söndag 3 juli 2011

Helbest û pirtûkek helbestan: SÛKA MIRINÊ


Ev sê roj in dixwînim, dûbare dikim hinek ji helbestên ”Sûka Mirinê”. Hevokên kurt, kur û bi hîsan barkirî, dibin neynik û ez xwe tê de dibînim, anku beşek ji jiyana xwe: Rojên bi hêstiran barkirî, geh bi ken, carna westiyayê evînê, carna tîyê azadiyê û demên dixwazim winda bibim, li welatê xerîbiyê, di nava daristanên welatên bakur, tixûbên dawiya dinyê û bênesînor, ne şopa pezkoviyan bi dawî tê nej î giloveriya ezmên, naxwazim şop jî li pey min bimîne, hetanî kabokan di nav berfê de diçime xwarê, tehemûla cilên li ser xwe nema dikarim bikim, bêhna min diçike, pêşî qapût, paşê çakêt li du min dimîne. Bayê kur û gulokên berfê ya xwe dikin yek, serma xwe li laşê min radipêçe, rondik dibin gulokên qeşayê, azayên ji derve dicemidin û ji hundir ve kela dilê min difure…

Ez naçim cem hekîman gelek caran. Doktorê min in helbetstvan û dermanê min helbest in. Helbestvan fêmkirin ne karê min e, dermanê dilê min in helbestên wan. Êşa min kêm dikin. Ya rûhê min, jana min û şahidên têlên spî di serê min de ne ew.

Ez dixwazim hûn helbetsa ”Yadê” bixwînin. Ber êvarkî, bi tenê, hêdî hêdî, di bin şewqa çiraya agirê kêm de, li ber pacê, li gulokên berfê binêrin, îskanek ji şaraba Suryaniyan dagirin, bi serê ziman û lêvan tam bikin û ji dengê nemirê mezin Mihemed Şêxo, stirana ”derdan çi ez diljar kirim ey felek” guhdarî bikin, kur bibin, winda bibin û min fêm bikin, di cîhana vê helbestê de:

”Yadê

Bi derd û kulên xwe ve tu çûyî gorê
Axînek li şûna te ma, yadê!
Û hesreta nepen
Di dilê te de ma û tu çûyî”

Te digot; mirin çêtir e ji vî halî
Hemû kul bêderman bûn
Hêsrên te tav tav, baran bûn
Dilê te kul-kovan, Behra Wanê
Li vê dinyaya hanê yadê, liv ê dinyaya hanê
Tu bêwar bûyî!”

Bi xwe re diaxifim gelek caran. Ji dîna dîntir. Helbestên bi kurdî tenê dikare min ji tenêbûnê rizgar bikin. Derdê dilê min derman bikin. Her peyvek bi çend wateyan barkirî, her hevokek bi hejmarek wêne. Her wêne xatiratek e.

Bi çend zimanan dizanim. Helbestên wan jî dixwînim. Yezdanê Dilovan, dibêjim. Hezkirina te li cem min bilind dibe, erşên te dadigre evîndariya min. Ne jibo buhişta te, ne horî, ne peyam, ne jî jibo nûnerên te. Jibo Kurdîhezkirina te ye Yezdanê min. Ku te wê rojê îcaze da xwe. Dem û wext wateya xwe winda kir. Te zimanek afirand ji gelekî bindest re. Te yadîgarî kir ”zimanê Kurdî” jibo me Kurda.

Helbesta “Kanê” baştir dihêne zimên, ew min diparêze û dizane bê ez dixwazim çi bêjim.

“Ez kul û derd
Ez zerya.
Tu çiya yî, tu çiya!

Di çavên te de
Her çar demên bihara rengîn
Difûre û tê bêhna axê ji her demsalê.

Û tu bi çavekî betilî, bi dilekî xembar,
Serê xwe dihejînî, silavê didî.
Silavê… ji eniya çiyan.

Gelek dem derbas bûn
Qîrîn ji kevirê min
Hawar ji kefênê neqeriya.
Wexta hubir dirijiya
Û her peyv dilop bi dilop diniqûtî dilê min
Ez bi ser te de,
Şev bi ser rojê de dinaliya.”

Hilma stiranên klasîk ji wan difûre carna. Bi min xweş tê xwendina helbestên wisa, bi peyvên wan re li heman stiranê guhdarî dikim, carna di ber distirînim.

Belengaz” yek ji wan helbestan e ku, çend caran lê vegeriyam. Pêrgî şopên kur hatim tê de, yên kevnare ku daye pey klasîkên me, ji Meryem Xanê dirêjî Mihemed Arifê Cizîrî dibe.

