (destan). Me xwe gehand nivîskar Kamran Hedilî û pê re hevpeyvînek pêk anî. Em bi we re parvedikin.

- Derbarê serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dersimê kêm zêde hatiye nivîsîn. Lê derbarê serhiladana Mala Eliyê Ûnis kêm hatiye nivîsîn. Sedemên wê çi ne?
Kamran Simo Hedilî: Memoste, berî her tiştî divê ku werê zanîn jixwe ronakbîrên me yên wê serdemê pir kêm bûn. Bi ser wê kêm bûnê de jî, neyar bi hemû hêza xwe êrîşî wan kir. Hin hatine kuştin û yên ku ji ber şûşên neyaran filitîn jî derbider bûn. Kesên ku karibin wan buyaran binivîsin nemabûn. Ji bona wê ku mirov bêje li ser berxwedanên hezar û nehsed bîst û pênca heta sî û heştan hin tişt hatine nivîsandin dê baştir be.
Ez di wê baweriyê de me ku di derbarê ti buyarên me de weke pêwîst ne hatiye nivîsandin. Ne di derbarê tevgêra şêx Seîd de û ne jî di derbarê berxwedana Dêrsimê de. Dibe ku hin tişt hatibin nivîsandin. Ew jî pir kêm hatine nivîsandin û gelekî kêm mane.
Heta mirov dikare bêje ji aliyê çandî ve nehatine nivîsandin. Gelo li ser wan çend roman, çend çîrok, çend filmên sînamayê, çend şano hatine nivîsandin? Çend tebloyên hûnerî yên ku wan buyeran tênin ziman hene? Bersiv mixabineke mezin e.
Li ser berxwedana Agirî û geliyê Zîlan mirovên me an jî ronekbîrên me çi dikarin bêjin? Ji sedî yekê dibe ku bêjin. Ji ber ku gelekî kêm hatiye nivîsandin. Em çiqasî Biroyê Heskê Têlî û derdora wî nas dikin? Li wê berxwedanê em çend fermandar û lehengê wê nas dikin?
Li wê berxwedanê ewqasî mirovên hêja û wêrek hene, navên wan jî nayê zanîn. Tenê dixwazim yek buyerê bêjim. Piştî berxwedana Çiyayê Agirî têkdiçe çil şervanên êla Mamediya digirin û ji wan dipirsin, ”we gelek eskerên me kuştin, hûn vêga ne poşmanin?” Bersiveke wisa didin, ”xwezî guleyên me neqediyan û me pirtir kuştibana. Ji bona ku we gund û malên me şewitandin, ne me yên we şewitandin.” Li ser vê bersivê hemiyan li wir li Girê Sor gulebar dikin.

Li her berxwedanê bi sedan mînekên wisa hene ku nehatine nivîsandin. Ji ber ku nivîskar û ronekbîrên me nehiştibû di derbarên yek berxwedanê de weke pêwîst ne hatiye nivîsandin. Li herêma Torê, Hezex û Nisêbînê berxwedanên lehengane bûn, lê dîsa mixabin nehatine nivîsandin. Gelek tişt hene ku divê werine nivîsandin û li benda nivîsandinê ne. Ez dikarim vê bêjim li ser hemû berxwedanan pir û pir kêm hatiye nivîsandin.

- Serhiladana Mala Eliyê Ûnis bi firehî di romana te de cî digre. Gelek agehdariyên nû jî hene. Ji kerema xwe re ji me re qala çavkaniyên xwe bike.
Kamran Simo Hedilî: Ez demeke dirêj li wê herêmê jiyam û min li gelek kalamêr û pîrejinên ku li wê berxwedanê jiyayî guhdar kir. Min li gelek stranên dengbêjan yên li ser buyarê, guhdar kir. Min ji kesên malbeta mala Elîyê Ûnis û nasên wan sûd wergirt. Lê her zêde min ji nivîsên apê Osman Sebrî sûd wergirt.

- Dijwariyên derketin pêşberî te çibûn û te çawa çareser kir?
Kamran Simi Hedilî: Min herî zêde ji navê rastî û navên ku li navbera rastî û ne rastiyê bûn zehmetî kişand. Mînek navê jina Mihemed axa, Rîndîxan e û dema kurê wê Miheyedin li ber çavên wê ser jê dikin, Rindîxan xwe ji lateke bilind tavêje çemê Şîpêr û dimire. Li ser stran jî hene.
Li hin deran tê nivîsandin û tê gotin ku navê keça Mihemed axa Rindêxan e û şervan e. Rindêxan di şer de birîndar dibe û dikevê destê leşkerên tirk. Ji bona ku xwe ji destdirêjiyê rizgar bikin, xwe di pira Malabadê de tavêjê çemê Batmanê û dimire.

Zehmetiya min kişandî yên din di dema ku min dest binivîsandina romanê kir, min nikarîbû herim welêt. Navên gundan, çiyan û sinorên wan li cihên wan binivîsim. Min çendî ewder dîtibûn û li wan jiyabûm jî, demeke dirêj di ser dîtina min re derbas bibû. Ji ber wê min navê hin gelî, newal, gund, çiya û kanîyan ji bîr kiribû. Her wisa min navên hin êlên ku li nav berxwedanê cih girtin ji bîr kiribû.
Ez li vir bi riya vê hevpeyvînê dixwazim spasî hêja Behcet Çiftçî û Nazim Îrkîn bikim. Hêja Behcet navên gelek gund û çiyan ji min re nivîsand. Min çi ji birêz Behcet xwest ji min re şand. Heta ji bona ez baş wan cihan binivîsim, wêneyên wan ji min re şandin.
Hêja Nazim jî nivîsên li gel wî ji min re şandin û min gelek sûd ji wan nivîsan girt. Ji bona ku kekê Nazim yek ji kesê malbetê ye, gelek agehiyên hêja li gel hebûn û ew nivîs dana min. Ji bilî van herdu rêzdaran, spasî hemû kesên ku ji min re bûn alîkar dikim.

- Armanca te bi nivîsîna vê romana dîrokî çi bû û çiqasî nêzî vê armancê bûyî?
Kamran Simo Hedilî: Memoste, armanca hemû nivîskaran ew e ku buyareke balkêş ji xwe re bikin mijare û wê mijara balkêş binivîsin.
Lê gelek sedemên min hebûn ku vê buyarê ji xwe re bikim mijar. Li wê serdemê keçeke kurd bi bav, bira û pismamên re xwe tivingê hildigirê û li dijî neyaran şer dike. Min pêwîstî dît ku xwediya wî giyanê pîroz binivîsim. Giyanê wê keça leheng ya ku li îro roja me derbasî bi deh hezaran keçên leheng bibû û min gelek ji wan xwedewendên hemdem nas kiribû. Min pir dixwest mijarek ku lehengiya jina kurd ji dîrokê werîne ziman binivîsim.
Sedemên din, berxwedana çiyayên Hezo û Sasonê nedihate zanîn. Gelek lehengê wê berxwedan nehatibûne nivîsandin û me ew nas nedikirin. Li wê berxwedanê lehengî, wêrekî û êşên wisa hebûn, lê hibra pênûsan ji bona wan binî ziman li ser kexezan sar nebibû. Dawî min biryar da ku vê qêrîna bêdeng di kesatiya keçeke leheng de binivîsim.

Mîna hemû berxewedanan li vê berxwedanê jî bi lehengiyan re, xiyanet, tirsonekî, xwespartina neyaran û xwefiroşiyên bêhngenî hene. Mirov ji xwe dipirse, çawa ev jî weke lehengên berxwedanê kurdin?

- Di nivîsîna romanên wiha dîrokî de, gelek karaktêr derdikevine pêş. Ev jî kar û berpirsiyartiya nivîskaran zêde dike. Tu pirsên wiha çawa çareser dike?
Kamran Simo Hedilî: Rast e, di romana wisa de gelek karaktarên cuda derdikevine pêş. Ev pir bûna kesên ku rol dilîzin, hem karê nivîskar zehmet dike û hem jî xwendevan di têgihiştinê de zehmetiyê dikîşinin.
Bêyî ku mafê kesên di romanê de winda bikim, heta ku ji min hat, min xwest kesên rola yekem, duyem û derdorên wan binivîsim. Min li jor got ku pir leheng û tirsonek hebûn. Ji bona wê min çiqasî xwest jî, dîsa di romanê de navê pir kesan derbas dibe. 


Zarathustra Gabar Çiyan

söndag 13 mars 2016

Bîranîna Mihemed Şêxo (1948-1989)

Vaye rêwî me, ji welatek dur, hêla bakur, dawiya dinyê didim rê. Dilê min siwarê hespê xezebê, pişta min li bayê kur û berê min li “Binya Xetê” ye. Hesreta 26 Newrozên ji bo ”hemu adaran te şiyar bikim”, dilê min kiriye dojeh, rondikên ji kezabê çavên min sor û sere min gêj kiriye. Morên reşûşîn ên ji ba û cemeda 26 çileyên reş, ku esmên ji gulokên berfê xalî nabe, laşê min sotandî ye. Seqema ji erd, derya û ava çeman ku ji tebeqên qeşayê safî nabe, hinavê min kiriye sarincok û mekanê zemherîrê. Deriyê xwe veke, min bi şewata stiran û dilê xwe î germ pêşwazî bike. 

Vaye têm. Dilê brîndar e, tiyê deng, stran û sohbeta te ye. Şiyarkirina Newrozekê û xwendina bilbila ser dara gula ber serê te, dermanê vî dilê brîndarê gîzanê ye. Ez, Weysel Karanê duwê, evîndarê, bê dîtin, sohbet û guhdarê cenabê te, ji dengê têla tembûra te dihelim. Bibe Hekîmê Loqman. Nalîna dilê te ye, mizgîniya buhiştê. Serdan û derketina hizura te ye, ji min re tewafa Qudsê. Bihêle, bila rû, lêv û çavên min, bi maçkirin, bînkirina axa bin nig û serê te, biçin tewafê. Bila bîna gula te, bibe kilîla destê Melekê Mewtê, dilê min pê nefesa dawî bide. Bila dengê stirana eşqa zaroktiya min dema kolandina gorê, bilind bibe:

”Şêrînê nû gihayê
Li ser min pir buhayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê.”