“Kuro welle tu dîn î,
tu belengaz î
û
tu stûxwar
li ber dîwaran radizêyî!
Heya kengî tu yê bikî gazî?
belengazo
belengazo!

Taziyo!..
Birçîyo!..
Bêkeso!..
Belengazo
Belengazo!

Ne dê ye
Ne bav e
Ne ware l`ber raze,
Ne dahn e
Ne bulxur e
Di ber de bazde
Belengazo,
Belengazo!”

Evîn, derdê evînê û evîndarî, bê we jiyan dojeh e, carna hûn dibin kaniya kul û kederan. Ne bê we dibe û hevaltiya bi we re jî barek giran e. Çiqas li ser te bê nivîsîn, têr nake. Têhna êşê bi helbestê dişkê. Helbestên kur û bi wateyan barkirî.

”Evîna min” jî yek ji wan helbestan e ku dermanê dilê mirovî ye.

”Winda dibim bi rojan
Ne li nava ewran
Ne jî li nava zeryayan
Di dilê xwe de
Di damara dilê xwe de
Li min bigere evîna min!

Tu…
Di damara min a mirinê de yî
Evîna min
Min her ji dûrî ji te hez kir
Wekî kela şêran
Tofana hêsran
Qîrîna zarokan
Nalenala dayikan
Min ji te hez kir
Evîna min.”

Pirtûka ”Sûka Mirinê” berhemek giranbiha ye. Derd, xewnûxeyal, armanc û daxwaziyên me Kurda dihêne zimên. Helbestvan û nivîskar Mehmet Devîren di vê xebata xwe de 21 helbestên xwe pêşkêşî xwendevan dike. Pirtûk di nava weşanên AVA, di tîrmeha 2010 de belav bû. Navenda weşanxaneya AVA yê li Amedê ye û avayayinlari@hotmail.com navnîşana elektronîk ya weşanxanê ye.


Mehmet Devîren kî ye

Bi eslê xwe ji Şemrexa Mêrdînê ye. Piştî xwendina amadehiyê, di sala 1992 de ji ber pirsên polîtîk tê girtin. Demekî di zindanê de dimîne.

Helbestên wî di destpêkê de bi turkî di kovaran de belav dibin. Piştre bi giranî bi kurdî dinîvisîne û di helbestên wî di medya Kurdî de belav dibe. Berhemên wî ku çap bûne: Anlat (turkî, 2003), Qiniskê û Pinîskê (zargotin, Kurdî, 2009), Sûka Mirinê (Kurdî, 2010).
Devîren, yek ji wan kesan e ku ji bo avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd li Amed ê xebat kiriye, di komîteya karger de cî girtiye û di kongreyê de weke serokê komelê hatiye hilbijartin. Her wisa endamê lijneya rêvebir ya Enstîtuya Kurdî ya Amed ê ye.

lördag 2 juli 2011

Pirtûka Zeynep Tozduman li ser pirçandîbûnê

DI ENIYA SURYANIYAN DE KESEK GIRITÎ

Nirxandin: Gabar Çiyan

Di welatên pirçandî de, dema di şûna aqil, tolerans û hevfêmkirinê de, dîrokek fermî  li ser neteweperestî, asîmîlekirin û xwestina yekrengî ava bibe,  “em” û “ew” dibe pirsgirêka herî mezin. Li wir, di şûna toleransê de bêtehemulî, di ya pirengînbûnê de guhertina demografîk, di şûna xwedîderketina dewlemendiya çand zimanan de tenê dengê stiranên bi zimanekî bilind dibin û hişkiya aliyê desthilatdar dibe beşek ji jiyanê.

”Kûlîlka berrî ya Girîtê” Zeynep Tozduman, nivîskar û aborînas e. Li herêma Egeya Turkiyê dijî, lê ew ”Toriya ji Girîtê” ye. Ji ber ku parêzvana mafê mirovan Tozdumanê, mîna şarvaneka klasîk, li aliyê Torê, ji bo piştgiriya Doza Kurda bi rêyên aştiyê û ya parastina mafê Suryaniyan xebatê dike, wisa bidome mêvandariya wê di nava  Kurd û Suryaniyan qet bi dawî nayê. Tiştê herî balkêş ew e ku, Tozdumanê, li Torê, di mala Kurd û Suryaniyan de ji malê tê hesêp.