Tu bi meha adarê şa bû û her Newroz dê bi kûlîlkên biharê re şîn dibe. Her Biharê dê zarok, jin, keç, xort û por sipî bên serdana te, te bibîr bihênin. Vaye ez jî têm, dengê gelê min! Ne tenê te şiyar bikim. Bibim dergevanê ber gora te. Bibim şivanê dara gula ber serê te. Min qebûl bike, cihekî veqetîne ji min re, bibim cîranê te. Ji dur ve be jî, ji deng, tembur û sohbeta te mehrûm nemînim. Bihêle, bikevim bin siya dara te. Hemû adaran, bibim xizmetkar, bixêrhatina mêvanên te bikim. Em tev, ji çar aliyê welêt, bi yek dengî strana te bêjin û jana dilê te parvekin:

”Şêrîna min bir zalim neyara
Ez mame feqîr mam li ber dîwara
Ez bang dikim qêrîn hawara
Kî serhilîn ekî ji xew şiyar e.

Ser min zivistan, ka bihara min
Şêrîna min ket dest neyarê min
Wêli min qût kir ziman zarê min
Li min xopan kir şûn û warê min.”

”Bavê Felekê” û hozanê doza me, vaye buhar hat. Newroz, bi şahî û govendê bixêrhatine me dike. Li aliyekî şahî heye, li aliyê din ceng. Li hêlekî şînî û qêrîn e, li hêla din dengê lîlandina dayikan û xatirxwestina ciwanan tê. Daxwaziya azadî û aştiyê bilind bibe. Neviyên Selahadînê Eyûbî ne, ji çiyê heta zanîngehê, Mêrdîn, Kobanî, Mehabad hetanî Hewlêrê, di bin Ala Rengîn de, stirana te, a me dibêjin:

“Ay lê gulê gula mine
Şêrîna li ber dilê mine
Gulê nadim male dinyê
Ez li ser Gulê têm kûştinê.”


Mihemed Şêxo di dilê me, di dilê gelê kurd de dijî. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike, cihê wî buhuşta rengîn be. Di salvegera wefata wî de, wî bi rêz û hurmet bibîr dihênim. 09 Newroz 2016

Zarathustra Gabar Çiyan


söndag 6 mars 2016

Cihê helbestê û pirtûka "Payîza Pelweşan"


Gelek helbestvan û edebnasên biyanî, derbarê giringî û wateya helbetsê nivîsî ne. Pirsa "helbest çiye?" kirine cihê niqaşê, kurbûnê û lêkolînan. Analîzên wan, bi çavkanî û nimûnên rengîn bala me kişandiye. Her yek ji hêla xwe ve, bilindiya helbestê, cîh û giringiya wê ji bo ziman, çand, tore, bawerî û dîrokê aniye zimên. Bersivên wan, rê ji pêşketin û dewlemendiya edebiyatê re vekirî ye.

Gelo kirasê dirûtine, bi pîvan û tefsilandina xwe li edebiyata kurdî tê, an na? Analîzên wan bersiva, pirsa "helbesta kurdî çiye?", dide, an na?

Belê, ji gelek hêlan ve têr dike û dide. Lê divê mijar, berfirehtir bê girtin. Pêwîst e, "cîh, nirx û wateya helbesta kurdî" bi pênûsa edebnas û helbestvanên kurda û "bi kurdî" jî bersivên xwe ên xweser biafirîne.

Bê dewletbûna kurda, pirsgirêka herî mezin e. Her dewlet ji bo pêşketîna karên çandî û hunerî, alîkariyê dike. Edebnas û helbestvanên xelkê, bi berhemên xwe, him tên nasîn, rêz û hurmetê dibînin û him jî bi mafê weşanê dewlemend dibin û jiyana xwe xweş dikin. Li nik me berevajî ye. Pêşketina edebiyata Kurdî, bi qedera gelê kurd, azadiyê û fedekariya şexsî ve girêdayî ye. Edebnas û helbestvanên me, ji bo parastina ziman, edebiyatê kedek mezin didin. Nasdariya wan dikare bibe bela serê wan û bên girtin. Ji hatina mafê weşanê bêhtir, divê qala fedekariya şexsî ji bo nivîsîn, çapê û belavkirina berhemê bê kirin. Rewşa gelek helbestvan û nivîskaran ji hêla aborî ve zêde ne baş e. Lewre, wateya helbesta kurdî li benda lêkolînên piralî ye.

Gelo, ji bo kesên mîna min, evîndarên edebiyatê, helbest tê çi wateyê? Nirxandinên min, di çarçoveya ”rojnamegeriya çandî-edebî”, divê çawa bê pêşwazî kirin?

Cameran, şarezayên edebiyatê, pirs ronî kirine. Pîvanên wan giring in. Çarçova xebata rojnamegeriya çandî-edebî diyar e. Divê tesîra berhemê, teşwîk kirina ”nivîsîn û hizirkirina bi kurdî” jî neyê jibîrkirin. Û rexnegiriya dostanî bibe ”pira dilan”, di nav min û helbestvanan de.