Tozdumanê Beşîkçiya Suryaniyan jî tê hesêp. Ji bo avakirina toleransê, danasîna ziman û çanda kevnare ya Suryaniyan, di nava Kurda û Turka de xebatek bê westan dike. Dema li aliyê Torê ye, di meşê kurda de, li aliyê Egeyê jî bi xurtkirina platforma Suryaniyan dadikeve. Balyozxaneyeka zindî ye û nigek wê li welêt û yê din li Ewropayê ye, digere û bi semîner û civînan, ronakbîr û xelkê li ser pirsgirêkên herêmê û çareseriyên însanî dikşîne nav niqaşê. Pirsgirêkê dike malê civatê û bi wan re li çareseriyan digere û dendikê toleransa pirçandîbûnê diçîne.

Ji aliyê jineka turk, carna jî weke dayikekî Kurda, car dibe ya Suryaniyan û êşa zarokên birîndar û winda dihêne zimên. Bi zimanekî rojane, bi nimuyeyên li ber çava dest bi mijarekê dike û bala însanetiyê dikşîne êşa dayikan, hesret û xewnên wan.
Hilmek nû ye Tozduman, li ser nakokiyên di navbêra ”em”, ”ew”, ”me” û ”wan”a de, awira jibîrkirî, ya qîrînî û stranên şînîyê û xewna dayikan ji bo aştiyê û azadiyê ye.

125 rûpel e pirtûka wê. Mirov dixwaze bi carekî re bixwîne, bê bêhnvedan, kêşara wê mirov bi xwe re dibe welêt, cihê bavûkalan. Ger û bîranînên xwe bingeh digire gelek caran. Carna ji rûpelên dîrokê, carna konferansên Ewropayê, anjî serdana dêrên Midyadê. Şerê sala ”şûr”, pirkûjiya Ermenî û Asurî/Suryaniyan û rewşa wan ya îro. Şerê Kurda ji bo man û nemanê û xewnên dayikên wan ji bo azadî û aştiyê. Êşa jinên herêmê û nêzîkbûna dewletê û polîtîka qirêj e, mijarên pirtûkê. Wisa formule dike sedema nivîsîna pirtûkê:

”Nivîsîn, aksiyonek e ji bo min. Mîna, di xwepêşandanekî de hilgirtina pankartekî, çalakiyek bi dilgermî ye. Ji bo bahozên di nava xwe, êşa di dilê xwe, rojên xweş û kesera xwe bihênim ziman e, anku nivîsîn serhildan e ji bo min. Serhildanên di dilê xwe de dirêjim ser kaxezên sipî.
Min bi pirtûka xwe ”di eniya Suryaniyan de kesekî Giritî” de xwest ku, dilê we ji bo carekî be jî, bi germî nêzî dilê Suryaniyan bikim. Ji bo fêmkirina wan, dibim qîrîniya bêdengiya wan.

96 sal in, gelên herêmê li ser vê xakê ji sînga heman dayikê şîr dimijin. Ji ber heman êşê digrîn û hewil didin ku birîna xwe derman bikin. Ermeni, Kurd, Suryani, Êzîdî, Elewî û Rum li Mezopotamyayê xwedî yek keder û yek êşê ne. Li ser vê xaka ku bêhna aştiyê jê difure, werin berî bibe dereng û koka Suryaniyan bi dawî were, em destê aştiyê bidine hev!”

Di makaleyekî din de, ji bo pêkanîna aştiya li herêmê dîtina xwe wisa formule dike:

”Rêya me bikeve çi deverê, em bi cilên xwe têne pêşwazîkirin û fikrên me rêya me ronî dike. Bi ramanên di nav milên me de barkirî, li devera herî xirab jî, di dil û damara diçe wijdanê wan de, rêz û hurmetek pêk tê ji bo me. Sed sal in aştiyê rengê xwe nedayê, bi hesreta cilê sipî mîna berfê, ew kirasê aştiyê bi ser bedena xwe de bernedaye Mezopotamyayê. Li gorî hinekan, fîstanek wisa qelenê xwe giranbuha ye, li gorî hineka jî ji aştiyê re fedekarî pêwîst e û cilê aştiyê li Mezopotamyayê tê, divê mirov lê bike. Pirs bi awiran mirovan ve girêdayî ku mirov dixwaze çawa bibîne. Lê kî çi difikire û dixwaze çawa temaşe bike ne giring e, ya giring ew e ku, em biryarê li ser cil û bedena xwe, anku ya Mezopotamyayê bidin. Di eslê xwe, cilên spî yê aştiyê li bedena hemî kesan, mirovên ku weke mirovan hizir bike, tê. ”