Helbest, hevjîna min a dema tenêbûnê ye. Hekîmê Lokmanê dilê xembar û westan e, melhem dide êşa welatê xerîbiyê. Azadiya paca dilê min î bi deh kilîla xilkandî û zimanê minî di qeyd û bendan de ye. Dîroka hebûna min e.

”Payîza Pelweşan” giringiya helbesta kurdî anî bîra min. Bi xwendina helbestan re, dil sînor nas nekir, mêjî di nava fanstasî û xeyalan de winda bû, çû. Stêrikan bixêrhatina min kir, zerî û hûriyan dêriyê mêvandariyê vekirin. Di xewa ser ewrên şîn û seyrana welatê rojê de, bi dengê naqos û zengilê ”Melekê Mewtê” şiyar kir. Ez ketî û serxweşê helbestê bûm. ”Payîza pelweşîn”ê, ez kirim êsîr, evîndar û kuştiyê bi destê helbestê.

Divê ez eşkere bêjim: Ez ji nivîskarê kitêbê, Kadir Çelik hinekî bi gazin im. Çapa ”Payîza Pelweşan”ê, hinekî bi derengî xist, ji zû ve li bende bûm. Min çend ji helbestên wê jiber kiribû. Li nik min bibûn wek stranên Mihemed Şêxo, ”ay lê gulê” û ”nayêm dil derman nakim”. Dişibin fîlmek e kevnare, reş û spî, xatiratên min ên dema zaroktî û ciwaniyê bi rih û can dikin. Eşqa zaroktiyê dihênin bîra min. Li hêlekê, nezanî û xeşîmiya min, li hêla din, naza nazenînê. Şop û siya hêviya min a ramûsana pêşî ji hinarkên sêvesorî ye, dide perdeya spî, tê nîşandan. Ji heyecana evîndariya ziman û edebiyatê ne xalî ye, ew fîlm. ”Payîza Pelweşan”ê, beşek ji jiyana min, eşqa zaroktiya min dihêne zimên:

”De were! Em peyvên eşq û evînê di nav hev de bineqişînin
De were! Em ji kubariya zimanê dilan helbesta xwe bihunînin
De were! Bila destên te, dermanê dil li ser brînên min bigerînin
Bila hatina te êşên min tev bitevizînin.”

Helbestvan Kadir Çelik, ji kurdên Anadoliya Navîn e, li Swêdê dijî. Hesreta welêt, yarê, nas, dostan û êşa welatê xerîbiyê bandor li helbestên wî kiriye. William Shakespeare di ”Romeo û Juliet”ê de, êşa sûrgûnê wek mirinê binav dike. Peyvên Kadir Çelik jî wiha. Ew windabûnê jî li vê êşê zêde dike:

”Em li ku derê winda bûn
Bi ber kîjan bayê reş ketin
Kîjan destê bêbext
Bi kîjan qelemên reş nivisand ew qeder li ser eniya me
Di nav rûpelên kîjan dîrokê de ji bîr bûn rabirdûyên me
Di nav diranên kîjan guran de man dilên me.”

Mîna gelek helbestvanan, Çelik jî dide pey şopa Ehmedê Xanî. Mem û Zînê dike kaniya evîndariyê. Bi zimanê xwe î xweş û dîmenên zindî, hilmek e nû dide edebiyata nûjen:

”Ger tu av bî te venaxwim/ Ji eşqa te dil bi dax im
Bê pergal û bê qonax im/ Êdî neçarê te me
Ger şer bikî li hember jînê/ Binalî tim ji bo evînê
Mîna Memê li pey Zînê/ Êdî ne şervanê te me...”

Berhema giranbuha ”Payîza Pelweşan” berî niha di nav weşanên ”J&J” li Amedê derket. Mamoste Azad Zal edîtortiya wê kiriye. Birêz Kadir Çelik bersiva pirsên me da. Em hevpeyvîna pê re, parvedikin.

Di helbestên te de sê niqte bala min dikşînin. Evîn, Hesret û xurtiya zimên. Di nav wan niqetan de girêdanek xurt heye. Lê pir xwezayî ye. Evîn û hesret bi zimanek bilind dikeve ser kaxezê. Carna, hêvî, gazin û westana ji yarê ye, carna jî girêdana bi xweza û cihê  xwe ye. Nêrîna te li ser eşqê çiye?
Kadir Çelik: Bê guman hestên wekî evîn bêrîkirin êş û dûrmayîn mijarên sereke ne ku hemî dem û zemana helbest meyandine, mêjandine û têr kirine. Bi taybet jî ku meriv endamê cîvakeke mîna cîvaka kurd be ku ji her alî dilê xwe de birîndar e wê demê ev hestên kur zêdetir derdikevin pêş û dibin mijarên sereke yên helbestê. Bi nav kirin û nirxandina evînê qet ne mijareke hêsan e. Çerçeweya eşqê wiha bi hêsanî nayête danîn û pêwîst e ne ewqas hêsan be jî. Bi ya min ya herî pêwîst ne ewe ku "meriv bibe evîndarê yekê/yekî; ya giranbuha ewe ku meriv li ba yekê/yekî bibe evîn bi xwe". Em dikarin bêjin ku dema te di dilekî de ji xwe re cîhekî afirandî be hîngê te bi destê evînê jî girtîye.