Makaleya ”îsyana dilê min e Amed” divê bê xwendin û volkana di dilê Zeynebayê de ye û li ber teqînê ye divê bê dîtin:

”Îro ji dil û hinava xwe bi Amed ê re dibime yek. Rojek yekşemê ye, û ez kûlîlkên rengîn diçinim, ji bo serdana girtiyan. Ez di nava zindana dilê te dimeşim Amed. Mîna paxira Erxenê li nik sefarî dilê xwe sifir dikim, ez. Dendikên hêviyên xwe li Licê av didim û diçînim. Li Bismilê bardikim barê berxwedanê. Weke Çermukê bi xemgînî diherike kaniya dilê min. Li Farqînê rengê aştiyê distînî ji bo bi hezaran kesên li benda pêşerojê ronîtir. Li Qûlpê dibim awirên xezalan, kur kur hizir dikim, dinêrim. Di nava bax û bexçeyan de dikevim ber bahoza berxwedanê û hilm û nefesa bi hezaran kesan tevlî ya min dibe.”

Çîroka ”Bogos”ê Suryanî di pirtûkê de, bi serê xwe dikare bibe mijara romanekî. Evîna wî ji bo keçekî ne xaçperest bi navê Gonulê, nêzîkbûna bavê wê ya neyênî û êşa evîndariyê. Newxeşiyên peyde dibin û emrê bele sedem derbas dibe û evîna wan pir bi derengî tê fêmkirin, mirada bi emrê pîrbûnê, anku nîvtemenbûnê pêk tê, gelek derzan dide mirovî…

Bi taybetî li aliyê Torê, serpêhatiyê wisa pir in. Dema lawik baweriya xwe Mihemedî be, û dil bikeve keçek xaçperest pirs tê çareserkirin. Lê dema xort xaçperest be û dil bikeve keçek Kurd, ne hêsan e ku bighêjin Miradê xwe.
Li aliyê Kercewsê, evîna Hannayê Hana ji bo zerya Kurd Xatunê jî wisa bû. Pir êş tê kişandin. Qîz ji ber evînê nexweş dikeve, lê pirsgirêka olî dibe bela serê wan. Nagihêjin miradê xwe, serpêhatiya wan dibe stiran û belav dibe.

Pirtûka Zeynep Tozdumanê têra xwe bi kêşer e, bi heyecan e û bi dîrok û çanda herêma Torê barkirî ye. Di beşa dawiyê de, ”Dengê dilê gelê Suryani li Turabdînê lêdixe” de qala serdana xwe ya Torê dike. Mirov bi xwe re digerîne, li deverên dîrokî, dêrên kevnare û dike mêvanê oldarên porsipî. Mirov ji dîmenên Torê têr nabe, bi nivîsê re di nava xeyalan de winda dibe.

Pirtûk, di nîsana 2011 de di nav weşanên Perî de, li Istanbulê belav bû. Min di demên dawiyê de, çend pirtûkên ji aliyê weşanxanê ve hatiye çapkirin xwend. Ziman, teknîk û mijarên ku weşanxaneya Perî hildibijêrê bi rastî balkêş û têra xwe bi kalîte ne. Mala Periyê ava ku xizmetên wisa dike û pirtûkên wisa giranbuha pêşkêşî mirovan dike.
Têkiliya bi weşanxaneyê re bi rêya e maila periyayinlari@yahoo.com.tr dikare bê danîn.

Pirtûka Tozdumanê, beşek ji herêma welêt, dîroka Tora Evdînê ronî dike. Bi giranî çand û dîroka Suryaniyan hemêz bike jî, li ser têkiliyên Kurd û Suryaniyan jî wêneyên balkêş pêşkêşî xwendevanan dike.

Tozdumanê wek kesekî çavdêr, ji awira jina û di çarçoveya mafê mirovan de, bi zimanekî edebî nêzî pirsan dibe. Bi turkî nivîsî ye berhem. Lê turkiyek bilind. Pir giring e ku Kurd, bawerî û netewên cewaz li welêt nas bikin. Li ser çand û dîroka wan xwedî agehdariyek giştî bin. Xewn û xeyalên wan nas bikin. Ji ber Kurdistan welatekî pirçandî ye, mîna Kurda mafê wan jî li welêt heye û divê em hev fêm bikin, berjewendiyên hevbeş peyde bikin û xwe xurt bikin.