Evîn jiyîneke li derveyî pîvanên heyî ye ku bi ya min yek ji taybetmendiyên ku evînê dike evîn jî ev e. Raperîneke ku hemî dîwar û çeperên li der û dora xwe hildiweşîne.

Tarîfa hesret, bêrîkirin û hêviya di dilê xwe de ji me re bike.
Kadir Çelik: Di helbesta min de êş û berîkirin du mijarên bigêhîn in. Ez hîna zarok bûm ji dê û bav û malbata xwe veqetiyam. Ev bûyer heya îro jî weke birînekê bi min re ye û tu caran nakewe. Bi gotina din ez hîna di temenê zarokiya xwe de fêrî bêrîkirinê bûm û bi wê re girêdayî bi êşkêşiyê re rûberû hatim. Lewma jî ev rastî em herin ku derê wê li ser helwest, berhem û ramana me bandorekê bike. Ji hêla din ve em weke cîvak ji dîrokê heya bi îro birîndar in û hê jî di dilê me de birîn li ser birînê vedibin. Bajarên me tên wêran kirin. Ber bi çavên mirovahiyê em tên qetilkirin. Her ku li welat gorek tê kolan dilê me vedigere goristanên bê ser û ber. Her ku zarokek tê kuştin ji dilê me çemên xwînê diherikin. Her ku cîwanek tê kuştin di dilê me hemî hest û hîs li kêliyên xwekuştinê kom dibin. Ev rastî wê çawa bandorê neke li ser hunerê û bi taybetî jî li ser helbestê. Ger ku rastiya me kuştin û mirin û wêrankarî û koçberî be, wê çawa helbest reş girênede û şînê negerîne. Ger ku ev gela di bin barana xwînê de verize wê çawa helbest neêşe û negrî û nenale. Bê guman bêrîkirin şaxekî girîng e ji dara hezkirinê. Bi gotina din ji bo ku hesret/bêrîkirin hebe pêwîst e hezkirin hebe. Em bêriya kes û tiştên ku li ber dilê me hêja û xwêdî nirx in dikin. Bêrîkirin encama hezkirinê ye. Bêrîkirin hemî caran êşa di çepê sîngê me de ye.

Bêrîkirin hezkirina ji hezkiriyên xwe sêwî ma ye. Bêrîkirin bi bîranîn û hewandina ew kes tiştên ku ji te dûr in lê di heman demê de di her kêliyê de bi te re ne ye. Bêrîkirin hezkirina êşbar û dilsoj e.

Tu ji kurdê Anadola navîn î, lê zimanê pir xurt e. Di edebiyata kurdî de, tu xwedî dîtin î. Rêz û hurmeta ji fikrê te re, mezin e. Tu vê yekê çawa dinirxînî?
Kadir Çelik: Ez kurdekî ji Anatolya Navîn im. Li gundekî kurdan li deşta Konya yê hatim dinê û heya zarokatiya xwe li wir jiyam. Wê demê jiyan li heremê ji serî heya bi binî kurdewar bû. Ziman tenê Kurdî bû. Bişaftina ziman û çande lawax bû û ji ber wê jî nasnama kurdî û stûnên konê çanda me gelek xwirt bûn. Dengbêjî, çîrokbêjî û zêmarbêjî pêşketî bû. Govend û dîlan û şîn û şahî jî kurdewar bûn. Zimanê jiyana rojane tenê kurdî bû. Bê guman em jî di vê serdemê de û bi rastiyê mezin bûn. Bavê min zanayekî dema xwe bû. Di mala me de her dem gotûbêj û vegotinên li ser mijarên cûrbecûr rûdidan. Bavê min xatibekî jêhatî bû. Vegotinên wî di serê min de mîna wêneyên zelal rûdiniştin û sînorên xeyalên min yên zarokî berfireh dikirin. Wekî hemî zarokên kurd min jî heya dest bi dibistanê kir ji kurdî pê ve bi tu zimanên din nedizanî. Ez di salên cîwaniya xwe de derketim derveyî welat. Li derveyî welat derfetên gelek baş hebûn ji bo ku ez li ser ziman û wêjeya kurdî hûr bibim. Min gelek zû biryar da bû ku bi lezgînî fêrî kurdî bibim. Ji demekê bi şunde him di warê xwendin û him jî di warê nivîsandinê de bi pêşketim û pê ve girêdayî gelek salan karê wergeriya di navbera Kurdî/Swêdî/Turkî de kir. Helbest di hemî qonaxên jiyanê de bi min re her hebû. Di her kêliya ku tengav dibim de helbest stargeheke ji bo min. Rengê jiyanê yê ku bîntengiya min radibirîne helbest e. Her cara dixwazim êşên xwe, birînên xwe an jî şabûnên xwe vebêjim xwe dispêrim helbestê. Xewn û xeyalên xwe di helbestê de bi rastdigerînim. Ji hêla din ve helbest şîngerandina min e li ber êşên welatê min. Ez bi helbestê axînên miletekî dinalînim. Bi helbestê radihêjim darbestê cîwanên çavbelek. Bi helbestê diqîrim ji nav dimenê dûmana li ser bajaran bilin dibe û dibêjim; Tu evîna min î welato, Tu birîna min î welato, Tu jan a li bin sîngê min î welato !!

Z. Gabar Çiyan

fredag 19 februari 2016

Dîroka Şanoya Kurdî

Berî demekê, ”Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê” bixêrhatina şanogerê nasdar, nivîskar û dramaturgê kurd, Çetoyê Zêdo kir. Zêdo kitêba xwe ”Dîroka Şanoya Kurdî” îmze kir û semînerek li ser heman mijarê da. Gelek kes beşdar bûn û pirsên cewaz jê kirin.

Rêvebirê kitêbxaneya kurdî, Newzad Hirorî, bixêrhatina mêvanan kir. Li ser cî û nirxê karê şanoyî û hunerî qise kir. Giringiya wê ji bo me kurda anî zimên. Helbestvan Serkan Brûsk jî, Çetoyê Zêdo bi mêvana da nasîn. Ji hêla huner û nivîskariya wî, nirxandinek kir. Paşê mafê axavtinê da Zêdo.

Pirtûka ”Dîroka Şanoya Kurdî” bi keda du kesan, Çetoyê Zêdo û hevalê wî Yavuz Akkuzu hatiye holê. Kitêb li Istanbulê, sala derbasbûyî derket û belav bû. Zêdo dibêje, di afirandina kitêbê de, ne tenê keda wî û Akkuzu heye. Nivîsên gelek nivîskar û şanonasên mîna Ferhad Pîrbal, Mahroo Raşidîrostamî, Shwan Jaffar, Lucina Japharova, Birayîm Ferşî, Cafer Sarikaya, Erebê Şemo, Mirazê Ûzo û Kemal Mezher Ehmed di kitêbê de cî girtine û bi vê keda hevbeş, dîrokek yekgirtî hatiye pê.

Dîroka Şanoya Kurdî a nûjen, bi şanonameya Evdirehîm Rehmî Hekarî, ”Memê Alan” ku di hejmara kovara Jîn a 1919 an belav kiribû, dest pê dike.

Wê demê, bilindbûna rizgariya netewî û avabûna dewletên netewî li welatên cînar, ên bin destê Osmaniyan, bandorek mezin li ronakbîr, rêvebir û maqûlên kurda jî dike. Mîna gelek netewan, komeleyên kurda jî li Istanbulê û cihên din ava dibin, kovar derdikevin. Li xwedî derketina li nasname û çanda xwe sor dibin û xebatên siyasî li Kurdistanê bilind dibe.

Piştî avabûna komara Turkiyê, ji ber sedema neteweperestî û siyaseta hişk li dijî kurda, mecalên kar û xebatê li Anadolê namîne. Dewlet, çalakiyên ronakbîrî û siyasî li bakurê Kurdistanê, bi şikandina serhildanan re, qedexe dike, pê re kar û xebatên çandî û hunerî jî radiweste.  

Hejmarek ronakbîrên ji başûrê welêt ku li Istanbulê bi karên wiha mijûl dibûn, piştî hilweşandina imparatoriyê, avakirin û şîdeta komara nû, derbasî başûrê welêt dibin. Bi taybetî li herêma Silêmaniyê, kowara diweşînin, komên hunerî ava dikin û giraniyê didin karê rêxistînî. Tecrubeyên xwe bi xelkê xwe re parvedikin. Bi taybetî keda kesên mîna Hacî Tofîq Pîremêrd, Ismaîl Heqî Baban, Refîq Hilmî, Emîn Zekî Beg û gelek kesên din nikare bê jibîrkirin. ”Komela Zanistî Kurdan” yek ji wan organîzasyona ye ku, wê demê ji bo perwerdê bi xebatek bilind û nirx rabûye.

Di 1915-1938 an de gelek bûyerên nexweş rû didin. Pirkûjî dibin û gelên herêmê bi hişkiyek kesî nedîtî û êşên mezin tên beramberî hev. Bi deh hezaran mirov, gund û bajar, malên xwe bi cî dihêlin û felata xwe di penaberiyê de dibînin. Beşek ji kurda jî derbasî aliyê Rûsyayê dibin û li komarên Sovieta berê belav dibin. Bi piştgiriya şoreşê û çalakiyên xwe tên meqamên cewaz. Beşek ji wan jî dikevin ber xezeb û hişkiya rejîmê. Bi wext re, kurdên li komara belavbûyî, ji bo pêşxistina ziman, çand û hunera kurdî xebatên lê hêja dikin û berhemên girabûha diafirînin. Şanogerî pêş dikeve û şanoname tên nivîsîn, derdixînin ser dikê.

Bi taybetî piştî cunta 12 îlona 1980 î gelek ronakbîr û hunermendên kurda derdikevin derveyî welêt, li welatên Europayê bi cî dibin. Li vir ji hêla şanoyê ve xwe pêş dixînin. Perwerdê dibînin, koman ava dikin, şanonameyan dinîvisînin û dilîzin. Li Europayê jî xebatên hêja tên kirin.

Şanoya Kurdî, bi azadiya kurda û demokrasiya li perçeyên welêt re, dem hatiye rawestiya ye, li gorî rewşê pêş ketiye, rengê netewî girtiye. Li Rusya û Europayê jî karên giranbuha hatiye kirin.


Di dema me de, şanogerên xurt û çalak li her çar aliyê welêt, li Rûsya û Europayê zêde bûne. Şanonameyên hêja tên afirandin. Di rêvebiriya dramaturg û lîstikvanên profesyonel kar dibe. Şano û şanokariya kurdî pêş dikeve û ji bo ku cihê wê bilind bibe, pêwîstiya xwe piştgiriyê heye…

tisdag 2 februari 2016

Pirtûkek nû û giring: “MEHMED UZUN ANLATIYOR”

Cihê Mehmed Uzun di edebiyata kurdî de giring e. Di afirandina edebiyata nûjen de, rolek sereke lîstiye û romanên wî, bi gelek zimanan tên xwendin. Mirovek nasdar e. Wî beşek mezin ji jiyana xwe, li surgunê, da pêşxistina edebiyata kurdî. Romanên giranbûha afirand û pêşkeşî edebiyata kurdî û cîhanê kir.

Di dema zarokbûnê, xwendina destpêkê de, pêrgî zilm û zora li ser zimanê kurdî hat û xwest fêm bike. Li gorî xwe, merşên neteweperestiya turka nexwend, ji dibistanê bazda û cezekirina mamosteyan da ber çava. Di xortbûna xwe, ji ber karê siyasî hate girtin. Li zindanê, girêdana mirov bi zimanê dayikê baştir fêmkir. Li zimanê kurdî vegeriya û destan û çîrokê kurdî guhdarî kir. Dema zaroktiyê, mala bavê xwe, hewşa dara hinara tê de, bilura bavê xwe û stiranê kevnare zîvirî. Li ser berhem û hunera dengbêjan kur bû. Bûn perçeyek ji jiyana wî.

Zexta li ser wî, rêya xerîb û xurbetê vekir. Jiyana surgunê, mirin e. Mirovan dirizîne. Êşa wê giran e. Uzun, bi zanabûn tevgeriya, jiyana xurbetê de pirtûk û xwendin bû hevalê wî ên herî nêzîk. Afirandina berhemên edebî, romanên kurdî ji xwe re kirek karek esasî. Mala wî ji pirtûk, rojname û kovarên edebî û çandî hatibû dagirtin.

Dîroka kurda baş zanîbû. Rojnameya pêşî a kurda li derveyî welêt derketibû. Miqdad Bedirxan li Misrê dabû destpêkirin. Şanonameya pêşî Memê Alan ji teref Evdirehîm Rehmî Hekarî hatibû nivîsîn, dûrî welêt, li Istanbulê, di kovara Jîn ê de belav bibû. Alfabeya kurdî bi destê Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê formê xwe a dawî girtibû. Hawar li Şamê derdiket. Gelek nimunên wisa hebûn ku ronakbîrên kurda li welatê xerîbiyê afirandibûn û pê xurtir bibûn. Uzun jî da pey şopa wan. Li surgunê, ji bo afrandina edebiyata nûjen gavên xurtir avêt.

Uzun ne tenê roman nivîsî. Wî edebiyata devkî, dengbêjên kurda û berhemên wan bi cîhanê da nasîn. Kurbûn û xurtbûna zimanê kurdî nîşan da. Bi nivîskarên nasdar ên gelek welatan têkiliyên xurt anî pê. Bû endamê gelek saziyan.

Weşanxaneyên biyanî xwestin berhemên Uzun bi zimanên xwe bixwînin. Lê wergêra kitêbên wî, ji zimanê qedexekirî, kurdî, ne hêsan bû. Kêmbûna wergêran ji zimanekî xurt û kevnare bo zimanên din, dijwariyên wê hebûn. Ji bo helwêsta Uzun ku, israr bi kurdî dinîvisî wiha digotin, rexnegirên edebî: “Mehmed Uzun mîna gelek nivîskarên kurda, ji bo nasîna xwe û berhemên xwe, bi zimanê erebî û turkî nanivîsîne. Dema bi wan zimanan binîvisîya dê wergera berhemên wî hêsantir biba. Wî bi zimanê xwe î qedexe, bi zimanek ku koka xwe dirêjî dîroka kevnare dibe û ji hêla edebiyata devkî xurt e, nivîsî.”

Dema Weşanxaneya Ordfront li Swêdê biryara wergerandina berhemên wî bo swêdî da, li ser dijwariyên wergerê zêde kur nebibû. Şefê weşanxanê Jan-Erik Pettersson wan rojan wiha dihanî zimên: “Pêwîstiya me bihêzkirina wergera di dest me de hebû. Ji bo ku wergera me, mîna orjînala berhemê bi tam ba û xurtbûna wê derketina beşberî xwendevanan, pêwîstî bi tekuzkirina wê hebû. Wergêrê hebû karê xwe dikir, lê têr nedikir. Uzun bi saetan li nik wergêr rûnişt û alîkarî dikir. Bi rojan wiha dom kir. Paşê, bihêzbûna kitêbê û mezinbûna Uzun baştir hat fêmkirin.”

Berhemên Uzun ne tenê kurda, lê bi gelek ziman û welatan dihatin xwendin. Lê li Turkiyê, xwestin romana wî, bi hinceta qanûna terorê qedexe bikin û wî ceze bikin. Cezekirina şexsiyetekî edebnas û berhemdar ku li cîhanê naskirî ye, ne hêsan bû. Li ser navê demokrasiyê eybek mezin bû. Helwêsta dewletê skandal bû. Dijberiyên mezin anî pê. Wezîra çandê a Swêdê Marita Ulvskog jî anî sersînorê ku bêje, “Wî ceze bikin, ez ê jî biçime wir, cem Uzun.”

Di demekî wiha ku qedexeya li ser zimanê kurdî rabû û demokrasî pêş diket, Uzun dixwest here Amedê, li kûçeyên wê bigere, bijî û li wir berhemên giranbûhatir biafirîne, nexweş ket. Nexweşiya bêbext ew êşand. Dawiya jiyana xwe, li Amedê, bajarê dilê wî pê ve derbas kir, heta roja wefatê.

Pirtûka Mehmed Uzun Diaxife (Mehmed Uzun Anlatıyor) aliyên Uzun ku zêde nehatiye qalkirin ronî dike. Hevalê nêz ê Uzun, rojnamevan Zarathustra Gabar Çiyan, hevpeyvînên bi Uzun re anîbûn pê, di kitêbê de pêşkêşî xwendevanan dike. Uzun, di hevpeyvînan de, qala zaroktiya xwe, mala eşîreta mezin ku dara hinaran tê de bû, çanda bilurvaniyê ku dirêjî bavê wî bûye, dike. Cîranên xwe, çandên li welêt dijîn, Suryanî, Ermenî, Kurdên Êzdî û Cihuwan jibîr nake. Derbarê sûdên pirçandîbûnê dihêne zimên. Taxrîbat û pirkûjiya li dijî wan ronî dike û çaraseriyên însanî pêşniyaz dike.

Li ser pirsa eşqa xwe kur dibe. Pirsek ku ji bo me kurda pêwîst e, lê tabuye, dike cihê niqaşê. Qala cî û giringiya evîn û evîndariyê dike. Hezkirinê dihêne bîra mirov.

Uzun zêde qala rojnamegeriya xwe nekiriye. Di vê xebatê de, vedigere salên ciwaniyê, destpêka karê rojnamevaniya xwe û pêşketina rojnamevaniya kurdî.

Mehmed Uzun bi dirêjî, yek bi yek qala berhemên xwe dike. Pêvajoya afirandina wan ronî dike. Kêfxweşiya xwe bi belavbûna wan par vedike. Peydekirina çîrokên romanên xwe, nivîsîna wan, dijwariyên derketiye pêşberî wî û giringiya nivîsîna kitêbên wiha dike cihê niqaşê. Kitêbên bi zimanê biyanî belav bûne û planên xwe ên pêşerojê eşkere dike.

Ji bilî sê hevpeyvînên pê re, di kitêbê de du beşên din hene: “Di medya biyanî de berhemên Mehmed Uzun” û “Li Turkiyê daweya li dijî Mehmed Uzun.”
Di mijara medya biyanî de, nirxandina kitêbên wî di medya Swêdê de esas hatiye girtin. Wergêra analîzên rexnegirên edebî hatine pêşkêşkirin. Di daweya li Turkiyê, axavtina parlamenterên swedî di meclîsa Swêdê de, beyana PEN a Swêdê û nûçeyên mediayê de cî digre.

Pêşgotina kitêbê ji hêla şefê weşanxaneya Ordfrontê, Jan-Erik Pettersson ku kitêbên Uzun bi swêdî çap kirine, hatiye nivîsîn. Çiyan, berî çapkirina kitêbê, bi Pettersson re rûniştiye û qala xebata xwe jê re kiriye, ji dîtinên wî sûd girtiye.

Mehmed Uzun anlatıyor, kitêba nivîskar Z. Gabar Çiyan a 17 an e. Lê yekem kitêba wî ye ku li Turkiyê derketiye û belav bûye. Edîtortiya wê Huseyin Gunduz kiriye. Berhem di nav weşanên DO de, li Istanbulê berî bi demek e kin ji çapê derket û belav bû.  Kitap bi turkî ye. 

Nivîskar Z. Gabar Çiyan gelek zimanan zane, bêhtir bi kurdî dinivîse. Çiyan sedema nivîsîna kitêbê bi turkî wiha dihêne zimên: “Giraniya hevpeyvînên bi Uzun re li ser pirçandîbûna li welatê me ye. Hetanî piştî avakirina komara Turkiyê jî zimanê ragihandina bi çandên cînar re, ermen û aşuriyan, kurdî bû. Lê ji ber polîtîka dewletê, perwerda yek zimanî û yek rengî, bû turkî. Dîtinên Uzun li ser pirsê giring in. Ji bo ku baştir bê fêmkirin, pirtûk, weke zimanê hevpeyvînan, bi turkî hat nivîsîn.”

Kesên dixwazin Mehmed Uzun ji awirên guhertî nas bikin, dikarin kitêbê ji weşanxaneya DO, doyayinlari@hotmail.com bixwazin.